ARJÎN DERSÎM

Rêheval Kemal Pîr dema li zindanên Amedê, di zirûfên herî giran de, di bin îşkenceyên  der mirovî de bi zimanê dayika xwe digot;“Biz bu sisteme öyle bir kazık çaktık ki, çıkarsınlar çıkarabilirlerse”, hêna partiya me tam saz nebibû û fikrê Rêbertiya me li giştî civakê belav nebibû. Rêheval Kemal Pir di wê gotina xwe ya malê dîrokê de digot ku; ‘’Me singekî wiha di dilê pergalê de çikand; hege dikarin ka bila derbixin’’. Ji ser vê tespîta dîrokî ya Rêheval Kemal Pîr ve vaye nêzi nîv sedsalekî derbas bû û a niha mirov li cih bûna partiya me mêze dike ango bala xwe dide hêza hizirandina Rêber APO, dibîne ku tekoşînekî bê eman û deskeftiyên pir mezin hatine bidest xistin. Rewşa li Kurdistanê ya ‘nebûnê’ bi ked û azweriya mezin ya Rêber APO ve ji bo gelê me ziviriye rewşa hebûnê. Lewra gelê Kurd li her deverê cihanê ziman û çanda xwe bi rûmet û serbilindiyekî mezin ve dijîn û hebûna xwe wiha didin domandin. Dîsa paradîgmaya Rêber APO ku li ser sê lingên esasî yê ekolojî, demokrasî û azadiya jin ava bûye her wiha berxwedaniya gerîla ya bê hempa radixe ber çavan ku tespîta Rêheval Kemal Pîr ya beriya vê pêncî salan; çiqas di cîde ye û tekoşîna me ya azadiyê gihiştiye kîjan astê. Di milê rêxistinî, birdozî, felsefî, leşkerî  û siyasî de serkeftinên mezin hatine bidest xistin. Paradîgmaya Rêbertî hêviyên jiyana azad yê jin, ciwan û gelan zindî kiriye û wan ber bi tekoşînê ve herikandiye. Lewra ne tenê ji bo gelê Kurd ji gelên Rojhilata Navîn û yê giştî cihanê re bûye hêvî û cesareta tekoşînê di wan de daye ava kirin. Jiyana ku li Kurdistanê di nava xiyanetê de hatibû hêştin bi vejîna Rêberê me û derketina partiya me PKK’ê ve ji nû ve derket ser dîka dîrokê.

Rêberê me çêbûna xwe ya bîyolojîk wekî zayina I. bi nav dike û serdemên xwe yên zarokatî, di van serdeman de lêgerên xwe yên azadiyê û nakokiyên xwe yên bi sanco çawa kiriye bingeha ava kirina kesayetiya xwe vedibêje. Rêber APO nakokiyên xwe yên bi malbatê re, li hember civakê serhildanên xwe balkêş yên destpêkê û îsyanên xwe bi lêv dike. Şerê bi dayika xwe re, girêdana xwe ya bi hevalên xwe yê zarokatî re, bi taybetî hevaltiya wî ya bi jinê re pir balkêş e. Di rêveçûna jiyana xwe de ku di bingeh de hewildana çareser kirina nakokiyane bi tespîta; ‘’Ezê ti caran xiyanetê li xeyalên zarokatiya xwe  nekim’’ ve pênase dike. Zayina Rêbertî ya II. di serdema koma birdozî de, li Enqerê bi komekî hevalên wî re bi gavên ava kirina tevgera PKKê ve destpê dike. Zayina II. ku bi bi Hakî, Kemal, Xeyrî û Mezlûman ve destpê dike li Kurdistanê bûye çavkaniya gelêk vejînên mezin. Di zirûfên serdemekî wiha de ketina nava tekoşînekî bi vê rengê biryardarî, wêrektî û fedakartiyekî mezin dixwaze. Di nava rastiyekî ku navê Kurdan jî hatibû jibîr kirin de xwe, hevalê xwe û partiya xwe ava kiriye. Lewra di kakil de civakbûyina xwe ava kiriye. Di wan zirûfan de navê Kurdan tine ye, ziman, çand û ramanên wî tine ne. Welat û rêxistinbûyina wî tine ye. Lewra jiyanekî aborî yê Kurd ku debara xwe li ser bike nemaye. Em behsa civakekî ku ji her alî ve ji xwe dûr ketiye, rastiya xwe jibîr kiriye, bûye biyaniyê xwe dikin. Civakekî ku ji rastiya xwe dûr ketibe mirov nikare behsa bawerî û hêviya wî bike. Di zirûfên wiha de hevalê xwe, civakbûyina xwe afirandin, civakekî ku qatreyekî hêviyê tê de nemaye dayina bawer kirin, rakirina ser lingan qet jî ne hêsan e. Rêbertiya me di wan zirûfên dijwar de civaka Kurd ji nûve zindî kir. Her wiha ji ber vê yekê di destpêka tevgera azadiyê de manîfestoya yekemîn bi navê; ‘LI KURDISTANÊ RISTA ZORÊ’ ye. Rêbertî çawa ku di zayina I. de li ser nakokiyên civaka heyî pevçûnan daye ava kirin û hiştiye ku em serî rakin, di zayina II. de jî em dibînin ku Rêber APO di bin her zirûfê me ji bo tekoşînekî dijwar amade kiriye. Daye nîşandan ku li Kurdistanê şoreşgertî qet jî ne hêsan e.

