Hebûna Kurdan heta roja îro, bi her cûre êrîşan, bi her cûre dagirkeriyê re rû bi rû maye. Dî kêleka van qirkirinan gelê me dîsa jî bi azweriyekî mezin xwe li jiyanê pêçaye û hertim ser lingan maye. Gelek berdêlên giran dabin jî, bi van berdêlan serî netewandine berovajî bi serbilindî meşiyan e. Di nava van rastiyan de rastiyek din heye ku di axa Kurdistanê de hindek herem, hindek bajar bi berxwedan û serhildêriya xwe derketiye pêş. Yek ji wan bajarên ku bûyê navê berxwedanê, remza serhilderiyê Nisêbîn e. Bêguman pêşengtiya van hemû serhildanan jinên ciwan û dayîkan kiriye. Lewma zarokên vê axê dem tê her yêk dibin fedaî û qehremanên gele xwe.

Jina Biheybet a Nisêbîna Serhildêr Leyla

Leyla jî wek jineke Nisêbînê di nava rastiya dijmin û welatparêzî ya malbat û hawîrdora xwe de çavê xwe li dinê vedike. Hîn di demên xwe yê zarokatiyê de, her çiqas wate ya wê nezani be jî; bi çavên xwe şahidiya howîtiya dijmin û serhildêriya gele xwe dike. Ji ber vê hîn di wan deman de tovên jina azad di dile wê de tên çandin. Ji ber ku di malbatê de tevlîbûn çêbû ye, PKK’ê hîn temenê biçûk de nas dike. Piştî şehadeta xale wê Abdullah di malbatê de têsîrek mezin ava dibe, ev bûyerekî destanî ye û malbat bi zarokê xwe nade jibîr kirin. Ji bo her di hafiza wan de bimîne her dem vedibêjin. Leyla bi van destanên qehremanan têşe digire û kesayetiyekî şerker tê de tê çandin.  12 salan li dibistanên dijmin de bi zimanê biyanî dixwîne lê belê ti carî dev ji çanda xwe, zimanê xwe, Kurdbûyîna xwe ber nade. Tovê dile wê de hatî çandin hêdî hêdî zîl didin, dema ev hîs dike, bi bandoriya şehadeta xalê xwe Abdullah ve dikeve nava lêgerînên tevlîbûnê. Demek dirêj dixwaze tevlî bibe lê belê rêya derketinê peyda nake. Piştî hin bûyerên ku dibîne, dibihîse şûnde tevlîbûna xwe de tam bi biryar dibe. Yek ji şehadeta Şehîd Akîf yê ku li Nîsêbînê bi fedaîtî şer kirin û şehîd ketina wî, yek ji şerê Rojava bandorî li ser çêdike û sala 2014 an 6’ê Tebax ê tevlî nava refên azadiyê dibe.

Bi navê Viyan soza doza Kurd dide. Piştî perwerdeyek dem kin derbasî sengerên herî pêş dibe. Di nava rastiya şer de zû têdigihîje. Jixwe kesayetek şerker e, di nava PKK de jî wek jinek zane û şerker têşe digire. Di çeperên pêşde keleka rêhevalên xwe li hember dijminê mirovahiyê DAÎŞ ê şer dike. Di piranî pêngavan de cîh digire, pêşengtî dike. Di kêliya pêvçûnan de ti carî gav paşde nade. Di her guleya xwe de hemû êşên gelê xwe, berdêlên ji bo şoreşê hatiye dayîn dihizire, çeka xwe hîn şidandî digire û di mejiyên dagirkeran de lê dide. Viyan, tenê ne li Rojava li hember çeteyan şer dike, dema şer de diçe hawara jinên Êzîdî, dayîkên Êzîdî jî. Li wir jî bi erka xwe yê demê radibe û ji bo rizgarkirina gelê Êzîdî şer dike. Bi pêşengtiya xwe, bi hez û wêrekî ya xwe ji bo tevahî jinan dibe çavkaniya hêz û vîn ê. Li van qadan de him di aliye leşkeri him jî di aliye birdoziya Rêber APO de dibe xwedî danehevên pir xûrt. Keça rojê Vîyan rûxmî pratîkên dijwar jî ti carî xwe ji perwerde kirine qut nake. Her derfetê de kesayetiya xwe perwerde dike, Serokatî dixwîne. Pêşenga xeta jina azad Viyan di her qadê de di her erkê de pêşengtî dike, lê belê ti carî vê seknê ji xwe re têrker nabîne û ji bo bibe fermandara serkeftinê dixwaze xwe hîn bêhtir kûr bike û hertim hewildana wê dide.

