RÊBER APO

Min ji bo pirsgirêka jinê got, çanda destavêtinê ya pênç hezar salan. Çawa ku tê gotin, ji bo fêmkirina Marks, fêmkirina Hegel di vê, ji bona şervanê azadiya jin a baş jî, di vê çanda destavêtinê ya pênç hezar salan a ku serdeste jî, baş were fêmkirin. Diyalektîka Hegel ya kole-begtî, bi min re bi şêwaza jin- zilamê zordar û serdest rave dibe. Di vê ev têkilî baş were dîtin. Hegel li ser bingeha diyalektîka kole-begtiyê dest digire, lê me bikaranîna nakokiya zilamê zordar-jin a pênç hezar salan xwe bi dahûrandina pirsgirêkê re anî heta roja îro. Min beriya niha jî gotibû. “berdana bêdawî, evîna bê dawî.” Berdana bi çi re? Berdana ji çanda serdest a pênç hezar salan e. Di vê jin ji vê qirêjiya pênç hezar salan rizgar bibin. Dîsa ez çawa bang li evînê dikim? Banga min ji evînê re bi vî şêwazî ye. Evîna ji jiyaneke azad û demokratîk re ye. Her kes di vê fêm bike, ger jin azad nebin, kesek û civak jî azad nabe. Di vê mijarê de dikarin ji parêznameyên min û nêrînên ku min beriya niha diyarkirine sud werbigirin.

Zilam xwe li ser jinê weke berpirsyar û rayedarê hem dagirkerî û hem pêşxistina desthilatdariyê dinirxîne. Bi berfirehkirina zextên kevneşopiya li ser jinê re her zilamekê vediguherîne parçeyeke desthilatdariyê. Civak bi vê riyê dikeve nava pêxirtengiyeke desthilatdariyeke zêde. Statoya jinê ji civaka zilamê serdest re hest û fikireke desthilatdariya bêdawî dide. Mileke din ve jî, ji avabûna karkeriya rû dide bêkarî, ji karkeriya bê mûçe heya mûçeya kêm di her neyêniyê de bedel pê tê dayîn, kedkarên jin in, jin bi xwe ye. Bîrdoziya zayendperest a lîberalîzma eklektîk ev rewş berovajî kiriye, tenê bi cihe diyarkirinê re namîne, weke din ji bo jinan bi taybet dewlemendiyên bi bîrdozî re tê veguhertin. Ev jî weke tişteke ku bi destê xwe koletiya xwe dana pejirandin e. Dikare bê gotin pergal bi awayeke bîrdozî û madî tenê bi îstîsmarkirina jinê re tenê qeyranên xwe yên giran derbas nake, hebûna xwe bi xwe jî saz dike û digire bin ewleyê. Jin bi giştî rewşa netewa mêtînkirî ya herî kevin û ya herî nû ya dîroka şaristaniyê û bi taybet jî ya modernîteya kapîtalîst e. Ger bi her awayî rewşa qeyraneke nayê berdewam kirin tê jiyîn, di vir de para mêtingehbûna wê di serî de tê.

