Di sir û seqema meha Sibatê de wê cîhan qêrîna keçek ciwan bihîstî ba. Wê dîrok ev qêrîn şopandiba û şahîdiya wê kiriba. Qêrîna wê ji bo azadiya welate. Dîrok dizanî ev qêrîn wê bibe mizgîniya welatê rojê. Keça ciwan di rojek sibatê  de li bajarê qedîm a Helebê çavê xwe li dinyayê vedike û navê wê dibe Fatma. Fatma eslê xwe ji bajarê berxwedanê ya Kobanê ye. Kesayeta wê jî wekî bajarê wê berxwedanvan e. Fatma keçeke serhildêr e, ji ber vê ti carî serî natewîne. Hîn di temenê biçûk de şahîdiya bindestîya welatê xwe dike, ji ber vê hertim di nava lêgerînan de ye û dilê wê  ji bo azadiyê lêdide. Fatma demê şerê Kobanê de koçberî metrepolên Tirkan dibe, lê belê çavê wê hertim li pişt wê dimîne. Ruh û mejiyê xwe li bajarê xwe dihêle û dibêje teqez ezê vegerim. Li metropolan de roj bi roj lêgerînên wê yê azadiyê zêdetir dibe, dilê wê hîn leztir lêdide. Jiyana metropalan jêre dûrî çanda wê, dûrî jiyana wê tê, ji ber van fikirandinan dikeve nava nakokiyan û ji bo ku van nakokiyên xwe re bersiv bibine dikeve nava lêgerînan. Êw lêgerîn wê rêyek nû nişanê wê daba. Fatma êdî gîhîşti bû wê heqîqete kû bersivên pirsên xwe di nava PKK de bibîne. Ji bo wê êdî rûpelek nû vedibû. Fatma êdî ji bo gavek nû xwe amade dikir, wê êdî bigihîşta xeyalên xwe. Bi vê kelecanê dilê wê hîn leztir lêdida, bi xeyalê bigihîje vê rastîyê jiyan dikir. Ew keça ciwan ya ku dîlê wê ji bo xeyalên azadiyê lêdida di sala 2015 an de biryara tevlîbûnê ango biryara gihîştina heqîqetê dide û berê xwe dide warê xwedavendan çiyayên azad.

Jina ciwan êdî ketibû nava vê heqîqetê û gihîşti bû xeyalên xwe yên zarokatî. Porên xwe yên xelek ber bi bayên çiyayan ve hişti bû. Wê êdî ji bo azadiya welatê xwe jiyan kiriba û şer kiriba. Ev keça ciwan rêwîtiya xwe ya nû de êdî bi navê Mizgîn wê jiyan kiriba û şer kiriba. Wekî Ş.Mizgîn wê bi denge xwe lat û zinar hêjandiba, wê bi denge xwe mizgînîya azadiyê bi qêriyaba. Mizgîn meşa xweya nû li Garê destpê dike, perwerdeya xweya şervanê nû li wê derê dibine. Çiyayên Garê de gav bi gav rêwîtî dike, di her şiverê de pey şopên rehevalê xwe de diçe û di wan şiverêyan de şopên tû carî neye jibîrkirin dihêle. Di wan rêwîtiya de wê Mizgîn êdî bûbûya keçekî çiyayî, ji ber hertim bi vê xeyalê mezin bibû. Êdî xwe wek parçeyek çiya dibînê û vê jiyanê re dibe yek. Êdî ew keça ciwan fêrî çiyayan bû, çiya ji fêrî wê dibû. Fêrî jiyana Rêber Apo dibû. Di nava vê jiyanê de xwe ji nûve ava dikir. Di dil û mejî de xwe bi jiyana Rêber Apo re dixist yek. Ji bo bibe parçeyek xeta jina azad, her kêliyê jiyana xwe de tekoşînek bê hempa dide. Mizgîna çiya jiyana xwe ya nû de ji bo serkeftinên hîn mezintir, ji bo tekoşînêk hîn xortir bimeşîne dikeve nava lêgerînên nû. Ji bo rêwîtiya xwe de hîn behtir çalak tevlî bibe, bi pêşniyarê xwe diçe perwerdeya pisportiyê. Bi armanca ku xwe ji erkên demê re hîn xurttir amade bike û bi rengê jinê tevlî bibe bi îdda û bawerîyek mezîn xwe dide perwerdê. Bi serkeftî perwerda xwe bi dawî dike û êdî xwe ji bo pratîkên herî zor û zehmet re amade dibîne. Ji ber vê jî keça por xelek pêşniyarê qada Avaşîn ê dike. Keça çiyayî ewqas bi çiyayan re bûye yek, dixwaze her lûtke, zinar û avên Kûrdistanê bibine û bibe şahîdê wan xweşikbûnan. Mizgîn di bahara sala 2020 an de diçe Avaşîn ê.

