Rêber APO

Ez wek ferdekî bi serê xwe tenê di nav şertên tecrîdê de mehkûmiyetê dijîm, li aliyê din, parastina xwe ya hiqûqî dewam dikim. Hêsan nîne, mirov di dîrokê de dozeke din mîna vê demdirêj û ji aliyê siyasî ve giran bibîne. Hînê jî diyar nîne wê heta kengî dewam bike. Lê belê hê jî bi israr doz wek serlêdana ferdekî tê nirxandin û ji aliyê civakî û siyasî dûr tê girtin. Pir eşkere, ev helwesta DMME kêmaniyeke mezine û bi xwe re rê li ber mehkemekirineke adil nebe, vedike. Doza min bi nazenînî di çarçoveya DMME de hat qebûl kirin, lê ji hemû aliyê siyasî û civakî dûr hat girtin. Eşkere ye, hewceyî bi vê helwestê dîtin ji bo aliyekî girîng ê rastiyê veşêrin. Ev bi xwe jî mijareke bingehîn e, divê ez rave bikim. Ferd ji civakê qût dike û dibêje; “Ez te dikim xwedî maf” bi vî awayî mehkeme dike. Ev helwest cewherê şaristaniya Ewrûpayê pêk tîne. Hema hema ez bi tevahî di parêznameya xwe ya yekemîn de li ser vê rastiyê rawestiyam.

Şertê hebûna cinsê mirov civat e. Ji cinsê prîmat (famîlya herî nêzîkî mirov) yê beriya xwe veqetiyaye û bi civatê bûye mirov. Ev tespît a herî nêzî rastiyê ye, ji aliyê Zanista Civakî ve tê qebûlkirin. Ferdê bi tenê û jiyana bi civat, çiqas ji hev bêne kirin bila bêne kirin, bi teorîk îspat a wê zehmet e. Ji ber ku ferd bi serê xwe nîne. Dibe ku ferdê civaka wî hilweşiyayî hebe, lê hîç nebe ew ferd bi bîranînên civaka xwe ya hilweşiyayî li ser piyan dimîne. Ew bi wan bîranînan jî ji bo kêliyekê dibe civakî. Cinsê mirov, bi temamî hêza xwe bi asta têkiliya xwe ya bi civatê re bi dest dixe. Hejar û qels xistina ferd, şêwazê herî hov ê kolekirinê, tenê hiştin, tecrîd û îzolekirinê ye. Keriyên koleyan, gundiyên serf, karkerên li bajaran dîsa jî civat in. Car caran îsyan dikin û hebûna xwe bi bîr dixînin. Li aliyekî din, tenêtî dijwar hîn dike. Di dîrokê de pêvajoya sulûk û înzîwayê ya hemû zana û peyxemberên navdar vê rastiyê nîşan didin.

Tenêtiya ez dijîm, bi giştî têkiliya xwe bi vê sîstema mehkûmiyet û tecrîdê re heye. Civata te, gelê te; eger ji “xwebûnê” hatibe derxistin, ev tê wê wateyê hê tu ji dayikê dibî tu bi tenêtiyeke qels têyî mehkûmkirin. Tu çendîn ji xwe dûr bikevî ew çend tu bi civateke din re dibî yek, lê wê demê jî tu êdî tu nînî. Yan tê tenêbûneke dijwar, yan jî tê xwe radestî rastiyeke din bikî. Feq û dafika Kurd ketinê û min berê behs kiribû jî ev mentiqê dualî bi xwe ye. Wek ji te re bibêjî; ji mirinan mirinê biecibîne. Di roja me ya îro de cudabûn û parvekirina “bi yê din re” pir tê guftûgokirin. Helwesteke rast e, ji bo dewlemendiya civatê li ser hîmê dilxwaziyê cudabûnên werin afirandin bi yê din re werin parvekirin. Lê belê polîtîka homojenkirin û afirandina yek tîp mirov a sîstemê tiştekî din e. Ew qirkirin e. Ew ji holê rakirina nijad û qewman e. Asîmîlasyon e. Tu êdî tu nînî. Li ser rastiya Kurd polîtîka tê ceribandin jî ev cure ye. Çavkaniya wê jî biyoîqtîdara sedsala 19. û 20. ya nijadperest û faşîzm e. Her cure têgihîştina desthilatiya total e. Armanca wê afirandina nijad û netewekî xurt e, û pê re êrîş û şer tên. Bêguman reh û kokên wê dadikevin heta serdema avakirina destpêkê ya civaka hiyarerşîk, lê bi sîstembûn û belavbûna wê wek polîtîka dewletê xweserî sedsala 20. ne.