Rêber APO; pevajoya piştî 15’ê Sibatê wekî zayina III. bi nav kir. Zayin çalakiya herî xûliqkar e. Zayin li ser mirina tiştên din ava dibe. Rêber APO feraseta civakan bindest dike ya netew dewlet kuşt û li şûna wî projeya netewa demokratîk ya ku civakan zindî dike, azad dike afirand. Di aliyê zihniyetê de zayinekî nû pêk anî. Bi zayina III. ve Rêber APO xwe ji nûve ava kir, ji nûve xûlikand. Pergala İmraliyê di guhertina kesayetiya Rêber APO de bandoriyên pir mezin çêkir. Kurahiya felsefî, sekna arîfwarî, zayina gihandina kamil bûyinê afirand. Rêbertî bi zayina xwe re can da gelekî di nava pencê qirkirina çandî de can dikşîne. Ji rastiya gelekî ku di statûya koleyan de jî nayê hesibandin ber bi gelekî rastiya gelekî azad ve berxwedanî da destpê kirin. Di zayina III. de di encama şerê zihniyetê de zihniyeta Modernîteya Demokratîk derxist holê. Rêber APO zayina xwe û ya gelekî kir yek.

Lewra rast hatina Rêbertî bi sosyalîzmê re her wiha geşedanên piştî 15ê Sibatê  di dîroka Kurdistanê de nirxên pir mezin dan ava kirin. Li Kurdistanê zanista welatperwerî, serhildanên gel, berxwedanî giştî di encama keda mezin a Rêbertî de pêş ketin. Tê gotin ku di çavkaniya giştî pîroziyan de ked heye. Yê însan dike însan keda wî bi xwe ye. Heta ked neyê ava kirin nirx pêş nakeve. Bi qasî nirx tê ava kirin, rewşa xwedî derketina li nirxan jî derdikeve holê. Çawa ku di despêka her tiştekî de ked heye, PKK’ê jî giştî hebûnên xwe bi kedê daye xûlikandin. PKK partiyekî kedê ye. Bi keda xwe ve hebûna gelê Kurd yê giştî cihanê diafirîne. Em dikarin bêjin ku heqîqeta Rêber APO ya nekeftî berhemê keda wî bi xwe ye. Paradîgmaya ekolojîk, demokratîk û azadîxwaz a jinê nirxê kesê azad ê xwe û civaka xwe xûliqandiye ye. Rêber APO bi keda xwe ve civakbûyina xwe ava kiriye, nirxên kakil ê Kurdistanê ji nûve vejandiye. 4ê Nîsanê vejîn û zayina me ye. Rojbûna Rêber APO ya 4 Nîsanê zayina Kurd û lêgera wî ya heqîqetê ye.

