Ji Gelê Me û Raya Giştî re!

Cejna gelê Kurd û yê hemû gelê Rojhilata navîn, Newroza ku weke zayînê tê binav kirin, tê zanîn ku hemû gelan ji cendereya sîtemê xilas kiriye û gihandiya azadiya wan. Em cejna newrozê hemû gelê Kurdistan û gelê Rojhilata navîn pîroz dikin. Em bi baweriya xwe ya bi jiyana azad hemû mirovên ku li hember zulmê di rabin silav dikin.

Em ceşna Newrozê li afîrenerê berxwedan û vejînê, yê ku bûye vegotina hebûna gelê Kurd û azadiya wê, cejna Newroza Rêber APO pîroz dikin. Em di wê bawriyê de ne ku emê bi tekoşîna xwe re di Newrozekê din li ser surê Amedê hevdîtin bidin çêkirin.

Em di kesayeta rêheval Mazlum Doxan de ya ku ruhê azadiya Newrozan her tim zindî girtiye û bedenên xwe vegerandine nîşaneya berxwedanî yê, rêhevalên xwe yê şehîdên Newrozê bi minet bibîrtînin. Em bi îdeayekê pir mezin soza tekoşîna layîqê bêrîkirinê wan didin.

21’ê Adarê roja Kawa yê hêsinkar kelha zilma Dehakê ji holê rakirî û azadiya gelên Rojhilata navîn pêk aniye. Ev roj hê jî di Kurdistanê de û di Rojhilata navîn de weke cejnek tê pîroz kirin. Hezar sale gelan vê ji bîrnekirine û ev roja ku gel her tim weke cejnek pîroz dikin, weke hefizeya azadiya mirovan li dîrokê hatiye kolandin.

Weke ku dîrokê de di roja me ya îrode jî pergala deshilatdariyê bi polîtîkayên paşverû, mêtingerî, zordestî ya ku li ser Rojhilata navîn dide pêş xistin li hember van polîtîkayan bi berxwedaniya Newroza Kurdistanê de û yê gelê Rojhilata navîn de bûye meşaleya berxwedaniyê berdewam dike. Ev berxwedanî di roja me ya îro de di xeta Serokatiyê de û di pêşengtiya tevgera me de hên zêde bi zanist, bi rêxistin kiri û bî vîn tê jiyan kirin. Di serî de gelê Kurd, gelên Rojhilata navîn û tevahî mirovahî di hûndirê ev tekoşîna çetîn de di be şahîdê pergalekê nû û zayîna pergala şaristaniya demokratîk. Li hember polîtîkayên navendiya netew dewlet yên ku dixwazin rûyê Rojhilata navîn yê renk bi renk bi guherînin, nasnameya wan înkar bikin, wan dinava sermahiya yek tîp, yek netew de girtî bigrin alternatîfa netew demokratîk di zê. Pergala gelê Kurd ya xweseriya demokratîk a ku bi şoreşa Rojava re pêk hatiye, ji bo perçeyên din jî û tevahiya cîhanê re bûye mînak. Li hember pergala Kapîtalîzmê û hişmendiya wê ya ku gelan bê alternatîf hêlane, pergala civakê yê nûbinû derketiye û bi goşt û hestî nuximiye.

Gelê Kurd pergala xwe ji hemû hêzan bi serbixwe digre dest û li ser esasê perjewendiyê gel di de diyar kirin. Bê ku ji hen kesan hêvî bikin, guh nedin gotinên deshilatdariya, parastina nirxên ku me bi bedel avakirine, bi rêxistin kirin û her cihê ku Kurd lê jiyan dikin veguherandina pergalê erkê me yê sere keye.

