RÊBER APO

Ew bûn pira di navbera jiyan û mirinê de hatiye avakirin. Şehîdên me, xwediyên rast, yên jiyana xweşin. Zelaliya PKK’ê, durustiya PKK’ê, di rastiya hevalên şehîd deye… Li cem me ji bo şehîdan zêde girî nîne. Şehîd xistina cesaret û anina rewşa hêza jiyanê heye. Şehîd parçeyên me yên ji bo me nayên cûda kirinin. Tişta ku PKK’ê kirî PKK’ê, nêzikatiya rast ya li hember şehîdane. Pêwiste em hêza şehîd, girêdana şehîd, berxwedan û bîranîna şehîd, di hundirê kesayeta xwede bidin jiyankirin. Rêberên me yên rastî û timî, şehîd bi xwene. Şehîd wê bibin pira ragihandina hizrekî mezin. Bi bîranîna şehîd, Bi bîranîna serkeftinêye. Şehîd nirxê bingehîne. Di derbarê hêz û nirxê şehîdan de niqaş nayên kirin. wek tevger û gel emê her dem nêzîkî şehîdên xwebin û bi wan re pêkve û di nava hevdebin. Pêwiste ew weke kes neyên dîtin, ew saziyekin. Di bîranîna şehîd de ne ji mirinê, pêwiste ji jiyankirinê, ji şerkirinê û serkeftina mutlaq bê behskirin. Ev ya hîn rastire. Şehadet di rastiya xwe de bersiva herî mezin ya jiyanêy e, gotina dawî ya jiyaneke azade, gotina wî ya herî bibandore. Pêwîste em rûreşiyeke mezin ku nahêle em bibin bersivê xeyalên wan, nepejirînin. pêwiste em girêdana wan û bîranîna wan bi awayekî mutlaq di kesayetiya xwe de bidin jiyankirin.

Şehîdên me yên tekoşinê di pêşketina rêbertiya PKK’ê de bi taybet ji bo yên dijîn bingehin, rêbertiya bi hêz xizmeta herî bingehin pêk anîne. Yên ku weke şehîd ji nav me çûne xwedî nasnavê rêberên me yên rastîn e. Şehîd yên di me de jiyan dikin, nirxên rastî yên  ji jiyana me re rêbertî dikin e. Ew li welatê xwe, ew li dîroka xwe, li heskirina xwe, ew li xwe bi xwe geriyan û bi şahadeta xwe hemû qezenç kirin. Her yek ji wan parçeyekî welate, her yek ji wan qehremaneke. Wê di civakê de weke guleke sipî û şox jiyan bikin. Wê weke guleke sor, hemû quncikên civakê bixemilînin û bibin pêta agirê azadiyê yên hertim gur dibin û dibin. Eger şehîdek li hemberi artêşê dijminan jiyan dike, ev bi awayekî tam û temam QEHREMANIYEKE. Di pêvajioya xwe paşve kişandinê de gelek şahadet hatin jiyan kirin. Ev weke şehîdên teslim nebûyinê, û çi dibe bila bibe tekoşinkirin derbasî dîrokê bûne. Şehîdên mezin yên pêvajoya nû, bûne temînata xeta parastina rewa, bûn baweriya bi hêz, bi biryarbûn di vê rêya ku van şehîdên ji me re nişan kirin de rêya tekoşina di bingehê xeta nû de jî, misogerbûye. Hevalên me yên ku xilasbûna wan gengazbûn yên ku dibin dorpêçê debûn, bi tu awayi teslimiyet nepejirandin, tekoşin bijartin û bê mirinbûn. Qehremaniya wan bi vi awayi derbasî  dîrokê bûn.

