Asli Ozkaya sala 1976 de li Îzmîr’ê tê dinê. Dema ku li Çanakkaleyê zaningehê dixwîne, fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd nas dike. Di wê demê de ji bo Rêber Apo û tevgera azadîyê sempatîya wê pêş dikeve. Nakokiyên Aslî Ozkaya li beranberî jiyana ku di metrepolên Tirkan’de Kurd dijîn û koletîya jin û înkar kirina Kûrdan pêş dikeve. Aslî di sala 1997’an de bi komek hevalên xwe re berê xwe dide tekoşîna azadiyê. Di saha Rêbertî’de, li gel Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan perwerde dibîne. Di dema  perwerde dibîne de malbata xwe di dahûrîne.  Taybet li ser taybetmendiyên malbata xwe ya ji çîna navîn û înkarkirina netewê dahûrandin dike. Li ser esasê bi îddîaya di gerîlabûyînê de xwe kurkirin û di fermandarbûyînêde pêşengtî kirinê re, berê xwe dide heremên Zagrosan. Ew êdî dibe Azê’ya çİyayên asê û bedew…

Azê Malazgîrt; di çîyayên Kurdistanêde bû xwedî meşekî azad. Di deride Zagros, Botan, Qendîl, Metîna, Xinêrê û di pir qadên din de gerîlatî kir û bû fermandarek pêşeng ya Yekîneyên Jinen Star. Di heman demê de demên dirêj di fermandariya aqademiyên Apollo de cih girt û bi hezaran şervanan hem di milê birdozîde hem jî di milê leşkerîde perwerde kir. Azê Malazgîrt; bi îddîaya ku xeyalên hevalên li cem wê şehîdbûne pêk bîne ve dubare berê xwe dide herema Botanê. Fermandar Azê Malazgîrt, di eyalêta Botanê de hema hema di her cihê de dibe xwedî kedek gelek mezin. Fermandar Azê, di dîroka 11’ê Mijdara sala 2017’an de di qada Besta de, bi opêrasyonên hewayî û bejahî ya dewleta Tirka dagirker de,bi  fermandarên YJA STAR’ê Delal Amed û bi 15 hevalên xwe re digîje asta şehadetê.

‘Gişti taybetmendiyê jina azad ya Apoyî, di kesayeta xwe de şenber kiribû’

Azê Malazgîrt; di tekoşîna azadîyê de bi biryarbûyin, bi azwerî û bi tevlîbûna xwe ya jiyanê ve ji aliyê hevalên xwe ve wisa hat ziman:

Ji wan hevalan Endamê Konsêya Rêvebira PKK’ê, Dûran Kalkan wê bi van gotinan anî ser ziman; ‘’ Meşa me ya  serkeftinê berdewam dike. Xwesteka dijmin zeîf kirin û asteng kirina meşa azadiyê ye. Li ser vê esasê dijminê me bi êrîşên pir dijwar ve bi ser tevgera me ve tê. Di van erîşên hovane de hevalên me yê ku gihaştin şehadetê, yek ji wan hevalan jî hevala Azê Malazgîrt’e. Bi hevala Delal Amed re li  hemberê van erîşan, berxwedanîyek rêxistin kirin û bi awayek qehremanî şer kirin û şehîd bûn. Li ser vê esasê ez hevala Azê bi mînnetdarî bi bîr tînim. Ji bo hevala Azê em dikarin bi taybetî van bêjin; bi rastî jî hevalek ku pewîste bê lekolîn kirin, bê nirxandin û bê fêm kirin. Bêgûman giştî taybetmendiyên jina azad ya Apoyî, di kesayeta xwede şenber kiri bû. Di heman demê de xwedî tarz û ûslubek xwe yê xwezayî ve dijîya û dida jiyan kirin. Sala 2002-2004 pevajoya tasfîyeyan bû. Gelek kes dev ji qadên azad berdan. Di serîde ber bi Maxmûr, Başûr û Iraqê ve belavbûyîn derxistin holê. Di ortameke wisa de grubek heval hatin Xakûrkê. Ez çum ziyareta wan, grubekî ji jin û xortan ve pêk dihat bû. Ya li herî pêş hevala Azê hebu. Dema ku min heybeta wê dît, ez ketim kelecanê. Gotinên wê hîn zêdetir mirovan dida kelecanê. Got; ‘‘Herkes ji xwere rêkek xîz dike, hinek kes diçin, em jî berê xwe didin Botanê’’ Ev gotinên hevala Azê moralek pir mezin da me. Gotinên wê bi wate bûn. Piştre jî Rêbertî gotibû;’’ Kesên ku ji min hez dikin,bila berê xwe bidin Botanê’’. Berî ku Rêbertî vê bêje, hevala Azê vê derxisti bû zanebûnê. Hevala Azê bi vê helwesta xwe li hember tasfiyegeriyê sekinî û gerîlatiya jin parast. Ji ber vê sedemê ber bi Botanê ve meşiya.

Serkeftina meşa me ya azadîyê teqez wê di bin fermandariya hevala Azê de bihata dest xistin. Bi taybetî jinên Serhedê, ciwanên wê, welatparêzên deşta Mûş û Malazgirtê, mirovên welatparêzên mezin in. Ji wê heremê demên berê de şerkerên mezin beşdarbûne, a niha jî beşdar diben lê ev herema  me pêwîste hîn zêdetir beşdarbûyinan çêbike, bangawazîya min ewe ku ciwanên vê heremê bi taybetî jî jinên ciwan, ji bo hevala Azê hîn nêzde nas bikin û xwedî lê derbikevin, li ser vê esasê wan gazî tekoşîna azadîyê dikim.’

‘Em dixwazin di qadên azad de Rêbertî bibinin.’

Hevala Azê, hem di qadên perwerde hem jî di qadên pratikî de ji 20 salan zêdetir ked da û xwîdan rijand. Fermandar Azê Malazgirt her tim soza  da bu Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ‘ezê li berxwe bidim!’ danî bîra xwe û ser wê esasê tevdigeriya. Azê Malazgirt berî ku şehîd bibe vana goti bû:

‘’Em hem tekoşîna jin, heman demê de tekoşina netewî didin meşandin. Di nav tekoşînekî ewqas mezinde, me hedef û armancên gelek mezin dan pêşîya xwe. Gelê Kurd, gerîla û rêhevalên me yên zindanan di nav berxwedanîyêk gelek mezinde ne. Armanca giştî hewildan û berxwedanîya me azad kirina Rêberê me ye. Yê ku herî zêde jin fêm dike û dahûrandin dike Rêberê me ye. Em êdî dixwazin bi Rêberê xwe re, di qadên azad de bi hevre bijîn. Di serîde jinên ciwan yê Kurdistanê û bi giştî jin; pewîste bibînin ku pergala heyî vîn û hêst di me de nehiştîye û dixwazin me tûne bikin. Li hemberê van erîşan ji bo ku em xwe biparêzin, em van çiyayan ji xwe re wek qela dibînin. Cihê pirsgirikên nasnameya jin û pirsgirêkên azadiyê bên çareser kirin, ev dere. Cihê wê tekoşîna azadîya jin, cihê wê qadên azad in. Li ser vê esasê bangawaziya min ewe ku, giştî jin û ciwan bila werin qadên azad’’

 

Navenda Çapemeniya YJA STAR