Ji gelême û raya giştî re!

Civaka gelê Kurd di despêka mirovahiyê heya niha, di erdnîgariya Kurdistanê de bûye şahîdê pêşketinên pîroz yên ku ji bo civakê hatine çêkirin. Her wiha şahîdî ji dîroka şaristaniyê û ya serdestan jî kiriye. Bi qasî ku bûye şahidê edaleta jina xwedawend, azadî û wekheviyê, ewqasî jî êş, bê mafbûyîn, zilm û komkujiyên ku hişmendiya pergala baviksalarî avakiriye naskiriye. Mirovên azad yên di vî welatî de, di hişê mirovahiyê de azadî, wekhevî, edalet, rûmet û tiştên ku girêdayî mirovahiyê ne cîh kirine, Bi hezaran salan azad jiyan kirine. Li hemberî êrîşên şaristaniyê, dagirkeriyê di tekoşîn kirina civaka azad de her timî bi israr bûne.

Tekoşîna ku gelê Kurd dimeşîne û hêza ku ji bo hebûna xwe pêş dixe, çanda berxwedaniyê afirandiye. Berxwedanî di jiyana Kurdan de bûye wekhevî. Berxwedanî û bi berxwedaniyê re jiyan kirin bûye perçeyek ji jiyana gelê Kurd. Gelê Kurd, bi vî awayî nasnameya xwe qezenc kir, bi vê awayî vîna xwe mezin kir û ji nûde çanda xwe ya civakî jî, ji serî de afirand.

Meha Cotmehê jî, di dîroka berxwedaniya me de serdemek pir girînge. Di aliyekê de sal vegera komploya navnetewî ya ku ji bo Rêberê me pêş ketiye. Ji ber ku Rêberê me, bi riya tekoşîna xwe ya radîkal re jin, gel û hemû mirovên ku dinava pergalê de tên perçiqandin ji pergalê dûr dixe, ji bo vê yekê bê tebat bûna desthilatdaran pergala İmraliyê dan despêkirin. Ji aliyê din de jî, salvegera rêhevalên jin yê qehreman, berxwedêr, yên ji bo ku Serokatiya xwe, gelê xwe azad bikin berxwedaniyek bê hempa dane nîşandan.

Rêhevalên me yê jin ên ku di meha Cotmehê de şehîd ketine, kevirên bingehîn ê Tevgera Azadiya Jin raxistine û di şopa wan de meşiyane. Ew rêhevalên me ên canfeda ne, yên ku tekoşîna azadiyê gihandine lûtkeyanin. Yek ji van rêhevalên me ê pakrawan, ya ku bûye sembola jin a qehreman, xeta berxwedaniyê û cihê xwe di nava pakrawanên meha Cotmehê de jî girtiye, rêheval Bêrîtan’e.

Rêheval Bêrîtan, li hember xwe radestkirinê, îxanet û li hember hêzên nûker helwestek bû. Rêheval Bêrîtan, xwe gihandibû hêza jina Kurd a ku jiyanê diafirîne û çavkaniya hêza pîroz a xwedawandiyê. Ew keçeke Kurd a ku zanibûye xwe bighîne wateya nirx û keda pîroz û xwe li ser vê bingehê daye afrandin. Dilekî wê yê pîroz, ê ku diket ferqa her tiştê hebû. Her wiha aqilekî wê yê ku, her tiştê baş dizanî hebû. Ew li ser çiyayên Kurdistanê stranên ku di raboriyê de ji bo azadiyê û berxwedaniyê dihatin gotin, veguherand sirûda dengê tol girtinê. Derfetên ku Serokatî di tekoşîna azadiyê de afirandibû, weke jiyan, rûmet û mirovahiyê pir ji nêz de dîtibû. Ew bû berdewama dengê Zarîfe’yan, Besê’yan yên ku rasest nebûn. Her wiha bû berdewama bangawaziya tol girtina wan. Rêheval Bêrîtan xwe li ser rihê xwe mezin dike û dibe sembola azadiyê.

Rêheval Bêrîtan bû vegotina, rûmeta Kurdê ku xwe radestî tu cenawerê şaristaniyê û nûkeran nake. Li ser navê mirovahiyê nirxên ku tu carî dest jê nayê berdan heye û di riya van nirxan de pêwîste mirov ne tinê canê xwe, her tiştê xwe ji bo parastina van nirxan feda bike. Bêrîtan heqîqeta ku, îxanet û xwe radest kirinê li hember wê çok danîn erdê.

