Bihar mîna navê xwe nûbûyînê bi xwe re daniya. Bayê demsalê bi xwe re hemû nebaşî û xirabiyan belav dikir, şuna wan kelecan, evîn, hes kirin bar dikir hemû dilan. Zivistan ber bi qedandinê ve bû. Ewrên reş û giran êdî dûr diket ji ezmanên bedew. Dîsa şuna xwe ewrên şîn û spî cih dikir dayika xweza û heta salêk din xatirê xwe dixwast ji ezmanên bê dawî. Gelê Cizîra Bota jî bi hatina biharê ve dest bi amadekariyên xweyê zozanan dikirin. Çiya û newalên Botanê îsal jî li benda wan bû. Çiyayê Mirada wê îsal jî gelê Cizîra Bota re malowantî kiriba. Li Cizîra Bota cihêk welatparêz û nîştîman perwer bû. Piraniya Botanê ji xwe wiha bû, lê ji bo Cizîra Bota ji bo girêdanbûna xweya axê û girêdanbûna xwe ya tekoşîna azadiyê heremêk mîna ‘‘dilê Kurdistanê’’ tê bi nav kirin. Ev pênasekirinek cih de ye. Lewra gel ê heremê bi girêdanbûn û bi dilsoziya xwe ya tekoşîna azadiyê de qasî ku bi biryare ewqas jî ji bo serkeftinê bi israr e. Lewra salên 1990’an de gelek berdel dane û êş kişandina. Yek ji wan malbatên ku dilê wan bi êş û keser hate barkirin jî malbata Acet e. Malbata Acet rûxmê ewqas êrîş û zextên dijmin dev ji axa xwe bernedaye û heman demê de li dijî gerîla nebûne xwedî çek.
Sala 1996’an de dema bihara rengîn xwe nîşanê rûyê erd kiri bû, wê çaxê dayika Azîme, keçêk por xelek û çav zeytûnî anî dinê. Navê vê keça por xelek û bedew dibe Şehrîban. Bêyî dayik bibe çarenûsa wê hatibû diyar kirin. Dayika wê vê fermanê dabû. Ser vê esasê Şehrîban li gorî vê rastiyê tê mezin kirin. Temenêk biçûk de bi çîrokên lehengan, bi rastiya dijmînê xwe û bi rastiya gel ê xwe tê mezin kirin. Hîn di biçûkahiyê de bi awayêk wêrekî tê mezin kirin. Fêrî dilmezinî, fêrî çavsorî tê kirin. Bi jêhatî bûn tê mezin kirin. Ew jî zanabûna vê rastiyê de ye. Roja kû dema wê hate wê berê xwe bida çiyayên xwe, wê roja hesap pirsinê destpê kiriba ji neyaran…
Roja Xatir Xwestinê
Bi coşa pêşwazî kirina pengava 15’ê Tebaxê jinên heremê bi kiras û xiftanên xwe bejn û bala xwe xemilandi bûn. Kilên reş li derdorê çavên xwe gerandi bûn û egalên kesk û sor û zer li derdorê porê xwe pêçandi bûn. Xortên heremê jî bi şal û şapik bi egalên xweyên reş û spî berê xwe dabûn qadên pîrozbahiyê. Rojêk wiha bi wate de Şehrîban jî bejn û bala xwe bi kiras fistanê xemiland, kilên reş li derdora çavên xwe gerand û egala kesk û sor û zer li serê xwe pêçand. Govenda xweya azadiyê digerine. Destê dayika xwe ya delal ramûsand û xatirê xwe jê xwest. Dayika Azîme dema wê oxir kir jê re got; ‘‘Here keça min, here delala min, şîrê min helale ji te re…’’
Şehrîban, 15’ê Tebaxê sala 2013’an de berê xwe dide Cûdiya Mirada. Dema ku digihîji hevalên xwe ji coş û kelecanê gulpa gulpa dilê wê ye. Keyxweşiyê dilê wê çavê wê yên mîna zeytûnî de xwe dide der. Şehrîban re gelek nav dibêjin hevreyên wê. Ew li hemberê peşniyara her hevalê xwe bi dilnizmî û bi kenêk şermokê mîna bêje; ‘Na!’ serê xwe dihejîne. Herî dawî bi xwe dibêje; ‘‘Bêyî ku ez dayik bibim, çarenûsa min hatiye diyar kirin. Dayika min gotiye; ‘Keçik be jî, ger xort be jî ezê diyariya welatê xwe, ezê diyariya Kurdistana xwe bikim.’ Lewra ji ber vê gotina dayika xwe ez dixwazim navê xwe bikim Kurdistan!’ Şehrîban dema van gotinan dikir bi serbilindî û serfiraziyêk dijiya. Jiyana xwe ya nû da navê Kurdistan xwe dike û ji bo azadiyê bîne welatê xwe paşnavê Roj bi xwe dike. Şehrîbana Cûdiya Mirada edî dibe ‘Kurdistan Roj’, dibe parçeyek ji rastiya Kurdistanê…
