Pênc cudabûnên anatomiya jin hene. Ev jî di xala ‘Xwebûyinê’ de tên dest girtin.

1- Enerjiya jinê ccda ye.

2- Hisiyat û pêşbîniya (Sezgî) jinê cuda ye.

3- Pêkhatina mêjiyên jinê cuda ye.

4- Jin mehane xwe nû dike, ev taybetmendî xweseriya jinê ye û gelek cudabûna lê bar dike.

5- Zayin, ducanî bûyin tenê di jinê de pêş dikeve. Di zayenda dijber de nîne.

Em vana xal bi xal vebikin. Me berê jî dest nîşan kiribû, rêya hebûnê, ji xwebûnê re derbas dibe. Ev jî bi naskirina xwe ve destpê dike, naskirina zayenda xwe, naskirina bedena xwe, naskirina rihê xwe ji bo jinê girîng e. Em bal bidin serê ku ka jin xwediyê kîjan cudabûnane û li berfirehiya wî binêrên.

1-Enerjiya Jin

Di çêbûyina gerdûnê de zagona diyalektîka made-enerjî heye. Lewra di çêbûyina her hebûnekî de enerjî heye. Enerjî tarzê şêwazê çêbûyina hebûnê îfade dike. Enerjî çawaniya hebûnê dide diyar kirin. Di navbera enerjiya jin û zilam de cudatiyekî heye. Cudatiya enerjiya jin germ e, herikbar e, nakeve qaliban, her wiha ev cudatiyên enerjiya jin avantejekî mezin li jinê bar dike. Ji ber hîn şêwe negirtiye jiyanî ye, xûliqkar e, nûbûyina ava dike. Enerjiya jinê mîna rûbarekî ye her xwe paqij dike, ji ber vê jî rûxmî giştî kiryarên bi serê wê de hatine jî dikare hêvî bide ava kirin. Ji ber tiştên diherikin her tim zindî ne, dibe hem milê rihî hem jî di milê fîzîkî de jin hatibe girtîn û lê dema ew bendavên pêşiya wê rabin mîna lehiyekî ewê dîsa bi coşekî mezin biherike û li dora xwe jiyanekî nû bikaribe bide afirandin. Enerjiya zilam ji ya jin cuda ye. Enerjiya zilam xwedî form e, zûwa ye, hişk e, ne herikbar e. Di zilam de ji ber vê yekê zû bi zû gûhertin çênabin. Di civaka xwezayî de enerjiya jinê azad dizivîrî civakê, ji ber vê sedemê hîn pirtir avaker bû, xûlikar bû, tiştên pêş dixist. Enerjiya heyî ya di jin de li vir yekser diket xizmeta jiyana civakê. Di heman demî de enerjiya zilam jî ji ber bi sazî nebibû ew jî pir herikbar diket xizmeta civakê, lê piştî feraseta desthilatdarî enerjiya zilam êdî bû enerjiyekî li dij civakê kar bike. Enerjiya heyî ya jin jî ji ber li pêşiya wî bendav hatine ava kirin, xisletê wê yê avakareyê pir pêş nakeve. Di milê zanist, felsefe, rêvebirina civakê de enerjiya ku tê kar anîn ya zilam a ku sar û bi sazî ye. Lewra ya jin jî nikare rola xwe bilîze, wekî hilberînekî li ber bayê pûç bibe piçe tê xerç dibe diçe. Mal, zarok, xwarin, paqijî enerjiya jinê di van xalan de hatiye heps kirin. Enerjiya jinê ji ber di qadekî pir biçûk de hatiye hiştin, pirî caran jin jî nakeve ferqa enejiye xwe, sînorên jê re tên diyar kirin dipejirîne. Lê ya rast enerjî dema diherike watedar dibe, hîn zêdetir dibe û dikeve xizmeta civakê. Hêza wateya ji hev fêm kirinê zêde dibe. Her wateyekî tevlî wateyekî din dibe û li xwe zêde dike, zimanê gerdûnê ev e. Bi hêza watedayina mezin dibe, xwe dide fêm kirin. Di vê wateyê de şaristaniya kapîtalîst ji ber enerjiya jinê, hêza wate dayina jinê tine hesibandiye, pêşiya wê girtiye yek alî maye, mîna mirovekî seqet e. Em bala xwe bidinê di şaristaniya kapîtalîst de ji polîtîka heta ilm û qada parastinê de ti fikir, nêrîn û cihê jinê tine ye. Lewra lawaztiya herî mezin ya pergalê di xala jinê de ye. Desthilatdariya zilam li pêşiya jinê mîna bendavekê sekiniye, nahêle ku enerjiya wê bi civakê re bibe, enerjiya wê biherîke û dewlemendtir bibe. Heger mirov bi metaforekî vê pênase bike mirov dikare bêje ku ji di nava şaristaniya kapîtalîst mîna darekî hişk lê hatiye. Cewherê darê şîn bûyin, berhem dayin, di xwezayê de hevsengî ava kirin e, lê piştî ji rehên xwe qut dibe van taybetmendiyên xwe hemûyan wenda dike. Nikare berhem bide, nikare hevsengiya xwezayê ava bike, hişk dibe, bi demê re jî dirize, tevlî axê dibe wenda dibe diçe. Enerjiya ku ne ketiba qaliban, pêşiya wî nehatibe bendav kirin wekî dara şîn, wekî ava diherike ye. Enerjî dema bi armancê ve girêdayî diherike watedar e. Jin pêwiste rê peyda bike ku enerjiya xwe rast biherîkîn e.

