Sal 1988’e, li Gevera berxwedêr  dengê qêrîna zarokekê radibe di tarîtiya şevê de. Bi wê qêrîna xwe, perda bêdengî û xemgîniya ku dijminê mirovahiyê bi ser Kurdan de berdaye diqetîne û dike du parçe. Wê şevê ji malbata Tekîn re rûperiyeke ku serê wan bilind bike esîmanan tê dinê, Şehla Tekîn tê jiyanê.

Gundê ku Şehla tê de mezin dibe di hembêza çiyayan de ye. Dengê qlêşa Gerîla dema digre bi ser dagirkeran de her tê guhê wê. Dema li bilindahiya çiyayê dora xwe dinêre, tenê dîmenê Gerîlayê Azadiyê bi çek û rext di rêza meşê de tê ber çavê wê, wiha bi heyranî dinêre û pêre xwe jibîr dike.

Te digot qey Şehla hatiye diniyayê ji bo bibe gerîla. Ji xwe şeva tê de ji dayika xwe re çêdibe bi qêrîna xwe gotibû ‘’Ez li vê sîstemê jiyan nakim, ez ya welatê xwe me, ya gelê xwe me. Ez ya PKK’ê me û ti car nabim a vê pergala rizî’’

Evîna wê bi hatina wê a dinyayê re diwelide û roj bi roj pê re mezin dibe. pir caran di wî dilê xwe yê biçûk de hezkirinên bi deh qatan girantir lê bar dike.

Rêber Apo bandoriyeke pir mezin li ser dide avakirin û dibe xala merkezî di jiyana wê de. ji bo azadiya Rêbertî tekoşîn kirin tevlî Partiya wî bûyin, tiştê herî esasî bûn ku, ji bo girêdana xwe ya pê re şênber bike. Ji bo vê di sala 2010’an de biryar dide derkeve serê çiyê. Lê ji ber hinek astengiyan di wê demê de rê li ber çûna wê tê girtin. Bi evîna xwe re jiyana xwe dewam dike û her lêgerînê xwe didomîne.

Di sala 2013’an de dema Qetilama Parîsê çêdibe, Pêşenga Tevgera Jin Sakîne Cansiz bi du rêhevalên xwe re, Ronahî û Leyla re digihîjine şehadetê, Şehla mayina xwe ya nav wê sîstemê deqeyek din tehmûl û qebûl nake. Bi hêza vîn û îrada xwe, di ser her cure astengî re derbas dibe û berê xwe dide asoyên heqîqetê.Li Xakûrkê Şehla hesreta evîna xwe ya zaroktî tîne cih. Êdî ew jî dikete rêzemeşa gerîlayan de, ew jî xwedî çek û rextê lêgerîna jiyana azad bû. Li wir perwerda xwe ya bingehîn dibîne û ji nêz de rastiya PKK’ê û Rêber Apo dinase û fam dike.

Hezkirina wê a ku berê bi dil dihate bi rêve birin, bi hestan dimeşiya, piştî perwerdê û nasîna felsefa Rêber Apo, bi fêmkirina ramanê wî re, bû hezkirineke rêxistinkirî û bi hêza dil û aqil bi hevre edî dihate bi rêve birin. Vê evînê êdî berhemên bi bandortir û mezintir bi xwe re ava dikir.

Dewleta Tirk a qirker di dijminahiya xwe ya li dijî gelê Kurd de, ti car sînor nenasiye. Ji xwe tenê di êrîş kirinê de Kurdistan dibe yek parça li gel wan. Vê carê bi navekî cuda bi navê çeteyên Daîşê êrîşî ser xelkê wargeha Mexmûr û bajarê Musilê dikin. Ji xwe Partiya Karkerên Kurdistan mîna hewariyan li her cihî diçûn bi hewara gelê herêmê ve. Ji bo gel ji bindestî û zilma wan hebûnên sosret xilas bikin her cure fedekarî kirin. Di nav wan karwanê hewariyan de Şehlaya ku navê xwe kiribû Ezda jî cihê xwe girtibû.