Gerîlatî û Fermandartiya Kurdistan
Kurdistan pir zû fêrî jiyana gerîlatiyê dibe. Lewra bi xwe jineke Botî, jinêk çiyayî û li zozanên Cûdî mezin bûye. Lê yekbûna wê bi jiyana gerîla re demêk kin de pêk tê. Kurdistan bi zîrekbûna xwe, bi jîrbûna xwe zû dikeve çavên hewreyên xwe de. Her erkê ku derdikeve xwe pêşniyar dike, her karê zehmet de destpêkê xwe dide pêş, herî karê ku herkes bêje nabe de Kurdistan bi hêrsa xwe wê karê ser dixe. Kurdistan perwerdeyên xweyên destpêkê li qada Garê dibîne. Bi jîrbûna xwe hevalên xwe re dibe mînak. Bi sekin û tevlîbûna xwe hevalên xwe dide îqna kirin ku li Zagrosan dikare gerîlatî bike. Ser vê esasê sala 2014’an de berê xwe dide Zagrosan. Li Zagros’an de vesaziya wê ji bo qada Çarçella tê çêkirin. Kurdistan dema ku derbasî Çarçella dibe, hemberê xweşikbûna Çarçella hayî dimîne. Çarçella sedan nebatan û gelek ajalan di nava xwe de dihewîne. Ger mirov saetên demdirêj jî behs bike têra xweşikbûna Çarçella nake. Gerîlayên ku li wê qadê mane, bi salan jî ji behs kirina erdnigariya wê têr nebûna. Lewra Çarçella bi gotinan nayê pênase kirin, ji ber tu gotin li ber xweşikbûna wê têrker nabe. Xweşikbûna wê na yê gotinê, ya jiyan kirinê ye.
Kurdistan jî dibe gerîlaya qadên wiha. Çiyayê Zagrosan bi qasî xweş bû, ewqas jî qadên zehmetbûn. Qadên Zagrosan vîn, jîrbûn û zîrekbûn dixwest. Ev taybetmendî hemû jî Kurdistana delal de pêkan bû. Her karî de cih digirt, her karî bi awayêk serkeftî pêk dianî. Cihê ku Kurdistan lê ba ya li wê derê karên serkeftî derdiket holê. Hevalên xwe hez dikir, bawerî dida û dihat hezkirin. Hemberê her hevreyê xwe bi awayêk rêzdar, dilnizm, rûken bû. Ev taybetmendiyên wê di bû sedem ku dilê her hevreyê xwe de cih bigre û bibe xwedî baweriyêk mezin. Kurdistan ji ber jêhatîbûna xwe zû dibe fermandar. Mîna ku ciwane û rûxmê ku gerîlayek pir kevin nîne, fermandarên wê guncav dibînin ku wê erkdar bikin. Ji ber ezmûnên ku wê nav çend salan de dest xistibû gelek bû. Ji ber wê fermandarên wê jê bawerbûn ku erka ku dan ser milên wê bi awayêk serkeftî cih bîne.
Şerê Fermandar Kurdistan
Sala 2015’an de dema ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên qirkirinê li ser welatê me Kurdan didin destpê kirin, wê demê Kurdistan li Zagrosan tevlî şerê germ dibe. Kurdistan vî şerê de fermandar e. Hevreyên xwe re pêşengtî dike. Çalakiyan de herî pêş de diçe û hevreyên xwe re êrîşê dagirkeran dike. Fermandar Kurdistan bê tirs li ser neyarên xwe de diçe. Li Çarçella çalakiyên ku li Mergê, Şehîd Fîkret, Şehîd Hozan û gelek çalakiyên din tevlî dibe û piraniyan de jî mîna fermandara şer cihê xwe digre. Her çalakiya ku tevlî dibe de bi hevalên xwe re serkeftinên mezin dest dixe. Ew li hemberê neyarên xwe xwedî hêrs û kînekî gelek mezine. Ew sonda zarokên Cizîrê ye, ew tolhildana Dêrgûlê, ew diyariya dayika xwe ye…
Fermandar Kurdistan Roj sala 2016’an de dîsa li ser neyarên xwe de diçe. Çalakiyêk mezin tê plansaz kirin. Kurdistan jî yek ji wan fermandaraye ku cihê xwe li vê çalakiyê de bigre, şer bike û ferman bide hevreyên xwe. 29’ê Tirmehê sala 2016’an de çalakiya ku li hemberî girê Şehîd Hozan tê lidarxistin de, heta fişeka xwe ya dawî şer dikin, gelek leşkerên dagirker ceza dikin. Encamê vê çalakiyê de bi rêhevalên xwe Dicle, Med, Cesûr, Mazlûm, Canfeda û Nûman re digihîje asta şahadetê.
Kurdistan Roj jiyana xwe ya şoreşgertî de zû fer dibe, zû fam dike, zû dibe fermandar û zû digihije rastiya heqîqet ê.

Rêhevala Wê Ya Têkoşînê