Ger rojekî roj bê girtin wê erdhêj çebibin. Ne bi sedan wê sed hezaran mal kawil bibin. Ne bi sedan, wê sedhezaran hazir xatirê xwe yê dawiyê bixwazin.

Ger rojekî roj bê girtin wê av biqerisin. Masî di avê de bifetisin. Bihar ê bi çilmisin, havîn ê sar bibin, derew bibin rastîn, rastîn wê neyîn nasîn.

Ger rojekî roj bê girtin wê jinên dû canî ji zarokên xwe xêr nebînin. Zarok wê dev ji ken û lîstokên xwe ya kolana berdin. Wê stêrk ji asîmanan bikevin, wê tarîtî her tiştî bixe bin hikmê xwe.

Yên hazir ji ne haziran bihîstibûn.

Ger rojekî roj bê girtin wê li welatê rojê serhildan çêbibin. Jin wê bi tililiyên xwe, mêr wê bi daholên xwe derkevin ser banan, pîrik wê bi dûayên xwe, zarok wê bi avazên xwe dengê xwe bigîjînin rojê. Hindek keç û xortên şîr helalî wê canê xwe bibexşînin agir û ewê li dora rojê bibin findên hêviyê. Ew gave ku roj wê hêdî hêdî rûyê xwe yê pîroz nîşanê cîhanê bide û bi ronahiya xwe taritiya li ser rûyê cîhanê bi qewitîne.

Yên hazir ji ne haziran bihîstibûn.

Ew zarokên can bexşane ji bo roja reş yek bi yek bi nîşana serkeftinê ve hatibûn deq kirin. Li kûr bana, wê hev naskiribana, ewê ketibana milê hev û mîna volkanan bi ser tarîtiyê de bibariyana. Mîna Saraya Tolhildêr ewê di dilê Rûkena Zelal de bi cih bibana. Mîna Erdalê Şahînî ewê li pişta Rojhatê Zîlanî bibana rimê êrîşê.

Di wan rojên reş de bê ku hev bibînin lê ji ber heman rih in ewê heman tiştî bifikiriyana û bi gotina…

Şêrejina welatê rojê Saraya Tolhildêr ewê bibana pêşenga şîrhelalan û mîna ku wahî jêre hatibin wisa pênase kiribana peywendiya di navbera wan şîrhelalên din de;

‘’Ev peywendiya di navbera me de pir girîng e. Ji netewiyetî, ji çînayetî bêtir peywendiya di navbera me de peywendiya hevaltiyê ye. Ji ber ti peywendî bi qasî peywendiya hevaltiyê derfet nade ku em ji vê taritiya kevnare xilas bibin. Dîsa tenê hevaltiya rast dikare me ji êşên me rizgar bike û bigîjîne armancên mezin. Em dikarin bi hevaltiyê bigîjin gelê xwe, axa xwe, mirovahiya cihanê. Ev peywendî ye ku rojene hêz dide me û asoyên me fireh dike. Ev peywendiyekî wisa ye ku pêwiste heta dawiyê pê re rast bê girêdan, li beranberî wî bi cewherî bê tevgerandin. Bawerî û sadakat pîvanên herî girîng yê vê peywendiyê ne’’

Saraya Tolhildêr bi rêzaniya rûhê xwe ve di wan rojên reş de bi Rûkena Zelal re rastî hev hatin. Wê çawa kenên wê yên ronî dît fêm kir ku ji kal û bela ve hev dinasin. Dest danî ser nîşana li ser eniya wê û bi hevre li ser roj û agir sond xwarin. Bi bawerî û sadakatekî ji dil ve ji bo bigijîn rojê bi rê ketin. Ji bo bibin find di rojekî daran pelên sor diweşandin de ji bedena xwe derketin, rih û mejiyê xwe di nava hev de helandin.

Ji şîr helalên li pey wan mane re wisa digotin;

‘’Dilê me her roj bi we re diavêj e. Dibe em niha wekî fîzîkî dûrî hev bin, lê dûrahiyên fîzîkî ti caran nikarin bikevin navbera me. Em her roj dibihîsin, hevalên me bi seknên esîl li dilê dagirkeriyê didin. Em her roj difikirin gelo emê çawa bibin layiqê van seknên bi rûmet, divê çalakiya me çawa be ku em bikaribin ji hevaltiya wan re bibin bersiv. Bi salana ye em di nava wê lêhûrbûnê de bûn ku em ji vê neyarê bê exlak re bersivekî xûrt bidin. Di van rojên ku dilê me bi şehadetên hevalên me yên ku bi gazên kîmyewî şehîd ketine de dikele de ew roja reş dikeve 24. Saliya xwe. Emê çawa hesabê van salan ji xwe re bidin. Ew Roja ku me ji taritiyan derxist 24 salin dîl hatiye girtin. Dilê mirovan çawa neêşe, rûhî mirovan çawa jan nekşîne. Em wê êşê û janê her roj hîs dikin. Gelo em çi bikin ku em bikaribin vê îşkencê bi dawî bikin û dawî li vê dîl girtinê bînin. Em dibêjim tenê rêyekî heye em ji vê deynê giran xwe rizgar bikin, ew jî rêya Zîlan e’’

