GERÎLAYÊN ME LI ŞEMZÎNAN ÇALAKÎ LI DARXISTIN!

Ji bo çapemeniyê û raya giştî;

Gerîlayên me ên YJA Star 29’ê Tebaxê seat 14.45’an de li navçeya Şemzînan a girêdayî Colemergê li hember konvoya leşkerî a ku ji qereqola Şapatan berbi navenda Şemzînan ve di çûn di herêma Dola Bermêşa bi çekên ferdî û yên giran çalakî li darxistin.

Di encamê vê çalakiyê de maşîneyek bizirx derb xwariye, 2 leşker mirine û 1 leşker jî birîndar bûye. Piştê çalakiyê seat 15.30’an de gava teqwiye ji qereqola Şapatan û Radyolog dixwastin bikevin herêmê de gerîlayên me vê hêzên teqwiye jî dane û 2 leşkerêdin jî kuştine.

Cardin seat 16.30’an de artêşa TC li herêmê operasyon daye destpêkirin. Li hember leşkerên ku dixwastin herêmê bêxin çemberê de gerîlayên me bi çekên giran bersiv dane wan. Ji bo vê  artêşa TC paşde vegeriya ye lê seat 18.00’an de di herêmê de taxên Dola Bermêşa, Şapatan û Elden yekineyên xwe yên taybet bi cîh kirine. Piştê wê seat 19.00’an de operasyon bi giştî paşde vegeriya ye. Di heman demê de piştê çalakiya ku pêkanîne girê Goman, qereqola alaya Garê û Şemzînan, Dola Bermêşa, gundê Sararo û taxa Şapatan bi obûs û hawanan bombe baran kirine. Her wiha seat navbera 20.00-00.00 dan de balafirên keşfê li ser herêmê geriya ye. Di encamê vê çalakiyê de bi giştî 4 leşker mirine û 2 leşker jî birîndar bûne. Ev çalakî ji bo bîranîna rêheval Baz Faraşîn pêkhatiye.

Navenda Çapemeniya YJA Star