Dema em li dîrokê meyze dikin, pêşevanên hemû aliyên mezin yên baweriyan, dîsa bi taybeytî girêdayi mirovan, her wiha yên yekem xwe feda kirin jî şehîdên wan yên mezinin. Ew yê cesareta yekem yên fedakariya yekem ya mezin nişa kirine û bi vî awayî bûne sedem ku, yên pişti wan ji tevgerkirina wan gengaz bibin. Şehîdên me xwediyên rastî yên jiyana xweşin. Rêya mirinê sererast bû, tirsa mezin ya mirinê hat derbaskirin, ew bûn pira di navbera mirin û jiyanê de hatiye avakirin. Şehîd peymana jiyanêne.  Yê jiyan dikin jî, eger bibin pêkanînerên vê peymanê wê jiyan bikin. Yên ku bîranîna mezin ya şehîdan di dilê xwe de jiyan bikin, tiştekî nikare bi dest bêxînin nîne. Dîroka partî; fermana wan e, hizira wan ya rast û rastiya jiyana wane. Bîranîna şehîd, artêşeke nayê wêrandin e, partiyek nayê hejandin û awayek wiha yê jiyanêy e. Li cem me ji bo şehîdan zêde girî nîne, em şehîdan dikin cesaret û hêza jiyanê. Ew jî, ji bo mirina xirab bersiveke. Şehîd parçeyên me yên ji me naveqetin. Bîranîna şehîdan tê wateya jiyankirinê. Nirxê ewqas şehîd mutlaka emê teqdîr bikin. Bîranîna şehîdên tekoşinê, tevger û gotinên wan; tevahî endamên rêxistina me, neçarin wan weke ferman têbigihin û wan têxin jiyanê. Dema şehîdên me nefesa xwe ya dawi didin, bi tu awayan wan ji mirinê bawer nedikirin. Wan jiyan temsil dikir. Wan di rêya tiştên ku pêwîste jiyan bikin de, giyan xwe  dan. Şehîd jiyane.

Ew bûn xeta jiyana misoger. PKK’e wek felsefeyek, wek lêgereke jiyanê, wek rihê militanekî bi jiyanê ve girêdayiy e, rastiya gelek tekoşînan li ser vê dimeşe. Komkirina tevayî şehîdan, tê wateya nepejirandina jiyana ku, di encama îradeya dijmin de tê pêşkêşkirin e. Ya piştî wê tê pêşkêş kirin mirine, ku ji wê re jî na dibêjim! Piştî wê bi rik li hemberi hemû lawaziya em têdikoşin. Pêwiste em bikarin bibin pira di navbera şehîd û jiyanê de. Pêwiste em ferqa dinavbera jiyana şehîd û yê jiyandikin de bibînîn, yên ku xwedî jiyanek ketî û peritîne, hema hema wê di rewşa desthilatê de bin. Gelek xwedî vê rastiyê pêwiste vê têkoşîna mezin ya jiyanê ne temirînin. Jiyaneke bê pêşkêşkirina rêxistinê, yek tenêye. Heta armanc û girêdanek mezin ya jiyanê nebe, tu şahadet nikare were pêkanîn. Ti şahadet qasi ya me, di bingehê cesaret û fedekariyê de nayê pêkanîn

Şehîd soz dide ku nûbûna jiyanê heta agirê di bedena wande bibi xwelî bi afirênin. Şehîd nirxên bingehînin. Di derbarê hêz û nirxê şehîdan de niqaş nabe . Me ji bo nirxên xwe yên mezin peymana jiyankirinê da ye. Meznahiya PKK’ê û serkeftina wê ya bê hempa girêdayi vêye. Di bin nirxên tên jiyankirin de, keda bi milyonan bê navên me hene. Wan bi bawerî xwe  avêtin nav vê tekoşînê, bi xwîna xwe avdan û anîne xaleke ku zivirandin nabe. Pêwiste şehîdên têkoşinê her yek baş bê lêkolînkirin, ev li hemberî wan deyin û erkekî meye. Şehîdan nas bikin, seranser nêzîk nebin, çavên xwe vekin xwîna şehîdan ne erzane. Em bi ti awayan destûr nadin bi yek dilop xwîna şehîdan bê leyîstin. Rastiya şehîd rastiya jiyana meye. Pêwiste em rastiya şehadetê vegerînin rastiya jiyanê. Pêwiste em fermana di şahadetê de bibînin û wisa bi meşin. Her şehîdek felsefeyeke jiyanêye. Ji birkirina şehîd îxanete. Bersiva herî baş ya bê dayîna ji artêşa şehîdan re, erzan nemirine. Şêwaza xebata rêberti şêweyek xebata rakirina cudahiya di navbera jiyan û mirinêdeye. Şehadeta rêxistinê vê ferz dike. Weke ku tu jiyan ji mirinê dûr nine. Çalekiya min, çalekiya girêdayî mayîna bi rastiya şehîdan re ye. Li welat dijmin şehîdên me bê şûştin û bê kefen bin ax dikin. Ev tirsa dijmine. Ev qas ji şehîdên me jî ditirsin. Ev meznahiya şehîdên me nişa dide. Peymaneke min ji  dîrokê re, ji vê gelî re û ji şehîdan re dayî heye. Ez şopvanê vê me. Qasi rastiya şehîd misoger bê derew û bê xapandin tu rastî nîne. Bersiva herî baş ji bo bîranîna şehîd tamam kirina rexên wan yên deyndar û kême. Ew şehîdên ku di rêya rêgezên rêxistinê de, bê ku çavê xwe bineqîne çûne mirinê.

