Heta niha em li ser hêmanên bingehîn sekinîn da ku bê fêm kirin jineolojî çima pêwist dike, lê ya girîng ewê jineolojî danehevên xwe li ser kîjan rêbazan pêş bixîne ye. Yek ji van rêbazan arkeolojî ye. Niha em mêze bikin dîroka jinê dibin tonan xweliyê de ma ye. Yê vê dîrokê derxe ser rûyê erdê zanista arkeoloji ye ku hevalên me yên hêja vê wekî ‘erdkolandin’  jî bi nav dikin. Arkeolojî kavilên kevnar lêkolîn dike, erdê dikole û ji bin erdê hestî, peyker hwd. derdixe. Wekî tê zanîn; arkeolojî zanista kolandinê ye û li ser van tiştên ji erdê derdixe lêkolîn dike. Digîhîje agahiyên demê berê ku di wan serdeman de çawa hatiya jiyîn, şiklê rêvebirinê çawa bû ye, guhertin çawa pêk hatine, sedemên wan çibû ne û hwd ji aliyê arkeolojiyê de tê lêkolîn kirin.  Çima arkeolojî ji bo jinê pêwist dike, wekî Rêber Apo dide diyar kirin, çima  pêwiste jin arkeolojiya xwe bike. Yek sedemên vê ya girîng ewe ku jin xwe nas bike ye. Ji kur hatiye bizane û li ser wê esasê nasnameya xwe pênase bike. Ji bo wî jî gelek jin hene ku mirov bîyografiya wan bixwîne, di dîrokê de li wan bigere. Nefertîtî, Kleopatra heta qralîçeyên Osmaniyan jî di nav de pêwîstê jinên pêşengtî kirine jiyana wan bê zanîn. Her jinekî merheleyekî nasnameya giştî jinan e. Derketina wan a ser dîka dîrokê, berxwedaniyê wan û ketinê wan gelek fêrker in. Serpêhatiya wan zanîn û dersên pêwîst jê derxistin dibe hêzekî xurt. Di nava PKKê de di esas de ev wekî rêbazekî dahûrandinê ye. Ji zarokatî xwe dest girtin û pêşeroja xwe li ser vê dana rûnişkandin girîng e. Her jinekî divê dahûrandina xwe çêbike, cewherî wî di bin çend cilan de hatiye veşartin bibîne û bigîje rastiya xwebûyina xwe. Di wateyekî din de divê her jinekî arkeolojiya xwe bike ango bibe arkeologa rastiya xwe. Wê derbikeve holê ku ka bê çi jê hatiye dizîn? Ziman, çand, hêst, fikir, nasname bûne çend beş, wê di kîjan beşî de rastiya xwe peyda bike divê bibîne. Niha di nava tevgera PKKê ji bo jinekî xala herî girîng yek bi yek zivirandina van cewhera ne. Gelek jinên ku destpêkê tevlî PKKê dibin, ji zimanê xwe re biyanî ne, ji rastiya xwe dûr in. Fêrbûyina ziman di esas perçekî gihiştandina heqîqeta xwe ye. Dîsa dilîniyên xwe naskirin, fikrê xwe naskirin jî jinê ber bi cewherê wê yê esasî de dibe. Wekî mînak; hêstên jinê sade ne, pak in, ji berjewendiyan xalî ne, tê de qûrnazî tine ye. Lê em binêrin di rastiya tê jiyîn de berovajî rewşekî heye. Heta tê gotin ku; ‘’Du jin nikarin di heman gorê de razin’’. Ev çima tê gotin, çawa bû ku jina civakbûyinê ava kir, îro nikare bi hevzayenda xwe re bijî? Wê gavê pêwiste wekî arkeologekî de em li xwe bizirin û çawa jin ket vê rewşê fêm bikin. Bersiva vê pirsê dayîn di heman demî gihiştandina cewhera jinê ya rast e jî. Jineolojî merhele merhele jinê digire dest û li kuderê jin wenda bû, li kuderê jin wenda kir, dixwaze vê derxe zanebûnê. Ev di rojekî de, di salekî de, di sedsalî de pêk nehatiye. Rewşa heyî rewşekî hezaran salan e. Wekî bîyolojîk temenekî her însanekî heye. Di vê temenê de jî merheleyên ku însan ava dikin hene. Mînak malbat, dibistan, qadên civakî. Malbat rastiyekî çend hezar salî ye ango dîroka dibistanan, avabûna wî, civak ji kîjan qonaxan derbas bû. Klan, kabîle, eşîret hwd. Vana giştî di çêbûna însan de jî wekî merhele tên jiyîn. Di vê watê de li van saziyan mêze kirin zanebûnekî xurt dide ava kirin. Lewra jineolojî xwe di van xalan de bi pîvan dike.

  1. Jineolojî pirekî di navbera giştî zanistan de ye.
  2. Di ziman, çand û zanistan de çiqas peyvên û mêzekirinên zayendperestî heye bi wan re tekoşîn dike. Şiroveyekî feraseta zayendperestî têde nîne dide ava kirin. Mînak di Tirkî de; ‘’Bilim adamı’’, di İngîlîzî de; ‘History ango Women’’ hwd mînakên vê pir in. ‘Bilim Adamı’ tê wateya ‘’Zilamê Zanyar’’, History tê wateya ‘dîroka zilam’. ‘His-story’ ango his zilam e, story jî çîrok e, dîrok wekî; ‘Çîroka Zilam’ tê pênase kirin. Women qaşo jin e,lê dema li koka peyvê tê lêkolîn kirin; tê wateya ‘Wife of man’’ yanî jina zilam. Jineolojî li hember vê zimanê zayendperest zimanekî nû pêş dixe û di zimanê nû de ifadeya giştî mirovahiyê dike.