Dîroka şaristaniyê, di heman demê de dîroka windakirin û windabûna jinê ye. Ev dîrok bi xweda û evdên xwe re, bi hukumdar û hemwelatiyê xwe re, aborî, zanist û hunerê re, dîroka hişkbûna kesayeta serdestiya zilam e. Lewra windakirin û windabûna jinê, bi navê civakê ketin û windakirineke mezin e. Civaka zayendperest, encama vê ketin û windakirinê ye. Dema ku zilamê zayendperest li ser jinê serweriya xwe ya civakî ava dike ewqas bi îştah dibe ku, her li hev ketineke xwezayî, weke xwe pêşandaneke serdestiyê diyar dike. Ji pêywendiya cînseltî ya weke diyardeyeke biyolojîke re jî, her demî pêywendiyeke desthilatdarî bar kiriye. Ti caran ji bîra nake ku bi hewayeke serkeftinê li ser jinê lihevketineke cînseltî saz kiriye. Di vî warî de fêrbûneke pir mezin ava kiriye. Gelek gotin derxistine. “Ji heq derketim, min karê wê xilas kir, golik, ji zikê wê cehşikê, ji pişta wê dar kêm neke, kurkê weke keça, tu keça xwe serberedayî berdî yan wê bireve dahulvan, an jî wê bireve zirnevanekî, serê wê zû girêdan û hwd.’’ weke van bê hejmar çîrokên gotinên bavikan têne gotin. Pêywendiya cînseltî bi desthilatdariyê re çawa di nava civakê de bibandor e pir vekiriye. Di roja me de jî her zilamek ku li ser jinê “mafê kuştinê” jî di nav de xwediyê mafê bêhejmar e, rastiyeke sosyolojîk e. Dema ku ev “maf” her roj têne pêkanîn, bi zêdahiya pêywendiyan, di xisletên destdirêjî û destavêtinê de ne.

Di mijara jinê de ferdperestiya zilam û çavreşiya wî weke diyardeyeke rojane dikare her kêliyê bê dîtin. Di vî mijarî de bêyî ku ti quralên exlaqî û hukukî binase, ji her nifşên civakê bê ku zilam çavê xwe bigire dikare kuştinan pêk jî bîne, ev jî rastiyeke ku her kesê xwediyê wijdane nikare paş çav bixe. Ev helwest bi giştî bi navê evînê pêk têne. Halbukî dema ku pêywendiya evînê bi heqîqetê re kêm zêde bê şîrovekirin, wê di carekê de bê fêmkirin ku ev gotin dereweke herî ketiye. Ne di cîhana nebatan de ne jî û ya lawiran de, heta ne jî yên em ne zindî şîrove dikin di cîhana fîzîkî de ya ku ji evînê re dibe mijar, çi kirde pêkhatiyeke bi vî awayî qet nake. Çavderiya hinek ji rêderketinên ku hîna jî maneya wan nayê zanîn hatibin kirin jî, sedem û maneya kuştinên bi vî awayî yên cureyê mirovan pir cihe ye. Girêdana van kuştinan bi serdestî û dagirkeriyê ve ji xalên sereke yên di vê bêne diyarkirine.

Pirsa ku divê bê kirin a bingehîn, zilam çima ewqas di mijara jinê de hesûd, tehekumkar û kujêr, di bîst û çar seatên rojana de di rewşeke destavêtinê de jiyînê bernadê ye. Bêguman destavêtin û tehekûm têgînên îstîsmara civakî ne. Nîtelîka tiştên dibin û xilas dibin a civakî rave dikin, herî zêde jî hiyarerşiyê, baviksalariyê û desthilatdariyê bibîr tîne. Maneyeke wê ya di hîn kûraniyê de jî, xiyaneta jiyanê rave dike. Girêdana jinê bi jiyanê re ya pir alî, dikare helwesta zilam a zayendperestiya civakî derbixe holê. zayendperestiya civakî, di bin bandora zayendperestiya kor û tine dike de windahiya dewlemendiya jiyanê, hêrsa ku ev derdixe pêş, helwestên destavêtinê û tehekumkar rave dike. Gelo, dubarebûnên zivronekên jiyanê girîng in, an jî ya weke tekîle bi xwe girîng e? Piştî ku heqîqeta ya tekîle tam bê ravekirin, dubarebûna zivronekê ya bê dawî pir zêde ti wateyê diyar nake. Wateya ku bigire nav xwe, pêdiviya gihiştina ‘zanistiya teqez e’.

