Tê gotin xweşikî û başî li kûderê bin hevdû dikşînin, di salê 1980’yan de dema ku li çiyayê Kurdistanê bi ramanê Rêber Apo tekoşîna jiyana nû û xweşik dihate destpêkirin. Li Cizîra Botan dilekî bi xweşikî û başiyan tije vê tekoşînê pir nêzî xwe hîs dike û dikeve hewildana xwe gihandina wê. Gerdûna dayik jî, rê vedike û destê keziya bedewiyan li serê çiyayê Kurdistanê dihûnîne.

Bê gûman dilê ku qala wê tê kirin ya fermandara mezin Çîçek Gabar ango Guhar Çekîrge ye.

Guhara bedew zaroka xaka berxwedan û serhildana ye. Dema hevala Bêrîvan (Binevş Agal) kar û xebatan li nav gelê Cizîrê dide meşandin, Guhar hîn zaroke lê ji ber sekin û gav avêtinê hevalan hîs dikir  ku, ew mirovên esîl û dûrustin, lewma pir zêde bala wê dikşînin û her xwe dide dora wan. Tevlî ku giftugoyên ku tên meşandin zêde tênagihije lê dîsa bi saetan dirûne û li hevalên jin temaşe dike. Bi mêyzekirina xwe re di ûtopiya xwe de, dest bi avakirina xeyalên xwe dike û bi meraq difikire kengî ewê jî mezin bibe û bibe mîna van mirovên xweşik, ji bo gelê xwe şer û tekoşîn bike.

Di wan  civînan de hevokê herî di bîra Guharde dimînin, dema ku heval ji jinan re hêz û îradeya jin şîrove dikin, wê çaxê girêdana wê li hember tevgerê xurtir dibe û tevlîbûna nav refên gerîla di dil û aqilê xwe dimeyîne.

Sala 1989’an di nav germahiya agirê serhildanê li Bakûrê Kurdistanê dihat jiyîn, Guhar wê zilim û zora hovane ku dijminê dagirker li sere gelê wê dida meşandin, nepejirand  û serê xwe li hember jop û çekên wan netewand. Ji bo hesabê wan komkujiyan ji dewletê bixwaze, bi serfirazî û hezkirin berê xwe dide lutkeyên çiyayê azad.

Guhar Çekîrge nunereke herî sade û xurte ku mirov têde xwezayîbûn û resentiya jinên Botanî bibine. Ji bo ku Guhar bi cewhera PKK’ê re bibe yek, ew kesayeta wê a safî û paqij pêre dibe palpişteke xurt. Guhar ji hindir û dervede xwedî bedewiyeke dilbir bû, lewra ancax navê Çîçek ji sipehiya ruhê wêre biban bersiv. Keça Cizîrî wan dîmenê qetil û îşkenceya ku dewleta Tirk bi hovane li ser gelê wê dida meşandin yek xulekê jibîr nake, bi hêrs û kîneke mezin dixwaze xwe bike gerîlayeke xurt û bi awayekî aktîv bikeve nav hesab lêpirsînê bi dewleta Tirk re. Çîçek bi jîr û jêhatîbûna xwe pir zû baweriya nêvenga xwe qezenc dike, her kes wê şahidî û baweriyê dide ku dikare di sengerê herî pêşde bi dagirkeran  re şer bike. Lehenga gelê xwe bi hêrsa tol rakirina xwîna bi sedan ciwan û zarokên bê guneh, bi zekayeke leşkerî ya bilind ve bi nûbûna xwe darbên pir giran li metîngeran dixe.

Tevlîbûna heval Çîçek a nav jiyanê û şer dibe cihê hêz girtin û moral ji hemû hevalên wê re, herwiha gelek ji hevalên derdora wê  di raporên xwe de, ji Rêbertiyê re pêşniyar dikin heval Çîçek derbasî qada Serokatiyê bibe. Çîçeka şerzan wî şensê dîrokî qezenc dike û di sala 1993’yan de li qada Rêber Apo dibe şagirteke doza azadiyê. Bi hêza enerjî, zanist, manewiyat û nirxdayina mezin a Rêber Apo dide hevalê jin, Çîçeka dilêr gelek pêşketinên mezin di kesayeta xwe dide avakirin. Bi baweriyeke mezin û dilsoziyeke bilind ku bibe bersiv ji keda Rêber Apo û hevalê şehîd re, Çîçeka dilgeş carekedin berê xwe dide wargehê xwedawendên pîroz. Bi sekneke hîn ji xwe bawer, bi zanisteke zayendî û kîneke rêxistinkirî li hember neyar, vê carê Fermandar Çîçek mîna lehiyeke ji vîn û azweriyê bi ser dagirkeriyê  de diçe. Ji bo artêşa Tirk navê Çîçek Gabar(Kiçî) dibe tirsa şev û rojan.

Bi vê sekin û biryara xwe ya bi istikrar, Çîçeka çeleng, li gelek qadên Çiyayê Kurdistan digere û her dem bi rol, misyon û berpisyartiyeke bilind tekoşîna xwe û hevalê gel xwe bilind digre û bi rêve dibe. Herî zêde li  Botanê, herwiha li Mêrdîn, Zap, Metîna, Qendîl, Xinêrê û li qadên Behdînanê salên dirêj gerîlatî dike û têdikoşe.