Di bin van şertan de mehkemekirina min, em komployê jî bidin aliyekî, dibe sedema cezayekî giran, ji ber ku min civakeke îdeaya xwe wendakirî kiriye xwedî xwestek û li dijî sîstema bi pey hêrsa hêza qezenc û karê ketiye kiriye xwedî çalakî û tevger. Ev tê ferz  kirin û kengî were gotin ka civaka min, ka çanda min, ka zimanê min, ka azadiya min, ev hemû dibin cihêkarî û îxaneta bi welêt re. Di şaristaniya Osmaniyan de gunehekî wer nebû. Di sîstema qewmên Tirk de bi giştî cureyekî welê yê guneh nîne. Ev guneh, vedîtin û îcada rejîmên faşîst, nijadperestên şaristaniya Ewrûpayê û rejîmên din ên desthilatiya total in, di sedsala 20. de derbasî sîstema dewleta Tirk bûne. Ji vê yekê jî her aliyê cîhanê para xwe girtiye.

Eger gunehekî min hebe, ew jî ewe ku min jî hinek ji mîkrobên çanda şer û desthilatiyê wergirtine. Wexta ji bo azadiyê, desthilatiya dewletê û şer mîna fermaneke Qur’anê bi bawermendî hat fêm kirin, ezê jî tevlî lîstikê bibûma. Hema hema her kesê li ser navê bindestan rabû û têkoşiya, nekarî xwe ji vê nexweşiyê xilas bike. Li ser vî hîmî, ez ne tenê li hemberî sîstema serdest, her wiha ez li hemberî Têkoşîna Azadiyê ya min her tiştê xwe ji bo wê danî holê jî gunehkar im. Ezê di vê mijarê de rexne li xwe girtinê ne tenê bi teoriyê, ezê di pratîka esîl a tenêbûna xwe de heta dawiyê bimeşînim. Lê sîstema ku civak û gelek bi zorê û hîleyan ji xwebûnê derxistiye, wê çawa xwe bide efûkirin. Eger mehkemekirinê adil bibe, divê li îdeayên her du aliyan jî were guhdarîkirin û li gorî wê biryar were dayîn. Mehkemekirineke têkiliya xwe ji zanistê qutbûyî ti car nikare adil bibe. Eşkere ye, Zanista Civakî wê çeka min a bi tenê be, ezê serî lê bidim. Ez bi qasî ku xwe pê rohnî bikim, ezê karibim li ser rêya rast bimeşim ku ev jî yek ji şert e, ji bo mirov bi şeref û rûmet bibe.

Sîstemeke ev çend bandor li civakê kiribe, wê hilweşandin û texrîbatên wê yên xwezayê neyên ji bîrkirin. Helwesteke femînîst û ekolojîk wê karibe me bigihîne jiyana civakî ya xwezayî. Yek ji mijarên sereke divê baş were ravekirin, alternatîfa polîtîk a gelan demokrasî ye. Ev ji bo destnîşankirina çareseriyê girîng e. Globalîzm, piyasa serbest a mal ku wek fetîşîzmekê pêşkêş dike, mîna alternatîfê bi tenê dixemilîne û datîne pêşiya me, ya rastîn bi vê yekê, dizek û desteserkerê berê ye. Emê jî bi vê zanebûnê, alternatîfa xwe ya demokratîk û ekolojîk hê jî rave bikin û ala jiyana xwe ya nû li ba bikin. Emê bi vê yekê, îdealên wekhevî û azadiyê yên di dîrokê de zêdetir rojane bi cih bînin û bijîn, di heman demê de emê îspat bikin ku hewldanên di vî warî de têk neçûne. Çawa ku di xwezayê de ti tişt tine nabe, ti nirx û bihayên ji bo civakê jî tine nabin û naçin.