Gelê me yê ku li berxwedidin bi tekoşîna xwe re di pêşengtiya jinan û ciwanan de ji bo azadiyê bi fedekartî û bi cesaret, hemû gelên Rojhilata navîn dikşîne dinava jiyanekê azad û demokratîkde. Cardin li ser vê erdnîgarî yê de bûye nûnerê gelê ku ji bo azadiya xwe berxwedide û bûye rastiya gelê ku hebûna xwe di afirîne. Her salên tekoşînê ji salên din yê pêşî bi hêztir, bi ruhê azadiyê, dinava hemlande jiyana xwe ya demokratîk bi avakirinê re pêşwazî dike. Li hember modernîteya kapîtalîst, pergala yekdestî û her cûrên êrîş û zordestiya netew dewlet bêku serî bi tewîne, tekoşîna xwe ya rûmetê berdewam kiriye û îdeayê xwe yê jiyana azad bi hêztir kiriye. Ev rastiya civaka azad ya sekna gelê Kurd yê dîrokî û yê ku bi tekoşînê re hên zêde kûrbuyî ye.

Bi pêşwazî kirina Newrozekê nû re em wê baweriyê dene ku wê meha Adarê di jiyana gelê Kurt yê azad û demokratîk de sehne ji pêşketinên siyasî re veke. Ji herdemê zêdetir bi nasnameya xwe ya cewherî re jiyan kirin, bi xwe xwe rêve birinê esas girtin, pergala xwe li ser esasê demokratîk bûyînê avakirin, pêwîste tekoşîna jiyanekê li ser esasê wekhevî û yêkitiya gelan ava kirinê hên zêde bi hêztir were dayîn. Pêwîste Newroza 2014 de ya ku di erefata hilbijartinê de wê pêk were, bi be Newroza gelê Kurd ya ku azadiya xwe û terciha xwe ya siyasal daynê holê. Pêvajoya ku Rêberê me Newroza 2013 de de dayî despê kirin, ji bo gelê ku aşitî dixwazin û yê demokrat bû bû hêvî. Lê bele, bangawaziya wê ya ku despêke kê nû vegotin dike hêja bersivê xwe ne dîtiye. Dema mirov nêzîkatiyên Rêberê xwe yê stratejîk ya ku ji bo aşitiyê û azadiyê di de berçavê xwe, li hember vê bi polîtîkayên xwe yê rojanere, pêvajo ber bi xetimandinê re dikşîne û zemînê pevçûnên nû vedike, divê bersivê pêwîst ji hukûmeta AKP re were dayîn. Bila ruhê Newrozê yê serhildan û azadiyê xwe hilbijartinên 30 Adarê de bide diyar kirin, bila dawî ji seltenet û hûkmê zalimare were dayîn.

Li ser vê bingehê dilgirtina Rêberê me ya ku salane berdewam dikin dawî lê bînin, ji bo ku li hember polîtîkayên zordestî û nîjadkujî yê bisekinin, ji bo ku em li ser esasê netewa demokratîk tekoşîna xwe bigihînin lûtkeya em hemû gelê xwe dawetê meydanê Newrozê dikin ku bila daxwazên xwe yê “SEROKÊ AZAD Û KURDİSTANA AZAD” qîr bikin. Weke gerîlayên YJA Star ji bo ku daxwazên gelê xwe yê ji bo azadiyê pêk bînin, ji her dema zêdetir em bi biryarin ku berpirsiyartiyên dikevin ser milên me em pêk bînin.

Em carekê din Newroza jinan yê ku pêşengên ji nûda avakirina civakê ne, gelê me yê ku ji azadiyê re tê bûne û mirovên pêşveçû pîroz dikin. Wê carekê din kelhên zûlmê bi destê Kurdan di tarîtiyên Rojhilata navînde bê gorkirin. Em di bêjin wê azadî bibe yê gelan û yê mirovên berxwedidin.

–                 Bijî berxwederê mîmarê rastiya Kurd Rêber APO

–                 Bijî cejna azadiya gelan Newroz

–                 Bimre her cûrên paşverûtî,mêtingerî û serwertiya zilam

20 Adar 2014

Fermandariya Biryargeha Navendî A YJA Star