Rêber Apo

 Tevgera jinê ya ji bo azadî, wekhevî û demokratîkbûnê, xwe spartiye zanista jinê.

Ger femînîzmê jî wergire nava xwe, eşkere ye ku wê di çareseriya pirsgirêkên civakî de rola sereke bileyze. Bêyî ku mirov qîma xwe bi rexneyên tevgerên jinan ên di paşeroja nêzîk de bîne, pêwîst e mirov giraniya xwe bide ser şaristanî û modernîteyê, ku jinê windabûyî kirine. Ger mijar, pirsgirêk û tevgerên jinan di zanistên civakî de hema hema di radeya nîne de ne, berpirsyarên bingehîn ên vê yekê hişmendiya serwer û pêkhateyên çanda daringî (madî) yên şaristanî û modernîteyê ne. Bi nêzikatiyên teng ên huqûqî û wekheviya siyasî, belkî karibe tevkarî ji lîberalîzmê re were pêşkêşkirin; lê em çareseriya pirsgirêkê li milekî bihêlin, tew tehlîlkirina wê jî, weke diyarde, nikare were bi serxistin. Wê bibe xwe xapandinek ku mirov îdea bike ew tevgerên femînîst ên heyî, ji lîberalîzmê qut in û bûne hêzên dijberî pergalê. Eger yek ji pirsgirêkên sereke yên femînîzmê, weke ku tê gotin, radîkalîzm e, wê demê pêwîst e pêwendiya xwe ji xûy, şêwazên hest û raman, ên bi kok ên lîberal, û ji jiyanên wan bibirre; her wisa şaristanî û modernîteyê, ku dijminên jinê ne, tehlîl bike û li ser vê bingehê giraniya xwe bide ser rayên watedar ên çareseriyê.

Divê modernîteya demokratîk xwezaya jinê û tevgera wê ya azadiyê, weke yek ji hêzên xwe yên bingehîn bibîne; her wisa wê yek ji erkên xwe yên sereke bihesibîne ku hem were pêşxistin û hem pê re peyman were çêkirin û bi vî rengî wê di xebatên xwe yên ji nû ve avabûnê de binirxîne.

Çareseriya modernîteya demokratîk di pirsgirêka jinê û şoreşê de bi îdeal û bi çalakî ye. Neteweyên modernîteya demokratîk ger jin nebe bi proje nabin û ne projeyên pêkanînê ne. Berevajî, şoreşên welê ne ku di her gava xwe de bi parvekirina zanyartî û çalaktiya bi jinê re pêk tên. Tevî ku ji bo avakirina civaka ekonomîk hewcedarî bi pêşengiya jinê heye, ji nû ve avakirina wê jî hewcedariya xwe bi hêza jinê ya kominî heye. Ekonomî pîşeyê civakî yê jinê bi xwe ye, çalakiya wê ye. Ekolojî zanistek e ku bi tenê bi hestyariya jinê dikare bigihîje civakê. Jin weke nasname, hawîrdorparêz e. Civaka demokratîk civakeke welê ye ku hewcedariya xwe bi îrade û zêhnê azad ê jinê heye. Eşkere ye ku modernîteya demokratîk serdema şoreşa jinê û şaristaniya wê ye.

Pêwendiya ku ez bi jinê re datînim pêwendiyeke cuda ye. Rewşa ku jina hatiye xistin qebûl nakim. Çembera koletiyê neyê şikandin bûyera eşq û hezkirinê pêk nayê. Ji Qendîlê re jî min ev pêşniyar kiribû. Divê sosyolojiya eşqê bê zanîn. Li çiyayên êzîdî ew qirkirin neyê rawestandin maneya wê eşqê jî tine. Di şert û mercên burjûvaziyê de ti taybetmendiya eşqê nîne. Ez eşqê, hezkirinê, malbatê înkar nakim. Girêdana ji bo van girêdaneke bi esîl e, lê heke jiyaneke azad nebe ti maneya wan nîne. 30 sal in destgirên min ên herî girîng hevalên jin in. Diyaloga min a bi jinê re peymana min girîng e. Hûn ê peymana civakî ya jinê pêşve bibin. Divê peymanek ku em ji kuştinan jinan bigirin heta sineta jinan, tecawiz û weke wê li beramberî tevahiyan têdikoşe be. Di nameya ji min re hate nivîsandin de ji bo balkişandina min a nebesiya hezkirinê bi diljêmayînekê mînaka gula berbero dane. Lê li gorî min ev pir ne watedar e. Nebata ku berê xwe dide rojê cuda ye. Em civak in, rewşa me cuda ye. Bêrîkirinên civakî girîng in.