Çavên ku Femandar Çîçek di nav xwezaya Kurdistanê didîtin, yekser ev gotin dilê wan de dihat ser ziman ‘’Ti dibe qey Çîçek ji bo çiyayan hatiye dinê, çiya jî ji bo wê hatine afirandin’’ewqas bi çiyê re û bi jiyana xwezayê û gerîlatiyê re yekpare û dinavhevdebûye Çîçek.  Milîtana Rêber Apo  tenê bi dijminê derve tekoşîn nade meşandin, di rojên nû ku artêşbûn û partiya jin têde tê avakirin, Çîçek mîna mertalekî ji pola li hember her cureyê paşverutî û zihniyetê zilam disekine. Ew dema hîn zarokbû axaftinê gerîlayên jin di bîra wê de mane ‘’jin xwedî hêz û îradeyeke gerdûniye’’ Lewra  Çîçek ji bo parastina xeta jina azad û xweseriya jin dibe xwedî kedeke diyarker û mezin. Ji bo vala derxistina gelek ferasetên çewt, Fermandar Çîçek her pêşengtî kiriye. Di şer de û di jiyanê de ji her kesî re dide nişan ku, jin xwedî wê hêzê ye ji bo welat û gelê xwe şer bike û têbkoşe, ev şer û tekoşîna wê jî hêjaye di bin navê partî û artêşeke serbixwe de were meşandin, ne girêdayî tu baskan be, ne jî dibin sîwana giştî de be. Bi vî awayî Çîçeka şerker her xwedî li perspektîf û gotinê Rêber Apo derdikeve û hewil dide pratîze bike û bike rêgezên esasî di jiyanê de.

Çîçeka şehreza dibêje ‘’li hemberî Rêbertiya me, li hember dîrokê erkên ku dikevin li ser milên me divê em tavilê bînin cih, ji bo em bibin layiq ji nasnameya Apo’yî re, pêwîste em bibin xwediyê jiyan û mirineke bi wate û bi rûmet’’.  Çîçeka dilpak li ser esasê van lêhurbûnên xwe yên kûr û tije wate, herdû perwerdeyên xwe yên li dibistana navendî ya PKK’ê, herwiha ya  ku li akademiya jina azad a şehîd Berîtan dibîne, dike binyadekî nehej ji bo ku xwe bigihîna kesayeta jina azad û militana demê a ku, ji bîrdoziya Rêber Apo fêmkiriya û pêktîne. Bi ruhê Apogerî ji nû ve xwe diafirîne û bi sekna jina azad her ziraviya di jiyana xwe de bi wate dike.

Di dîrokê de her dema ku xetimînê mezin li hember desthilat û zilmê qewimîne jin bi fedakarî û cesûriya xwe ev xetmîn çareser kirine, di dîroka PKK’de jî di şexsê Bêrîtan û Zîlanan ev rastî xwe carekedin  dûbare dike. Bi baweriyeke mezin ji vê hêza jin û ji vê kevneşopiya pîroz, Çîçeka qehreman bi dilêşî û wijdanekî hişyar li hember rewşa Rêber Apo, pêşniyaziya pêkanîna çalakiyeke canbexşane dike. Zimanpakî, sozdarî û girêdana milîtana Rêber Apo wê digihîne nîrvanayê, ew dibîje ‘’yê ku me afrandiya û em kirine Roja me bixwe ye’’. Çîçeka dilxwaz ji afrînerê jiyana azad re bi ked, tekoşîn û ruhê xwe ve dixwaze dilsozî û girêdana xwe bide ragihandin.

Salên dûr û dirêj Fermandar Çîçek di nava refên PKK’ê de weke fermandareke herî diyarker tekoşîn dike, şer dike, ji bo avakirina avahiya Partiyê û bilindkirina çawaniya artêşê, kedeke giranbûha dide. Heval Çîçek fermandareke pijiyayî a şerê gele Şoreşgerî bû, bi serwerî û tecrûbê xwe  ya salan di qadê şer de, koordîna gelek pêngav û çalakiyên merkezî û  bi bandor dike.

Ji bo ku paradîgmaya jiyana demokrat, ekolojîk û azadiya jin were pêkanîn, heval Çîçek her fedekarî û xizmetê peşkeş dike, bi şer û jiyana xwe ev her dem raberdikir. Wê bi xwe ev paradîgma jiyan dikir û di barê pêkanîna wê de jî rolekî mezin di leyist.

Heval Çîçek bi şexsiyeta xwe ya rêxistinî û bi taybetmendiyên xwe yên azad, dibe endama konseya leşkerî ya Hêzên Parastina Gel. Mîna ku bi dilgeşî û azweriyeke mezin di roja destpêkê de tevlî jiyana PKK’ê bû, di hemû erk û berpirsiyartiya xwe de bi derbasbûna ewqas sal re hîn heman heyecan, azwerî û xwestek ji rûyê heval Çîçek diteyisî. Bi giraniya erkê li ser milê xwe, bi perpirsiyariya nasnameya jina azad û milîtaniya Rêber Apo Fermandara mezin bi ked û xwêdan şev û roj dixebite.

Fermandara şer û jiyanê bi dirêjahiya 22 salan, her deqeyek ji temenê xwe di xizmeta doza azadiyê û pêşxistina wê de xerçdike. 22 salan hesabê qirkirin û zordestiya li ser gelê xwe ji dagirkeran dixwaze, 22 salan bi hemû hezkirin, bawerî û  hêza xwe ji bo fikir û ramanê Rêber Apo şer û tekoşîn dike.

Roja 29’ê meha Îlona sala 2011’an di encama êrîşên dewleta Tirk yê dermirovî de digihîje mertebeya şehadetê.

Şeydaya xweşikî û başiyê berê xwe dide nav karwanê mirovê herî bedew. Çîçek Gabar(Kiçî) di jiyana xwe de ji bo hemû hevalên xwe mînaka milîtana azad û bi Rêbertiya xwe re jî dilerî dikir. Bi şahadeta xwe re dibe sembola jina dilawer, egîd û dilsoz bi gel û axa xwe re.

 

AMADEKAR: Navenda Ragihandina YJA STAR