Zinarîn Întîkam (Guler Yarıcı) li Agirî Bazîd’ê li gundê Ortîlî (Örtülü) yê çavên xwe li cîhanê vedike. Gundê ku heval Zinarîn lê mezin dibe her dem dengê fîşêkên gerîlayê azadiyê tê bihîstin. Deng û rengê fîşêka gerîla tarîtiya şevê belav dikir û şewq dida taritiyên herî kûr. Di malbatek çand û nirxê xweyê Kurdistanî ve girêdayî mezin dibe. Ji ber her dengê ku ji namlûya gerîla tê bihîstîn bi dayik û bavê xwe, bi xwişk û birayê xwe ve serkeftina gerîla bi çepik û tilîliyan pêşvazî dike. Ew hesreta dilê wê ya ku rojek bibe gerîlayê Kurdistanê hîn zêdetir tîne li ber çavên wê.

Gundê ku lê dijî hemberî gerîlayan, evîn û heskirinek pir mezin hildigrin dilê xwe de. Lewra her ku berê xwe dide rêzê çiyayan, xwe mîna gerîlayek xeyal dike. Milê wê de çeka wê, pişta wê de rexta wê û bê westan dimeşe. Çavên wê ji gerîla cudatir tiştêk din nabîne, guhên wê ji dengê namluya gerîla zêdetir tiştek din nabîhise ji ber wê çavê wê herdem rêzeçiyayan dinêre ka wê gerîla derkeve were û bibe mêvanê mala wan… Hîna di temenek ciwan de biryara jiyana azad dide. Bendê hewrêyên xwe ye ku ji bo berê xwe bide jiyana xwe ya nû. Dema ku demjimêr sala 1998’an nîşan dida êdî amade bû ku li pey legerên xwe de bimeşe. Ew di turikê xwe yê hêviyan da pişta xwe û berê xwe da rêzeçiyayên ku herdem li wan dimêzand…

Kelecana Bûyîna Şoreşger

Navê Zinarîn Întîkam ji bo heyînekî nû radike. Ew neviyê  Brahîm Heskiyane lewra paşnavê tolhildan ji bo xwe hildigre. Ew ê bibe tolhinerê Serhildana Agirî, ewê bibe dengê gelê Geliyê Zîlan û ewê bibe dengê Bazîdê, lewra ew neviyê Celaliya ne. Zinarîn gavên xwe yên yekem davêje xaka pîroz a herêma Xinêrê. Perwerdeyên xwe yên bingehîn dibîne, fêrî jiyana gerîla dibe. Bi coş û kelecanek mezin tevlî jiyana gerîla dibe. Ew jî êdî dibe gerilayên ji rêzeçiyayên bê sinor. Jiyana gerîla de tu caran sînor nîn bû, ji xwe ji bo gerîlayên Kurdistanê jî sînor bê watebûn, lewra ew ji bo rakirina sînoran canê xwe bexşandi bûn. Zinarîn bi vê zanabûnê derbasê qada Xakûrkê, meskenê fermandara mezin Berîtan dibe. Qada Xakûrkê jî bi heman tevlîbûna xweya bi coş û kelecan çavên hewreyên wê diçe ser wê. Xweşikbûna dilê wê dabû rûyê wê jî. Di nav gerîlayan de gotinêk mîna; ‘‘Dil rast bifikire xweşik dibe, dil xweşik bibe teyisandina wê rûyê mirovan de xwe dide der’’ heye. Ev gotin wekî ku bi taybetî ji bo Zinarîn hatibû gotin. Dilê Zinarîn xweşik difikiriya, dilê wê xweşik dibû û xweşikbûna dilê wê jî derbasê rûyê wê ya mîna dişibe heyvê dikir. Mîna heyvêk ronî dida derdorê xwe û hevreyên xwe ronî dikir. Zinarîn salên 1999’an heta sala 2000’an li qada Xakûrkê dimîne dûv re dubare berê xwe dide Xinêrê. Sala 2000 heta 2001’an li Xinêrê dimîne û piştre berê xwe dide Qendîlê. 2001 heta sala 2003’an li Qêndîl’ê dimîne û piştre berê dide Bakurê Kurdistanê derbasê eyalêta Dersîm’ê dibe.

