Dahurandina min a kesayetî çêbû. Hevalan gelek pirsan li min kir, lê pirsa herî zêde bala min kişand jî pirsa ‘tu dixwazî bibî mirovekî baş ango mîlîtanekî baş?’ bû. Ev pirs, min da fikirandin. Ez hûr û kûr ketim nava bersivandina vê pirsê. Ez bi xwe di nava hewildana milîtantiyekî baş de me. Lê wekî kesayet jî li gorî heval dinîrxînin, taybetmendiyên însanên baş jî di min de hene. Ferq û cudawaziya her dû tiştan çine? Ger mirov însanekî baş be, dikare bibe mîlîtanekî baş jî. Herî kêm ez di wê ferqê de me ku ji bo mîlîtantiyekî baş pêwiste di bingehê mirov de ango di hêvînê mirov de taybetmendiyên başitiyê hebin. Lê xeteriyekî vê tiştê jî heye, dema mirov her bi başî mêze bike û bifikire, carînan di naskirina kesayetan de kêm dimîne. Ji ber carînan divê mirov milê neyînî yên însanan jî bibîne da ku pêre tekoşîn bike. Ji xwe dema mirov ji asta başîtî bilîndî asta milîtantî dibe wê gavê tekoşîna mirovan dijwartir dibe. Ez dixwazim mînak bidim, dema mirov tenê bi başî bifikire wê gavê nikare tekoşînekî radîkal bide, ji ber însanên baş, zû bi zû nakevin nava tekoşînê. Her dibên, bila dilê kesî neşkê, lê mîlîtantî wisa nîne, her gûhertinê esas digire. Ji ber vê jî her di nava tekoşînê de ye.

Her mirovekî dema tê dinê pak û saf e, lê bi demê re di nava pergalê de dihele û dibe xwediyê taybetmendiyên xirab. Wê gavê qûrnazî pêş dikeve. Dema qûrnazî pêşket êdî li wir însan ji cewherê xwe derdikeve û dikeve nava şerê nebaşiyê. Divê mîlîtan bikaribe ev taybetmendiyên însan tespît bike. Lê ger mirov tenê bêje, însan e, tiştek nabe, wê gavê mirov zirar dide civakê. Ji ber civak wisa ber bi xirab bûyinê çûne.

Ez divê mijarê de dixwazim mînaka Rêbertî bidim. Rêbertî di paraznameya Sosyolojiya Azadiyê de dibêje: ‘’Di min de her tim li beranberî tiştan gûmanekî hebû, min zû bi zû nekarî tiştan ji halê çêbûyî de bipejirînim. Her min lê pirsîn dikir û wisa qebûl ango red dikir’’. Ez bi xwe jî dixwazim vê taybetmendiyê Rêbertî ji xwe re esas bigirim. Di bingeha kesayetiyekî rast her taybetmendiyên Rêbertî hene. Ezê bi xwe hên bêhtir li ser tarzê Rêbertî lêhûrbun bikim. Da ku bikaribim bibim mîlatekî xurt yê li ser şopa Rêber Apo û şehîdên me yên bi nirx bimeşim. Ne tenê wekî mirovekî baş yê ku bi kesî re şer nake, bibim mîlîtakî baş da ku bikaribim xirabiyan ji holê rabikim. Divê cihê ez lê bim ti xirabî nikaribe xwe bide jiyîn. Ev tenê bi tarzê Rêber Apo dikare pêk were, ger fedaiyekî Rêber Apo me, wê gavê wê tarzê min jî yê wî be. Ez di encama lêhûrbûnên dahûrandina xwe de gihiştim van rastiyan û ev ji bo min gavekî mezine ku ez bi ber bi milîtantiyekî xûrt ve dimeşim.

Asmin Zagros – Süheyla Akkuş

Kod Adı: Asmin Zagros

Adı Soyadı: Süheyla Akkuş

Doğum Yeri: Van

Anne – Baba Adı: Halime – Haydar

Şehadet Tarihi ve Yeri: 24 Temmuz 2017 / Şırnak