Di nava salekî ku demsal li ser demboriyê dem bar dike temaşeya xwe dikim. Ez û demborî li pêşberî hev in. Demborî bi xwe re çi bir, kî li kêleka wê siwar bû û çû, kî li ba min ma, yek bi yek li ber çavên min xêz dibin. Pêşeroj jî wekî serabekî xwe dide nava xeyalên min. Di alîkî de êşên demboriyê, di aliyê din de hêviyên pêşerojê li ba hev in, li ser pişta min mîna du bask yek in. Yek ji wan baskan birîndar yê din li ber firînê ye. Alîkî min demborî ye, aliyê din mîna biharê şîn û zindî ye, mîna pêşerojê bi hêvî ye. Bi van hizirandina di nava xwezayê de digerim. Şahidiya firînde, dirînde û giştî xwezayê dikim. Gul û sosin bêhna xwe li der û dorê belav dikin, bêhnekî dikşînim hinavên xwe, geş dibe rûyê min. Di xwezayê de çi hebe hev temam dike, Payiz û Zivistana ku daran bê pel hiştibû, dema van deran terikandin pel ji nûve şîn bûn. Jiyan çawa derfet dibîne xwe tawilê ji nûde ava dike, ez vê azametê bi heyrantî temaşe dikim. Di nava vê diyalektîka gerdûnê de ez jî dikevim nava hizirên kûr û dûr. Lewra ji bo ez xwezayê pêşwazî bikim, dikevim nava meşekî di şiverêyên gerîla de. Her kêliyekî ku ez dibim şahid hem wekî cara yekê bala min dikşîne, hem jî heyecana min a jiyanê zêde dike. Lê di nava vê coşê de, vê herikbariyê de bûyerekî pir balkêş hat serê min. Bûyerekî wiha bû ku ez pir bandor bûm. Ez di nava darên şîn dibûm de derbas dibûm, di her gavekî de çavê min li ser şînkayi di bin lingê min de raxistî de bû. Her ku min pêlî giyayan dikir li pey min giyayan dîsa serî radikirin bi israrekî mezin. Lingê min li kevirekî ket, hindek ma bû ez bikevim, çawa ku kevir ji bin lingê min şemitî gurzekî giya serê xwe rakirin. Ji ber tavê nedîtibûn kêmekî rengê wan zer bibû, lê min bawer kir ku ew çawa bi tîrêjên rojê re li hev ketin, rengê wan yekser ber bi keskayî ve çû. Min di her kêliyekî rengê xwezayê carekî din jiyanê peyda kir, jiyan çiqas xurt e, çawa kevir radibe, çawa ronahî peyda dibe, jiyan yekser dizivire halê xwe yê berê. Ev çi hêviyekî mezin e, ev çi wateyekî mezin e. Min bi heyrantî li wan temaşe dikir û li ser vana difikiriyam. Min biryar da ku ez li gel ew kevirê ji bin lingê min şemîtî rûnim û li ew gihayên di bin kevir de zîl dane temaşe bikim. Ez rûniştim. Kêliyên wiha hêjayê temaşe kirinê ne, pêwiste mirov bisekine û kêlîkî ku jiyan xwe nîşanî mirovan dide seyr bike. Lewra min jî wiha kir. Çavê min li asîmana ket, ew şînkayiya wê heta dawiyê min kişand dilê xwe, min nefesekî din ji gul û sosinan girt. Min xwe libitand ku rabim, meşa xwe ji cihê mayî ve bidomînim lê tam di wê keliyê de pepûleyekî reş û sorevî xwe nêzî min kir û li çavê min mêze kir.  Ez şaşwaz bûm lewra her ku min çiqas dixwest jî ti caran pepûleyan xwe nêzî min nedikirin. Her carî min xwe nêzî wan dikir, min dixwest bi dizîka wan bigirim lê zûka pê dihesiyan û ji min direviyan. Ez xemgîn dibûm. Lê vê carê cuda bû, pepûle xwe nêzî min kir, li pêşiya çavê min sekinî û li min mêze kir. Wê gavê min xwe dirêj kir ku hîn zêdetir xwe nêzî pepûleyê bikim. Min di dilê xwe digot; ”Ewê bireve, teqez ewê bireve”. Min destê xwe dirêj kir, serê xwe hêdîka nêzî pepûleyê kir, lê pepûle qet ji cihê xwe nelibitî, wê gavê min tiliya xwe nêzî wê kir, hêdîka hat li ser tiliya min sekinî. Serê xwe rakir demekî dirêj li min nêrî. Di vê kêliya ku ez vana dinivisim jî pir kelecan dibim, lewra ez hîn bawer nakim ku min tiştekî wiha jiyan kiriye, bi tiştên wiha bawer kirin jî her dem ji min re zehmet hatiye. Lê min her tim pepûleyan pir meraq dikir ji bo wî jî ji min re pir balkêş hat ev kêliya ku min bi pepûleyê re jiyan kir. Bi taybet ji ber pir demekî kin jiyan dikin, ez her di nava wê meraqê de bûm ku gelo ew di çiqas di ferqa temenê xwe yên kin de ne? Her wiha gelo ji ber wî ye ew dema xwe ya herî kin, giştî jiyana xwe di nava gul û kûlîlkan de derbas dikin? Min van pirsan ji xwe re dikir. Ji bo wî dema min pepûlekî bidîtina her dilê min lê dida, ji ber pepûle bi temenê xwe yê kin dersekî mezin didan yên ku li wan temaşe dikin. Ango gelo ew dizanîbûn bi wan baskên xwe yên biçûk dikarin firtoneyan rabikin? Ewqas biçûk lê ewqas mezin in pepûle, ji bo wî her di bala min de ne, min wan her bi baldarî şopandiye, lê ti caran em negihabûn hev heta wê rojê.

