BEŞA – 4

“XAYINÊ SALAN NABIN SIBEROJA ZAROKÊN BINDESTAN’’

Her wiha sibeyekî rabûn, dîsa keşfa rojane dikirin. Li Girê Şehît Hêjar tevgerekî hebû. Fêm kirin, dem hatiye…Lê wê pişt re bidîtina ku ev tevger, tevgera xayinên salana ye. Hevkarên artêşa Tirk, Qaşo yên ji xwe re digotin; ‘’Em Kurd in’’, hatibûn, ji artêşa dagirker re keşfa cih dikirin. Ji bo Kurdistanê rehet rehet dagir bikin ji artêşa Tirk re rêzanî dikirin…

Tevger li Şehît Hêjar despê kiribû. Hevalan bi baldarî ev tevger şopandin û pozîsyona xwe ya lêdanê girtin. Di wan kêliyan de tîmên din yên li eraziyê jî ketibûn tevgerê, hindek tîm qederekî xwe nêz kiribûn. Heval tenê li lêviya talîmatekî bûn ku lê bidin. Lê di demekî kurt de hat fêm kirin ku ev kesên li vir çekdarên PDK’ê ne. Wê gavê destê xwe ji ser tetîkê rakirin û ji bo rewşê binirxînin li hev civiyan. Ji ber ew kesên keşfa wir dikirin, qaşo Kurd bûn. Gerîla di wê biryara xwe de hên jî israr dikir ku nebe amûrê dewleta Tirk ji bo wî lêneda. Ji ber ev polîtîkaya salan bû. PDK di dîroka xwe de her dem di xeta hevkariyê de li hember hêzên berxwedêr yên Kurdan şer kiribû. Gerîla vê carê dîsa şahidiya vê qebehetê dikir. Li ber çavên wan PDK ji artêşa dagirker ya Tirk re amadekariya dagirkirinê dikir. Ji wan re cih hazir dikir, koordînatên eraziyê derdixist da ku artêşa Tirk dema dest bi operasyonên dagirkeriyê bikin zehmetî nekşînin. Rûxmî vana giştiyan dîsa jî gerîla xwînsar nêz dibû. Her çiqasî li hemberî vê xiyanetê dil dikeliya jî, dil dixwest lêde û vê xiyanetê ji holê rabike jî lê; berpirsiyariyên dîrokî, berpirsiyariyên li hember gel wan dida sekinandin. Çekdarên PDK dest bi mewzî kolandinê kiribûn jî. Ew roj wiha despê kir ji bo Laşer, Seren, Hêzil û hevalên din. Wan şahidiya tiştekî din jî kirin wê rojê.

Koordînatên cihê gerîla ji aliyê PDK ve dihat dayin. Piştî wî asîman ji qirêjiya wan reş dibû, agir dadidan li erdinariya Kurdistanê. Ew ewladên herî binirx, yên fedaiyên welatê xwe bi destê hevkaran dihatin şehîd xistin. Ne dil radikir, ne jî mejî. Her yek ji wan wiha xweşikbûn ku dil nedida li wan bê mêze kirin. Wiha bi heybet şer dikirin, dar û daristan , kevir û asîman li hemberî wan rêz digirtin. Nexwe; Xiyanet çiqas qirêj û bi jan bû, fedaiyên Rêber Apo bi ewqasî xweşik û bi eşq bûn. Her roj ji nûve heviyê di hembêza xwe de diçandin. Bawerî dibû navê wan. Hêzil, Seren, Mordem û Laşer di wê rojbaşê de bi eşqa azadiyê, hêviyan xistin hembêza xwe. Wan rûmeta welatê xwe rizgar kirin. Wan nehêştin ku ew polîtîkayên ku dibên; ‘’Kurd bi Kurd bide kuştin’’ jiyanî bibe. Wan wê rojê lêneda! Vê rûreşiya wan radestî gelê Kurd kirin, radestî dîrokê kirin ku teqez ewê di darazan gel û dîrokê re bên derbas kirin bawer kirin.

Destê wan li ser tetîkê bû. Xiyanet di mesafeya lêdana wan de bû. Lênedan! Wan wê rojê lênedan!

Ji ber lêdan ya hêsan bû, lê ji bo pêşeroja gel û welatê xwe canê xwe dayin ya zehmet bû. Wan ya zehmet pêk anî. Nehêştin ku mohra reş li dîroka berxwedêran bikeve, erkên xwe yên li hemberî dîrokê pêk anîn. Ev sekna fediyan bû. Dibe îroj hindek wate nedinê, bipirsin çima we lêneda, lê ewê di siberojê de hên bêtir wateya vê sekna wan derbikeve holê. Ewê di dîrokê de bên fêm kirin ku ka bê fedakariyekî çawa ji bo welatê xwe kirine.

Lê divê xiyanet jî vê tiştê baş bizanibe. Wan gerîlayan ger wê rojê wan nekiribe hedefa çeka xwe ji ber ew bi dîrokê bawer bûn ji bo wî bû. Ewê dîrok û gel bi tûndî rojekî berê çekên xwe bide wan xiyanetkaran. Ev rastiyekî dîrokî ye. Ti caran xiyanet bê berdêl namîne. Ewê jî berdêl bidin. Ewê di dîrokê de bi navê xiyanetkariyê bîne bîranîn, ewê vê berdêlê bidin, ewê vê cezaya dîrokî bikşînin. Ewê şermezar bibin, ewê ji aliyê gelê me ve bên avêtin. Dervayî xiyanetkariya wan ewê ti tiştek li pey wan nemîne.