Zinarîna Dersîmê

Ew jinek ji hembêza axa kevnar a Serhedê ye, lê hevreyên wê ji bo wê dibêjin Zinarîna Dersîmê. Lewra ew bi keda xwe ya salan a ku li Dersîm’ê dide dibe evîndara Dersîm’ê. Dersîm ji bo wê dibe perçeyek giyana wê. Zinarîn dema berê xwe da Dersîmê ew êdî gerîlayek têgihiştî ye. Gerîlayêk xwedî ezmûn, xwedî zanabûn, xwedî pîvanên jiyana azad e. Zinarîn mîna rojên xweyên yekem di ferqê de ye armanca xwe çiye. Qada Dersîmê jî ji bo wê dibe mamosteyek baş. Cihên ku Zinarîn lê kêm di ma dayika Dersîm jê re dibû rêzanek baş. Rênîşana wê ya yekem hevreyên wê, ya duyem çiyayên Dersîmê bû. Zinarîn salên 2003 heta salên 2007’an li Dersîm’ê gerîlatî dike. Bi deşt û zozanên Dersîmê re dibe heval, gelek ji Dersîmê hez dike û Dersîm jî  mîna heskirinek bêdawî Zinarîn dilê xwe de dihewîne. Lewra ew dibe Zînarîna Dersîmê.

Bi Heskirinek Pir Mezin Girêdayî Jin û Jiyanê Bû

Di xeta jina azad de pîvan û rêgezên sereke heskirina zayenda xwe ye. Heval Zinarîn jî ji jinê hez dikir û bi nirxên azadiyê re girêdayî bû. Ferqa zanabûna zayenda xwe de bû. Di milê birdozî de jî heman demê de milê hestan de jî girêdanek wê ya xurt bi rêgezên jina azad hebû. Hezkirin, hîs kirin û fam kirin hestên herî pêş a fermandar Zinarîn de bû. Xwedî hestên mezin bû, fermandarek dil mezin, hevreyek dilnizm bû. Bi heskirinek pir mezin jin hembez dikir, dilê xwe berdida nava jiyanê. Gotin di cih de be mirov dikare bêje dilê wê mîna deryaya hêstan bû. Xwedî hestên bi aqilane bû. Ji ber wê tu cara nedihîşt ku navbera jin de perçebûn çêbibe. Herdem ji bo yekbûna jin hewil dida û li ser vê diponijiya. Ew zanabûna azadiyê de bû. Ferqê de bû ku jinek tenê dikare nava rastiya PKK’de bi wate û azad bijî. Di bingeha rastiya Rêber Apo de rastiya jin bi taybetî jî rastiya jina Kurd dest digirt û hewil dida mîna jinek azad para xwe ji vê rastiyê bigre.

Dizanî bû ku girêdana bi Rêber Apo re, ji girêdana jiyana bi wate û azad re derbasdare. Lewra heta hêza xwe ya dawî bi hewreyên xwe re û bi jiyana PKK re girêdayî bû. Ev felsefeya jiyana Apociyan bû. Li kû derê têkoşîn bisekini li wê derê jiyan disekiniya, lewra herdem di nava tekoşînêk dijwar de bû. Fermandar Zinarîn tû caran nesekinî, herdem mîna pelên çeman bi awayêk dijwar her di nava herikînê de bû. Her ku herikî xwe zinde kir û pêlên xwe meztir kir.

Fermandar Zinarîn Întîkam ji ber fedakariya xwe ya jiyanê derbasî xebatên hêzên taybet dibe. Mîna fedaiyek Rêber Apo, mîna fermandarek fedaî tevlî jiyan û şerê demê dibe. Fermandar Zinarîn sala 2010’an de tevlî perwerdeya Akademiya Jina azad a Şehîd Zîlan ango Zeynep Kinaci dibe. Piştî perwerde navbera salên 2011 û 2013’an de qada Garê tevlî kar û xebatên rêxistinê dibe. Piştre demek kin li Heftanînê dimîne û sala 2014’an de berê xwe dide Bakurê Kurdistanê li qada Amedê wekî rêveberiya qadê tê erkdar kirin. Sala 2014’an heta sala 2016’an li Amedê tekoşînek bê hempa dide meşandin. Şer dike û li hemberê dagirkeran çalakiyên ku tê saz kirinê de hem koordîne dike hem jî bi hevalên xwe re tevlî çalakiyan dibe.

Sala 2016’an de dijminê xwînxwar li Bakurê Kurdistanê operasyonên berfireh ên dagirkirinê dabûn destpê kirin. Amed jî yek ji wan qadên operasyonê bû. Operasyonên ku navbera 18 û 30’ê Tirmeha 2016’an de pêk hatî de Fermandar Zinarîn bi hevreyên xwe; Agir Amed, Egîd Kahraman, Masîro Yûnûs, Şervan Penaber, Zinar Firat re digihîjin asta şehadetê.

Fermandar Zinarîn fermandara şer û cengê bû. Ew li Amedê bû xwedî deskeftiyên mezin, ewê herdem bi heskirina xwe ve dilê hevreyên xwede bijî…

Rêhevala Wê Ya Têkoşînê