Ezda bi siwariyê kêleka xwe re li hespê egîdiyê siwar dibin û bi çeka îdeolojiya Apoyî berê xwe didin deşta Musilê, wargehê evîna Derwêş û Edûlê. Heval Ezda jî weke hemû kadroyên HPG’ê û YJA Starê ji bo rizgar kirina gel ji wê zoriyê, çi ji destê wê hat bi comerdî anî cih. Şer kir, xebitî, li berxweda û têkoşiya. Weke ku li Şengalê, li Rojava jî çêbû Gêrîlayên Azadiyê piştî qedandina erkê xwe yê wijdanî û însanî berê xwe carekedin dane çavkaniya jiyana bi wate, berê xwe dane wargehê li çiyayê bi heybet. Piştî wî şerê giran û dîtina rastiyên dermirovî ku derdiketin pêşbirî wan, bi lêhûrbûneke kûr, di çarçova parêznameyên Rêber Apo de, wan pratîkê xwe dinirxîne, gelek  wane û ezmûnên bi sûd jê werdigre.

Êdî di aliyê tecrûbê leşkerî de fermandar Ezda bibû xwedî qezenceke ber bi çav. Ji bo xwe bigihîne armanca xwe û riya xwe ya şoreşgerî bi serkeftî domdar bike, li kêleka leşkertiyê pir girîngî dide avakirina kesayeta xwe ya ji hêla bîrdozî de jî.  Bi taybet di eksena xeta jina azad de dikeve nav nakokî û lêgerînên dijwar de. Hem bi kesayeta xwe re, hem bi cinsê xwe re û bi zihniyeta zilamê serdest re tekoşîneke bi zanist û li ser hîmên felsefa Apo’yî dide meşandin.

Yek ji lingên esasî ji bo pêkhatina Şoreşa Rojhilata Navîn, bi rengê îdolojiya Apo’yî azadiya jine. Wekhevî û demokrasiya di navbera herdu zayenda de ye. Ji bo vê Ezdaya şehreza her dixwaze xwe di van xalan de perwerde bike û bibe xwedî bandoreke erênî di tetbîqkrina vê regezê de.

Dema mirov heyecan û moralê di nêvenga ku Heval Ezda tê de didît, bi hesanî mirov tê digihişt ku ev mirov çiqas eşqeke mezin li hember jiyanê û hevaltiyê, di fuadê xwe de radike. Dema hevalên wê lê dinerin di çavên wan de wê biriqînê ji te re digot ew hezkirin du miliye û hevpare. Bi lehengiya xwe, bi fedekariya xwe ya şer û jiyanê wê dilê hevalê xwe dîl girtibû û nirxekî mezin jê re dihate peşkeş kirin.

Di  sala 2016’an de, tekoşera asî bi pêşinyar û xwesteka xwe ya mezin dikeve ser riya Bakûrê Kurdistan û berê xwe dide qadê cenga giran, dide Botana bi nav û deng. Piştî berxwedana xweseriyê li Bakûrê Kurdistanê, piştî nivîsîna destanên dîrokî yê bi destê Çiyager, Zeryan, Nûcan û bi dehan qehremanên bi wan re, bi biryaya ku biçe bibe dewamî ji wê destanê re, ew berê xwe dide Cûdiyê miradan.

Bi dirêjahiya şeş salan Ezdaya şerker li ser xaka pîroz, li warê Egîdan û Delalan, li warê Çîçekan gêrîlatî dike. Nahêle yek bihust ji axa Botanê dilê xwe jê bigre, li her derê digere, bedewî û resentiya çiyayên kevnar di hafîza dil û çavê xwe de qeyid dike. Ezdaya çiyayî mîna ku zû bi jiyana çiyê re bibû yek, pir zû bi erdingariya Botanê re jî dibe yek û hevaltiyek ji dil û can pê re datîne.

Şeş salan bi kanî, dar, gul,asîmanê Botanê re bi hevaltiyeke watedar jiyan dike. Ji bo parastina wan manewiyatan kete pir şer û cengan. Bi neyarê mirovahiyê re kete gelek hesaban û pir caran ew ceza kir. Ezda bibû xeyalê xof û tirsa  di dil û rihê leşkerê artêşa dagirker.

Di roja 7’ê Îlona sala 2022’yan de, li herêma Mistê Elî a girêdayî çiyayê Cûdî, artêşa dagirker bi operasyonekî dixwaze serweriya xwe bavêje ser xaka pîroz. Li vir heval Ezda bi rêhevalê xwe Mahîr re, dikevin cengeke giran bi wan re û rê nadin pêla xwe ya dagirkeriyê pêk bînin. Di wê cengê de Ezdaya leheng bi heval Mahir re heya gula xwe ya dawî bi dagirkeriyê re şer dikin û digihîjin jiyana ebedî bi şehadeta xwe.