Şehîd di hebûna xwede bûyerên ku serkeftin têde bûye sembol e. Şehîd jîne. Kî bi awayeki cudatir şehîd bi wate bike ew ketiyê herî mezine. Şehîd bê mirinin. Ji ber ku ew xwediyên bi tenê  yê peymana pêwist di jiyanê dene. Pêwiste em fermandariya şehîd tê bigihin û tiştên tên xwestin bi cîh bînin. Bi taybet pêwiste bi awayeki misoger têgihiştina şehîd ya jiyanê temsil bikin. Şehîd nirxên meyên eşkerebûyî ji  dîrokê re bûyî mal û rêberên me yên rastîne. Eger PKK û tevgera berxwedanê hatiye vê rewşê, ev bi hêza şehîd û dibin rêberiya wî de pêkhatiye. Şehîdên PKK hêjane ku weke şehîdên mirovatiyê yên herî bi bingeh bên hizirandin. Şehîdên me meşa me ya qezençkirin û serkeftinêne. Bersiva em bidin ewqas kesên giyanê xwedayî, ewqas şahadetên dîrokî; xwe gihandina şêweyê ifadeya azadixwazî û pêkanina wê ye. Jiyana ku em dixwazin pêşde bibin pêwsitiyeke rêzdariyê ye. Heger hinek di rêya dozekê de mirîbin, ew şayanê mezinkirinê ne. Eger mirov di rêya armanca xwe de, jiyana xwe hemûyî bide û di vê rêyê de biçe şahadetê ji vê re mirin nayê gotin. Ev jiyan bi xweye. Rêxistiniya şoreşgerî tê wateya berxwedanê. Her kes nikare bibe xwediyê şehîdan. Xwediyên şehîdan yê rastî ew bi xwene. Pêwiste em bikaribin şehîd di bingehê hilberandinê de têxin dil û mejiyê xwe. Şev û roj her dem bi şehîdan re bin. Ev tê wateya her dem nefes bi nefes mezinkirina hêz û bilindkirina şer e. Şehîdên me gelek mezinin û êşên wan gelek mezin û kûrin. Lê em van êşên wan yên giran û kûr li PKK‘a mezin li kesayeta wî ya mezin dipêçin û didin jiyankirin. Şahadeta wan bûye cesaret û hêza jiyanê. Ev ji jiyana xirab re bersiveke. Demên  dîroka mirovahi yên tarî û roni bi hevdû ve hişk hişk girêdayine. Lê mirovahî ticar tarîtî weke jiyanek nepejirandiye. Bi wê re her tim şer kiriye. Aha demên ku tarîtî hatin jiyankirin jî, piştî wê roja azadiyê derdor rohnî kirî jêre demên aso, di heman demê de demê “QEHREMANİ”tê gotin. Çi di  dîrokê de dibe û çi di roja me de, hema hema hemû gelan ji demên wiha re şahidî kirine. Girêdayî şehîd mayin tê wateya heta serkeftinê bê ku hicetek çêbike, bê ku astengiyekê nasbike, sekin nişankirine û ji vê re bûyîna hêza peyman û çalekiyê ye. Şehîdên me peymana me ya ar û mirovahiyêne, meşa me ya pêşdeçûn û serkeftinê ne.