Ji raya giştî û gelê me re

Ji dîrokê heya roja me ya îro ji bo avakirina civaka azad û ferd têkoşîn dane, di dawiya vê têkoşînê de bedel dane û şehîdên me

yên ku gihiştine merteba şahadetê bi minetdarî bibîr tînin. Di serî de em yê Rêberê xwe yê ku bi berxwedaniyê re vejîna gelê Kurd afirandiye yê gelê me û yê tevajî mirovên ku ji bo jiyana azad şer dikin cejna wan ya Newrozê pîroz dikin.

Newroz li dijî zîhniyeta dixwaze jiyanê tine bike û mirovahiyê bike kole, kombûn, piştgirî û hevgirtina gelan e. Ji bo vê jî bi li sere hezar sal jî derbas bibe nayê ji bîr kirin û ji bîra mirovan nayê sîlkirin. Serdestên ku bi sedan salan e Kurdan tine dihesibînin, înkar dikin û ji nedîtî ve tên, hewl didin bîra mirovahiyê tine û înkar bikin. Di vir de ji gelek aliyan ve bi ser ketin, heta ku PKK weke partiyeke Newrozê hem xwe hem jî Kurdîtiya azad afirand. Bi PKK’ê re xweliya jiyana demokratîk a ku mîrateya dîrokê ye, ji nû ve zindî bû û bi ruhê têkoşîna hezar salan re ji nû ve derket holê. Em weke civaka ku dilê xwe daye jiyana azad û demokratîk ger em derxin zanabûnê ku em jî dîrokê heya roja me ya îro ji kûr hatine, niha em ki kûderê ne ew dem emê  bizanin ku çima Kawayê Hemdem Mazlum Doxan, Zekiye, Ronahî û Rewşanan ewqasî berxwedaniyekî bi heybet pêkanîne.

Di sedsala îro de ne tenê Kurd, mirovahî bi temamî bi xeteriyê re rû bi rû ye. Leystokên ku hêzên mêtîngeran avakirine li ser ev xaka ku derguşa mirovahiyê ye vediguhere trajedî û yê cardin bedel dide mirovahî ye. Tu serdem de mirovahî ewqasî ne hatiye xistin û bê rûmet ne maye. Heya vê sedsalê jî tu pergalên rêveberiyên ku xwe avakirine di roja me ya îro de çand, exlaq, dîrok, zanist û hêrandina mirovan yên ku hêzên bûne dewlet avakirine  nekarîne vê pergalê pênase bikin. Ev gelek aşkereye ku em di sedsalekê ku sînorên aqil û vîjdanên me tê zorlemekirin de jiyan dikin. Her roj her kêlî em tên hejandin. Çawa ku di herikîna dîrokê de Dehaqên dijminê mirovahiyê her tim hebûn, îro jî rastiyeke modernîteya bi kapîtalîzm û faşîzmê derketiye holê û zilmkarên mîna Erdogan ên berhemên vê modernîteyê ne, hene. Erdogan û çeteyên AKP-Qesrê Dehaqên roja îro ne. Çawa ku Kawayên li dijî Dehaqan li ber xwe dan û rûmeta mirovahiyê gihandin roja îro hebûn, îro jî bi dehan, bi sedan Kawayên bûne sembola mirovahiyê û li dijî çeteyên AKP-Qesrê li ber xwe didin hene.

Newroza 2016’an beriya niha bi mehan li Kurdistanê destpê kiriye.Wekî salên 1990’an de yê ku vê rojê re pêşengtî kiriye berxwedanên Cizîr, Nisêbîn, Silopiya, Sûr û gelek herêmên xwerêveberiyê yên li Bakurê Kurdistanê. Li hember her curên êrişên qirêj yên li ser hişmendî, dil û vîjdan pêk tê,  li hember her curên destdirêjî berxwedaniyek bêhempa hate pêşxistin. Li Cizîrî ruhê serhildanên sala 1990’de bi berxwedaniya rêheval Bêrîvan(Binevş Agal) re tacîdar bûbû. Îro jî zarokên Kurdistanê yên ku bûne Bêrîvan Mehmet Tunç, Derya Koç, Sêvê, Pakîze û Fatmayan cardin dan diyar kirin ku berxwedan jiyane, xwe radest kirin mirine bi awayekî vekiri dan diyar kirin. Di vê berxwedaniyê de gelek bedel bedel dan lê li hember fermanan serî ne tewandin.

