Ji ber zordariya dewleta Tirk ya qirker, sewdaliyeke Kurdistanê bi dileke kesk, sor û zer çavê xwe li ser xakeke xerîb vedike. Dar, av, ba û barana metrepolan jê re giranin û bêhnê li cîgera wê diçikînin. Lewra ew her di nava lêgera henaseyeke azad de ye. Henaseyeke ku hebûna wê ji kûrahiyan pê bide hîs kirin. Ji ber ku ew di nava wê nêvenga bê reng de rastiya xwe peyda nake, her tiştekî ji xwe kêm hîs dike.

Em qala keçeke ji tovên Serhedî dikin. Cansel Dursun, ango Guven Doza. Em qala serpêhatiya fermandara şerê azadiya Kurdistanê dikin, xwediya lêgerînên mezin, şer û jiyana mezin.

Bi naskirina Tevgera Ciwanan re, ew hinekî din Tevgera Azadiyê nas dike. Di nava agahî û naskirinên wê de ya herî zêde meraqa wê hişyar dike û her wê dikşîne ber bi xwe; Rêber Apo ye. Derketina Serokekî bi vê mezinahiyê, ji gelê xwe re ewqas fedakarî pêşkeş kirin, jina Kurd û pê re jî hemû jinê cîhanê kişandina nava jiyaneke azad, ev hemû ji bo Cansel dibin kiryarên pir balkêş û xwedî nirx. Lewra ew heya dawî li pey meraqa xwe diçe û nikare dest jê berde. Di sala 2015’an de ew ji rêkên dûr berê xwe dide bilindahiya çiyayên welat û xwe berdide nava kûrahiya çavkaniya jiyana Apo’yî.

Fermandar Guven, hîn ji zaroktiya xwe de, bi pirs û tehîlên xwe, bi tevger û zekaya xwe, herkes pê hisandibû ku ew zarokeke ji rêzê nîne. Bi heman taybetmendiyan ew di nêvenga gerîlayan de jî tê nasîn. Ew hîn di rojên xwe yên destpêkê de ye tiliyên desta wê îşaret dikin û dibêjin “Ev heval pir jîr û jêhatî xwiya dike”.

Guven gavên xwe yên yekem li ser zinarên Cîlo avêtiye, ew di pêşî de fêrî meşa xezalan dibe û wiha jî dewam dike. Ew her mîna bazekêye li asîmanê Kurdistanê, li ser lat û çiyayê wê digere. Piştî perwerdeya xwe ya bingehîn bi dawî dike, derbasî qada Zapê dibe. Bi şehrezayiya xwe ew mîna brûskê her kelemê li pêş xwe dişewitîne û ji bo xwe bigihîne rastiya Rêber Apo, her pêşveçûnê ji bo xwe esas digre. Naskirina Rêber Apo û fêmkirina wî navenda lêhûrbûn û pîlanên jiyana wê ne. Lewra ew ji seharan heya tarîtiya şevê her di wê hewilê deye ku bi tevlîbûna xwe, bi hevaltî û sekna xwe, bibe pêkhînereke rast ji wî fikrî re. Ev azweriya  wê ya ji naskirina Rojê re, wê ber bi refên Hêzên Taybet ve dibe.

Sala 2017’an fermanadar Guven bi derbasbûna xwe ya xebatên Hêzên Taybet re, bi awarteyê avakirina şoreşa kesayetî di şexsê xwe de îlan dike. Ew her xisleteke xwe ya şoreşgerî bi pîvanê kesayet, jiyan û çalakiya Zîlan re dipîve û li gora wê gava xwe ya li pey were pîlan dike. Di nêvenga fedayiyan de, ew li ser mîrasê taybetmendî û ezmûnên jiyana gelek fedaiyên mezin xwe perwerde dike. Û kesayeta xwe ji nû de ava dike. Ji bo xwe zanist kirina di rastiya Rêber Apo de, ew di dema guncaw de, li cihê guncaw e. Lewra ew vê firseta zêrîn ji bo xwe bi hesasî dinirxîne û heqê wê dide. Fermandar Guven her ku diçe hîn bihtir bi rastiya sosyolojiya civaka Kurd re rast tê. Heqîqetên bi paçê serdestiyê hatî veşartin dibîne. Bi vî awayî ew her diçe di tercîh û biryarên xwe de, mîna tîrêjên tavê tûj û zelal dibe. Di şopandina rêka jiyana azad de, sekna jina tekoşer de, şagirtiya Zîlan de, di dilsoziya bi Rêber Apo û şehîdan re dibe xwedî girêdan û biryardariyeke bê dawî. Ew dibêje “Her ku ez li rastiyan hayil dibim, hîn bihtir di biryar û şerê xwe de zelal dibim, dizanim ezê çawa bimeşim û çawa şer bikim”

Bi meşa xwe û şerê xwe re, Guven her diçe xweşik û bilind dibe

Dema hevalê wê li çavên wê meyze dikin, biriqîna dirustiyê, bedewiya rihê şefaf, dilpakî û cewherê zêrên dibînin. Di dengê kenê wê de jî hêviyên jiyana azad, xweşî û wata jiyanê dibihîzin. Ew hostaya avakirina têkilyê hevaltiya Apo’yî ye, li ser esasê hev pêşxistin, temam kirin û azad kirinê dibe rêheval. Ji bo hevalên xwe jî van gotinan dike “Her hevalekî/e ku ez pê re jiyan dikim, ji bo min dîrokeke zindiye, her hevalek cîhanek û pirtûkeke fêkere ji bo min” Lewra Guven her nirx bilinde û hêjaya ber dilê her hevalekî/e xwe ye.