Çawa kû Avaşîn şahîdiyê bi hezaran qehremana kirîbû, wê êdî şahîdiya vê keça ciwan jî kiriba. Avaşîn wê ji mizgînê, Mizgîn jî wê Avaşîn hezkiri ba. Li gel hemû zor û zehmetîyan zû fêrî jiyanê bû. Xwe kiribû parçeyek ji xweşikbûna Avaşîn ê. Edî lûtke û zinarên Avaşînê wê dengek nû bihîstî ba. Edî porên keça ciwan wê ber bayên Zagrosan de bihata hûnandin. Mizgîna ku serî natewîne gihîşti bû xeyalên zarokatî. Êdî tenê xeyalek wê hebû ew jî Rêber Apo dîtin û pêre jiyan kirin bû. Têkoşîna wê ji bo mizgîniya azadiya Rêber Apo ye. Ew keça bedew û por xelek bi jiyanê re dibe yek, jiyan pêre diherike û digihîje asîmanên bê dawî. Bedewiya wê asîmanan de dibe sterka herî xweşik. Kenên wê di dile her hevalek wê de dibe xweşîkbûna azadiyê û bêdawî dibe. Şert û mercên herî zehmet de dibe rêhevalek zor û zehmetiyan. Mizgin li gorî pêwîstiyan Zagrosan de her kar û xebatan de cîh digire. Bi sekin, fedakarî û rêhevaltiya xwere dibe yek ji pêşeng û şervanê xeta jina azad. Heremên wek Stûnê, Mamreşo û Werxelê de pratîk dimeşîne. Di her qadê de jî, bi keda xwe manewiyate heyî hîn bêhtir xort dike.

Pêşenga Pêngava Bazên Zagrosê

Sala 2021 an dema ku neyarê xwînxwar li ser qadê operasyonên dagirkeriyê dide destpêkirin, Mizgîn dizane ev şer şerê hebûn û nebûnê ye. Bi vê rastiyê xwe amade dike û roja yêkemîn de soza hilanîna tola şehîdan, soza serkeftinê dide. Avaşîn çawa ku Mizgîn fêrî jiyanê kirîbû, êdî dem hatibû ku wê fêrî şer ji bike. Mizgîna çiyayî, lûtkeyên herî bilind de wekî bazekê ber bi asîmanên bê dawî de bi bask dibe û difire. Dibe baskê pêngava Bazên Zagrosê. Di şerê hebûn û nebûnê de hêrs û kîna wê hîn zêdetir dibe. Ev şer şerek wûha bû ku li hember vîna Apoyî, sekna Apoyî dewleta Tirk bê çare mabû. Ji ber vê jî serî rê û rêbazê dermirovî, bêehlaqî dabû. Mizgîn ji roj bi roj şahîdiya sûcên şer dikir. Li ber çavên wê ser hevalên wê gazên kîmyewî dihat bikaranîn, êrîşên howane dihat meşandin. Mizgîn bi van kiryaran hîn bêhtir hêrs dibe, kîna wê hîn zêde dibe. Li hember sekna rêhevalê xwe jî girêdanbûna wê ya tekoşine xortir dibe.   Ev şer çawa ku ji bo her mîlîtanak şerê îradê bû, ji bo keça bedew jî şerê hilandina tola salan bû. Mizgîn ji bo bikare hevalên xwe yên li sengeran de berxwedidin, şer dikin re bibe bersiv tîmên bi tevger de cîhê xwe digire. Ji bo barê hevalên xwe sivik bike wekî mîlîtanek Apoyî bi her awayî xwe tevlî pêngavê dike. Wek jinek bar digire ser mile xwe û pêşengtiya şer dike.

Di rojekî payîzê de lat, zinar û Avaşîna ku şahîdiya bêmiriniya bi sedan qehremanan kiribû ji nav de wê dîrok cardin şahîdiyek bi êş kiriba. Avaşîna kesk û şîn, dîsa wê bi xwîna neh fedaiyan ve wê sor biherikî ba. Wê Mizgîna bedew bi hevrêyên xwe re bi gihîştiba heqîqetê. Tenê ne Avaşîn wê hemû  mirovahî edî şahîdiya keça por xelek û xweşik kiriba. Ji ber dîrok di destpêkê de qêrîna keça bedew bihîsti bû. Dîrok dizanî wê ev qêrîn, bibe mizgînîya azadîya welatê rojê. Êdî  dengê Mizgîn li her derê dihat bihîstin, bi qêrîna keça ciwan re dengê azadiyê digihîşt erş û ezmanan. Çiya hembêza xwe ji keça serhildêr re vekirî bû û wê dixist kûrahîya dile xwe de. Edî Mizgîn gihîştî bû heqîqetê, gihîştî bû tavê û di nava bêdawî bûnê de dibû stêrkêk herî geş û biriqî. Mizgîna welatê rojê, pişt xwe de mîrateyek bi tije  fedakarî, qehremantî û hevaltîyê hatiye hûnandin dihêle û dibe ronahîya reya hevalên xwe, dibe remza jina Kurd a serhildêr.