Berovajî vê; Wan jin û xortên leheng di siberoja gelê xwe de ewê her zindî bimînin. Lê yên xiyanetê li gelê xwe dikin, ewê nebin siberoja vê welatê, ewê di siberoja vê welatê de cihê xwe negirin. Rista PDK’ê di vê şerê de carekî din dihat diyar kirin. Ew berdestên artêşa dagirker in, ew bûnê xûlamê peran. Petrola Kurdistanê difiroşin. Axa Kurdistanê difiroşin. Çiyayên Kurdistanê difiroşin. Her wiha li ser xwîna gerîlayan, li ser xwîna wan ciwanên rûken ji zarokên xwe re nan dibin. Ma gelo emê pirs nekin, ey xiyanetkaro, çawa destê te çû te xwîna wan ciwanên herî fedaî yê vê welatê rijand? Çawa destê te çû ew pereyên li ser xwînê tu bigirî? Te çawa bi wan perên bi xwîn nan kirî, te çawa ew xwîn di qirika zarokên xwe da derbas kirin? Ma tu nizanî ew ciwanên li çiyayan pîroz in û yê destê xwe li pîroziyê dide tê lenet kirin. Dev ji her tiştî berde ma ti ji lanetê jî netirsiya da ku te siberoja zarokên xwe tarî kir? Te çarenûsa wan reş kir?

Di wan kêliyan de gerdûn jî da ku bikeve tevgerê, germa havînê zivirî sermayekî ku canê mirovan dilerîzîne. Ew dilgermên welatê xwe li pey xwe hêstên tolhildanê û cihanekî qerisandî ji xiyanetkaran re hêştin. Wê rojê carekî din li çiyayan awazên TOLHILDANÊ bilind bûn.

Piştî mewzî çêkirina PDK vê carê dengê helîkopterên artêşa dagirker ya Tirk hatin. Operasyona dagirkerî ya Girê FM despê kiribû. Heval Mordem bi mehan li vê qadê amadekariya pêşwazî kirina dijmin kiribû. Di van amadekariyan yekê de Heval Mordem, Heval Sîdar û Heval Serbest tevlî karwanên şehîdan bibûn. Di dema operasyonê de tîma Heval Nalîn li herî pêş bersiv da dagirkeriyê da ku dagirkerî pêş de neyê. Heval Nalîn xwedî dilekî wêrek bû ku ev her tim di jiyana xwe de jî dida nîşan dan. Heval Nalîn dema dibîne dagirkerî daketiye qadê çeka xwe digire û mîna şêran baz dide. Bi lêdana Heval Nalîn ve dijmin şoqa xwe ya despêkê dijî. Wê gavê lêdanên dagirkeriyê yên skorsyk û qobrayan despê dikin. Lê ev jî Heval Nalîn nade sekinandin. Heval Nalîn Hevalekî xwedî tecrûbe bû, berê bi dehan caran teknîka dijmina vala  derxistibû. Sala beriya wî li Gîrê Hekarî dîsa Heval Nalîn bibû hedefa balafirên keşfê û yên şer, lê rûxmê dîmen jî dabû bi atîkbûyîn û jîrbûna xwe ve xilas bibû. Wekî endamekî YJA Starê sekna wê rûmetê dida mirovan. Wêrekiya wê li ser lêvan wekî efsaneyekî digeriya. Herkes digot; ‘’Ew heval Nalîn e, serî jî bide lê nahêle dijmin gavekî jî pêş de bê’’. Wiha jî bû. Heval Nalîn di despêka operasyonê de, li Girê FM da nîşan dan ku; ‘’ Ev der Kurdistan e, dibe ketin hebe, lê ji vir bi saxî derketin ji bo dagirkeran tine ye’’. Li ser esasa vê gotinê Heval Nalîn û tîma xwe heta dawiyê rolê xwe lîstin. Wiha bi hêsanî hatina axa Kurdistanê, ewê nebana. Dijminê ewê bizanibûna ka bê bi kî re şer dike. Ewê carekî din îradeya fedaiyên Rêber Apo naskiribana. Bi rihê Heval Nalîn ve Heval Hêzil, Heval Laşer û Heval Seren jî ji di milan bi ser dagirkeriyê ve çûn. Li wir lê dan, ji ser cenazeyên dagirkeran çekên wan kom kirin. Di mêjî û dilê wan de tenê tiştekî hebû; ‘Coşa Azadiyê, Coşa Zaferê’. Bi vê coşê ve kêlî bi kêlî xwe mezin kirin, Kurdistanê kirin gora dagirkeran. Gotina Heval Mordem ji bîra wan neçibû;’’Emê çeka dijmin li hemberî dijmin bi kar bînin’’. Li vir bi çekên xwe yên ferdî û çekên ji ser dijmin rakiribûn ve 18 dagirkeran ceza kirin. Çalakiya wan çalakiya tolhildanê bû. Wan digot; ‘’Rihê Apogerî ti caran naşkê, hilnaweşe, berovajî wî hên bêtir xûrt dibe. Dijmin dixwaze bi teknîkê, xwe, bi heybet bide nîşan dan. Lê herkes dizane ku di bin vê rûpeçê de desthilatekî rizandî heye’’. Ew bi ya xwe bawer dikirin, ji bo wî ne zehmet bû biçin ser dijmin, lê bidin, bikûjin û çekên wan ji wer wan rakin. Her sê heval jî heta dawiyê di çeka xwe de israr kirin û bi serbilîndî gihiştîn şehadetê.

Her Sê Fedaî: Seren, Hezil û Laşer, êdî dem hatiye em behsa wan bikin.