Milîtanên APO’yî ji bo avakirina jiyaneke azad bê navber di rêka azadiyê de dimeşin. Berdêla vê rêka pîroz gelek giranbûha ye. Dil dixwaze, hiş dixwaze, can dixwaze. Ev rêk rêkeke wisaye ku di oxira wê de hêjayî hemû berdêlan e. Keç û xortên vî welatî ruxmê di zanebûna vê yeke de, dîsa jî bere xwe dan rêka azadiyê. Ji bo hêviyên herî azad di bexçeyên herî berhemdar ê dilê wan de hatibû çandin, da ku şîn bibin. Ew in yên ku ji şerê azadiyê re pêşengtî kirin, ew in yên ku bûn lehengên welatê rojê, ew in yên ku tevlî meşa azadiyê bûn. Yek ji van lehengên pêşeng jî, Mizgîn Aşkara e.

Mizgîn Aşkara di sala 1993’yan de li bajarê Sêrtê çavên xwe li dinê vedike. Di nava malbateke welatparêz de bi çanda Kurdewarî ve li ser axên qedîm mezin dibe. Ji ber zextên dijmin yên ser gelê Kurd dibîne, hêrs dibe û dibêje; ‘’Hûnê hesabê van kiryarên xwe bidin’’. Mizgîn bi vê zanebûnê ve roj bi roj mezin dibe. Di dilê xwe de her dem xeyalê gerîlatiyê jiyan dike. Di sala 2014’an di bihara rengîn de berê xwe dide Xerzanê û biryara xwe ya tevlîbûna nava refên gerîla dide dide.

Bi jiyaneke nû ve di nava refên gerîla de navê xwe dike Avesta Tekoşîn. Bi heyecan û eşqeke mezin ve ber bi wargehên gerîla ve dikeve rê. Li Xerzanê pratîka xwe yê yekemîn dike. Xerzan bi bilindahiya çiyayên xwe ve û xweşikbûna xwe ve, Avesta digre nava hembêza xwe. Li wir fêrî jiyana gerîla dibe, ji bo ku bibe gerîlayeke xurt û pêşeng bi zanebûn û hezkirineke mezin ve tevlî dibe. Gavên wê yên destpêkê li Xerzanê jê re dibe hîmê gerîlatiyê. Li Xerzanê dipije û dibe gerîlakî jêhatî.

Avesta ji bo tevlîbûna xwe ya nava refên gerîla wiha dibêje: ‘‘Nava partiye de tiştê ku herî zêde min bandor dike, tiştê ku dihêle ez bi vê jiyanê ve werin girêdan ev e; di vê jiyanê de her tişt bi wate ye, jiyakirina te bi wate ye, şehadeta te bi wate ye. Di nava partiyê de tiştekî ji rêzê nîne her tiştek wateyeke wê heye. Yanî tu dizanî tu ji bo çi jiyan dikî, ev tişt jî min hîn zêdetir bi jiyanê û Rêbertî ve dide girêdan.’’

Piştî ku li Xerzanê piratîkek têr û tijî ya ku jê re bû bingehek meşand, ber bi Heftenînê ve dibe rêwî. Li Haftenînê jî ji bo bûyina gerîlayeke xurt û pêşeng çi pêwîst dike pêk tîne. Di meşa xwe yê azadiyê de pêngavên mezin davêje. Ew di demeke kin de gelek taybetmendiyên milîtanên APO’yî di xwe de ava dike. Avesta bi van taybetmendiyan ve di nava hevalên xwe de dibe mînak. Herwiha ji bo ku bibe jinek pêşeng û asêbûyî mîna çiyayên Kurdistanê, xwe di bîrdoziya rizgariya jin de kûr dike. Xwe hînî dîroka jina berxwedêr û pîvanê jina azad dike. Ew xwe bi van pîvanên azadiyê ve dixemilîne û dibe şopdarê Sara û Bêrîtanan. Avesta, li Heftenîn bi hêza xwe tevlî jiyanê dibû. Ji bo wê hemû rojên bi nirxin, ji bo vê jî her roj ji roja beriya wê zêdetir bi eşqeke mezitir tevli jiyanê dibû. Di hemû aliyên jiyanê de bi hevalê kêleka xwe re dibû alîkar. Ji ber ku ew bi wate li her tiştî meyze dikir. Bi hevalê kêleka xwe re hevaltiyeke xurt dida meşandin, ji ber dizanî ku hevalên wê her tiştin ji bo wê. Di rojên herî zehmet û kirîtîk de ew ê jî hevalên xwe li kêleka xwe bibîne.

Ji bo bûyina bersiveke xurtir ji pêvajoyê re û deha zêdetir bi hevalên xwe re bibe alîkar, pêşniyarê perwerdeyeke leşgerî dike, pêşniyarê wê tê qebûl kirin û di akademiyên leşkerî de perwerdeya leşkerî dibine. Perwerda xwe bi baldariyeke mezin guhdar dike û xwe di warê pisporiyê de pê dixe. Perwerdeya xwe serkeftî bi dawî dike û dibe xwedî gelek zanistin leşkerî. Ji ber ku hemû kêliyên jiyanê weke perwerde digre dest. Dibe gerîlayeke şerker ku di hemû şert û mercan de, di hemû zor û zehmetiyan dibe xwedî meşeke serkeftî. Avesta’ya dil wêrek weke jineke pêşeng êdî erkên dîrokî hilgirtibû ser milên xwe. Ji ber di armanca azadiyê de bi biryar bû. Bi vê biryardariyê re soz dabû ku wê nehêle gaveke dijminê dagirker ser axa zêrîn bimîne. Ji bo wê jî berê xwe dide Xakûrkê. Li Xakûrkê jî dibe xwedî piratîkek ku bi danehevên dewlemend ve dagirtiye. Di jiyan û şerê xwe de pêşengeke ku mînak dihate girtin. Di gelek çalakiyan de cihê xwe digre û dibe xwedî gelek tecrûbeyên leşkerî.

Avesta, di sala 2022’yan de ji bo ku bersiveke xurt bide dijminê Kurdan, ku careke din cesaret neke were ser axa pîroz, ji bo tekoşîneke mezintir ber bi Metîna yê ve dibe rêwî. Li Metînayê ve bi hevaltiya xwe ya dilpak, bi jîrbûn û zanebûna xwe ve li qadê dibe gêrîlayeke jin ya pêşeng. Di nava operasyona cenga Xabûrê de cihê xwe digre. Di nava gelek çalakiyan de weke fermandareke çalakvan cihê xwe digre û ji hevalên xwe re pêşengtî dike. Derbeyên giran li dijmin dide û gelek kuştiyên wan çêdibe. Ew ji bo azadiya gelê xwe canê            xwe kiribû dike feda. Avesta’ya dilwêrek di Hizêrana sala 2023’yan de digîje bêmiriniyê. Ew li welatê rojê tevlî karwanê şehîdan dibe. Li Xerzan, Heftenîn, Xakûrkê û Metînayê dibe xwedî kedekî mezin, dibe fermandar û pêşengek ku wê dîrok ti carî wê jibîr neke. Ji ber ku wê ji bo heqîqetê û azadiyê şerkir û xwe fedakir, ewê ti caran neyê jibîr kirin.

Hevalên Wê Yên Tekoşînê