Hevrêyên Hêja!

Rejîma şer a AKP-MHP’ê ya faşîst ku nêzî sê sal in hewl dide çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî jî Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike, bi 20’ê Tîrmehê re ji bo hewldanên xwe yên dagirkeriyê dewam bike careke din li ser Rojavayê Zapê bi taybetî jî Girê Cûdî dest bi pêleke nû ya êrîşê kir. li hemberî van êrîşên faşîzmê ku ji exlaq û rûmeta mirovahiyê bêpar mane, ji bo jiyana azad û bi rûmet, ji bo israra di mirovbûyînê de we hevrêyên hêja bi berdêlên giran berxwedaneke mezin kirin û bi şerê xwe armancên dijmin têk birin. Bi kelecan û morala ku berxwedana we dane me, em we silav dikin. Di şexsê hevalên Yildiz, Robîn û Kawa de şehîdên vê berxwedana pîroz hemûyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe ya dilsoziya bi bîranîna wan re dubare dikin.

Paradîgma û felsefeya Rêbertî dermanê hemû nexweşiyên serdemê ye. Faşîzma AKP’ê ku weke encama tirsa ji vê paradîgma û felsefeyê hate afirandin, beriya her tiştî êrîşî Rêbertî kir. Li ser Rêbertî, tecrîdeke mutleq a ku mirovek zû bi zû nikare rake hate ferzkirin, li gel vê yekê piştî birîna têkiliya navbera Rêbertî û gel û tevgerê, xwestin bi êrîşên giran gerîla biqedînin, bi tunekirina Kurdîtiya azad re careke din êrîşî Rêbertî bikin. Rejîma faşîst ji bo vê plana xwe pêk bîne, bi taybetî di nava sê salên dawî de bi hemû derfetên xwe dest bi êrîşên bêeman kir, hewl da Berxwedana Îmraliyê ya bêhempa ya Rêbertî û gerîla têk bibe, teslîm bigire. Ev hewldan bi berxwedana lehengî ya li ser xeta fedaî ya Apoyî hate têkbirin, bi saya vê berxwedanê AKP a ku weke projeyekê hate afirandin, negihîşt armanca xwe. Cografyaya Kurdistanê careke din ji seknên leheng ên di dîrokê de kêm hatine dîtin, ji fedakariyên mezin ên heta nefesa dawî li ber xwe dan, ji fedakariya bi ken a ber bi şehadetê ve dimeşiya, şahidî kir. Li vê xakê careke din bi dehan Zîlan, Kemal, Hayrî, Egîd, Bêrîtan û bi dehan Sara rabûn. Gerîlayên ku xwe ji aliyê taktîk û rêbazê ve nû kirin, nîşan dan ku jiyaneke bê Rêbertî ti carî qebûl nakin û wê azadiya fîzîkî teqez pêk bînin. Li hemberî teknîka herî pêşketî ya serdemê ya artêşa Tirk, gerîla xwe ji nû ve bi rêxistin kir, bersivên welê da ku teknîk têk bir, nîşan da ku di oxira azadî û mafê gelê Kurd, gelan, jinan û tevahiya mirovahiyê wê têbikoşin û hêvî ne. Ji ber ku li hemberî hemû derfetên teknîkê yên zaliman hate ispatkirin ku hêza herî mezin mirov bi xwe ye û şerê vê yekê tê meşandin.

Faşîzma AKP-MHP’ê ku li hemberî vê îrade, biryardarî û seknê têk çû, hewldana dagirkeriyê ya ku nekarî salên derbasbûyî bi ser bixîne, ji bo karibe pêk bîne li Eyaleta Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl careke din dest bi êrîşê kir. Ev êrîşên ku 20’ê Tîrmehê destpê kirin, heta îro bênavber û bi rengekî giran dewam dikin. Nêzî 50 roj in di şexsê we de berxwedaneke mezin tê nîşandan. Beriya her tiştî em vê berxwedana we ya mezin silav dikin ku ji bo bilindkirina ala berxwedanê û hêjabûna li şehîdên me nîşan dide. Di nava 50 rojên derbasbûyî de bi tîmên bi tevger rêbazên êrîşê, serdegirtinê, lêdanê, sûîqestê, sabotajê û çekên giran bi taktîkên afirîner hatin bicihanîn, di berxwedana tunelan de di serî de sûîqest her cûre taktîk hatin bikaranîn û her roj derb li dijmin hate xistin. Di her roja vê pêvajoya 50 rojî de çalakiyek hate kirin û li hemberî hêza we ya êrîş û lêdanê dijmin poşman bû ku careke din dest bi êrîşeke bi vî rengî kir. Di şexsê we de bi aqlê jinê çalakiyên xurt hatin kirin ku detayên wê yên herî zirav jî hatin hesabkirin, bi van çalakiyan îrade, huner û hêza şer a gerîla hate nîşandan, di hêza şer de ji aliyê taktîkî ve nûbûnek pêk hat. Lİ hemberî van êrîşan ku bi hevkariya AKP-PDK’ê ya ku aliyê herî qirêj ê aqlê serweriya mêr temsîl dike û bi piştgiriya navneteweyî dewam dikin, berxwedana we ya ku bi sekneke bi biryar misogeriya serketinê nîşan da, ji bo gelê me, ji bo jinên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin, ji bo hemû hevrêyan bû moral û kelecaneke mezin, daxwaza têkoşînê hîn mezin kir. Performansa serketî ku weke hêzên YJA Starê di vê berxwedanê de nîşan dan, dewama Nalîn, Delîl, Avzem, Dîdar, Mizgînan e, di heman demê de dengê xwe tevlî dengê Leyla, Hêjar, Rojbîn, Ardem, Eylem û Asya Karadenîzan kir ku di nava salê de rê nedan dijmin. Her wiha careke din nîşan da ku Artêşa Jinê ya Azad ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî û serketinê tiştekî ku nikaribe bike tune ye.

Lewma weke Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê em hemû şervan û fermandaran pîroz dikin ku di nava 50 rojî de bi rêbaz û biryardariya Zîlan çalakî plan kirin û pêk anîn, bi vî rengî sekn û aqlê jinê ya azad nîşan dan. Têkoşîna me wê heta bicihanîna paradîgmaya Rêbertî ku rêya yekane ya jiyana jinan û gelên bidest e, dewam bike. Di vê têkoşînê de jî ji we re serketinê dixwazin.

6’ê Îlona 2023

Fermandariya Bîryargeha Navendî Ya YJA Starê