Ji çapemenî û raya giştî re!

Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Armanç, Şehîd Harûn û Şehîd Ronahî de di 26’ê îlonê de li navçeya Pulemura Dersim’ê li dijî qereqola Kulluyê ji aliyê gerîlayên me yê YJA Starê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşker hatiye kuştin, 3 leşker jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêma çalakiyê bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin. Di encama vê bombebaranê de şewata li daristanê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.

27 Îlon 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê