RÊBER APO

Nîqaşên Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Berîtan ya ku li ser pirsa; ‘’Çima heta niha zanistekî bi navê jineolojiyê derneketiye?’’

Komîsyon: Beriya vê pirs wiha dihat kirin; ‘’ Çima jineolojî’’ lê piştî perspektîfên Rêber Apo hat ditîn ku pirsekî bi vê rengê rê li şîroveyên şaş vedike, di esas de ne ku wiha bê pirsîn; ‘’Çima jineolojî?’’, pêdivî heye ku ev pirs wiha bê sererast kirin ku bersivekî rast jê re bê ditîn; ‘’Çima heta niha jineolojî tinebû?’’.  Lewra ji bo gihiştandina heqîqetê rêbaza pirsê bi qasî gihiştandina heqîqetê girîng e. Pirs dema rast neyê kirin wê gavê xeterî heye ku bersiv jî rast neyê peyda kirin. Ya girîng ne pirs kirin, rast pirs kirin e. Ji bo wî em carekî din bi ya rast bibipirsin; ‘’Çima heta niha bi navê jineojiyê zanistekî derneketiye?’’

Heval Berçem: Pergala heyî ya modernîteya kapîtalîst êdî nikare ji pirsgirêkên civakê re bibe çareser. Berovajî wî di qarakterî wî de bûyina çavkaniya qrîzan heye. Modela ku li ser lingên civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya bi navê modernîteya demokratîk ji aliyê Rêber Apo ve hatiye formûle kirin alternatîfekî bingehîne ji bo pirsgirêkên civakê. Niha çima lingekî herî girîng yê vê modela civakî jin e, ger em bersiva vê pirsê bidin êmê bizanibin ku çima heta niha zanistekî ango qadekî jiyanê ji bo jinê nehatiye vekirin. Dema mirov li dîrokê lêkolîn dike dibîne ku 15 hezar salan di qonaxa neolotîkê de jiyanekî wekhev û komînal hebûye. Xisletê vê jiyanê ewe ku bi rengê jin-dayik tê jiyîn. Rista zilam ji ber ku li ser jinê ne diyarkere yê civakê bi rêve dibe jin e. Lewra pirsgirêkên îro em pê re mijûl in yên wekî azadî, demokrasî, edalet û wekhevî di wê serdemê de tine ne. Lê piştî xistina jinê bi destê zilam ve dîrok êdî berovajî diçe, bi avabûna şaristaniyê ya li ser hîmên çîn, bajar û dewlet, berjêr bûyina dîrokê hên bi hêztir li dijî jinê pêş dikeve. Heta roja me jî ev windakirina dîrokê didome. Her wiha jiyanekî jin têde nebe, ew jiyan ya zilam e. Jiyana ku bi aqlê zilam dimeşe pevçûn, şer, ji hîyerarşiyê re vekiriye. Ji bo wî pêwiste bi aqil û hêstê jinê, bi reng û mêzekirina jinê jiyan ji nûve bê dest girtin. Pirsa wisa bû wê gavê çima heta niha ji jinê re di ilmê de qadekî nehatiye veqetandin? Bi kinayî bersiva vê pirsê ewe ku ji ber jiyan bûye ya zilam, desthlatdariya wî li hemû qadan xwe belav kiriye, cih jî di jiyanê de ji jinê re nehatiye hêştin. Di wê watê de jineolojî mûdaxaleyekî ji vê dîroka berovajî kirî re ye.

Heval Sila: Jiyan bi hêza jinê ya afirandinê hatiye ava kirin. Yek jê jî zayinê pêk tîne jin e. Çawa ku xweza zindî ye û her dizê jin jî bi vî rengî ye. Şaristaniya ku bi ketina jinê re despê kiriye ji bo ku jinê dervayê jiyanê bihêle hemû qadan li pêşiya jinê girtiye. Mantalîteya wî ewe ku ger her tişt bi jinê despê kiriye, ji bo ku bikaribe pergala xwe deyne pêwiste her tişt bê jin bê despêkirin. Li vir ya girîng ewe ku pergal çawa taybet ji bo ketina jinê kar dike. Mirov dikare mînaka aborî bide. Aborî jî wekî qadên jiyanê yê din bi destê jinê pêş ketiye û ji bo jiyana civakê ye. Lê dema dikeve destê pergala zilamserwer wê gavê ne wekî xalekî ji qadên civakê, wekî amûrekî li dijî civakê tê şixûlandin. Ev jî dide diyar kirin ku ji bo jiyan li gorî xwezaya xwe bimeşe divê jin xwe di hemû qadên jiyanê de bi cih bike. Di serîde zanist giştî qadên ji destê wê hatine girtin bi hêza aqil û dilê xwe ji nûve biafirine.