Ji bo xwe gihandina asta kesayeta jineke bi îrfan û azad, Guven her xwedî hewil, proje, lêkolîn, ked û lêgere. Wê tesbîtên Rêber Apo yên dibêjin “Jina azad civaka azade” Ji bo xwe kiriye hîm û li ser dimeşe. Ew her bi xwe re monologan pêşdixe û wiha dibêje  “Eger ez şoreşgera modernîteya demokratikim û ji bo ava kirina civakeke bi etîk û azad erkdarim, di civakê de ya herî destpêkê ez ji bo azadiya wê şer bikim jin e. Lewra ev şer wê di kesyeta min de destpê bike” Bi vî awayî ew şerê li hember her taybetmendî û paşverûtiyeke li dijî xeta jina azad re şer dike. Û derbas kirina wê hedef dike.

Fermandar Guven her xwedî jiyaneke bi vî rengî rêxistinî û tije tekoşîne. Rêber Apo vê tesbîtê jî datîne “Mirovek di jiyana xwe de çi be, di şerê xwe de jî wiha ye” Lewma Guvena leheng di qadên cengê de jî, bi heman rihê Apo’yî û bi heman tekoşeriyê şer dike.

Piştî operasyona Siyanê, ew xwe amade dike ku tevlî Cenga Xabûrê bibe.

Soza layiqî û xwedî  derketina li sekna fermandar Şoreş û qehremanên li gel wî, ne bi gotinan bi pratîk û şerê xwe dide Guven. Hêviyên Rêber Apo bi ciwanên Kurd û bendewariyên wî anîna cih armanca heval Guven yê serekeye. Ji bo ku bibe bersiv ji van bendewariyan re, ew bi dil û can dilopên kedê li ser rûhinarkê çiyayan dibarîne. Kaniya moral û hêza wê jî, her ji nava ramanên Rêber Apo ye. Lewra ew wiha dibêje “Em her şev beriya birazin ji gerdûnê hêvî dikin ku Serok Apo were xewna me. Ji ber di xewnê de be jî dîtina wî ji bo me dibe hêz û coş. Ji bo dîtina Rêber Apo û qedandina kêliyeke azad pê re, ezê bê dudilî şerê xwe bilind, geş û mezin bikim” Bi vê îdîayê ew berê xwe dide qada şerê giran.

Fermandar Guven bi qasî ku rastiya xwe lêkolîn kiribû û xwe tê de zanist kiribû, ewqasî jî ya neyarê xwe jî lêkolîn kiribû û wî baş dinasî. Lewra wê di şer de qezenc bi dest xistibû. Avahiya xwe, çeper û hazirtiyên xwe temam dike. Dil û giyana avahiya xwe bi yê xwe re bi eşqa jiyana azad bi mertal dike. Ji bo nivîsandina kêliyên dîrokî pênûsa dilê xwe amade dike. Di Nîsana Sala 2022’yan, dema dijmin êrîşan li ser qadên Parastina Medya pêktîne, heval Guven bi rihekî Zîlanî, ji namlûyê çeka xwe bi dengê guleyên xwe pêşwaziya dijmin dike.

Bi serweriyeke zirav di taktîkên şerê gerîlatiyê de, ew roleke girîng digre ser milên xwe û di rûyê dagirkeriyê disekine. Ji xwe asiya Serhedê beriya biçe qada şer ev jî gotibû “Cihekî ez lê bim wê dijmin min derbas neke û pêl xaka Kurdistanê neke. Ez şehîd bikevim jî, ewê dijmin ji cenazeyê min bitirse û gav navêje” Ew bi qasî gotin û heybeta xwe mezin û cesûr şer dike. Fikir, zikir û çalakiyê di zik hevde dihûnîne û keziya serkeftinê bi canê xwe di xemilîne.

Di Tîrmeha sala 2022’yan de, Fermandara Fedayî bi şer û sekna xwe layiqî perwerdeya dibistana Zîlan derdikeve. Bi israra xwe ya jiyana azad xwedî li ramanê Rêber Apo derdikeve, cardin bi azweriya xwe ya bi dozê re, dilsoziya bi pakrewanan re mîsoger dike û tevlî karewanê wan dibe. Da ku çavên Şehîdê şoreşê vekirî nemîne, Guvena dilwêrek ji bo tola wan her şer û tekoşîn kir. Bi mîrasa keda wê û bi pîroziya fedakarî û fedaiytiya wê, îro rêhevalên wê li ser her bihusteke xaka welat tekoşîn û şerê azadiyê mezin û bilindtir dikin.

Hêz, bawerî û hêviya xwe ya bi serxistinê jî, ji dilperiyên mîna Guven û bi hezaran zeriyê weke wê digrin. Lewra ewê her şemala rêka hevalê xwe be, ronaka şevên bê taveheyv be. Ewê mînaka jina cesûr, esîl û dilwêrek be.