Li qadên Zap, Avaşîn û Metînayê ji 17’ê Nîsanê û vir ve dewleta Tirk a faşîst êrîşeke dagirker dabû destpêkirin. Li hemberî vê êrîşa dagirker hevalên me di pêngavên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de têkoşiyan. Em hevalên xwe yên ku di van pêngavan de şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê armanca wan pêk bînin.  Di êrîşên bi çekên kîmyewî yê dewleta Tirk a dagirker de ku dijminê mirovayetiyê ye di du mehên dawîn de hevdeh hevalên me Helbest Koçerîn, Rûksen Kobanê, Mava Mûş, Delal Silêmanî, Baz Mordem, Rûbar Rojhilat, Rûbar Rojhilat, Cîger Malazgîrt bi çekên kîmyewî şehîd bûn. Di şexsê van hevalên me de, em şehîdên xwe bi bîr tînin,  berdêla wê çi be em ê tola wan bistînin û malbatên hêja yên şehîdên me di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.

Dewleta Tirk a faşîst û qirker ku dijminê gel û jinan e û xwediyên pergala modernîteya kapîtalîst a ku piştgiriya sûcê wê yê şer dike, tevî dewletên herêmê yên ku hevkarên wan in, wê li hemberî têkoşîna azadiyê ya bi hevkariya jinan û gelan têk biçin. Heta ku gerîla hebe wê ne dagirker û ne jî hevkarên wan ên xayîn wê li Kurdistanê negihêjin armanca xwe. Dewleta Tirk a faşîst û qirker wê tevî hevkar û xayînên xwe ji welatê me Kurdistanê werin avêtin. Em sond dixwin ku artêşa me ya jinan a ku bi xwîna bi hezaran şehîdên qehreman mezin dibe û li her çar parçeyên Kurdistanê bi tevlêbûna bi hezaran jinan xwe rêxistin dike û xwe dispêre tecrubeya têkoşîna jinan  dîrokî ku dikeve sala xwe ya sîyemîn, li ser xeta Bêrîtanê û bi feraseta çalakiya Sara-Rûken, em ê biçin ser paşverûtiya ku dijminatiya jinan û gel dike, li ciha ku wan qet texmîn nedikir em ê li dijmin bibin û wê teqez dagirker têk biçin. Têkoşîna me ya azadiyê ya jinê ya ku li zindanên faşîzmê bûye Sara û xwedawend, li deştên Kurdistanê bûye Bêrîvan û serhildan, li çiyayên Kurdistanê bûne Bêrîtan û artêş, mejiyê dagirkeran parçe kirine û bûne Zîlan, di hiş de bûne Sema û partî, çawa ku li Rojava û Şengalê DAÎŞ a ku dijminê mirovayetiyê têk bir, li Rojhilat rejîma molla ya ku dijminatiya jinan dike, li Başûr pergala îxanetê ya ku qirêjiya rûmeta neteweyî ye û li Bakur jî wê dewleta faşîst têk bibe, wê ji bo jinan û gelê me li Kurdistanê jiyaneke nû ya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinan diparêze ava bike. Divê jin û gelê me bizanibin ku û jê bawer bin ku wê li vê axa pîroz pergala qirker û mêtinger a mêrserwer ku dijminatiya jinan û gel dike wê hilweşe û berdêla wê çi be wê jiyana demokratîk, ekolojîk û azadîxwaz were avakirin. Têkoşîna me ya pêncî salî diyar kiriye ku hêza têkoşîna yekgirtî ya jinan û gelan, xwedî vê îradeyê ye ku ew ê karibe hemû desthilatdariyên faşîst û paşverû têk bibe. Têkoşîna me îspat kiriye ku li Rojava şoreş û li Rojhilat serhildan çawa pêk hatiye. Li çiya û deştên Kurdistanê sî sal in li ser bingeha artêşa jinan têkoşîna me ya gerîla didome. Kesên dixwazin vê hêzê bipivîn wê li hemberî xwe Bêrîtan, Zîlan, Rojbîn, Sara, Rûken, Arîn, Avesta, Mizgînan bibînin û divê gumana tu kesî tunebe ku wê ev îrade şertê wê çi dibe bila bibe wê roj bi roj mezin bibe û wê teqez li dijmin bide. Em artêşa jinên azad a Kurdistanê bi hêza ku em ji Rêbertiya xwe distînin, bi tecrubeya ku me ji dîroka xwe stendie û bi biryardariya ku me ji azweriya xwe ya azadiyê stendiye, bi hêrsa xwe ya ku li hemberî dewleta faşîst û qirker a ku dijminatiya jinan dike, em ê her cure paşverûtiyê û desthilatdariya mêrserwer hilweşînin, em xwedî vê bawerî, bîr û îradeyê ne.