Malbat di nava vê rastiya civakî de, weke dewleta zilam a biçûk tê avakirin. Di dîroka şaristaniyê de saziya ku malbat tê gotin sedema xwe ya bi rêbaza heyî re tim xurt dibe, ji hêza mezin a dide amûrên desthilatdarî û dewletê ye. yekemîn, malbatê, bi desthilatdarkirina li der û dora zilam ve, weke şaneya civaka dewletî ava dikin. Duyemîn, xebitîna jinê ya bê bersiv a bê dawî,  bi ewle dike. Ya sêyemîn, bi gihandina zarokan re pêdiviya şêniyên xwe pêşwazî dike. Ya çaremîn, weke rola modelê ji tevayî civakê re koletiyê û ketîbûnê belav dike. Malbat bi vê naveroka xwe ve di eslê xwe de bîrdoziyeke. Saziya ku bîrdoziya xanedantiyê kêrhate ye. Her zilamek di malbatê de xwe weke xwediyê xanekê fam dike. Di bin têgihiştina malbatê de rastiya herî girîng, bandoriya vê bîrdoziya xanedanî ye. Çiqas jin û zarokên malbatê çêbin, zilam jî ewqasî ewlehiyê û şerefê dest dixe. Malbatê di rewşa heyî de weke saziyeke bîrdozî nirxandin pir girîng e. Jin û malbatê di rewşa heyî de ji bin pergala şaristaniyê, desthilatdarî û dewletê vekişînin, li şûnde bi navê pergalê pir kêm tişt dimînin. Lê bedela vî rêbazî, di bin rewşa jinê ya her tim di asta jêr de di nava şer de ye, êş, xizanî, ketî û rêbaza hebûna têkçûyî  ye. Heman weke di tevayî dîrokê de tekelên sermayê li ser civakê birêve dibin, heman bi vê ve girêdayî xeleka sermaya duyemîn jî li ser cîhana jinê tekela zilam e. Hem jî tekela herî kevin ya bi hêz e. Hebûna jin weke cîhana dagirkirî ya herî kevin nirxandin, dê encamên herî rasteqîn diyar bike. Dibe ku ji bo wan ên ne bûne netew gelê dagirkirî yê herî kevin gotin hîn rastir be.

Pirsgirêka şêniya ji nêz ve bi zayendperestî, malbat û jin ve girêdayî ye. Hîn zêdetir şênî, tê maneya hîn zêdetir sermaye yê. ‘jintiya malê’ kargeha şêniya ye. Dikare bê gotin milkên herî girîng ên ku herî zêde ji bo pergalê pêdivî dibîne, kargeha hilberîna malzaroka ye. Mixabin malbat di bin serdestiya tekelcî de di vê rewşê de ye. hemû zehmetî ji jinê re tê dayîn, lê nirxê milk jî ji bo pergalê xelata herî bi nirx e. Şêniyên ku zêde dibin herî zêde jî jinê tine dike. Di bîrdoziya xanedaniyê de jî wisa ye. weke bêrdoziya modernîteyê ya herî bi nirx malbatî, merheleya dawî ya xanedanî digihijê ye. Ev xal bi giştî pir zêde jî bi bîrdoziya dewletiya-netewe re yekbûnê saz dike. Ma her tim ji dewleta-netewe re gihandina lawikan girîngtir çi dibe? Hîn zêdetir şêniyên dewleta-netewe, tê maneya hîn zêdetir hêz. Lewma di bin teqandina şêniyan de sermayeke qayîm û berjewendiyên tekelên zilam ên jiyanî hene. Zehmetî, qehir, heqaret, êş, tewambarkirin, xizanî û birçîbûn ji jinê re ye. Lê destkeftiyên wî yên keyfî jî ji ‘beg û sermayedar’ re ye. Di dîrokê de tirs herdem qasî ya di roja me de jin weke amûreke îstîsmarê ya pir alî hêz û ezmûnên bikaranînê diyar ne kiriye. Jin weke mêtîngeha yekemîn û dawî kêliya dîrokê ya herî qrîtîk dijî.