BEŞA – 3

‘’FÊM KIRIN, DEM HATIYE!’’

Ew kesên wiha ne ku ne hêsane em bikaribin bi çend gotinan behsa wan bikin. Ji jiyanê hes dikirin, li pey jiyanê diçûn. Her wiha ji bo jiyanê bi wêrekî şer dikirin. Azadî, evîn, evîndarî, sadakat û girêdana bi heqîqetê re xisletê kesayetiya wan bû.

Hêstên me dema gur dibin, hewildana pênase kirina wan jî pê re despê dike. Em dibên; gelo ev çiye di dilê min de dilibite? Jiyan pir caran wekî sûprîzekî tê jiyîn. Lê ji bo me şoreşgera ji sûprîzan re tê tine. Em di jiyana heqîqî de ne. Em dizanin do çibû, wî îroj çi bibe û di siberojê de çi heye. Ji ber em doh tînin îroj, siberojê di îroj de dijîn. Ji me re sûprîz tine ye. Ji me re jiyan heye, ji me re di kêliyê de jiyan heye. Lê dîsa jî hindek dem hene hêstên me wekî agir gur dibin, dilê me wekî awirên bazekî tûnd lê dide. Gelo dilê şoreşgeran çima wiha lê dide? Çima em jî ne wekî herkesî ne. Carna em di jiyanê de vê pirsê ji xwe dikin. Di dawiya dawîn de em li jiyanê dinêrin û digîjin bersivê. Hindek kes hene bi temenê ômrekî dijîn, lê ji jiyanê tiştekî fêm nakin. Ji ber ew di doh de mirî, di îroj de mirî, ewê sibê jî mirî bin. Her wiha dibên; ‘’Min ji xwe jî, ji jiyanê jî tiştekî fêm nekir’’. Ma gelo ev ne heqarete li mafê jiyanê, yên hûrmeta wan ji jiyanê re hebin gelo ma karin wiha bijîn, wiha bibêjin? Jiyan pîroziya herî mezin e. Nabe ku bê wate, nabe ku bê ku tiştek jê bê fêm kirin bê jiyîn. Ev xiyanet e li jiyanê, ev tinekirina wateyê ye. Lê şoreşger ne wiha ne. Wiha najîn. Waye li şerê me mêze bikin. Waye yên heqîqîtê dijîn li ber çavan e. Ew digên wateya lêdana wê dilê, ji her hêstekî re pênaseyekî wan heye. Dizanin çi dijîn, dizanin ji bo çi dijîn. Wan rastiyan fêm kiriye. Ezê pirsekî sotîner bikim. Kesên evînê naskiribin, pênase jê re danîbin, gelo ma dikarin dev ji evîndariyê berdin? Kesên êşa hesretê kişandibin, gelo ma dikarin yek kêlîkî jî ji evîna xwe veqetin? Kesên wate dabin jiyanê, naskiribin, hîs kiribin, êş kişandibin, hesret mabin, ka bêjin, ma dikarin dev ji kêferata jiyanê berdin? Wan berneda… Navê wan fedaiyên jiyanê bû…Wan berneda…

Ev çîroka me bû, çîroka fedaiyan bû, çîroka evîndaran bû. Vaye li Girê Zendûra, li Girê Hekarî,  li qada şehîd Delîl Zagros, li Girê Cudî, li Girê FM, li Girê Bihar, li ber çavê giştî cîhanê tê jiyîn. Ne efsane bû jiyana me, rastî bû, heqîqet bû. Heta guleya dawîn şer kirin, bi şer xwe gihandina wateya jiyanê, her roj zindî hat jiyîn, di her kêlîkî de hên jî tê jiyîn . Her wiha ji bo wî ye nefesa me ya dawîn, dibe nefesa ku ber bi derya wateya ve çûndinê. Ev nefesa herî kur e, nefesa wateyê ye.