Mîna her carê, îsal jî wê Newroz bi gavên ber bi rojên nû û azad ve, ji nû ve bafire. Li çar parçeyên Kurdistanê bêguman gelê me wê xwe bigihîne rojên azad. Çawa ku Rojavayê Kurdistanê di encama têkoşîna bi salan de xwe gihand nuqteya diyarkirina çarenûsa xwe, gelên li Bakur, Başûr û Rojhilat jî wê çarenûsa xwe diyar bikin. Pêkhatina vê nêz e. Qadên îsal ên Newrozê divê bi rengekî ji rêzê neyên pêşwazîkirin. Pêwîste weke cejnekê neyê pîrozkirin. Mîna Cizîr û Sûrê divê bibin qadên berxwedanê.

Em jî weke YJA Star em bi ruhê Newrozê ketin salê de û emê tevahî rojên xwe veguherînin berxwedaniyên mezin. Tevahî hewildanên me ewe ku em layîqê şehîdên xwe yên Newrozê derbikevin. Artêşa me ya ku temenê xwe ji salên demdirêj digre bingeha kevneşopiya xwe ji partiya ya berxwedanî û vejînê û şehîdên PKK’ê xwe afirandiye. Di roja me ya îro de berxwedaniya me ya herê mezin pergala me ya parastinê ye. Weke YJA Star çiqasî em pergala xwe ya parastinê li hember hêzên mêtînger pêşbêxin û  derbeyên  mezin li neyar bidin ew dem em dikarin layîqê şehîdên xwe derbikevin. Netenê jinên YJA Star, tevahî jinên civakê weke Newrozê berxwedaniyên xwerêveberiyan ya ku tê wateya rojên nû xwedî derbikevin.  Pêwîste di nava hêzên parastina cewherî de yên xwe weke YPS-JIN pênase dikin de cihê xwe bigrin. Ruhê k udi qadên xwerêveberiyan de derketiye holê ruhê azadiya jine. Pêwîste ev ruh tevahî demên berxwedaniyê de were jiyîn û veguhere sekna jiyanê. Jin rola ku di dîrokê de leystiye pêwîste di vê Newrozê de jî bileyze û jiyana azad ji nû ve avabike.

Di vê bingehê de di serî de jin, em bang li tevahî aliyên ku dixwazin xwedî li rûmeta mirovahiyê derbikevin li hember Dehakên roja me ya îro AKP û çeteyên Qesrê avakirina têkoşîn,berxwedanî û vejînê dikin. Xwedî li Kawayan, Mazlum, Zekiye, Bêrîvan, Mehmet û Deryayan derketin bûyîna şopdarên wan û wan dayîna jiyan kirin encex bi vê awayî dibe. Bi şêwazekî cûda wê em li hember dîrokê bêxe asta suçdariyê de. Tevahî desthilatdarên weke AKP û Erdogan yên ku Kurdê azad yê ku berxwedaniyê afirandiye, jina azad gel û gelen ji ne dîtinê ve tê wê weke Dehakan winda bikin û mehkûmê winda kirinê ne.

Weke Biryargeha Navendî a YJA Star bi ruhê ku şoreşa Bakurê Kurdistanê afirandiye tevahî Kurd û gelên Rojhilata Navîn û cîhanê cejna wan ya vejînê Newroza wan pîroz dikin. Em tevahî jinên Kurd û cîwanên Kurd vexwandina di Newroza sala 2016’an de li tevahî cîhên Kurdistanê bikin sengerên berxwedaniyê û cihê xwe di nava hêzên parastinacewherî de  girtinê dikin.

Her bijî ruhê jiyana me ya nû Rêber APO!

Her bijî sembola berxwedaniyê Newroz!

Her bijî berxwedaniya me ya xwerêvebirinê

Bimre Dehaqên ku di şexsê çeteyên AKP û Qesrê de bi beden bûne

Fermandariya Biryargeha Navendî a YJA Star