Efrîna rengîn gelek keç û xortên çeleng û leheng di pêçeka xwe de xwedî kiriye. Ew heybeta çiyayên Kûrmênç di rûçikên gelekan de bûye nîşaneya esîlbûnê. Lewra nîştecihên vê xaka zengîn ku perçekî Xilala Zêrîn in ti caran li hemberî qralan, siltanan, şah û padîşahan serî nedanîne. Sekna xwe ya xweser tim û daîm parastina. Di sala 1974’an de dema ‘Kembera Ereba’ ya ji aliyê rêjîma BAAS’ê ve ketiye meriyetê yê li hemberî vê kemberê herî zêde bûye xwedî helwest dîsa Efrîna rengîn e. Ji ber Efrînî bi axê ve girêdayî bû, ji ber Efrînî xwediyê darên zeytûnê bû dizanîbû ku erd çiqas nîrx e. ‘’Ger erd nebe tov xwe nagire, şîn nabe. Erd dayik e. Erd xwedî ye. Erd jiyan e. Erd nayê firotin. Erd nayê berdan’’, ev gotinên pîr û kalên Efrînê ne. Di êrîşên hovane yê Dewleta Tirk de dayikên Efrînê çiqilên darên xwe yên zeytûnê girtin destê xwe û bi yek dengî gotin; ‘’Em naberdin Efrînê, Efrîn ya qiçikê me ye’’. Ew çiqila pîroz ya ku di destê dayikan de di giştî mîtolojiyan de nîşaneya aşîtiyê bû, di nava xwînê de hatibû gevizandin. Hovîtî bê pîvan bû û bi çavkorî pêlî çiqilên zeytûnê dikirin. Keç û xortên Efrînê jî mîna kal û pîrên xwe vê hovitiyê ne pejirandin û ji bo ku nîşan bidin ka bê ew çiqilên zeytûnê çawa tên parastin berê xwe dan sengerên şer.

Avent di meşên girseyî de refên xwe peyda kiribû. Dema di medreseyên rejîmê de dixwend, dengê Apoyiyan li kolanên Efrînê olan dida. Ne gengaz bû ku kes gûhê xwe li hemberî vê dengê bigire. Her ku çiqas Avent di hawirdorekî Kurdî de bi çand û exlakê Kurdîtî mezin bîbû jî lê fikrê Rêbertî ji bo Avent hên bêtir kêşer dihat. Avent ji Kurdîtî dûr mezin nebîbû, lê fikrê ku hawirdora wî diparast wê neketibana xizmeta berjewendiyên Kurdan, di demekî kurt vê rastiyê fêm kir. Di despêkê de Avent jî wekî der û berê xwe digot qey ‘Kurperestî’ fikrekî rast e, lê bi demê re dît ku ‘Kurdperestî’ di bingeha xwe de nîjatperestî ye û fikra herî paşketî ya dij mirovahiyê ye. Wê ti caran ev fikrê ku li hawirdora wî dihat jiyan kirin nepejrandibana, her dem bi gûman nêzî Kurdperestiyê bibana. Nexwe derketina Avent jî ne li ser esasê nîjadperestî berovajî wî li ser esasê birdoziya Rêber Apo bû.

Avent di axafitinekî xwe de ji bo sedemên tevlîbûna xwe wê wisa bigotana; ‘’ Li hewirdorên min şoreşekî çêdibû. Ev şoreşa jinê bû. Çima bala min kişand ji ber hawirdora ez tê de mezin dibûm, li beranberî jinê pir feodal bûn. Her ku ez di malbata xwe de dihatim hes kirin jî lê min dizanî heskirina heyî di nava sînorên erê kirinên min de ne. Ger ez ji bo xwe, wekî jin, wekî dixwazim jiyan bikim, zirûfên wî tine ne. Jinekî herî zêde çawa tê hez kirin. Dema bi ya birê xwe dike, dema bi ya bavê xwe dike lê dema jin bi ya xwe bike wê nakokî despê bikin. Min vê rastiyê fêm kiribû’’. Avent bi van şîroveyên xwe dida diyar kirin ku di birdoziya Rêber Apo de ya ku li ser sê hêmên bingehîn hatiye ava kirin; yê herî zêde bala wê kişandiya, ‘azadiya jinê ye’. Avent li ser xwesteka ku ew jî bibe jinekî azad di sala 2013’an de di nava pêlên şoreşê de ew jî dibe dilopek av yên van pêlan û beşdarî nava refên YPJ’ê dibe.