Ezê ji we re îro behsa Seren, Laşer û Hêzil bikim. Ew kesên ku di oxira jiyana bi wate de mil dan hev û meşiyan; Di armancê de bûn yek, di jiyanê de bûn yek, di evînê de bûn yek, di şer de bûn yek, di nefesa wateyê de bûn yek nefesek. Lêgerên wan evîn, heqîqet û azadî bû. Ew dizanibûn ku ji bo bigîjin lêgerên xwe pêwiste bi bawerî kî mezin şer bikin. Dema her sê lêgerînvanên heqîqetê bi rê ketin, hên di roja despêkê de soz dan hev û li ser soza xwe wiha meşiyan ber bi azadiyê ve. Her sê di meha Kanûnê de tevlî refên fedaiyan bibûn.  Zarok çawa ku hemû xeyalên xwe bi tayên firfirokên xwe ve girê didin û ji bo xeyalên xwe li asîmanan ba bikin bi kelecan û heskirin dibezin, ew jî mîna van zarokan bi kelecan û heskirin bûn. Soza ku wan dabû ne hêsan bû. Di giraniya berpirsiyartiya bûyina fedaiyê gel û Rêberî xwe de barê xwe rakirin û tawilî derketin rê. Wan vê sozê bi hev re da û ji bo pêdiviyên pêk anîna wî bi cih bînin, bê teredût bazdan çeperên şer. Hevaltiya di navbera wan de roj bi roj mezintir dibû. Her yek di alîkî de şerê hindûrîn dikir, di aliyê din de jî amadekariya lêdana dijmin dikirin. Dem dema xwe ji nûve ava kirinê bû. Her wiha bi qasî rexnedayin didan, bi ewqasî jî ji bo hev ava bikin rexne li hev dikirin. Lewra keda herî bi nirx keda ku ji bo ava kirina hev dihat dayin bû. Her rojekî bêtir nêzî wateya jiyanê bûyin ji eşqa Rêber Apo ve dihat. Ji eşqa azadiyê ve dihat. Heta dawiyê dilê wan bi agirê vê eşqê gur dibû, geş dibû, dikeliya û lê dida.

Dema operasyona dagirkeriyê despê kir wekî hevalên xwe yên din ew jî pir bi kelacan bûn. Hevala Seren li qada ku lê bûn de di mewziyên xwe de dijmin pêşwazî kir. Lê dîsa jî ji bo hên bêtir xwe nêzî mewziyên pêş bike zextê li hevalan dikir. Şer li Girê Hekarî hên giran nebibû, lê diviyabû amadekariyên xurt bên kirin. Hevalê Mordem beriya herkesî xwe gihiştand gir, da ku bikaribe binesaziya şer ava bike. Hemû hevalên li wir erdingariya xwe wekî kefa destê xwe ezbere kiribûn. Lê ev çiya ne, her dem sûprîzên wê hene, her dem cihên ku hên bêtir mirov bi nase, kûraniyên bi sir hene. Naskirina vana di şer de avantajekî mezin dida ava kirin. Piştî Heval Mordem tîma Heval Seren û Heval Laşer jî xwe gihandin gîr û li wir mewzî girtin. Piştî demekî her sê heval ketin tîmekî, hatina wan a gel hev cara duyem ne wekî tesadûfekî wekî peyamekî gerdûnê ji wan re bû. Wan kişfa vê watê kiribû û her wiha bi vê re jî hên bêtir bi hev ve hatin girêdan.