Ez dizanim ku jin ji min hêzeke mezin werdigire û ez jî xwe weke rêhevalekî wê yê çareseriyê dibînim. Çanda serwer a zilam ku 5 hezar sal in, çandeke tecawizkar e. Ez weke hêmanekî eşqa platonîk jî amade me ku pêwendiyê daynim. Jina 9 hezar salan hilweşiyaye. Li ber şaredariya Amedê hilweşiyaye. Em hewl didin vê weke jina azad rakin ser piyan. Mînaka zilamê Amedê heye. Tam cinawirek e. Cewher û kulîlka tevahiya xebatên me yên muzakereyê xebata jinê ye. Meseleyeke çandî sosyolojîk e. Axaftina min a bi dewletê re jî projeya civaka demokratîk hevgihandina bi dewleta demokratîk re ye. Min mînaka gula berbero nirxandibû. Ev, min tetmîn nake. Pêwendiyeke çawa ji min tê xwestin. Ew girîng e. divê veguhere tarzê jiyana civakî. Ez qasî ku hûn nafikirin ji we hez dikim. Lê hûn jî wêrek bin, pêşve biçin, hewcedariya we bi pêşveçûyînê heye.

Azadî ji nan û avê hêj bi nirxtir e. Ez bawer dikim ku li Rojhilata Navîn azadbûyîna jinê li ser bingehê zeka, parastin, xweşikahiyê bi biharê re weke tavekê hûn ê biafirînin. Jina bi îrade, bi wêrek, ya xweşik dunyayê feth dike.

Girêdayîna jinê ya ji bo min bi nirx e, lê ev ji bo min kul û derdekî mezin e, giran e. Du pêwendiyên jin-mêr ên serkeftî hebe her tişt dikare biguheriya. Bila ev şaş neyê fêhmkirin. Li vê derê ji bo bihurandina hevrezan, balûpaliya deryayan, ronîkirina tarîtiyan divê eşq hebe. Emperyalîzma çandî jî vê dike. Aha di wan fîlman de, di sînemayê de hertim eynî tişt heye. Ez dibêjim sînemaya sîxur. Rewşeke ku ferd dike dijminatiya komînaltiyê, civaktiyê heye. Li ser bingehê ku min gotiye bi nêzîkatiya etîk û estetîkê jin dikarin hûrûkûr bibin. Bêyî ku moralê xwe xira bikin xwendinên xwe, hevparkirinên xwe, li akademiyan xwe pêşve bibin girîng e. Jin bila ne min biçûk bibînin ne jî derxin asta xwedatiyê. Hezeke min a ciddî heye, wê weke piştgiriyê dikarin hîs bikin.

Min jin weke kategoriyeke cuda ya gel nirxandin. Herçiqasî şert di cih de nebûn jî min timî hewl da ji wan re cihekî bibînim. Min fikar nekir ku malên lê diman bidim berpirsiyariya wan. Hinek kesên rezîl, ji ber ku nasnameya jinê rast ji hev dernexistibûn û qebûl nekiribûn, ev nêzîkatî û xebat şaş dinirxandin. Dema jin an jî keç dihat gotin, timî têkiliyên cinsî yên çor û erzan dihatin bîra wan. Lê bi herhalî di xebatên jinan de ez bêhtir li girîngiya rastî, heqîqeta dîrokî û civakî hayil dibûm. Ew ji bo min cewherê sosyolojiyê bûn. Li qada xwe, herçiqasî tengbû jî min nîzama hîyarerşîk a li ser wan xira dikir û tiştên mirov ji vê hîn dibû mirov nikarîbû ji hezaran pirtûkî hîn bibûya. Platforma têkiliyan a min bi wan re danîbû statuya mêrê serwer a di çarçoveya pîrek û zilam de hatibû danîn parçeparçe dikir. Ya rastî, ez bêhtir jî bi parçeparçebûna vê statuyê bextewar dibûm. Her diçû derdiket holê ku ew objeyeke cinsî nînin, mirovên hêja ne, û bi vê yekê em serbilind dibin. Vê nêzîkatiyê rê vedikir li hezkirinê bi xwe. Ew cîhana hezkirin û rêzgirtinê ya ku ji nava rastiya dîrokî û civakî tê, yek a din nas dike, ji sedî sed kes zorê li kesî nake, xwedî hêzeke bêhevta ye. Herçiqasî ji nava wan kesên ji pîreka ketî nikaribin bibihurin derketin jî û hewl dan bi gotegotên xwe xira bikin jî gelek jinên hêja û gelek bi kalîte derketin. Piraniya wan jî şehîd bûn. Ez ê ji wan re nebêjim qehremanên bênav, ew qehremanên rastî bûn.. Jiyaneke bi jinê re bi tenê di vê astê de jiyaneke hêja ye.

Bi kurtî ez gihiştim vê encamê: Rastî, bedewî û qenciya xwedayî ya li cem jinê bibîne û pêre bijî!  Pir hindik be jî me ji vê jiyanê para xwe girt, me parve kir û em jiyan. Ez dema dibêjim, em jiyan, min xwest ez diyar bikim ku felsefeya jiyana azad bi tenê li ser bingehê parvekirinê dikare manedar bibe û mirov dikare wê terîf bike.