Em dema di heqîqeta Rêbertî de li jinê mêze dikin ev rastî hin balkêştir derdikeve pêş. Ji bo jinê her rewşekî ‘tinebûnê’ heye, bi qasî jê tê stewir, bi dest dirêjiyan re rû bi rû ye. Tu li kur binêrî ‘tinebûn’, destê xwe biavêjî çi rastiyekî di destê de dimîne yê jinê heye. Di pergala modernîteye kapîtalîst de jin hatiye perçe kirin, li malê, li kargehê, li kolanan, li dibistanan bi giştî di statûya kole de netewekî  bi lanet jê hatî ava kirin. Lewra jin di statûya însan de jî nayê hesibandin. Beriya însan bê hesibandin wekî zayendekî lê tê mêze kirin. Ji ber tenê wekî zayendekî tê dîtin nikare ji çarçoveya objeyekî zayendî xwe rizgar bike. Her wiha armanca feraseta zayendperest ya kapîtalîst ewe ku feraseta zilamê serwer bi hêz bike ye. Bi birdoziya; ‘KOLETIYA JINÊ KUR BIKE, DESTHILATA ZILAM BI HÊZ BIKE’ ve tevdigere û feraseta zayendperest kurtir dike. Birdoziya serdestên zayendîperest hene; jin kole ye û amûrekî seksê ye, zilam zalim û serdest e. Van kodên feraseta zayendîperest di pergala modernîteya kapîtalîst de hên bêtir tên kur kirin û derdikevin pêşiya me. Rista jinê ewe ku li malê mêze bike, zarokan bînê dinê ye lê ya zilam di giştî qadan de hebûna xwe li ser dagirkirina nirxên jinê ava kirine. Rista bingehîn ya ji jinê re guncav tê dîtin; ‘’BÊ DENG MAYIN E’’. Em dema vê di rastiya dagirkirina Kurdistanê de digirin dest encamên hin bi êştir re rû bi rû dimînin. Jina berxwedêr, asê û serhildêr, li hember feraseta serdest ya zilam bê deng e. Di rewşekî wiha de zayina Rêbertî di Kurdistanê de zanista hebûnê di jinê de derxistiye holê. Jin çiye, diyardeya jin çiye? Zilam çiye, diyardeya zilam çiye? Bi van lêpirsînan ve li Kurdistanê beriya her tiştî şerê zihniyetê hatiye destpê kirin. Ev jî bi zayina Rêberê me ve zindî bûye. Dûalîbûna gerdûnê ku wekî jin-zilam derdikeve pêşiya me bi felsefeya Rêber APO  û paradîgma wî ve di qadên azad de bi wêrekî hatiye nîqaş kirin û ziviriye paradîgmayê. Rêber APO wiha bi wate dike; ‘’ Dema me dest bi vê tevgerê kir, wekî jin û zilam me ji hev re soza wekhevî û azadiyê da. Me bawer kir ku wê ev soza me tenê bi welatekî serbixwe û civakekî azad ve pêkan be’’. Tekoşîna me ya azadiya jin ku li ser bingehê van gotinan têşe girtiye di giştî cîhanê de bûye xala meraqê. Jin û mêr di heman mewziyê bi cih bûn û mil bi mil bi hevre şer dana meşandin bi qasî ku cihê meraqê ye, bi ewqasî jî dilê herkesî dibîjîne vê seknê.  Projeya Rêbertiya me ya hevjiyana azad jî li giştî cihanê çavkaniya îlhamê ye. Di PKKê de asta jin ya leşkerî, siyasî û polîtîk di milê tevgerên jin de bûye cihê lê meraq kirin û lêkolîn kirinê. Felsefeya Rêbertî di giştî cihanê de tê şopandin, lêkolîn kirin û paradîgmayekî cihê baweriyê. Paradîgmaya Rêbertî feraset dide ava kirin, kesayet azad dike û tîne astekî îradî.

