Ji çapemenî û raya giştî re!

Gerîlayên me yê YJA Star di23’ê Tebaxê de di saet 15.00’an de li dijî qereqolên Rûbarok, Girana, du qereqolên nû tên avakirin û baregeheke leşkerî ya ewlekariya wan digire yên bi ser navçeya Şemzînana Colemergê ye çalakiyên hemwext lidarxistine. Di encama van çalakiyan de çepereke çeka A4 û çeka MG3 jî di nav de 2 çeper hatine rûxandin.Yek jê astsubay 7 leşkerê dijmin hatiye kuştin 3 jê giran bi giştî 9 leşker jî birîndar bûye. Artêşa dagirker a tirk ên kuştî û birîndarê xwe rakirine navenda Geverê pişt reli dijî Girê Xwedê, Dola Zeytê û derdora cihên çalakiyan bi hewan, obus, helîkopterên kobrayan û bi balefirên şer bi dijwarî bombebarankiriye. Di heman demê de şewata daristanan a li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.

24 Tebax 2012

Navenda Çapemeniya YJA Starê