Ne pir piştê wan salekî ewê dû şîrhelalê din li peytexta dagirkeriyê bi tîpên zêrîn nameyekî din li pey xwe hêştibana. Rimê êrişê Erdalê leheng mîna ku dengê wan bihistiye wê wisa binîvîsandina di wê nameyê de.

‘’Her serdem pêşengiya xwe diafirîne. Ji bo ku pêşengek bi ser bikeve û armancên ku daniye holê bi cih bîne, pêwîstiya wî bi kesên ku dê rêya wî bişopînin û dev ji her tiştî berdin, hene. Rêbertî gotibû: “Yên ku dixwazin bi min re bimeşin, divê wekî Îsa xaça xwe li ser pişta xwe hilgirin.”

Gelo ma wan çi digotin ji yê pey xwe re. Ma hêsan bû wisa bi dest û lingên bizmarkirî li berxwe dan, ma hêsan bû mîna prometues her roj ji kezaba xwe dayîn? Ji bo bûyina kesayetiyên wisa divê vîna mirovan ji hesinan, ji polayan ango ji agiran bana…Ma ne ji xwe ji bo wî bû li eniya wan deqa serkeftinê hatibû xêz kirin û tenê kesên wekî wan ev tişt didît. Rojhat û Erdal dema gihiştin hev dizanibûn ew şopdarên gotinên Sara û Rûken in yê ku ala Zîlan di dilê xwe de li ba didan.

Mertalê azadiyê Rojhatê fedaî bi rê xistibû sedemekî wisa bû ku deh sal şûnda wê bersiva wî wekî pêwist bidana, di nameya li pey xwe hêştibû de wisa gotibû;

‘’Sala 2006’an de dema li dibistanê bûm Hevalê Dengtav li navenda Wanê çalakiya fedaî kir û vê yekê gelekî deng veda. Mîna işaretek bû ji bo min. Yekem car min gotina fedaî nas kiribû. Wate û têgihiştin tune bû, lê belê bi nezantî jî be ketibûm bin bandora wê. Min ji xwe re pirs dikir fedaîtî çiye?’’

Rimê erîşê Erdal wê wiha bersiv bidana hevalê rihê xwe ango ji xwe ji berê ve wan hev nas dikir.

‘’Çîrokek heye. Çîroka dar û fedayiyan. Dar xwe feda dike û ji bo ku pel di şert û mercên herî dijwar de mezin bibin, fedakariyeke mezin dide. Dema zivistan tê pelên darê ji çiqilên wê dikevin û ji bo ku sar nebe xwe ji darê re feda dikin. Ji ber ku yê ku ew pel afirandiye dar e. Pelên wê jî li hemberî vê fedakariyê xwe feda dikin. Ji ber ku pel dizanin ku dar pêşeroja wan e. Dizanin xwe ji bo darê feda bikin da ku pelên din mezin bibin. PKK jî tevgereke wisa ye. Yê ku me afirand Rêbertî bû. Divê em li hemberî vê fedakariya herî mezin fedakariya herî mezin bikin. Ji bo em xwe li navenda Rêbertiyê bigihînin hev, divê em hemû ber bi heman armancê ve bicivin. Divê em dev ji xwesteka ku bi rêyên cuda bigihêjin armancê berdin. Ger di hemû ramanên me de armanc armanca Rêbertiyê be, em dikarin li wê navendê bicivin’’

Mertalê azadiyê Rojhat di dilê xwe bi zelalî bersiva xwe girtibû û niha dem hatibû ku ew bi xwe jî wisa bibêje;

‘’Di sala 2008’an komek ji hevalên ku hatin me tevlî bikin, şehîd bûn. Dijmin çekên kîmyewî bi kar anî bû. Cenazeyên wan bi erdê re kaş kirin û anîn. Vê jî têrê nekir, bi cenazeyan lîstin. Ev dîmenên şênber yê dewleta Tirk a faşîst bû, piştî rojekê em çûn cihê heval lê diman, me bombeyeke Rûsî, gomlekekî gabardîn, çaydan, çend qedeh, destmaleke bi xwîn dît. Ev yek ji bo min rewşeke ji nûve sozdayin û tolhildanê bû’’.

