Di vê qatmanê de, hêza jin dîsa heye û berdewam dike, heman demê otorîterbûna xwedawendan derbasdare û jiyan di nava komînalbûnê de derbas dibe. Lê ji heykel, hestî û resmên ku hatine dîtin û lêkolîn kirin, tê dîtin ku di vê serdemê de hêdî hêdî li kêleka xwedawendan an bavek, an kurek, an jî yê ku hevpar pê re kar dike û yan jî mêrekî ku li ser esasê hevjiyana azad heye. Ev hebûna zilaman ne di asta desthilatdariyê de ye, feqet hêz hatiye parve kirin. Wate bi qasî ku jin otorîtere û civakê bi rêve dibe, nîvê hêza xwe jî bi zilam re parve kiriye. Lê cardin a ku di radeya yekemîn de diyarkere, jine. Feqet di nav vê serdemê de têkoşînek jî heye, bi taybet ber bi dawîbûna katmana 2’emîn ve têkoşîna di navbera jin û mêr de zêde dibe. Mirov dikare weke du pergalan bigire dest. A yekemîn jin temsîla civaka xwezayî û dayiksalar dike, ya duyemîn jî pergala nû ya ku dixwaze xwe pêşbixe mîna desthilatdarî, dewlet û xanedanan e. Her çendî tam pêşneketibe jî, lê hêdî hêdî bi destê zilam ev pergal tê avakirin. Bi giştî di vê serdemê de di navbera jin û mêr de hêz hatiye parve kirin. Lê hîn jî bi awayekî diyarker rola zilam derneketiye, tiştên ku kiriye û nasnama wî çi ye hîn nayên zanîn. Lê li kêleka jin tê destgirtin. Wate xwedawend heye, li kêleka wê jî an xweda heye (ku piştre bûye qiral), an hevjînê wê ye (di vê serdemê de êdî zewaca pîroz pêşdikeve) û yan jî kurê wê ye.

Weke sembola vê qatmanê jî Înanna û Enkî ne. Têkoşîna her duyan bi nav û deng e. Ji ber ku 104 ME û pêşdîtinên ku jin dîtine û pêşxistine di vê demê de zilam dikeve ferqa wan. Tiştên ku li derdora jin hatine kom kirin bi çavekî birçî, bi çavê ku ez bixim destê xwe, bikim ayidê xwe weke zihniyet û feraset di zilam de pêşdikeve. Weke sembol di wir de zewaca pîroz tê dîtin. tê gotin, ji bo ku Înanna bizewice du kes weke tercîh li pêşiya wê hene. Yek ji wan Enkîndoyê cotkare , yê duyemîn jî Dumûzî yê(Temûzî) şivane. Wê demê Înanna xwedawenda mezine. Her du xweda berhemên xwe digirin û diçin gel Înanna ku pêwîste yekî ji wan tercîh bike û pê re bizewice. Dibêjin di esas de meyla Înanna li ser Enkîndo ye, lê wî tercîh nake û Dumûzî hildibjêre û pêre dizewice. Di wê demê de bi yekbûna Înanna û Dumûzî re, civak bi baweriyeke ku mîna erd û ezman bibe yek û jiyan avabibe, yan jî yekîtiya herdu cinsan dê bereketê bixe nava xwezayê digirin dest. Dema ku dizewicin, merasîma zewaca wan di hefteya yekemîn a meha Nîsanê de tê çêkirin. Lewma piştî wê jî heya demeke dirêj a dîrokê, meha Nîsanê dibe meha merasîmên ku qiral û qiralîçe tacên xwe werdigirine, ji bo zewacan.

