Hîn roja wê ya despêkê bû. Hevala arşîvwan banê wê kir da ku agahiyên di derheqê wê de tomar bike. Pirs li pey pirsan rêz bûn. Piştî karê arşîvwan xilas bû, nekarî şaşwaziya xwe veşêre. Ji ber di temenekî herî ciwan de bersivên wiha dida ku mirov heyranê xwe dikir. Mîna Alî  Çîçekan ew jî dibû stêrka ciwanan, bi jîr zanebûyina xwe ve di dorhêla xwe de bal dikişand ser xwe.

Jiyanekî Têr û Tijî

Navê vê keça ciwan Rojda Akgûl e. Ew di temenekî ciwan de tevlî refên şoreşê dibe. Serpêhatiya jiyana wê rûxmî temenê wê têr û tijî dagirtî ye. Ji ber vê ye hîn di gavên destpêkê de bi hêsanî diherike nava pêlên şoreşê. Lewra wê biryara tevlîbûna xwe di nava rastiyên civaka xwe de zelal kiriye. Polîtîkayên li ser civaka wê, polîtîkayên li ser jin û ciwanan çiye derxistiye zanebûne. Bi vê helwesta xwe ve ronakbûnekî di derdora xwe de daye ava kirin. Dema gotiye; ‘’Ezê bibim gerîla’’ vê wiha ji bandorên giştî yên partiyê ve negotiye. Ketiye kûrahiya biryara xwe û bi dil û can, bi heskirinekî pir mezin ber bi lêgerînvanên azadiyê ve xwe gihandiye.

Bayê Zagrosan Jî Mirovan Dike Şervan

Rojda Akgûl keça Geverê ya hêja li çiya ewê navê xwe bike Tekoşîn Rizgar Amanos. Her ku li kêleka têlên bi kelem yên di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de hatine razandin de ji dayik bûbe jî lê ti caran xwe bi herema xwe ve sînordar nake. Her bi mêjîkî mezin, bi dîroknasiyekî bilind ve sînorên herî dûr yên Kurdistanê Amanosan ji lêgerînên jiyana xwe re kiriye armanç. Bi xwesteka dil û mêjiyê xwe hîn berfirehtir bike û xwe ji feqîrtiya dil û mêjî xilas bike ve bi hewildanekî mezin ve ketiye nava lêkolînên dîroka Kurdistanê. Bingehîn zanebûna wê ji axa ku lê ji dayik bûye tê. Gevera ku pişta wê li Zagrosan, dilê wê li giştî Kurdistanê di hafizaya wê civakî de gelek zanebûnan çandiye. Ji bo wê kesên ji Geverê tevlî refên azadiyê dibin, jîr in, zane ne û pêşeng in. Ji ber ew pêşengtiya şer ji bayê Zagrosan ve di hinavên wan de nefes dide û distîne. Ew zanebûna kur di kevir, dar, daristan û şaneyên axê ve digîje mêjiyê wan da ku dema bi tevgera azadiyê ve dibin yek derdikeve zanebûnê û kesên herî bijarte ji vê axa dewlemend derdikevin.

Baweriya Wê Ji Axa Pîr Tê

Tekoşîn Rizgar Amanos jî yek ji wana ye ku dema xwe digîne çiyayan wargeha wê ya destpêkê Zagrosa ku ji destpêka mirovahiyê ve malovanî kiriye. Ew qet xwe biyanî nabîne ji ber ew ji xwe zaroka van çiyayan e. Bi xwe bawer di nava keviyên pîr dimeşe, bi xwe bawer tevlî şerê sengerên li pêş dibe. Bi xwe bawere ji ber ku cihê hatiyê hêlîna wê ya heqîqî te. Tê payîn ku kal û pîrên wê di demekî pir nêz de xwe berdane qontarên Zagrosan. Lewra wekî ku vegeriyabe mala xwe li çiyayan tevlî jiyana gerîla dibe. Pir rehet, pir hêsan fêr dibe jiyana gerîlatî. Ji agir pêxistinekî, heta dar kom kirinekî, ji hilkişandina qilaçan heta şerê wî meşandinê de Tekoşîn ti zorahî nakşîne. Ji bo wî kesên wê nasdikin di despêkê de difikirin ku gerîlayekî pir kevin e. Lê dema li temenê wê dinêrin fêm dikin ku ew zaroka vê axê ye. Ew keça Zagrosan e, ji ber vê ye zanebûna wê, ji ber vê ye bi kok û asîlbûna wê.

