Rêbaz: Rêber Apo jineolojiyê li ser sê lojiyan digire dest vana; etîmoloji, ontolojî, epîstemolojî ne. Di lêkolînên jineolojiyê de etîmolojî li koka peyvan digere, etîmolojî pênaseya jineolojiyê dike û agahiyên li ser jinê ji epîstomolojiyê tên girtin. Dîsa dîrok jî zanistekî bingehîn yên lêkolînên jineolojiyê ye.

Pênase:Wekî têgeh jîneolojî ji du peyvan pêk tê; ‘JİN’ û ‘LOJÎ’. Lojî di zimanê Latînî de tê wateya zanist, her çiqas jineolojî wekî zanista jinê bê zanîn jî, ev pênase têrî wateya jîneolojiyê nake.

Jineolojî zanista civakê ye.

Jineolojî zanista jiyanê ye.

Jineolojî zanista paradîgmaya modernîteye demokratîk e.

Jineolojî zanista hevjiyana azad e.

Jineolojî zanista wateyê yê.

Wekî xûlasa jineolojî bi reng, aqil û mêzekirina jinê ve civakê, xwezayê û mirovahiyê ji nûve lêkolîn kirin, ketina kûrahiya wî û  pênase kirin e.

Jineolojî wekî peyv despêkê di paraznameya Rêber Apo ya bi navê ‘Sosyolojiya Azadiyê’ de di sala 2008’an de hat  şixûlandin.

1-Di beşa pirsgirêkên jin, zilam, malbat de Rêber Apo cara yekemîn behsa jineolojiyê dike û wekî çareseriya pirsgirêka jin û civakê jineolojiyê datîne holê. Di vê beşê de Rêber Apo wiha tîne ziman; ‘’Femînîzmê jî nikaribû pirsgirêkên jinê çareser bike. Ji bo çareseriya pirsgirêka jin û civakê pêwistî bi zanistekî jin heye ango ji femînîzmê jî wêdetir pêdivî bi jineolojiyê heye’’.

2- Di beşa hevjiyana azad de jî Rêber Apo di pênase kirina têkiliyên jin û zilam de dîsa behsa jineolojiyê dike û wiha bi lêv dike; ‘’ Jineolojî dikare di femînîzmê de dêrçûn ango derketinekî bide ava kirin’’.

3- Di beşa tevgerên dijî pergalê de dema Rêber Apo bal dikşîne ser femînîzmê li wir cara sisêyan behsa jineolojiyê dike. Çima pêwistî bi sosyolojiya azadiyê heye û girêdana jineolojiyê bi sosyolojiya azadiyê re çiye, dema Rêber Apo van mijaran bi berfirehî vedike jineolojiyê wekî derketinekî bingehîn pêşkeş dike.

Lewra Rêber Apo beriya di paraznameya xwe ya bi navê ‘Sosyolojiya Azadiyê’ de behsa jineolojiyê bike, di paraznameye bi navê ‘Parastina Gelekî’ de pirsekî wiha dike; ‘’Çima zanistekî jin bila tine be?’’. Bi vê pirsê re di esas de Rêber Apo îşaret li ser pêdiviya zanista jinê dike û diyar dike ku zanistên heyî yên pozîtîvîst xwedî pergalekî ji hev xistinê ne. Di zêhn de perçe kirin didin ava kirin. Her wiha rixmê jin di giştê qadên jiyanê de xwedî rist e, çima di qada zanistê de cihê jinê tine ye. Zanista heyî her tiştî perçe dike û dixe mijara zanistê, lê jin bi ti awayî di rojeva zanistê de nîne. Ji ber zanista heyî zayendperest e, jinê der zanist hêştiye. Zanista zayendperest hincetê herî mafdar yê jinê ye ku zanistekî jinê çêbibe. Bi van lêpirsînan Reber Apo derî ji zanistekî nû re vedike û di vê paraznameyê de bingehê jineolojiyê amade dike. Wekî têgeh jineolojî her çiqas di sala 2008’an de ketibe rojeva tevgera jina azad jî lê heta gihiştandina vê têgehê bi kedekî bi salan, bi mîrateyekî mezin yê tekoşînê hatiye hûnandin.

Jineolojî di çêbûna mirovahiyê de heta irôj di şaneyên jiyanê de her tim hebû. Jineolojî ne hebûnekî pişt re ye, berovajî jineolojî dendikê giştî hebûna ya û xeleka despêkê ye. Heqîqeta mirovahiyê li kur despê kiribe rastî de jineolojî li wir despê kiriye. Dibe wekî têgeh nebe lê ya tê jiyîn jineolji ye. Di hebûnê de rastiyekî wiha heye hindek diyarde bê ku nav lê bi kirin tên jiyîn, pişt re navê wan çêdibe. Hindek diyarde jî piştî navê wan lê tê kirin hewildana ava kirina wan despê dike. Jineolojî diyardekî ku beriya nav lê bê bar kirin xwedî hebûne û ya tê jiyîn e. Şoreşa neolotîkê ya ku bi çemka civaka komînal di pêşengtiya jin-dayik de pêşket yek ji vana ye ku hebûna jineolojiyê dide nîşan dan. Dîsa tevgera jina azad ya ku keda wî digîje nîvê sedsalê diyardekî ji hebûna jineolojiyê ya herî berbiçav e. Lewra jineolojî  xwe dispêrê sê binkeyan ango li ser sê xalan pênaseyên xwe pêş dixe.

Vana wiha ne;

  1. Şoreşa neolotîkê ya ku bi çemka civaka komînal di pêşengtiya jin-dayik de li Mezopotamya pêş ket/Çand, berhem, nirxên û pêşketinên serdema neolotîkê
  2. Çand, berhem û nirxên Rojhilatanavîn yên ku di çêbûna mirovahiyê de xwedî nirxê pêşdebirinê bûn/Mîrateyên tekoşîn û berxwedaniyên jinên cîhanê her wekî femînîzm, jinên pêşeng yên berxwedêr û tekoşîna wan.
  3. Bi derketina Rêber Apo re mîrateyên tekoşîna jina Kurd û tevgera azadiya jinê.

Ji Dersa Jineolojiyê Ya Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Berîtan hatiya berhev kirin.