Înanna û Dumûzî jî ne ku çawa digihêjin hev malbateke resmî avadikin, esas ew yekbûn hêz anîna gel hev û yek kirina wan îfade dike. Hilbijartina Înanna ji Dumûzî re jî dibe ku ji ber vê sedemê be ku dixwest hêza xwe pê re bike yek û civakê hîn xurtir bi rêve bibe. Ji ber mentiqê zewaca wê demê li ser vê esasê ye. Her wiha ji ber jin di vê demê de nîvê hêza xwe wenda kiriye û dixwaze careke din kom bike. Zewaca Înanna û Dumûzî her şeş mehan carekê xwe nû dike. Wate di dirêjahiya şeş mehan de ji hev cuda dibin, her yek ji wan ji hev cuda dibin, tenê şeş mehan li gel hev dimînin. Mirovatiyê ev bûyer ji berê de wisa şîrove kirine ku, dibêjin ev tê wê wateya ku dema her du digihêjin hev Bihar çêdibe û bereket dikeve xwezayê. Ev ji baranê bigire, ji zêdebûna avê û şînkahiyê bigire û ji zêdebûna berhemê daran bigire, heman demê ji ber şînkahiya zêde pez diçêre, berhem zêde dibin, xweza zindî dibe û jiyan bêhtir bi kêfxweşî tê pêşwazî kirin. Di encam de ev şeş mehên ku li gel hev dimînin dibe sedemê ku Bihar û Havîn çêbibin. Dema ku dibe Payiz jî her du ji hev qut dibin, ji ber vê sedemê jî berhem zuha dibin, her kes dikeve goşeya xwe, erd û ezman sar dibin. Bi vî rengî civak vê zewacê wisa pênase dikin. Ev ne tenê di şexsê Înanna û Dumûzî de wisa ye. Hinek dibêjin ku keçeke Demeter (xwedawenda genim û bereketê) ya bi navê Kore a pir xweşik heye. Wê demê xwedayê bin erdê Hades jî heye, ew xweda aşiqî wê keçê dibe. Ji ber ku wê demê zewac jî pêş ketiye, ew jî dixwaze wê keçê ji xwe re bigire. Lê Kore naxwaze bi Hades re bizewice û dixwaze jê bireve. Dibêjin dûvre Hades Kore bi zorê direvîne û tecawizê wê dike. Ji ber ku Demeter xwedawenda bereketê ye, ji vê bûyerê pir aciz dibe, dixeyide û naçe panteona (meclîs) xwe. Bi vî rengî bereketa xwe ji ser erdê dikşîne û dibêje heya ku ez negihêjim keça xwe bila erd wisa bimîne. Dûvre xweda û xwedawend dikevin navberê û çareseriyekê peyda dikin. Ew dibêjin ku Hades carekê keça te biriye, lewma bila êdî şeş mehan li gel wî di bin erdê de bimîne û şeş mehan jî li gel te be. Demeter jî vê yekê qebûl dike. Di encam de tê gotin ku demsal jî li ser vê esasê çêbûne. Dema ku Kore tê gel dayika xwe, ji ber ku Demeter kêfxweş dibe, bereketê zêde dike lewma ew şeş meh dibin Bihar û Havîn. Dema ku Kore jê qut dibe û diçe bin erdê, Demeter dîsa aciz dibe û bereketa xwe dikşîne, wê demê jî dibe Payiz û Zivistan. Mîteolojî ev yek wisa anîne ser ziman. Lê di rastiyê de jî, mînak; Bihar tê wateya nû bûyîn, şînbûn, zindîbûnê û bereket dikeve xwezayê. Bi vî rengî Bihar tê pîroz kirin. Di nava baweriya hinek gelan de Hidralez heye. Hidralez tê wateya razî kirina Biharê, bi vî rengî ew hatina Biharê weke cejnekê pîroz dikin. Lê di bingeh de ev mîtolojî û zewaca pîroz heye. Lewma tê dîtin ku wê demê zewac xirab nehatiye destgirtin, berovajî weke yekbûna hêzê hatiye destgirtin. Lê piştî wê ji naveroka xwe dûr ketiye û desthilatdarî hatiye avakirin.

Xwedawendên Ku Di Qatmana Yekemîn De Derketine Pêş

Li hember hebûna xwedawendan û çanda dayiyiksalariyê, civak demeke dirêj baweriya pê aniye û li ser meşiya ye.

Li gel Babîl û Akadan xwedawend Înanna û Îştar (xwedawendên parastin, eşq û xweşikbûnê)

Dûvre li gel Kurdan Îştar dibe Star ew jî xwedawenda parastin û bereketê ye.

Li gel Fînîqî û Kenaan ku li gorî îro dibe Lubnan û Îsraîl xwedawend Astarte (xwedawenda bereketê). Sembola wê gerestêrka Venûse.

Li gel Huriyan Hepat-Star-Înana (xwedawendên parastin, eşq û bereketê). Sembola wan stêrka Gelawêj (berbang- zuhre)

Li gel Kurdên Hewramî, Yarasan, Zerdûştî û Elewî xwedawend Mîtra (xwedawenda tav, hevaltî û aşîtiyê).

Li gel Medan Anahîta (xwedawenda zayin û avê).

Li gel Misiriyan Îsîs û Hathar (xwedawendên kaînat û zayinê).

Li gel Hîtîtan Kîbele (xwedawenda bereketê). Sembola wê simbila genime.

Li gel Yûnan û Roma Demeter (xwedawenda ax û genim ) û Afrodît (xwedawenda xweşikbûn û eşqê).

Li gel Asûriyan Gola (xwedawenda şîfa û dermanan).

Li Erebîstan Elûzza (stêrka gelawêje), Ellat (tav), Menat (heyv), evana beriya Îslamê weke sê kevirên Pîroz li Kabê ne, ji çanda civaka xwezayî hatine. Piştre bi pêşketina îslamê re ji wir radikin.

Li Efrîka Niyam (xwedawenda lawir û ruhan).

Li Asya û piranî Hîndistan Buduvîdda (xwedawenda lawir û ruhan).

Li gel Civaka Aborjîn ku di parzemîna Austuralya de hîn jî civaka xwezayî jiyan dikin Yîffîye (xwedawenda tevahî ger cîhanê).

Li gel çermsoran  Îrdiyako (xwedawenda mirovatiyê).

Li Ewropa jî Eurupa (xwedawenda yekbûnê). Vê parzemînê jî navê xwe jê girtiye.

Xwedawendên Qatmana duyemîn û xwedayên ku li kêleka wan cih girtine

Di misir de Îssîs-Osîrîs

Di Hîtît de Kîbele- Atîs

Di Yûnan de  Afrodît- Adonîs

Di Hurîyan de Hepat- Hepatte

Û weke wan di her cihekî de bi vî rengî, xwedatek hatiye kêleka xwedawendekê. Di encam de di vê demê de hevsengî tê parastin. Êdî gotinên zilam jî derbasdarin , derketiya ser dika dîrokê û hêzê bi jinê re parve dike.

Ji Waneyên Jinelojî Yê Li Akademiya Şehîd Berîtan De Hatiye Dayin Hatiye Berhev Kirin

 Wê Bidome…