Heval Dilara: Jineolojî ji zanista zayendperest re mûdaxaleyekî ye, lê şaş neyê fêm kirin ne tenê ji qadên zanistê re jî, ji giştî jiyana ku bi aqlê zilam hatiye avakirin re mûdaxelekî ye. Jîneolojî di bingeh de vegerandina ji kokên heqîqetê re dibe rêbazekî. Di aliyê din de mirov dikare bibêje ku azadî dengê jineolojiyê ye. Me gotibû yek ji lojiyên lêkolîna jineolojiyê dike etîmolojî ye, ger em li koka peyva ‘azadiyê’ mêze bikin; emê bibînin ku ji ‘za’, ‘zayinê’ tê. Ew jî xisletekî jinê ye ku li giştî jiyanê hatiye bar kirin. Jineolojî ji nûve vê azadiyê li civakê vedigerîn e.

Heval Amara: Di rastî de jin, jiyan e. Jineolojî vê rastiyê carekî din derdixe ber çavan. Dîsa niha em mêze bikin aîdê dîroka jin tiştekî nîne. Wekî jinên çiyayî em bi deh salan in li hember dagirkerî û zêhna zilamperest şer dikin. Ev jî dibe perçekî dîroka jin ango di tekoşîna xwe de jî em dibînin jinê şerekî çawa daye meşandin. Ev heta niha veşartî hatibû hêştin. Jineolojî dikare vê dîroka veşartî ya jinê derxe holê û bibe sedem ku dîroka jinê ji nûve bê nivisandin.

Heval Jiyan: Hevalan bal kişand ser û gotin; ‘’Jin jiyan e’’. Ez bi xwe jî dixwazim di vê çarçovê de nirxandinên xwe wiha pêş bixim. Mirov dikare jinê bişibîne tova despêkê. Lewra di civaka xwezayî di giştî qadên jiyanê de tovên despêkê ji aliyê jinê ve tên reşandin. Her tişt bi zêhn û hêstên jinê têşe digire. Zayin, parastin, komînalî, aborî, civakîbûn vana giştî dibin berhemên despêkê yê jinê. Lê niha em binêrin di van qadan de ti mafekî gotinê û biryarê ya jinê nemaye. Wê gavê jineolojî di giştî van qadan de xwedî derketina berhemên jinê  û rastiya jinê derxistina holê ye.

Heval Amara: Jin ji rastiya xwe dûr ketiye. Rêber Apo dibê; ‘’Yê jiyanê xweşik dike, bi exlak û pîvan dike jin e.’’ Dîsa gotina Rêber Apo ya ku bal dikşîne ser azadiya jinê pir watedare, lewra Rêbertî azadiya civakê bi azadiya jinê re girê dide. Wê gavê jineolojî erk radigire ku civakê ji pencên koletiyê xilas bike û ji bo wî jî jineolojî bi azadiya jinê ve despê dike.

