Rêber Apo

 

Mirov hin tiştan jibîr dike. Heta tê gotin; ‘’Hafiza-î beşer bi nîsyan û seqete’. Yanî hafizeyan mirovan nexweşiya ji bîr kirinê bi xwe re radigre. Lê belê ez nafikirim ku bi her awahî wisa be. An jî ez di vê qenehetê deme ku pêwîste ne wisa be.

 

Dem, jiyan, kesayet, çalakiyên ku nayên ji bîr kirin hene. Hin nirxên bi mirovahî re, bi hebûna xwe re asta herî jor radikin hene. Wan demên ku nayên ji bîr kirin em nikarin ji pêş çavan dûr bixin. Ew ji hafizeyan nayên paqij kirin. Ger ev yek têra xwe hatibe fêm kirin, yên ku pêwîste neyên jibîr kirin bi rastî jî, ji bîr nabin, ev tê wateya serkeftina yê ku eve pêk anîne. Tê wateya bi jiyan kirina yên ku nayên ji bîr kirin. Di heman demê de dibe yekbûna hemû serkeftina.

 

14’ê Tirmeh’ê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehir de li ser bingeha hebûna xwe dana nezirkirin de bi navê welatê xwe, ji bo gelê xwe, ji bo mirovatiyê roja biryara berxwedaniyê ya herî giran û bi zehmet dayine. Di nav rêxistina me de rastiya ku herî zêde em niha jî pêwîstiya wê dibînin bi nasnama rêxistinê bûyina mirov, bi nasnama rêxistinê bûyina artêş, bi nasnama rêxistinê xwe bi jiyankirine. Ger em bibêjin wan bi vê berxwedaniya herî mezin ne tenê serkeftin di rastiyê de hemû gavên erênî di kesayeta xwe de bi berxwedaniya qehremantî ya herî mezin bi awayekî zelal dan eşkerekirin em ê vê yekê hîn baştir bînin ziman.

 

Di berxwedaniya zindanan de gava 14’ê Tîrmehê, wek biryardayina rojiya mirinê tê bi bîranîn. Ev biryar pêwîste were nirxandin. Di heman demê de eve erkeke cîddiye. Ev biryar, bi qasî  dext û dagirkeriya li ser gel wêdetir, em li hemberî dema komkujiya gela bi dest bigrin, heta bi dest girtin û armanca xwedî derketina nasname û dîroka xwe, cardin li hember kesayet bi her awahî nêzîkatiyên derveyî mirovahî, ew dextên ku di hat xwestin navê xwe bi xwe înkar bikin, hêrsa li hember êşkenceyên bê eman bi her alî ve ev biryar pêwîste berbi çav were girtin.

Aliyên wê yên ku giran tên dikarin werin nîqaşkirin. Derveyî vê yekê rewşa wê  partiya ku di nav de tevger dikirin çawa bû, li kêlek hêzbûnê bê hêzbûn, bi qasî hêviyê bê hêvîtî jî dikare bi dest were girtin. Heman rewş ji bo gel jî derbas dibe. Bandorê gel yên ku di hatin jiyan kirin, rewşa raya giştî ya navneteweyî, eve hemû wek bandor çawa li ser vê biryarê rol lîstiye bi vî awahî dikare vere nirxandin. Lê belê eve hemû ger rast werin nirxandinê herdû aliyên wê derkevin holê.

Ma ev biryara mirinê ye?

 

Ya ku maye biryarbûna Mazlûm bi xwe heye

 

Biryara berxwedaniya 21 Adar’ê! Tê gotin; ‘’Ger em jiyanê bibexşînin, em dikarin mirovahî, gel, nasname û heta wek kesayet xwe û şerefa xwe rizgar bikin. Derveyî vê yekê çi şêweyekî din ne mûmkin e. Derveyî vê yekê çi şêweyê çalAkiya tine ye.’’

 

Bi îhtîmalekî mezin jî ev e raste. Bi rastî jî di wan şertan de çi şêweyekî din nîne. Ji bo jiyan kirinê, ji bo şerefê, ji bo devjê neberdana hindek nirxan ger jiyan kirin bi van jiyan kirin be ya ku pêwîste were kirin bedelên wê yê can daxistina holê ye.

 

Vana di vê demê de bi sedan kes dikarin bikin lê belê ji bo wê demê şert û merc gelek cuda bûn. Ev çalekî bê gûman di nav şert û mercên xwe bi xwe de pêwîste were nirxandin.