Ez çend demjimêr wiha sekinîm. Pepûle rûyê xwe ji min nezivirand. Min hindek baştir lê nêrî min dît ku baskekî wê piçek birîn bûye. Gelo pepûle birîndar bibû? Gelo xwestibû destê xwe dirêjî min bike? Ji min derman dixwest ango heta baş bibe dixwest nefesekî li gel min bigire? Ber bi germ bûna min ve hatibû ango enerjiya hevalên ku min his dikir li xwe bar kiribû? Bi van pirsan ve min demekî din lê temaşe kir, li ber şewqa rojê rengê wê diçirisî, ez pê şad dibûm, lê êşa baskê wê jî dilê min diêşand. Mîna êşa demboriyê bû, mîna êşa her hevalekî ku me li pey xwe hiştibû, lê çi dibe bila bibe ev nêzikatiya wê bandorekî mezin li ser min çêkir. Ez demekî din jî sekînim, min mêzekir naçe, hêstên min bilind bûn, kela min tije bû, ez li ber giriyê bûm, jiber neçar bûm ku wê bi terikînim. Min tiliya xwe hêdika kişand û ez rabûm ser lingan, pepûle mesûm mesûm li min dinêrî, ji cihê ku min wê danî nedilibitî. Min çend gav avêtin û ez zivirîm da ku lê binêrim, hîn jî li cihê xwe bû. Heta demekî ez hem meşiyam, hem jî min wê temaşe kir, di carekî de mîna ku çavekî xwe ji min re bi qûrçîne, fir da  xwe û ber bi asîmanan ve çû. Ez demekî din wiha mam ku baştir bibînim ka bê çawa difire. Di fira wê de peyamekî hebû ji bo min, wê rojê min ew peyam girt.  Mîna ku ji min re bibêje; ev zagona jiyanê ye, baskên te jî şikiyabin her tim hêvî heye, dev ji xwe bernede û her dem bila berê te li asîmanan be, bila berê baskê te her dem li firê be. Dibe carna tu biwestî, dibe carna baskên te nikaribin firtoneyên jiyanê rabikin, dibe carna tu bikevî ku ketinekî qet te xeyal jî nekiribû wê gavê ji xwe re parastgehîkî peyda bike û bêhna xwe lê vede. Dema te derp xwar, dema tu birîndar bûyî, fêr bibe ku pêwistiya te bi demê heye hema yekser bi rê nekeve. Heta ru birînên xwe ne kewînî, tê nikaribî wekî berê bifirî, ji bo wî jî hindekî derfet bide xwe, xwe efû bike. Li pey beza jiyanê xwe jibîr neke, derfet bide xwe, hindek bisekine û nefesekî aram bigire û jibîr neke; Tiştekî dema li cihekî tine dibe, li cihekî din dizê, li cihekî wenda dibe, li cihekî din tê peyda kirin, ji ber ev rastiyekî ye heger tiştekî hebe tine nabe, heger tinebe çênabe. Çi dibe bila bibe lê bi jiyanê bawer be, teqez jiyan kêliya ku tu ne li bendê de ewê li lêviya te sekinî be, li cihekî ku tu qet ne li bendêyî de ewê derbikeve pêşiya te. Demborî ji bo pêşerojê ye, pêşeroj ji bo jiyanê ye; ”HER DEM LI JIYANÊ BIGERE”…

Pênûsa Gerîlayek Jin