Gelê me yê hêja; Têkoşîna me ya azadiyê ya ku bi pêşengiya Rêbertiya me pêncî sal in bênavber didomei. Têkoşîna me sînorên Kurdistan û Rojhilata Navîn derbas kiriye û li dinyayê veguheriye helwesteke hevkar, li dora şîara jin, jiyan û azadî hemû jin rakine serhildanê. Tevî vê yekê kedkar, karker, şoreşger, demokrat, hawirdorparêze, antîkapîtalîst aniye ba hev û wekî tevgereke bi aqil û daxwazên hevkar têdikoşe, şênber kiriye. Ligel ku 25 sal in pergala êşkenceyê ya navdewletî ya Îmraliyê heye, Rêbertiya me bûye hêviya azadiyê ya jinan, gelan, ciwanan, bi hêza xwe ya navendîbûna ronakbîriyê Kurdistan, Rojhilata Navîn û jinên cîhanê zane kiriye û berê wan daye ser rêya çareseriyê û moral û cesaret dane wan. Dewleta faşîst a  ku li hemberî enerjiya mezin a Rêbertî, li hemberî îradeya şer a gerîlayên azadiyê ku siyaseta înkar û îmhayê pûç dike, baweriya xwe bi hêza ku ji pergala kapîtalîst stendiye, êrîşên xwe yên nukleer û kîmyewî zêde kiriye. Dewleta faşîst a qirker şeş meh in li Zap, Avaşîn û Metînayê têk çûye, li hemberî şerê gerîla nikare bi pêş ve biçe, di du mehên dawîn de êrîşên xwe yên kîmyewî û nukleer zêde kiriye. Bi êrîşên çekên kîmyewî dixwaze têkçûna xwe ya li hemberî gerîla veşêre û li qadên dagirkeriyê bi pêş ve biçe. Rastiya şerê li çiyayên Kurdistanê û encamên ji ber berxwedana gerîla wekî bîlançoyên rojane û mehane bi raya giştî re tê parvekirin. Sûcên ku dewleta Tirk a faşîst di şer de kiriye, her roj bi rêya çapemeniyê hatiye ragihandin. Ji 17’ê Nîsanê û vir ve dema ku şerê dagirker hatiye destpêkirin, dewleta Tirk a faşîst li hemberî gerîla çekên taktîk nukleer, çekên termobarîk û çekên kîmyewî bi kar aniye. Li aliyê din ve jî hatiye diyarkirin di vî şerî de ya ku zehmetiyê li ser gerîla çêdike ev e ku îxaneta PDK ye ku li ser bingeha  hevkariya dewleta Tirk ji paş ve qadên gerîlayan dorpêç kiriye û heke ev îxanet tunebe wê dewleta Tirk a dagirker nikaribe li Herêmên Parastinê yên Medyayê be. Bi daxuyaniyan hatiye xwestin ku gelê Kurdistanê di vî warî de agahdar bibe û helwesta xwe zelal bike.  Tişta sereke ev e ku du sal in êrîşên dagirker ên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatiye destpêkirin, bi hevkariya PDK’ê tê kirin. Di vê êrîşê de çekên ku di peymanên navneteweyî de qedexe ne, hatiye bikaranîn û heke PDK hevkariyê nede dewleta Tirk a faşîst, wê dewleta Tirk têk biçe. Gerîla hewl dide şerek di navbera Kurdan de çênebe û li hemberî dijwariya mezin a îxaneta PDK’ê li ber xwe dide lê ev tişt jî heta cihekî sînorê xwe heye. Di vî warî de ji gelê me û raya giştî ya demokratîk hatiye xwestin ku li hemberî sûcên şer ên dewleta Tirk a faşîst û qirker û li hemberî îxaneta PDK’ê helwestên xurt werin nîşandan.