Dîrok tenê kare tiştekî piştrast bike. Yên ku bi armancê ji rih ve girêdayî û bi rîhê xwe li pey armancê zû an dereng, lê teqez rojekî armancê pêk tînin. Ma ne her çar şîr helalî vê rastiyê bi giştî tazîbûna wî radixin ber çavan. Waye li gotinên wan binêrin. Sara di jiyana koçbertî de ketibû pey soza dilê xwe, Rûken ji Qamişlo bi rê ketibû, Erdal li Mersinê ji dayik bibû û li welatê xerîbiyê mezin bibû, Rojhat li Wanê bibû şahidê wan dîmenên ku armanca rihê wî bi bîra wî dixist.

Waye Sara wisa dibê; ‘’Divê ez derba mirinê li dijmin bidim’’

Wekî kesayet ez li beranberî êrîşên dijmin qet matmayî namînim. Ew dijminê me ya û ji bo tine kirina me çi ji destê wî bê dê wê bike. Ango dijmin dijminatiya xwe dike di vir de tiştek ez matmayî biminîm nîne. Her çiqas analîzên min wekî Rêber Apo kûr jî nebin, gotina Rêbertî ya ku dibê; ‘’ Komara Tirkiyê hebûna xwe li ser ji nedîtî hatin û tine kirina Kurdan ava kiriye’’ ji xwe her di aqilê min de ye. Ji ber wî jî ez her bi vê zanebûnê me û bi hesreta lê dana dijmin dijîm. Di wê meydana cengê de divê ez derba mirinê li dijmin bidim!!!

Ruken jî wî pişt rast dike; ‘’Bi qasî ku em lê bidin, emê bi ser bikevin’’ Ev hevokên ku ji dilê wê ya pak diherikîn di dîroka şerê azadiyê de cihên herî rûmetdar digirt.

‘’Bi rastî jî mirovên nêzî me ango yên welatparêz û yên ji dilda bi me re girêdayî hertim mirovên feqîrin. Bê gûman lazime mirov bi zanebûn nez bibe lê rastîya heyî jî mirovan xemgîn dike. Ji ber wevn û xeyalên Rêbertî; jîyanek bi rastî jî bi pîvanên sosayalîzmê hatî avakirin e. Ango ya me eve ku feqîrî û belengazî divê cîhanê de nebe. Pêwîste hevsengîyek di navbera însanada hebe ango hinek li ser peran razin û hinek jî li ser zibaleyan li parîkî nan bigerin. Tiştên mirovan diêşîne ev e. Ji ber her sibe bi dengê zarokan yên ku li ser zibelayan li nan digerin şîyar dibim. Û her sibe bi gilî dibêjim ka tu li ku derê yî? Ji bo wî jî min û Sara li ser vê sozê sond xwar. ‘’Bi qasî ku em lêdin emê jiyanê qezenç bikin’’. Jiyana ku em dixwazin qezenç bikin ji bo wan zarokên li ser zibaleyan li parîkî nan digere ye. Emê ji bo wan lêdin û qezenç bikin’’.

Erdal tevlî gotinên wan dibe; ‘’ Dem li me ferz dike ku li her qadê em li dijmin bidin’’ Erdal bi vî rengî hêrsa di dilê xwe de vedibêje, peymana xwe ya çalakgeriyê bi rêhevalên xwe yên dozê re dide. Ew di ferqê de ye ku gihîştina armanca azadiyê bê berdêl ne pêkan e.

‘’Di vê pêvajoyê de berpirsyariyên gelekî mezin ji me tê xwestin. Em niha di nava şerekî gelekî giran û tevlîhev de ne. Dibe ku di vî şerî de em berdêlên gelekî giran bidin. Lê belê ev rastiyeke ku bêyî dayina berdêlên giran serketin bi dest nakeve. Di dîrokê de gelek mînakên vê hene. Ji bo afirandina jiyana azad bi hezaran can hatin dayin. Tevgera PKK’ê hêviya dawî û rasteqîn a vê têkoşînê ye. Dibe ku em berdêlên gelekî giran bidin, lê belê serketin wê teqez a me be. Ez bi kûrahî ji serketinê bawer dikim û hîs dikim. Azadî wê di demeke gelekî nêz de bê vê welatê rojê. Yên ku vê pêk bînin jî wê em bin. Eger em bi rastî jî ji serketinê bawer dikin, divê em xwe feda bikin. Mîna Xwedawend hevrê Zîlan divê em bibin kabûsa dijmin û azadiyê biqîrin. Mîna Zinar, Doga û gelek hevrêyên din ên leheng divê em bibin hêvî. Ez jî ji bo bibim hêjayî çalakî û têkoşîna pîroz a van hevrêyên hêja, ji bo bibim şopdarên wan pêşniyar dikim ku çalakiya fedaî bikim û di vê pêşniyara xwe de israr dikim. Ji ber ku êdî dem nemaye. Divê ev şer teqez bigihêje encamê. Rastiyeke ku ev şer êdî bi vê rêbazê nikare bê meşandin. Eger em bi vê rêbazê dewam bikim dibe ku em encamên serketî nikaribim bi dest bixin. Dem li me ferz dike ku li her qadê li dijmin bixin. Ji ber vê yekê jî bi vî fikrî dixwazim çalakiyê pêk bînim.