Pêşenga Demê Gihîşt Xeyalen Xwe

Jina şerker, jinek çiyayî bû dema hîn di civakê de bû bi xeyalê lûtkeyên çiyayan de jiyan kirine dikir. Ji ber çiyayî jiyîn di rihê wê de hebû. Her tim bi xwesteka bigihîje xeyalê xwe, xeyalê xwe pêk bîne jiyan dikir. Bi xwestek û îdayek pir bilind di sala 2019’an de berê xwe dide wargehên xwedavendan, meskenê jinên azad. Dema derbasî çiya dibe bi rêhevalti, fedakarî, pêşengtî û coşa xwe bala hevalên xwe dikişine. Di nava hawirdora diçe de bi van taybetmendiyên xwe derdikeve pêş. Ji ber van taybetmendiyên xwe pir tê hezkirin û di dilê her hevalê xwe de cihek taybet digire. Dema Viyan tê gotin; ken dikeve ser lêvên hevalên wî. Di pir demekî kinde fêrî derfetên çiya, rêbazê çiya dibe pir aktîf tevlî dibe. Ji bo ku van tevlîbûnên xwe bizivirîne hêzê, pêşengtiyek rast a demê derbasî akademiya fermandartî a Şehîd Mahsum Korkmaz dibe. Di destpêka perwerdê de hedef û armanca xwe tîne ser ziman û li gorî gotinên xwe, bi soza xwe tevlîbûnek serkeftî ava dike. Hemû danehevên xwe dike malê giştî û enerjiya xwe diherikîne nava derdorê xwe. Pêşenga demê Viyan dema derbasî akademiyê dibe; lêhûrbûnên xwe, hedef û armancên xwe wiha tîne ser ziman; ‘’Piştî pratîkên min dîtî şûnde min pêwîstî dît ku ez perwerdeyekî birdozî re derbas bibim. Di vir de ez hîn bêhtir lêhûrbûn bikim. Ji bo şaşitiyê xwe, kêmaniyê xwe derbas bikim an ji wek şervanek, qadroyek Serok APO di vê pêvajoyê de ji min çi tê xwestin li gorî wê tevlî bibim. Hevala jî ev derfet da min ku ez werim di perwerdeyek re derbas bibim. Ji bo vê jî hatina min a Akademiya Mahsum Korkmaz derfetek pir bi nirx û mezine ji bo min. Ez xwe ji bo pratîkên herî giran amade dikim. Dijmin bi hemû hêza xwe êrîşî ser qadê me dike, li beramberî vê şerekî pir bi qehremani derdikeve pêş. Lêhûrbûnên min hemû ser van tiştane, kurtasî di her dem û her qadê de ez dixwazim rol bilihîzîm. Ez dizanim em çiqas xwe perwerde bikin ewqas em nêzî Serok dibin. Ji ber vê jî ji bo nêzî Serok bibim ezê di her milî de xwe perwerde bikim. Bi taybet wekî jineke ez dixwazim xwe bigihînim xeta jina pêşeng, dixwazim bibim wek fermandar Şehîd Delal Amed.’’ Di van gotinan de jî diyar dibe ku Viyan xwedî armancên mezin in. Mirovên ku armanca xwe mezin û zelal be teqez dawiya wê ji wek armanca wê bi heybet û bi nirx dibe.

Piştî perwerdê derbasî qada Garê dibe. Di vê qadê de erk û berbirsyariyên dikeve ser milên xwe bi cîh tîne. Dû salan bê navber ked dide, pêşengtî dike. Dile wê ji bo qadên şer lê dide û dixwaze biçe qadên operasyonan. Keça tolê pişt re derbasî tîmen bi tevger dibe û diçe qada Metîna. Demên şer herî giran de tevlî gelek çalakiyan dibe. Fedaiyane şer dike, derb li dijmin dide. Bi lêdana xwe dijmin dixe pêxirtengiyek pir mezin de. Soza ku dabû armanca ku dabû pêşiya xwe pêk tîne. Xwedî soza xwe, xwedî doza gele xwe û keda Serokatî derdikeve. Viyan bi her awahî bê dûdilî tevlî cenga azadiye bû. Bi sekna xwe bû xwedavenda şerê rûmetê. Viyan, di 1’ê Tîrmeha sala 2023’an de di êrîşên dewleta Tirk de digihîje şehadetê. Keça rojê heta hinasêya xwe ya dawî her bi vîn û eşqek pir mezin jiyan kir. Demên tekoşîna xwe de mîrateyek pir bilind rêhevalên xwe re hişt. Piştî şahadeta wê wekî rêhevalên wê me xeyalên wê dewirgirtin û li pey şopa wê em ber bi armancên wê ve dimeşin. Heta ku gelê Kurd û PKK hebe wê Viyan hertim jiyan bikin.

Hevalên Wê Yên Tekoşînê