Bi sekna xwe, bi şerê xwe fermandara artêşa jin û afirênera wê ye. Bi semyana çiya re semyan tevlê kiriye û bûye sembola ruhê berxwedaniyê. Bûye bîrdariya serî rakirinê, raperîn û asê bûyînê. Cewhera jina Kurd a jiyan dike û hişê wê yê ku nehatiye ji bîrkirine. Zaniye ku jiyan û mirinê li gor wateya wê bigre dest. Ew pênaseya dema hilbijartina mirinê ye, ruhê pak û azad e.

Dema em li hember paşverûtiyê û her cûreyên azadiyê yên sexte dibêjin; “ na “ wê demê tê wateya ku, em di huzura Bêrîtan de bi rêzdarî disekinin. Di her nêzîkatiyên ku dixwazin me radest bigrin, dema em dengê ku me gaziyê azadiyê dike guhdar dikin, wê demê em dengê Bêrîtan ê ku di zinaran de deng vedide dibihîzin. Ger ku, me di şerê hundir de bi Bêrîtan’re çeper girtibe, ger ku me îxanet, xwe radest kirine û qirêjiya pergalê hilweşandibe ew dem, em di riya Bêrîtan a ku bi çoşa azadiyê xemilandiyê de jiyan dikin.

Em bi heycana, xwe ji bo doza xwe fedakirinê jiyan dikin. Em bi hêza wate dayînê re nêz dibin. Peyvên ku, jiyan ji bo me vedibêje, em wek helbestekê bi kar tînin û ger ku em jiyana xwe di tama pevçûnan de jiyan dikin, ew dem em jî li ser helbestên Bêrîtan ên ji bo azadiyê ristek din li ser zêde dikin.

Rûmeta Kurdan, di van çiyayan de weke lêdana dilekiye. Mezin dibe, hêvî û baweriyên wê zêde dibin. Em weke jinên Kurd yên asê, di nava kevneşopiyên xwe yên berxwedanê de, di warên Bêrîtanan yên ku bûne zimanê zinaran de dijîn. Rêheval Bêrîtan, pir zelal bersiva pirsên ku “ çawa tê jiyan kirin û tê şer kirin” daye. Em di xeta rêheval Bêrîtan de, çalakiyên xwe û tekoşînên xwe ji bo jiyanek azad, welatek azad û civakeke azad pêş dixin û ji bo ku em ji pergala desthilatdariya zilam rizgar bibin qutbûnek bilind ava dikin.

Artêşa me a gerîlayên jin YJA Star, bi berxwedaniya rêheval Bêrîtan re hebûna xwe ava kiriye. Di roja me ya îro de, bi tekoşîna jiyana azad ve em bûne şopdarên vê berxwedaniyê û idîaya xwe jî bilind û mezin dikin. Hêza me ya jin YJA Star, berdêlên pir mezin dane. Di encama van berdêlan de, kevneşopiyên berxwedaniyê gihandine pêşerojên me jî. Ji bo vê jî, em timî xeta rêheval Bêrîtan ji xwe re esas digrin. Ji bo bersivdayîna pêvajoya ku Rêberê me daye despêkirin jî, pêwîstî bi çi heye em amade ne ku pêk bînin. Pêvajoya ku bi navê çareseriyê hatiye despêkirin, di kîjan aliyê de biçe bila biçe, emê di xeta ku Bêrîtan’an navê xwe lê nivîsandiniye de bimeşin. Ji bo azadiya gelê Kurd û jina Kurd berxwedaniya ku bi xeta Bêrîtanan hatiye despêkirin emê bibin şopdarê vê kevneşopiyê.

Rêhevalên me Rojîn Gewda, Çîçek Botan, Rûken Bîngol, Rêvan, Arjîn Garzan, Binevş Êzidî û rêheval Nergiz Cizre bûne sembola fedaîtiyê û artêşa jinê. Em jî weke hêzên YJA Star di kesayeta van rêhevalên xwe de soza pêk anîna erkên xwe yê demê nû dikin ji bo ku em bibin layîqê van rê hevalên xwe. Her wiha emê bibin hêza afirandina rastiya gelê me ê ku ber bi serkeftinê ve dimeşin. Em di kesayeta rêheval Bêrîtan de hemû pakrawanên xwe bibîrtînin û rêzdariyê didin raber kirin. Cardin em didin diyar kirin ku, ji bo azadiya Rêberê xwe û gelê xwe em ji her cure tekoşîn kirinê re amade ne.

Her bijî afrênerê jiyana azad û jina azad Rêber APO

Her bijî pakrawanên qehreman ên ji bo azadiya jin û berxwedaniya wê têkoşiya ne.

Her bijî artêşa me ya jin YJA Star a ku di xeta Bêrîtan de pêş dikeve.

Bimre deshilatdariya zilam û her cûre paşverûtî.

23 Cotmeh 2013

Fermandariya Biryargeha Navendî a YJA Star