Em dibînin ku gelê Kurd û tekoşîna azadiya jin ji serî heta dawiyê keda Rêber APO ye. Berhemên vê kedê pêwîste ti caran xwe nêzî pergala modernîteya kapîtalîst nekin. Di heqîqeta Rêbertî de her roj lêgerîna xwe xûrtir bide meşandin. Lêgera heqîqetê bi şerê li hember ne heqiyan şer ve destpê dike. Ango divê mirov li hember tiştên ne aîdê cewherê nirxê civakê ne destpê bike. Ji pergala bi lanet ya kapîtalîst xwe qut kirin, di fikir de xwe jê qetandin, di hêst de wî hilweşandin û vana bi çalak kirin e. Di lêgera heqîqetê de bi qasî ku hêza wateyê ava kirin, bi ewqasî wî jî çalakvanî  dibe mihvera gihandina heqîqetê. İnsan bi qasî dikare bila bizani be, bila fêr bibe, hege çalakî tine be wate jî tine ye. Heqîqet ne tiştên em fêr dibin an jî dizanin ne, heqîqet çalakvaniya me ye. Tiştên em dizanin tenê perçekî bîra me ye. Heqîqet, zanebûnên xwe bi gihandina hêza wateyê û wê çalak kirin ve çêbûyine.

Lêgera heqîqetê di aliyekî de feraset û fêrbûnên modernîteya kapîtalîst hildiweşîne di aliyê din de ya nû dixe şûna wî. Ya nû çiye? Kesayeta netewa demokratîk ava kirin e. Ber bi başî, rastî û xweşîkî bi rê ketin e. Kesayetiya Apoyî ye zaferê ava kirin e. Di jiyana Rêber APO de her tişt di asta hingivîn de ji rêviyên vê rêyê re hatiye pêşkeş kirin û ji pirsa çawa bijîn re bersiv hatiye dayin. Civakekî ku hebûna wî tine be çawa dikare bijî, gelekî nirxên xwe yên bingehîn winda kiribe çawa dikare bijî? Van pirsan di heqîqeta Rêbertî de zelal bûne. Bi xisletên civaka exlakî û polîtîk ve civaka me li xwe vegeriya ye û bi jiyana cewherî, parastina cewherî ve zindî bûye.

Rêbertiya me bi paradîgmaya azadiyê ve pergala şaristaniyê bin xistiye, çerxa feraseta pergala qirêj xirap kiriye û bûye nûnerê azadiyê. Rêber APO vê pergalê wiha bi şerekî di naverastê de bin nexistiye. Gotiye bi ev jiyana heyî re nayê jiyîn û wî di destpêkê de di raman û hêstên xwe de red kiriye û wiha wî bin xistiye. Pergala heyî bi yekpareyî dahûrandiye. Milên wî ku mirovahî ji eslê wî derdixe, dikşîne nava jiyana yoz ya derewîn, ji rê derdixe û qir dike raxistiye ber çavan û bi pergala netewa demokratîk ve pişta wî li erdê daye. Bi zayina 4ê Nîsanê ku Rêberê me hatî dinê ve hêviyekî ji bo civakên ku dixwazin azad bijîn çêbûye, bi vê ve nekeftîbûna heqîqeta Rêber APO hatiye îlan kirin. Wekî Rêheval Kemal Pîr diyar kiriye ew singê di dilê pergalê de hatiye çikandin nikaribûne derxin û pergal wêran bûye. İnsanên azad diyar in. Rêheval Kemal di bin şertên îşkenceya giran de vexwendina ji azadiyê re îlan kiriye. Ev bes e! Ji vir şûnve astengiyên ku çêdibin, astengiyên însan bi xwe ava dike ye. Ji bo mirov rast tevlî rastiya Rêbertî bibe her tişt hatiye pêşkeş kirin. Ji bo mirov rast tevlî rastiya Rêber APO bibe hindek exlakê civakê, vîna azad û hêstên baş bes e!