Ji xwe bê dîrokiyek hebû, hindek li hember vê bê dîrokiyê hatiye derketin. Diyardeya Kurd anîna ziman qedexeye, lê belê ew vê yekê naxwazin înkar bikin. Bi navê partiyeke pêşeng derketine rê, naxwazin wê înkar bikin. Alîgirê dijber dibêje, pêwîste ti vana înkar bikî. Dema ku tê gotin alîgirên dijber ne tenê çend jenderme an jî yên êşkence dikin serdestên pergalê yên mûtlaq û emperyalîzma ku li pey wan hemû ne. Sermaya Tirkiyê heye. Xayinên Kurd yên hevkar hene. Ji bo ku civakê bi awayekî mûtlaq di bêdengiyê de veşêrin û xapandinê erê bikin tên ser wan. Li gor dijmin ji partiyê çend bermahiyên ku xelas bûne maye. Dixwazin çi bikin li wan, li ser vê di xebitîn. 

Ya rastî ji bo wê demê gotineke ku were gotin ez nabînim. Ger hebûna jiyana min, ji berdewam kirina vê zêdetir min nikaribû tiştek bikirana. Ji ber ku ez bi awayeke kûr di zanebûna biranîna wan de bûm. Ya ku maye bi her awahî min hêza berxwedaniyeke ku bi karibe wan biparêze da afirandin. Di şert û mercên azad û serbixwe de, ger bi qasî tê xwestin bi karibe were gotin û were şer kirin bingeh ne be xwedî derketina li wan ji sextekariyê wêdetir çi wate ne dida. Biryara demeke wisa demekî ne weke ku tê fikrandin hêsan e. Ev, encax bi romanekê were îzah kirin û heta niha jî, ji bo ne îzahkirina vê yekê ez êşa dikşînim.

 

Bersivdana wan dayin ewqasî hêsan e?

 

Me ev rêheval; Mazlûm, Kemal, Xeyrî, Akîf baş nasdikir. Gelek baş dizanîn bibin rêheval. Ew biryar nîşaneya vê ya herî mezin e. Lê belê cardin Xeyrî di gotinên xwe yên dawiyê de behsa deyndar çûyînê dike. Ne wê baweriyê de ne ku gelek tiştên mezin kirin e. Nêzîkatiyeke Kemal jî wek wî heye. Dibêje; ‘’Ev şerê gel, wê bigihîje serkeftinê’’. Lê belê ji bo kêm ked dayinê jî di nav qehreke gelek mezin de ye.

 

Demekî aliyekî vê biryarê yê herî girîng dev jê ne berdana têkoşînê û berdelên vê yê can dayîn e. Aliyê wê yê erênî ev e. Aliyeke din yê neyênî ku em binirxînin û tenê nikarin bikin malê wan jî di encama gelek kêm mayinê de ye. Gelê welat lewaze û faşîst ji vê rastiyê cesaret digrin. Raya giştî ya navnetewetî lewaze, partî lewaze, girseya girtîgehan lewaze, şêweya berxwedaniya wê demê gelek û gelek lewaze. Li gor me pêwîst bû mirovan xwe bi vê şêweyê nezir (adama) bikirana. Eve dibe kefareta wan lewaziyan. Waye aliyên ku em dibêjin pêwîste were dîtin lê belê yên ku kêm maye ev aliye. Ev yek jî tenê bi wan ve nayê girêdan. Ev e bi canê xwe û bi xwe danîna holê, ev yek xwestin derbas bikin lê belê cardin xwe deyndar îlan kirin. ji bo derbaskirina van eve dibin ispat. Dibêjin; ‘’Em bi vî awahî çûn lê belê pêdiviyên vê pêwîstin werin temam kirin’. Aliyeke din vê biryarê jî ev e. Kî di kare vê kêmasiyê bigre? Derveyî vê yekê eve dibe întîhar û şoreşger jî întîhar nakin. Ger ev întîhar neyê derbas kirin ev pêşveçûn ê bi domin. Wê demê bersiva vê yekê, ji yên mayî re dimîne û dibe mesela bi namûsbûnê.

Ev şehîdên me bi van berxwedaniyên xwe em jî xistin bin barekî giran. Ev di wateyekê de hêrseke li hemberî me ye jî. Ger mirovahiyeke, rêxistin û gelek em xistine nav şert û mercên ewqasî lewaz û di nav wateya ne jiyan kirinê de hiştine wan li hember vê yekê gotin; ‘Em bi vê protestoya xwe bersiv didin’ ‘û çalekiya xwe pêk anîn. Peyama ji bo yên mayî û aliyê vê peyamê yên din jî ev e.

 

Ji vê peyamê, ji vê bîranînê encama ku derdikeve ev e; Temamkirina yên ku hiştine. Emê çi temam bikin? Ev jiyana di bin şertên ku nayê jiyankirin veguherînin warê jiyan kirinê, ev çalekî tê wateya vê yekê, li hember dexta faşîst bi sekinin an jî ji holê rakin. Nezanî heye, ev çalekî tê wateya rakirina vê yekê. Rêxistin lewaze, ev çalekî tê wateya bi hêz kirina vê yekê. Tê wateya sekinandina li hember meşa faşîzmê. Vaye encamê girîng yên ji van çalekiya werin girtin ev in.