Wekî her gelekî em jî dixwazin xwedî li çanda xwe derkevin û xwedî li zimanê xwe derkevin. Em wek gelê Kurd ên ku bi sala ne hatine fetisandin û dîroka wê hatiye înkar kirin wê ev roj ji bo me vejîneke û nîşana serkeftinê ye. Newroz roja vejînê, newroz roja Mazlûma ye. Bi dehan can xwe kirin agir, ev agir bû nîşaneya serkeftinê. Bi rihê şehîdan emê vê rojê pîroz bikin. Newroz ji bo me îradeye, serkeftine, berxwedane wê dijminê me tû carî vê rojê nikare li me tarî bike. Em wek gelê Arî, em wek gelê Mezopotamya yê û em wek gerîlayên serê çiya bi yek dengî rabûne ser xwe bi rihê serkeftinê mezintirîn bûye û geştir bûye. Ev roj agirê dilê me geştir bûye wê kes nikaribe vê agirê bitefîne. Roja Newrozê bi rihê Delal, Diyana, Gulan, Hebûn û Hêviyan emê pîroz bikin. Ev roj wê bibe rihekî nû ya tolhildana xwe xwedî derkevin. Berdewam kirina şopa we wê bibe xeyalê me ez vê rojê li Serokatî û hemû şehîdên Kurdistanê pîroz dikim. Bi berxwedana xwe bi tolhildana xwe bi coş û kelecan bi moral û serkeftinan me jiyan kir û hîn jî sal biherike. Kilîtbûna hedefê sal bi sal nûbûn bi xwe re tîne. Newroz nûbûne, newroz serkeftine. Ji bo me cejna Vejînê ye. Ey şehîdên bi rûmet, ey şehîdên tekoşer roja vejînê û roja berxwedanê li we pîroz be. Agirê Newrozê agirê azadiyê ye em ê tu carî nehêlin ku kesên dagirker vê agirê bitefînin. Ev agir wê herdem di dilê me de geş be, her sal emê agirê Newrozê hîn geştir bikin. Agirê Newrozê bi Kawayê hesinkaran, derbasî Mazlûman bu. Bi Mazluman li zindana Amedê vegeriya berxwedanekî mezin. Agirê Mazluman a ku sala 21’ê Adarê 1982’an de vegeriya bu agirê berxwedanê, bi Zekiye, Rehşan, Ronahî û Berivan’an bi Sema û Fikriyan heta Zûlkûfan bû agirekî sotîner li hemberî dehaqên serdemê. Bû agirê berxwedanê û mîna kevneşopiyêk heta roja me ya îroyan xwe nûjen kir.

Hatina bûharê ji bo xwezayê vejînêk nû ye. Ji bo gelê Kurd û ji bo me gerîlayan jî hatina newrozê vejîne. Ev vejîn jî ji bo derketina biharêk tê watêya nûbûn, tê watêya çalakî, tê wateya serkeftinên mayînde. Ev jî me de coş û kelecanên mezin ava dike. Her gerîlayek her sal bi kelecanek pir mezin benda hatina Newrozê benda hatina bihara salê ye. Bi biharê re gûl û gûlistan, nebat û giya jî xwe nû dikin, bi hevre şîn dibin û şîara vejînê bi hevre davêjin. Soza wan heye, soza wan a gihaştina heqîqetê. Gerîla helîna xwe di dilê qûntaran de ava dike. Gerîla çiyayên bilind û asê de mîna helîna baz û heloyan çêdike warê xwe. Wekî ku ti dest û ti hêz nikaribe bigihîje. Ew zarokên çiyayî, ew bersinga qûntara çiyayî ne. Ji ber ew zarokên agir û rojê ne.

Em bi keda ev delalên li bersinga dayika çiya mezin bûne gihaştin heta roja me ya îroyan. Ew delalên li ber singa qûntaran jiyan, hewreyên Mazluman bû, em şopdarê Zekiye, Ronahî û Berîvanan bûn. Ev rêzanên me yê herî zana bûn. Ew Delîla, Devrîm, Roza, Asmîn, Rûken bûn. Ev jinên bi heybet bi hevre agirê Newrozê geş kirin. Emê jî bi rastiya berxwedanê ve agirê heqîqetê hîn geştir bikin û agirê sotîner a Mazlûman re bişewitînin Dehaqan…

 

Gerîla Hebûn Hevî