2- Hisiyat û Pêşbîniya Jin

Enerjiya jin taybetmendiyekî wê yê din jî hîs e, pêşbînî ye. Hisiyat girêdayî hestan pêş dikeve. Hest di xwe de wateyê vedişêre. Gihiştandina wateyê bi rêya hestan pêk tê. Hest di aliyekî din de gîrêdanbûna xwezayê jî îfade dike. Şaristanî, dagirkerî, desthilatdarî hêstan ziwa dike, mirovan ji xwezayê qut dike, wê demê hîs jî, hest jî, pêşbînî jî pêşnakevin. Bi giştî mirov dikare bêje ku însanên ji cewherê xwe dûr neketine, ji xwezayê, ji civakê dûr neketine xwediyê hestên xurt in. Dema mirov li dîrokê jî dinêre jinên xwedî hîsên xurt, jinên xwedî pêşbînî û hêza şîroveyê di rêveçûna şer de, di rêvebirina welatan de cihê xwe girtine. Her çiqas di milê wateyê de berovajî bûbe jî medyûmtî di destpêkê de karê jinê ye. Ji ber jin jiyanê dişopîne, enerjiya xwe diherîkîne jiyanê bi gerdûnê re yek e, pêşbîniyên wî jî xurt in. Hîs dengekî hûndirîn e, rênîşaner e, pêşiya mirovan vedike, ji şaşitî û xelatiyan rizgar dike. Ev hîs di jinê de hene, sînorên aqil heta cihekî ye, lê hîs bê sînor e, berfireh e. Hîs dengekî ku ti caran mirovan na terikîne ye lewra girêdana wî bi gerdûnê re, bi xweza û cewherê mirovan re heye. Di vê mijarê de mirov dikare hindek ji mîtolojiyan jî mînak bide. Wekî tê zanîn ji tevgerînên ajalan pir encam tên derxistin. Yek ji vana kund e. Di mîtolojiyê de kund wekî çûka xwedavendan tê dîtin. Tê gotin ku dema li bajarê Urûkê plansaziya êrîşê li ser nirxên gel dihat kirin kund agahî dida xwedavendan. Lê piştî demekî rista kund tê ferq kirin û ji aliyê qralên Urûkê kund tê girtin û baskê wê qut dikin. Lewra ji ber kund nikare bifire û agahiyan bide jinê bi êş dinale. Dema dengê kundê tê bîstin tê zanîn ku agahiyekî nexweş heye, lewra kund bi dengê xwe dixwaze wê xeberê bide xwedavendan ku plansaziya qralan li ser hilweşandina pergala jinê heye. Di roja me de jî ew hafiza berdewam dike, dema dengê kundê tê bistin, pir kes dizane hişyariyekî heye û bi taybet jî jin tedbîrên xwe digirin. Di efsaneyekî din de jî tê gotin, kund hevalbendê jinê ye, ji aliyê jinê ve hatiye kêdî kirin. Lewra nêzî cihên însan lê ne disekine û êş êş dinale, ev nalandina wê ji ber hilweşandina pergala jinê ye. Dîsa çûkekî din wekî hevalbendê jinê tê dîtin jî kijik e. Kijik jî sembolekî xwedayê parastinê Apolo ye. Dibên ji ber kijik hevalbendî bi jinê re kiriye ji aliyê Apolo ve hatiye reş kirin. Lewma kijik jî her wekî ajalakî bê yom hatiye lanet kirin, lê rastî de ev çûk jî nîşaneya agahî dayina jin e. Her wiha ger mirov ji bo van mîtolojiyan şîrove pêş bixe dikare bibêje ku bi têk çûyina pergala jin-dayik ve têkiliya jinê bi xweza re taybet bi çûkên firînde re hatiye qut kirin. Ajalên firînde sembola azadiyê ne, lewra tê ditîn ku çûkên bi jinê re têkildar hemû hatine lanet kirin. Ev jî rûyekî din yê têk çûna jinê ye, piştî pergala jin-dayik xirap dibe, sembol, berhem û her tiştên ku wê pergalê tînin bîra mirovan jî hatine reş kirin, lanet li wan hatiye kirin. Ev mîtolojî jî vana tînin ziman. Di vê mijarê de Rêber Apo dest nîşan dike ku; ”Kesayetên wate û hîs daye afirandin, kesayetên herî bi hêz in”. Her wiha Rêber Apo wekî kesayet bi qasî ku hêza xwe ji zanebûn, aqil digire ewqas jî ji hîsan digire. Hîsên wî xurt in, ji ber wate li her tiştî bar dike. Rêbertî ji ber ku di kesayetiya xwe de kamil e, her wiha xwe dizane û bi civakê re yek e, hîs û pêşbîniyên wî jî xurt in.  Di dayik, kesayetên bi axê re mijûl, civakên ji desthilatdariyê dûr de hisiyat, pêşbînî hên xurtir in.

Ji Dersa Arjîn Dersîm Jineolojiyê Ya Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Bêrîtan hatiya berhev kirin.