Destpêkê nîzama malbatî ya jin-dayikê bû qurbana civaka hiyarerşîk. Di nav sîstem û civakê de ji beşên herî zordestî lê tê kirin, belkî di serî de jin tê. Ev pêvajoya ku beriya dîrokê hatiye jiyîn, di nav ilmên civakî de cih nagire, ev yek ji ber nirxên bi cihbûyî yên civaka serwer a mêr e. Jin hêdî hêdî tê kişandin nav civaka hîyarerşîk û taybetiyên xwe yên xurt ên civakî wenda dike. Ev di civakê de dij-şoreşeke bingehîn e. Em wexta li malbateke xizan a kedkar jî temaşe bikin û rewşa jinê hûr bikolin, emê bi awayekî balkêş û seyr, vê zordestî û xapandinê bi berfirehî bibînin. Bi sedemên pir piçûk û sivik, jin bi sedema namûs û evînê têne kuştin, ev mînak bi xwe jî nîşaneyeke biçûk e, eşkere dike ku bûyerên diqewimin çawa di bin serweriya mêr de ne. Eger ev pêvajo bi cudahiyên biyolojîk ên di navbera jin û mêr de bêne ravekirin, wê ev yekê şaşiyeke bingehîn be. Di têkiliyên civakî de rol û qanûnên biyolojîk derbas nabin. Pir zêde, mirov dikare ji ber taybetiyên nêr û mêbûnê têkiliyan binirxîne ku mijareke bi vî rengî ji bo hemû cinsan gengaz e. Ya rastîn, çanda jin-dayikê bi sedemên civakî ketiye bin tehekumê. Îdeolojî û zordariya tê meşandin bi tevahî ji ber vê yekê ye. Ravekirina mijarê bi ajoyên cinsî û derûnî, berûpaşkirineke xeternak e.

Statuya jinê ya ku bi sîstema hiyarerşîk dest pê kir heta neyê analîzkirin û ji hev neyê derxistin, ne dewlet û ne jî civaka çînî ku xwe dispêrên sîstema hiyarerşiyê, wê werin fêmkirin. Ji lewra mirov nikare ji yek mijarên bingehîn a xwe tê de xapandiye xilas bike. Jin, ne wek cinsekê, wek mirov ji civaka xwezayî tê veqetandin û bi koletiyeke berfireh tê mehkûmkirin. Hemû koletiyên din jî bi koletiya jinê ve girêdayî pêş dikevin. Lewma heta koletiya jinê ji hev neyê derxistin û neyê fêmkirin, wê koletiyên din jî ji hev neyên derxistin û neyên fêmkirin. Heta dawî li koletiya jinê neyê anîn, wê koletiyên din jî bi dawî nebin. Jina zana ya civaka xwezayî çanda xwedawenda dayik bi hezarê salan jiyaye. Nirx û bihaya ku her tim hatiye mezinkirin çanda xwedawenda dayik e. Eger wisa be; çandeke berfireh û demdirêj a civakê çawa hat tepisandin û îro bû bilbileke bi xemil û xêz a qefesê. Mêr dikarin li ser vê bilbilê dîn bibin, lê ew dîl û êsîr e. Heta dawî li vê dîlketina demdirêj û kûr neyê, ti sîstemên civakî nikarin behsa wekhevî û azadiyê bikin. Hikmê ku dibêje; asta jinê ya wekhevî û azadiyê, asta civakê ya di vî warî de destnîşan dike, rast e. Balkêş e, hê dîroka jinê bi rêkûpêk nehatiye nivisîn. Di ti ilmên civakî de cihê jinê rast nehatiye danîn. Yê ku herî dibêje; ez ji jinê re bi hurmet im jî, vê yekê bi qasî ku bi kêra arzû û xwestekên wî were, wek hikmekî qebûl dike. Îro jî jin, ji bilî aliyê xwe yê cinsî wek dosteke mirov ji aliyê ti mêrî ve nehatiye pejirandin. Ji bo peydakirina mêrekî ji vê qonaxê derbasbûyî û yan jî afirandina mêrekî bi vî awayî, gaveke bingehîn e, bi aliyê azadiyê ve hatiye avêtin. Ezê vê mijarê hê jî analîz bikim û hewl bidim hê zêdetir hûrûkûr li ser rawestim.

