‘Erdoğan! Rewşa Wî Ya Îro Dişibe Rewşa Sedam A Dema Êrîşî Ku­weytê Kir’

Ji niha û pê ve feresata parastina cewherî ya ku wê were pêşxistin, her cure birêxistinbûna gel e, divê yekîneyên parastina cewherîn ên ku gel di nav de cih digrin, werin pêşxistin. Ya din jî de­­ma ku ez dibêjim parastina cewherî, her­tim çek tê fêmkirin. Pêdiviya civakên herî de­mokratîk jî bi xweparastinê heye. Ev nayê wa­teya çekê. Xwepêşandanên girseya de­mok­ratîk jî şêweyeke parastina cewherî ye. Bo mînak; ger li Amedê gel bi rojan weke Mis­rê ji kolanan dernekeve, daxwazên xwe bî­ne ziman, vaye wê demê dê aştî were. Wê de­mê binêrin ka dê AKP bimîne yan nemîne, va­ye wê demê Erdogan bi xwe dê çareseriya vê pirsgirêkê bixwaze. Wekî din hêza wan jî he­ye ku bi milyonan kesî li Amedê bicivînin. Ev rêbaz jî parastineke cewherî ye. Ez li ri­yên çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirs­girêka Kurdan digerim.

Em ji be­rê heya niha dibêjin ku dê rejîmên dîktator ên li Rojhilata Navîn bi sîstema Kon­fe­de­ra­lîz­­ma Demokratîk re werin derbaskirin. Ça­re­­seriya Konfederalîzma Demokratîk, ye­ka­ne çareserî ye. Ger rêyên ça­re­se­­riya demokratîk bixetimin, wê demê bi­xwa­­zî nexwazî dê şîdet bilind bibe, ev tes­bî­ta rewşekê ye. Xitimandina riyên çareseriya de­­mokratîk tê çi wateyê; tê wateya dest­pê­ki­ri­­na demeke ku digihîje heya qutbûnê.  Em di­­xwazin pêşiya vê bigrin û çareseriya de­mok­­ratîk pêk bînin.  Hemû hewldana me ji bo vê ye.

Di vebijêrka duyem de, ger çareserî bi pêş ne­keve, wê şerê gel ê şo­reş­gerî destpê bike. Wê demê ne 3 hezar kes, wê 300 hezar kes we­rin girtin. Ne 50 hezar kes, wê 500 hezar kes jiyana xwe ji dest bide.  Ger şerekî wisa bi pêş bikeve, wê rewşa şer û aloziyek mezin der­keve.

AKP, nêzî çareseriyê nabe. Hikûmet, li hem­be­rî Kurdan pir bi zalimtî hiqûq û qanûnan dixe dewrê û hewl dide wan tasfiye bike. Ev, rew­şeke pir xeter e. Erdoğan, rewşa we ya îro dişibe rewşa Sedam a dema êrîşî Ku­weytê kir. Emerîka, ya rastir Îngilîstan ça­wa ku berê Sedam da Îranê û paşê jî da Ku­weytê, niha jî te rêdike Lîbyayê û Sû­ri­ye­yê. Dişîne ser Kurdan. Sedam jî çû ser Kurdên xwe, bi Kurdên xwe re şer kir. Niha jî hûn li pişta we bi hêza Emerîkayê re li hem­berî Kurdan şer dikin. A rastî, ev da­fi­kek mezin e. Ev dafik, dafikeke ku ji bo we jî hatiye danîn e. Heman wekî Sedam. Sedam xistin defikê. Ez li vir eşkere bang li we di­kim. Di heman demê de ji we re nameya min a eşkere ye. Neyên vê lîstokê. Tavilê vê bi dawî bikin. Berê xwe bidin çareseriya des­tûra bingehîn a demokratîk.

Ger çareseriya demokratîk bi pêş nekeve, ya di­mîne şer e. Em ê wê demê jî, bi kêfxweşî şer bikin.

Meşandina têkoşîna demokratîk û şoreşgerî, ne ewqas hêsan e. Me hewl da ku em heya îro vê têkoşînê bi hêjayî bi cih bînin. Divê li hem­berî van polîtîkayên sextekar, têkoşîna de­mokratîk û şoreşgerî were bilindkirin.

Bêyî ku cudahiya jin, zar û zêç were kirin, hema bêje wekî keriyan gir­­tin çêdibin. Her roj li hin deveran 15-20-30 kes tên binçavkirin û girtin. Ev bin­çav­ki­rin û girtinên wiha, ciwanan ji siyasetê qut di­­kin û berê wan didin çiyê, tevlîbûna gerîla jî zêde dikin. Yek ji van gir­tinan jî ne hiqûqî ye, ev bi temamî tew­şi­yek (saçmalik) e. Ma wisa bi hezaran kes di bin navê endamên rêxistinek veşartî ne, têne gir­tin û rêxistinek veşartî ya ku bi hezaran en­damên wê yên sivîl hene çêdibe? Bi ser de jî, li ser yek ji van kesên ku hatine girtin çek mek jî tune ye. Berê di ser JÎTEM’ê re ev bi kuş­tinê dikirin, niha di ser polîsan re bi giştî di­girin. Eşkereye ku AKP, bi asta jorîn a Er­ge­nekonê re ku jê re tê gotin dewleta kûr re jî li hev kiriye. Ez di vê xalê de dixwazim bang li ciwanan jî bikim. Bila xwe wisa hê­san nedin girtin, tedbîrên xwe bistînin, wekî mî­han xwe nedin girtin. Divê ciwan di vê mi­jarê de xwe bi rêxistin bikin. An bila xe­ba­tan nemeşînin, an jî ger dimeşînin bila ted­bî­rên xwe bigirin. Bila xwe hêsan nedin gir­tin, ger pêwîst bike bila xwe bispêrin Ga­ba­rê. Ez vê ji bo gerîla jî dibêjim. Ger bi­çin ser wan û êrîş bikin, wê bi derfetên di dest xwe de qat bi qat bersivê bidin. Ev her dem wisa ye. Bi misogerî ji bo ku xwe nedin tune­kirin, wê xwe bi her awayî biparêzin. Ev pa­rastina rewa ye.