Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 30’ê îlonê de di saet 17.30’an de li navçeya Payizavaya Wanê li dijî Qereqola Dimê ji aliyê gerîlayên me yê YJA Starê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşkerê dijmin ji aliyê gerîlayê me ve hatiye kuştin. Piştî çalakiyê dijmin kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye.

2. Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Zîlan, Şehîd Celal û Şehîd Azîz de di 30’ê îlonê de di navbera saet 14.00-16.00’an de li herêma Tevneşîşê ya di navbear Dersim û Erzinganê ye ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. 100 wesayit hatiye rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Herweha 3 mamosteyên di polîtîkayên bişaftinê de cîh digrin demkur ji aliyê gerîlayên me hatine binçavkirin û di derbarê polîtîkayên bişaftinê de hatine hişyarkirin. Piştî çalakiyê di saet 17.00’an de li herêmê tevgera helîkotperên skorsky û kobrayan çêbûye.

3. 24’ê Adarê de li herêma Şêx Cûmaya Bedlîsê de di fermandariya Rêheval Arjîn Garzan de 15 rêhevalê me gihîştibû şahadetê. Du kesên ê cihê qempa van rêhvalê me îxbarî dijmin kiribû û pêşengtî ji operasyona hatibû lidarxistin kiribûn, yek ji wan ê bi navê Alî Yûm di 29’ê îlonê de ji aliyê gerîlayên me ve hatiye cezakirin.

1 Cotmeh 2012

Navenda Çapemeniya YJA Starê