Heval Hêvî: Niha em dibên cihê jinê nemaye, lê ez dixwazim bi nêrînekî din tevlî vê nîqaşê bibim. Niha em mêze bikin di giştî qadên jiyanê de cih dayina jin heye, lê gelo bi rengekî çawa jin di van qadan de tê bi cih kirin pirsa girîng û em li ser rawestin ev e. Em bala xwe bidin qada aboriyê di asta herî kêm de heta em bêjin di bin sifirê re rista jinê têde heye. Em tenê li siyaseta roja me mêze bikin di yek dewletekî de jî wezîrê aboriyê ne jin in. Lê em biçin kargehên herî xwediyê zirûfên dij jiyanî mêze bikin, emê li wir bi mîlyonan jin peyda bikin ku bi heqdestekî nikarin zikê xwe jî têr bikin kar dikin. Ji xwe em li dijî vê ne, jineolojî derketinekî li beranberî vê ye. Berhemên cîhanê ji sedî 99 di destê zilam de ne, lê yê di asta herî heqdestekî kêm de kar dike jin e. Dîsa di zarok anînê de jin wekî makîneyekî tê şixûlandin, lê mafê wê tineye ku li ser pêşeroja wan zarokan biryar bide. Em mêze bikin wezaretên parastinê yên giştî cihanê di destê zilaman de ne ku dikarin zarokên wan jinan bibin nava şerên herî qirêt. Ti welatekî nîne ku bi zeka, aqil û hêstên jinê ve bê meşandin. Jinên li wir kar dikin jî mîna robota ne. Vaye mînaka NATO em dikarin bidin. Çend jin li wirin, hindek cilên pembe, mor li xwe dikin, dertên ser dîkê li kêleka zilaman wêne dikşînin. Lê em dikarin bêjin di NATO de rengê jinê hene. Na! Ma rengê jinê tenê makyaja li ser rûyê wê ye ango cil û bergê wê ye. Ji xwe pergal dixwaze jinê di vê astê de bihêle, mîna mankenekî di vîtrînê de wê boyax bike û bide seyir kirin. Lê ti ristekî nedê, qada jinê bi qasî qada vîtrînekî rengo rengo ye. Ji vê zêdetir nîne.  Ya girîng jineolojî vana giştî radixe ber çavên me. Dide nîşandan ku jina ku di nava pergalê de hatiye bi cih kirin pêlîstokê şevan yê zilam e, karkera herî erzan yê fabrîqa ne, koleya keda wî ji nedîtî ve tê dîtine, kuştiya jiyanê ye. Dibe femînîzm jî van mijaran tîne ser ziman lê çima nikare derketinekî çê bike? Du mijar hene ku femînîzm tê de xitimî. Yek; nikare pirsgirêka jinê bi kok derxe holê, ya din nikare pirsgirêka jinê çareser bike. Her du xal jî bi hev re girêdayîne. Ger pênaseya pirsgirêkan rast neyê kirin, çareserî jî pêş nakeve. Ji xwe lêgera femînizmê ya ku xwest di nava pergalê de çareserî peyda bike wê ber bi navpergalî bûnê de bir û wê ji aslê wî dûr xist. Ji bo wî em dibêjin jineolojî pêwistiyekî jiyanê ye.

Komîsyon: Hûn dibînin niha di serî de li Rojhilatê Kurdistanê di giştî cihanê de bi şiara ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ ve serhildanên jinan hene. Dema Rêber Apo got; ‘Jin, jiyan, azadî’ formûlekî bi sêhr e, fêr bibin û fêr bikin van rojan didît. Tenê li vê pêvajoyê nirxandin jî dihêle ku mirov bibêje jineolojî pêwistiyekî lezgîn e.

Heval Gûven: Jineolojî bi aqlê jinê li jiyanê mêze kirin e, li cihanê mêze kirin e. Di despêka afirandina her tiştekî de rista jinê diyarker e. Aqle jin çawa ku ji civakê re bû hêza afirandinê, aqlê zilam jî bû hêza hilweşandinê. Ji bo jiyan li cewherê xwe bizivire û wekî berê xweşik bibe divê jineolojî hebe.

Komîsyon: Dibe hindek jineolojiyê wekî saziyekî bibînin. Lê jineolojî ne saziyekî ye. Jineolojî ilmê jiyanê ye, saziyên wê hene, akademiyên wê hene, ew aqlê pêşketî yê civakê ye û di hemû qadan de xwe rêxistin dike. Qadên ku jineolojî têde hebe li wir mêzekirina jin, aqlê hevpar yê ji pêşketinê re vekirî yê civakê heye.

Heval Marya: Zanista heyî zayendperest e, bi aqlê zilam pêşketiye û pozîtîvîst e. Ji bo wî jiyanê perçe dike. Çend beşên jiyanê û çend pirsgirêkan dixe rojeva xwe lê giştî jiyanê nikare pênase bike. Ferqa jineolojî li vir e, jineolojî heqîqetê perçe nake, yekpare digire dest. Ji giştî pirsgirêkên civakê re xwe wekî alternatîfekî xurt datîne holê.

Heval Hêjar: Ji bo naskirina dîroka jinê jineolojî pêwist e. Ger jin dîroka xwe nasneke nikare nasnameye xwe ya azad jî ava bike. Ji bo nasnameyekî azad em dibên jineolojî!

Komîsyon: Bersivên hevalan giştî jî di çarçoveyekî têgiştî de pêşketin, em jî tevlî dibin. Rêber Apo ji bo bersiva vê pirsê hindek xalan pêş dixe. Emê di berdewamiya waneye xwe de li ser wan xalan rawestin.

Ev nîqaşên li ser jineolojiyê li Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Berîtan di Dersa Arjîn Dersim de hatine kirin.