Ji gelê me û raya giştî re

Em cejna vejînê ya 15’ê Tebaxê ya ku ji bo mîloynan hêviya jiyana azad afrandiye û tekoşîna berxwedanê veguherandiye vejîneke mezin di şexsê fermandarê me yê efsanewî rêheval Egîd de li tevahî şehîdên şoreşê pîroz dikin, bi hezkirin û rêzdarî bejna xwe li beramber bîranîna wan ditewînin. Em salvegera nû ya tekoşîna xwe jî di serî de li Rêberê azadiya gelan Rêber APO, li gelê xwe û tevahî têkoşînvanên azadiyê pîroz dikin.

Pêngava 15’ê Tebaxê ya ku bi navê gelê Kurd herikîna dîrokê guhert; hêvî, cesaret û bawerî da tevahî gelan. Vê pêngavê starta şerê azadiya welatekî ku kesek nedikarî navê wê jî bigre ser zimanê xwe ji tevahî cîhanê re ragihand. Bi 15’ê Tebaxê re guleya yekemîn li dijî koletî û mitîngeriyê hate avêtin, bi vî rengî jî veguherî tevgera tolhildaneke mezin. Di pêşengiya fermandar Egîd yê ku tarzê zaferê avakiriye şerê me hebûn û rûmetê destpêkir. Pêngava 15’ê Tebaxê ku di gelê me de bawriya cewherî û vîna serbixwe avakir di heman demê de zanistiya parastina cewherî jî avakir. Peyama ku gelê Kurd bê parastin nîne da hemî hêzên desthiladar.

Rejîma faşîst a Tirk ku di salên 80’an de li dijî gelan û bindestan komkujî, îşkence û tepisandinên dij mirovî pêk anîbû di hafizeya civakê de şopên kûr hêlabû. Li dijî van pêkanînan berxwedana pêşengên PKK’ê yên di zindana Amedê de baweriya jiyana azad avakir. Li ser vê bingehê pêngava 15’ê Tebaxê jî ruhê azadiyê gihande zaferê. Berxwedana zîndanan veguherande vejînê. Ruhê 15’ê Tebaxê îro li herçar parçên Kurdistanê li dijî faşîzmê têdikoşe. Li dijî faşîzma AKP-MHP ya ku di Kurdistanê de di hovîtî û barbartiyê de ti sînoran nas nake ruhê ku li berxwe dide ruhê mirovên azad ên Egîtbûyî ye.

Ev ruhê vejînê ku bi nirxên afrandî re veguheriye felsefeyeke jiyana azad pêwîste li her derê di her qadê de jiyanî bibe. Herkesên ku li dijî zilm, wehşet û faşîzmê xwe berpirsyar dibîne, yên ku baweriya wan bi jiyana azad û demokratîk heye pêwîste bi hevre di nava têkoşînê de bin. Her têkoşîneke ku bi hevre bi yek dilî tê meşandin wê faşîzmê bi erdê re bike yek û jiyana azad veguherîne rastiyekê. Pêngava 15’ê Tebaxê ku di Kurdistanê de yekemîn gava xweseriya demokratîk îfade dike di heman demê de ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn tê wateya yekem gava jiyana hevpar a konfederal. Mezinkirina vê bi tekoşîna me ve têkildare. Kombûn û yekbûna jin, ciwan, kesên bindest û yên ku daxwaza demokrasiyê dikin wê bi xwe re enerjiyeke wiha ava bike ku ti rejîmeke dîktator nikare li beramberî wê li ser piya bimîne. Ew rejîm neçare ku hilweşe û tune bibe. Tenê heger em bibin yek, bi hevre bin. Di vê wateyê de em bang li her kesê dikin ku bi ruhê Egîdan têbikoşin.

Weke hêzên YJA Star, bi felsefeya jiyana azad a ku Rêberê me avakiriye, emê bi ruhê şer yê hevrê Egîd têkoşîna xwe bidomînin. Çawa ku berxwedana bê hempa ya zindana Amedê di 15’ê Tebaxê de veguherî pêngaveke tolhildanê, berxwedana me ya ku li derdora berxwedana Îmraliyê mezin dibe jî wê bi înşaya jiyana azad û demokratîk ya gelê Kurd ve bi zaferê tacîdar bibe. Weke hêzên parastina jinê YJA Star emê sekna fermandar Delal Amed di xwe ava bikin û wekî rêhevalên Egîd, Hêlîn, Nalîn, Berçem, Azê, Roza û Jînda’yan em soz didin ku emê ala wan dewrê me kiriye bighînin zaferê. Li ser vê bingehê em hemla xwe ya vejîna mezin û azadiyê ya 15’ê Tebaxê careke din li Rêberê xwe, li jinên berxwedanvan, li hemû gelê xwe, li mirovahiya demokratîk û hemû gelên li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn dijîn pîroz dikin.

Bijî pêşengê pêngava me ya vejînê Rêber APO

Bijî cejna 15’ê Tebaxê ya berxwedan û azadiya gelê bi rûmet

Bijî artêşa me ya gerîla ya temînata zaferê

Bimre her cure faşîzm

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR

13 Tebax 2018