Wan perwerdeya xwe despêkê bi hev re dîtibûn û niha jî di heman mewziyê de bi hev re di nava şer de bûn. Şev û roj amadekeriyên şer dikirin, xeyala wan a herî mezinbû ku dema dijmin bixwaze dakeve vê qadê bersivên xurt bidin. Kevir, dar û daristanên Kurdistanê ji wan re mewziyên xwezayîbûn, her wiha biryar girtibûn ku li beranberî teknîkê ewê her derî bikin mewziyên bin erd. Qazme û bêrên wan ji destê wan nediketin, her roj mewziyekî dikolan. Ev ji bo wan vala derxistina dijmin bû. Lewra dema êrîşên hewaî çêdibûn, erdingariya Kurdistanê zirarekî mezin didît. Kela dilê wan bilind dibû, soza tolhildanê nû dikirin, pirî caran mewziyên xwe ji wan bermahiyên lêdanan ve ava dikirin. Ji bo mewziyên xwe dil nedidan ku darekî qut bikin, lê dijmin dihat ew erdingariya nazenîn tar û mar dikir, ev janekî mezin dida wan. Lewra ew jî diçûn cihên herî xeter, yê ku dijmin lêdabû, darên şikestî yê wan deran digirtin tanîn dixistin mewzî, ev bersiva herî bi watebû ku ji dijminê hov re. Bi eşqekî mezin kar dikirin, yên li hemberî keda wan heyrantî jiyan nekiriba tinebû. Wiha bi xwestek, wiha bi eşq kar dikirin. Yên dîtine, dizanin, perçeyên bombeyên qazanê pir saxlem in, rûxmê ewqas fişarê jî hindek ji wan perçê mezin li pey teqemeniyê diman. Heval Mordem rojekî ji wan perçeyan yekî li pişta xwe kir û anî. Heval hemû bi şawaziyekî mezin lê mêze dikirin, gelo evê çi ji vê perçê qazanê bike? Di aliyê din de jî li hemberî hêza wî mat mayî mabûn, ji ber ew perçe herî kên heştê kîlo habû. Çawa rakiribû, anîbû? Dema jê pirskirin got ku ev ji bo parastinê ye, emê ji çeka dijmin bi çeka wî xwe biparêzin. Dema vana digot, dikeniya. Ew rûkeniya wî hemû hevalan de coş dida ava kirin. Gelek bûyerên wiha bi wate di wan rojan de dihatin jiyîn. Her wiha di şer de binesazi pir girîng bû. Hemû heval jî di ferqa wî de bûn. Bi rêbazên cûr be cûr av dihat kom kirin, li şikeftan, li eraziyê, li her derî av û erzaq dihatin bi cih kirin. Dîsa peyda kirina kaniyan, perçekî herî girîng yê şer bû . Havîn bû. Piranî kaniyên dihatin nas kirin ziwa bibûn. Wê gavê dîsa giştî hevalên tîma bi tevger li eraziyê xwe belav kirin. Gelo ewê kî kaniyekî peyda bike? Pêşbirkekî şêrîn di navbera hevalan de despê kiribû. Dayika xweza çawa ku ti caran wan paşde nezivirandibû. Vê carê jî wiha bîbû. Heval av peyda kiribûn.

Di her sibê de heval eraziyê kontrol dikirin. Di bin qaşo teknîka herî pêşkeyite de av dianîn mewziyên xwe, li kêleka wî çaya çiyayî, hîro û her wekî din giyayên din kom dikirin. Ji xwe re çayê giyayî çê dikirin. Roj wiha dagirtî derbas dibû ku nezanîn çawa bûye şev, di aliyê din de perwerdeyên xwe yên tekakesî ti caran piştgoh nedikirin. Her hevalekî plansaziya xwe ye perwerdê hem ya tekakesî hem jî ya giştî hebû. Dahûrandinên Rêbertî , jiyana hevalên şehîd rêzanê şer û jiyana wan bû. Ew bi van lêhûrbûnan amadekariya şerekî dîrokî dikirin.

Her wiha sibeyekî rabûn, dîsa keşfa rojane dikirin. Li Girê Şehît Hêjar tevgerekî hebû. Fêm kirin, dem hatiye…Lê wê pişt re bidîtina ku ev tevger, tevgera xayinên sala ne. Hevkarên artêşa Tirk, qaşo yên ji xwe re digotin; ‘’Em Kurd in’’, hatibûn, ji artêşa dagirker re keşfa cih dikirin. Ji bo Kurdistanê rehet rehet dagir bike ji artêş Tirk re rêzanî dikirin…