Hêviya Dayikan

Zagrosa bi heybet jê re dayiktiya duyemîn dike. Ew dema diçe ber kaniyan, temaşeyê asîmanên Zagrosan dike, her di dilê xwe de dengê wan çiyayên bilind dibîse. Wekî ku pê re bi axifin li çavên wê yên delal dinêrin. Wekî ku bêjin; ‘’Şerekî baş bike da ku dayika xwedavend ku berê textê wê li van lûtkeyan bû ji koletiyê rizgar bike’’. Dilê Tekoşîn her bi van gotinan di tengişe, çiqas bixwaze wate bidê jî lê nizane çima her carê li asîmanên Zagrosan mêze dike van hîsan pê re çêdibin. Bersiva van pirsên xwe di paraznameyên Rêbertî de dibîne. Rêbertî dibê; ‘’Zagros cihê destpêka mirovahiyê ne. Heman demî de cihê xwedavenda ne’’. Wê gavê dilê wê hênik dibe û peyvên ku ji lûtkeyan ber bi gohê wê de dibariyan yek bi yek didahûrîne. Keyfxweşe ku ew jî yek ji wan şervanên jin-dayike ku hatiye hewara Zagrosan. Qêrîna ku di dilê xwe de her carî hîs kiriye vê carê pir bi wate tê jê re. Ew roja despêkê ku dema pirsa ti çima hatî çiyayan jê re hatibû kirin wiha bersiv dabû; ‘’ Dixwazim artêşa jin ava bibe, hêza gelê Kurd xûya bibe’’.

Hûnandina Kêziyên Şoreşa Jina Azad

Di wê bîreweriyê de bû ku ji bo hêza civakekî azad pêwistî bi hêza jinê heye. Lewra di roja destpêkê de bê ku bi saetan bi fikire ev bersiva dîrokî dabû. Her wiha ew bi xwe jî bibû şervanê artêşa jinê da ku hêza gelê Kurd li giştî cihanê xûye bibe. Wê jî bi hevalên xwe re hûnandibû kevirên şoreşa; ‘’JIN, JIYAN, AZADÎ’  ku niha li giştî cîhanê deng vedaye. Bi zanebûn, bi bîreweriyekî herî mezin xwe li jiyana di hîmên wê de jin hene de pêçabû û çiya jî, heval jî wiha bersiva wê dabûn. Wiha xwedî li vê keça Zagrosî derketibûn. Ew dişibiya çiyayên xwe û yên dişibin hev zû bi hevre dibin yek. Lewra carna ew dibû Zagros, carna jî Zagros dibû ew. Da ku heta Avaşîn û Xakûrkê jî şerê xwe berfireh kir.

Xakûrkê Têkoşîna Bêrîtan e, Jê Re Dibe Mîheng

Dema xwe gihand Xakurkê jî heman tiştî digot; ‘’ Zagros çiqas yên xwedavenda be Xakûrkê jî ewqas yê jinan e’’. Bi taybet qada Bêrîtana fermandar jê re bibû cihê xwe naskirinê. Dema li kûrahiyên şikêrên qada Şehît Bêrîtan mêze dikir, ew hîsên ku li Zagrosan hîs dikir dubare xwe berdidan dilê wê. Ji ber êdî fêrî dengê çiyayan, dengê lûtkeyan, dengê dar û daristanan bibû, ne zehmet bû zimanê şikêr û kendalan jî nas bike û fêm bike. Xweza jê re bibû zimanê duyemîn, di dilê xwe de dibîhist dengê ji kûrahiyên Şehîd Bêrîtan dihatin. Bêrîtana fermandar talîmat dida ku; ‘’Divê tu baş şer bikî, tu li hember xayinan, li hember xiyanetê xwedî helwestên herî rewnaq bî, xwe ti caran teslîmê zilamê koledar nekî û çiqas zehmet dibe bila bibe tu pê re şer bikî’’. Wiha didahûrand dengê ji kûrahiyan dihat.

Dema operasyona dagirkeriyê li Xakûrkê destpê kir di gohê wê de van gotinan bi ser dijminê hezaran salan de meşiya. Armancê wê tol rakirin bû. Tola dayikan, tola jinan, tola ciwanên ku ji hiş û mêjiyê xwe dihat qut kirin ewê bi mermiyên ji çeka wê derdikevin ve hatiba rakirin. Wiha jî li Şehîd Şahan di 28 Gulana 2019’an de di pevçûnekî dijwar de gihişt texta xwedavendan. Li kêleka jin û dayikên Zagrosî cihê xwe girt û di lûtkêyên rojê de.