Rojhat her peyvekî, her tevgerekî rêhevalên xwe di rihê xwe de bi cih dike û dibêje ‘’Bi parastina can, mirov nikare aşiq bibe’’ Rojhat ji bo gihîştina serkeftinê dizanî ku rêya yekane şer kirin e û ji bo afrinadina nirxên pîroz biryardariya xwe bi van hevokan tîne ser ziman..

‘’Di wê baweriyê de me ku serketina çalakiyên mezin bi sebreke mezin dibe. Lê belê sebra ku dibe sedema bêçalakîtiyê jî neserketin bi xwe ye. Weke sazî piştî demeke dirêj tevlîbûna çalak a li pêvajoyê cihê kelecaneke mezin e, daîmîkirina vê yekê jî tê wateya serkêşiya ji pêvajoyê re. Hin tişt hene ku şer li mirovan ferz dike. Mîna mirin, kuştin, xwendîderketin û ji bo nemirinê kuştin. Yekane rêya ku ji me re hatiye hiştin jî şerê ji bo jiyanê ye. Ji bo mirov karibe şerekî mezin bike divê mirov zanibe bi rengekî rast bijî. Şerê bi wate yê di oxira nirxên bilind û armancên bedew ên artêşeke fedaî her tim tê wateya jiyanê. Fedaî di oxira nirxên ku jê bawer dikin çalakiyê dikin. Fedaîtî herikîna serketina li hemberî xwe ye. Her ku tu li hemberî xwe bi ser dikeve ya ku tu diafirîne û tu yê biafirîne wê ji bo yên din be. Ma fedaîtî bûyîna ji bo hinekî din nîne? Divê têkiliya navbera armanc û wateyê baş bê dîtin. Mîna ku hevrêyên me gotin, ‘Bi parastina can, mirov nikare aşiq bibe’, esasê eşqê helandin e, helandin. Serketin wateyeke mezin e, yekane mifteya wê yekê ye ku mirov timî dixwazin xwe bigihînin. Em hemû bi tecrûbeyên xwe hîmê destpêkên nû datînin, li ser wê bingehê jî bi xwezaya xwe, bi rastiya xwe dihesin. Her ku dibe yê xwe, em ê bibin parçeyekî heqîqetê, dawiya dawî em ê bibin heqîqet bi xwe. Tevlîbûna rast a li nava PKK’ê navê bidestxistina nasnameyeke nû ye. Girêdana bi xurtî ya li jiyanê, liv û tevgera bi navê jiyana azad a ji her alî ve şertê mirovbûyînê ye. Nêrîna li fikrekî cuda, lêgerîneke cuda tê wateya beza li pey koletiyê’’.

Her çar destê xwe didin hev û li cihê herî bilind ala welatê rojê bilind dikin, Erdal dîsa li ser navê giştî fedaiyan ji xwedevendên azadiyê re heskirina herî ji dil pêşkeş dike. Bi van gotinan janên kevnare yê evîna wendahî ji nûve zindî dike da ku evîndarên azadiyê bizanibin ew evin tenê bi şerê rûmetê ve pêkan e.

‘’Jiyana bi we re, hilmstandina bi we re mîna ku çivîkek bi eşqê hêlîna xwe çêbike, bû. Xwedawendên hezkirin, eşqê, bedewiyê ku ev jiyan bi eşqa çivîkê hûnandin. Rêbertî her tim we weke xwedawend pîroz kir. Heta ku min rastiya eşqê ya Rêber Apo fêhm kir, bi eqşa rasteqîn bi we ve hatim girêdan. Ji bo bi we re eşqa rastî, eşqa welat bijîm dixwazim bi vê çalakiyê dixwazim di dilê we de bijîm. Vê yekê weke lêborînekê qebûl bikin. Eger min we careke din nas kiribûya, bawer bikin min ê têkoşîna ji bo nirxandina we ya bi rengekî rast hîn bi xurtî bimeşanda. Bi hêviya avakirina jiyaneke azad û jiyîna wê, silav û hezkirinên xwe pêşkêşî we hemûyan dikim’’.