Dewleta Tirk a faşîst ligel sûcên şer li hemberî berxwedana gerîla nekariye encamekê bistîne û plansaziya wê pêk nehatiye. Dewleta Tirk a faşîst hêz ji piştgiriya navneteweyî an jî ji bêhelwestiyê stendiye û di mehên dawîn de bikaranîna çekên kîmyewî zêde kiriye. Di 18’ê Cotmehê de me ji raya giştî re eşkere kir ku 17 hevalên me di du mehên dawîn de bi çekên kîmyewî hatine şehîxistin. Şehadeta 17 hevalên me rastiya şer a şeş mehî daniye holê. Gelê me û dostên me bûne şahid ku hevalên me Baz Mordem û Helbest Koçerîn ji bo azadiyê çawa nefesa xwe ya dawîn dane û careke din sûcê şer ê dewleta Tirk bi çavên xwe dîtine. Di heman demê de gelê me dîtiya ku hevalên me yên hêja Baz Mordem û Helbest Koçerîn li hemberî dagirkeran stûyê xwe xwar nekirine û hevrêyên hevalên me di têkoşîna xwe de bi biryar in. Ev tişt derketiye holê ku em şerekî çawa li hemberî dewleta Tirk dikin, ev şer di şertên çawa de tê kirin û bi îradeyeke çawa ya gerîla êrîşên dagirker tên têkbirin. Bi van dîmenan re careke din hatiye nîşandan ku di vî şerî de kî mafdar e kî neheq e, kî meşrû û kî terorîst e, kî azadîxwaz û kî qirker e, kî xwedî exlaq û kî bê exlaq e. Çi kesên ku nexwestine van tiştan bibînin jî li rûyê wan hatiye xistin.

Bi mehan me ji raya giştî û gelê xwe re diyar dikir ku sûcên şer tê kirin. Divê were zanîn dema ku me bi van dîmenên giran ev tişt daye fêmkirin ji bo me gerîlayên Kurdistanê jî rewşeke dijwar bû. Lê em dizanin di vê serdemê de wijdan, aqil û exlaq bi çavan dikare were dîtin.  Modernîteya kapîtalîst a xwedî feraseta mêrserwer, di her warî de mirovên ker, kor, lal û xweperest û bêberpirsar ava kiriye. Netewe dewlet a ku a ku civakîbûn, bîrbûna azadiyê, berpirsyariya şoreşgerî li ser mirinê ava kiriye, wekî di meseleyên civakî de di warê doza Kurdan de jî xemsar û sersar e û ev tişt ji xwe re kiriye tevgera herî sereke. Pergala kapîtalîst a netewe-dewlet, pergala siyasî ya dinyayê ya sedsala bîst û yekemîn li ser înkar û îmhaya Kurd û Kurdistanê ava kiriye.  Ji ser tecrubeyên tahl ên du şerên cîhanê, di pergala siyasî ya dinyayê ya sedsala bîst û yekemîn de ya ku îddîaya wê ya demokrasiyê heye, di warê dijminatiya Kurd û Kurdistanê tu guherîn pêk nehatiye. Mînaka vî tiştî ya eşkere jî ev e ku partiya me PKK a ku têkoşîneke meşrû û mafdar dimeşîne, bi terorîzmê hatiye binavkirin, Rêbertiya me ya ku rêberê azadiya jinan û gelan e jî bi komploya navneteweyî bîst û pênc sal in di pergala êşkenceyê ya Îmraliyê de dîl hatiye girtin. Di heman demê de piştgiriya êrîş û dagirkeriya li ser Kurdistanê têkirin, li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê çekên kîmyewî û taktîk nukleer tê bikaranîn û mudaxeleyî vî tiştî nayê kirin.