Qasî malbata di bin rêveberiya mêr de ti koletiyeke daîmî û kûr nehatiye dîtin. Ev tespîtek e, hemû sosyologên navdar li ser hemfikir in. Ji bo mirov asta koletiyê ya civakê analîz bike, ji sedî sed divê mirov asta koletiyê ya jinê bi awayekî berfireh çareser bike. Jin ne tenê ji aliyê mejî û kiryaran ve hewce hatiye kirin, di heman demê de hemû hisên wê, tevgerên wê yên bedenî, nîzama dengê wê, lixwekirin û vexwarina wê jî bi koletiyê re têkildar hatiye kirin. Xelek bi poz, guh, zend û lingên wê ve hatine kirin. Ev sembolên zincîra koletiyê ne. Di serdema navîn de kembera bakîretiyê jî bi jinê ve tê kirin. Têgihîştineke yekalî ya namûs û exlaq tê pejirandin. Ji aliyê îdeolojîk ve jinê tine dikin. Hemû nirx û biha ji destên wê têne girtin û wê dixin rewşa mal û milk. Bi qelen û next tê wezinandin.

Koletiya jinê ku çavkaniya wê civaka Sumeran e, mijarek e, hê dest pê nehatiye kirin. Hewcebûna bi civaka hiyarerşîk dest pê kir, di perestgehên rahîban re hat derbaskirin û xistin holika mêr, bi vî awayî bi statuya herî giran bi dawî kirin. Ji wê demê û vir ve, statuya ku pêş de birine ev e. Mijara bingehîn a wêje, exlaq û perwerdeyê her jin bû û dianîn ziman ku jinek bi hemû his û tevgerên xwe çawa dikare ji mêrê xwe re xizmetê bike. Koleyê mêr bi berhemê zêde yê bi dest dixistî û hêza xwe ya milan, statuya xwe destnîşan dikir. Koletiyeke naveroka wê aborî bû zêdetir derdiket pêş. Lê jinê bi hemû beden, ruh û fikra wê dikin kole. Eger hûn mêrekî kole serbest bikin dikare bibe mirovekî azad, lê hûn jinekê serbest bikin, wê biçe koletiyeke hê xirabtir. Ev rastî bi xwe, koletiyeke kûr nîşan dide. Çavdêrekî baş dema li jinê temaşe bike, bi hêsanî dikare bibîne, jin çawa bi her awayî li gorî daxwazên mêr hatiye hûnandin û reng dayînê. Ji dengê wê heta meşa wê, ji nêrtina wê heta rûniştina wê, wek bibêje; “ez hatim qedandin”. Li ser koletiya jinê analîz nehatine kirin, yek ji sedemên bingehîn ê vê rastiyê, çilekiya mêr û ruhê wî yê tatmînkar ê dîktator e. Prototîpa qral-xwedayên di civakê de, efen­diyê jinê mêrê li malê ye. Ew ne tenê zilamek e, ew xweda-mêr e. Ev taybetiya mêr bêyî ku biguhere, bandora wê heta roja me ya îro hatiye.

Zordestî û îstîsmara herî kevin a li ser jinê jî her ku derdikeve holê, pirsgirêka jinê dibe tam krîzeke mezin. Jin her ku xwe nas dike, bi sedema piçûk hatiye xistin bi hêrs radibe û dibe yek ji hebûna bi tesîr a kaosê gurr dike. Ji hev vebûn û verşîna pirsgirêka jinê, wê ji hev vebûna civakê û ji hevbûna civakê jî wê ji hevbûn û verşîna sîstemê bi xwe re bîne.