Wekî jin, bersiva lêgerên xwe di refên azadiyê de dibîne. Bi demê re kurahiyekî mezin di fikrên xwe de ava dike. Demokrasî, ekolojî, azadî, civak, sosyalîzm, jin, di van mijaran de têr û tije dibe xwedî zanebûn. Avent serê xwe bi fikrê azadiyê re diêşîne û dibêje; ‘’Ger ez ketime vê rêyê wê gavê ezê pêwistiyên vê rêyê pêk bînim. Ezê ti caran nebim şopdarekî ji rêzê yê vê rêyê, ezê xwe di birdoziya Rêber Apo de kûr bikim ku bikaribim demdirêjî li vê rêyê bimeşim’’.

Keça Efrînê di demekî kurt de dibe zanaya Rêber Apo û biryara hatina gerîla dide. Êdî dizane, nîjatperestî, zayendperestî kurmên civakê ne. Bi dahûrandina vana re vê carê rastî jî hîs dike ku dema wî hatiye tekoşînekî çiyayî bide. Li çiyayên Kurdistanê ji aliyên gûlî moran ve bi hez kirinekî ji dil tê pêşwazî kirin. Ewe ku hên di sala xwe ya despêkê de dibe mamosteyên gerîlayên ku nû tevlî dibin. Nêzikatiyên wê yên ji dil û dil nizim dihêlin ku di demekî pir kurt de bibe heskiriya ber dilê giştî hevalên xwe yên nû û kevin. Perwerde esasê jiyana Avent in. Ji hevalên kevn fêrî jiyana gerîla dibe, lê fêrbûyinên xwe ti caran ji xwe re nahêle. Ji partiyê digire û dîsa dide partiyê, hevalên xwe perwerde dike, bi dilnizmiyekî pir mezin. Hevalên wê dema behsa wê dikin, di despêkê de tişta ku tê bîra wan; ‘dilnizmiya’ wê ye.

Diçe Qendîla bi nav û deng, di tekoşîna xwe ya birdozî de bê qûsûr e keça çeleng ya dilçiyayî. Di gelek raporên xwe de behsa rewşa rêxistinî û birdozî dike. Xwe li kêlekê nahêle, dikeve dilê rêxistinê. Bi pêşniyar û tekoşîna xwe ve pirsgirêkan pênase dike û bi xwe jî dibe hêza çareseriyê. Dibêje; ‘’Ger pirsgirekî hebe, tenê wî dîtin, şîrove kirin ango ji bo çareseriya wî pêşniyaran pêş xistin ne bes e. Pêwist em wekî qadro xwe bikin endamê çareser kirina pirsgirêkan. Qadro ne binêra pirsgirêkan e, wateya qadro destê xwe xistina bin kevir e. Pêwiste qadro wekî hêza çareseriyê li xwe mêze bike’’.  Avent bi van helwestan îddîaya xwe ya pêşengtî datîne holê û bala saziyên stratejîk yê rêxistinê jî dikşîne. Ji bo wî di xebatên hêzên taybet dibe xwedî rolekî diyarker.

Li Girê Amediyê dema êrîşên hovane yê dewleta dagirker ya Tirk ku bi hevkariya PDK’ê ve tên meşandin, Avent vê rewşê qebûl nake. Wekî sengerên pêşin sînga xwe dide ber xiyanetkarî û dagirkeriya li ser axa Kurdistanê. Ew berê jî gelek caran gotibû ku; ‘’Xiyaneta PDK’ê ku li ser axa Kurdistanê pêk tîne nayê pejirandin. Bi taybetî jî hedef girtina pêşengên rêxistinê herî zêde bi hevkariya PDK’ê ve pêk tê. Berdêlên wî çi dibin bila bibin ev xiyanet bê têk birin’’.

Avent, wekî jinekî azad, mîna Berîtan û Zîlanan xwedî li  soza xwe derdikeve û mermiya pêşîn bi dagirkerî û xiyanetkarî ve diteqîne. Avent ya herî bexteware ku li gorî bawer dike, di axife, li gorî di axife jî dibe xwedî çalakî. Wê bi çalakiya xwe ya dawîn jî da nîşandan ku wekî qiçikekî ji Efrînê xwedî li soza xwe derketiye û bi rihê xwe re bûye perçekî azadiya pêşeroja welatê xwe.

Hevalên Wê Yên Tekoşînê