Ev çek di peymanên navneteweyî de hatine qedexekirin, bikaranîna wan sûcê mirovayetiyê ye û dema ku li cihekî ji aliyê hêzeke din were bikaranîn BM û OPCW di serî de saziyên qaşo ji ewlekariya dinyayê berpirsyar in qiyametê radikin. Ev çek di sala 1920’an de ji aliyê dewleta Îngilîz li dijî tevgera Kurd a bi pêşengiya Şêx Mehmûd Berzencî hatiye bikarnaîn. Di sala 1988’an de ji aliyê Saddam Huseyîn a ku DYE piştgirî dida wî li hemberî gelê Helepçeyê hatiye bikaranîn. Piştî sala 1984’an ku têkoşîna me ya gerîla hatiye destpêkirin jî car caran li ser esasê polîtîkayên demê li dijî Tevgera Azadiyê hatiye bikaranîn.

Stratejiya înkarê û siyaseta qirkirinê ku ji aliyê dewleta Tirk a faşîst li hemberî gelê Kurd tê kirin, bi saya têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya Rêbertiya me didome, şerê îmhayê ya li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û gerîlayên ku hêza parastina gelan divê normal neyê dîtin û wekî tiştekî adetî neyê nirxandin. Bi têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya PKK’ê ku pêncî sal in didome, mudaxeleyî siyaseta qirker û dîroka koletiyê hatiye kirin, li ser esasê jiyana azad civakîbûneke nû hatiye avakirin. Li ser vî esasî bi deh hezaran şehîd hatine dayîn, berdêlên mezin hatiye dayîn û fedakariyên mezin hatine kirin, kedeke mezin hatiye dayîn. Di dema têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de nêzî panzdeh hezar şehîd hatine dayîn û belaya DAÎŞ’ê hatiye têkbirin. Dewletên faşîst ên ku Kurdistan dagir kirine û li ser gelê me qirkirinê pêk tînin di serî de, divê hêzên dinyaya kapîtalîst bizanibin ku ji bo azadî û rûmeta jinan û gelan hewce bike em ê sed salan şer bikin, çi berdêl hewce bike em ê bidin û em ê tu carî dev ji doza xwe ya pîroz û têkoşîna xwe ya mafdar bernedin. Em ji bo gelê xwe şer dikin û me sond xwariye ku em ê jinan azad bikin, ji bo ku em jin û gelê xwe ji destê dagirker û xayînan rizgar bikin, bi saya welatê xwe yê qedîm a ku em ji bo wî şer dikin û azaadiya fîzîkî ya Rêbertiya me ya ku ji bo me sedema hebûnê ye, çavkaniyên me yên sereke û bingehîn in, em ji bo van tiştan dikarin bi hezaran salan şer bikin. Em bi vê bîr û baweriyê têkoşîna xwe xurttir dikin û diyar dikin em ê teqez bi ser bikevin. Em bang li jin û ciwanan, gelê xwe yê welatparê, dostên xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku li hemberî sûcên şer ên dewleta faşîst û li hemberî xayînan li ser esasê têkoşîna topyekun, helwesteke tund nîşan bidin.

Bimre Dewleta Qirker Faşîst a Tirk û Hevkarên Wê!
Bimre Pergala Kapîtalîst a Mêr Serwer!
Bijî Têkoşîna Me ya Azadiyê!
Jin Jiyan Azadî!
Bijî Rêber Apo!

 

20 ê Cotmeh a 2022

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDİ YA YJA STAR Ê