  3. Zanistê ji bin yek destiya zilam rizgar dike.
  4. Pêşengê jineolojiyê Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê(PAJK), lê qadên jineolojiyê ji giştî civakê re vekirîne. Jineolojî tenê bi partî ango qadroyên partiyê re sînordar nîne.
  5. Jineolojî di lêkolînênxwe de ji bo gihiştandina heqîqetê ji rêbazên wekî mîtolojî, dîn, felsefe û ilmê sûd werdigire. Lewra van rêbazan di astekî ku dahûrandina dîrokê bê kirin de tên dest girtin. Heger mirov mînak bide mîtolojî bi xwe zanista destan, çîrok, efsaneya ye. Lê tê zanîn ku ti çîrok û efsane wiha jixweber derneketine holê. Helbet di nava giştî çîrok, destan, efsaneyan de rastiyekî veşartî heye. Jineolojî wekî rêbaz rastiya veşartî ya van çîrok û efsaneyan derdixe zanebûnê û bi vê ve nêzikatiyekî nû yê xwendina dîrok, arkeolojî û civaknasiyê pêş dixe. Lewra di vê derheqê de ne tenê çîrok û destan di heman demî de stran, pêşgotin û her wiha gotinên bi wate jî di qada lêkolînên jineolojiyê de cihê xwe digirin. Para rastiyan ji wan tê girtin û bi vê ve lêkolînên jineojiyê tên kur kirin.

Zimanê mîtolojîk helbestî ye ji ber vê yekê herikbar e. Jineolojî di lêgerîna heqîqetê de bi qasî girîngî dide rêbazên felsefî  û îlmî bi ewqasî  jî rêbaza mîtolojiyê girîng dibîne. Zanistên pozîtîvîst li ser rêbaza çavdêrî-ceribandinê agahiyan kom dikin. Pêwîste her agahiyekî îspata wî, dokumanên wî hebin. Mekanên pozîtîvîzme labaratûvar in ji ber vê yekê mîtolojî wekî rêbazekî xeyalî tê dîtin. Lê di rastî de mirov dikare bi rêya mîtolojiyê bigîje danehevên girîng yên dîrokî. Di zanistên pozîtîvîst de tenê zekaya analîtîk li pêş e, lê jineolojî zekaya hêst jî girîng dibîne. Ji ber vê yekê hêst ango hîs kirin ji bo jineolojiyê rêbazekî girîng e.  Her wiha jineolojî bi folklora gelan, kevneşopî û çanda wan re jî eleqedar dibe. Her gelekî, her wiha di nava netewan de her herem, bajar, bajarok û heta gundekî jî çandekî wanê cuda heye. Govendên digirin, di şahiyan de stranên dibêjin di derheqê dîrok û çanda wê civakê de agahiyan dide. Jineolojî vana giştiyan lêkolîn dike, encaman jê derdixe û dike malê zanista jineolojiyê. Yek ji rêbazin din têde jin hatiye çewisandin jî ol e ku jineolojî li vê qadê jî lêkolîn dike.  Ol jî bi mêzekirinê desthilatdarî ve hatiye dest girtin. Jineolojî vê qadê bi mêzekirina jinê ve digire dest. Ol mijarekî girêdayî baweriyê ye lê ya girîng jin çawa bawer dike, baweriya wê li ser çi hatiye ava kirin derxistina zanebûnê ye. Rêbertî di vê mijarê de dibêje, di çanda Rojhilata Navîn de jin wekî Aîşe, Fatma tê pênase kirin, lê di çanda Ewrûpiyan de jî jin Meryem e. Vana pênaseyên olê ne ku li jinan hatiye bar kirin. Lê di rastî de dervayê van pênaseyan gelo pênaseyekî din ji bo jinê nîne? Cihekî cuda yê jin heye an na, ol nasnameyekî çawa ji bo jin daye ava kirin vana pirsîn girîng in. Rastî jî jin tenê Aîşe, Fatma ango Meryem e, heger wiha be rastiya van jinan çiye? Jineolojî li pey van pirsan diçe, li heqîqeta jinê digere, pênaseyên ji bo jin tên kirin, gelo çiqas ji vana rast in vê dipirse û derdixe zanebûnê. Rêbaza herî zêde ji aliyê jineolojî ve tê kar anîn jî felsefe ye. Felsefe û zanist zikê hev de mezin dibin, ne gengaze ku mirov ilmekî bê felsefe pêş dikeve bifikire. Em dibên ku di roja me de zanist qeyran derbas dike, sedemê vê yê herî bingehîn qutbûyina têkiliya wî ji felsefê ye. Felsefe di wateya xwe de ‘heskirina zanebûnê ye’. Jineolojî ji ber bi jiyanê re têkildare herî zêde jî peywendiya wî bi felsefê re heye. Li gorî mêzekirina jineolojîk tiştekî ku têkiliya xwe ji jiyanê qut nekiriye ew tişt herî heqîqî ye û rastiyan di xwe de diparêze. Bala xwe bidinê di felsefeye de jî jin hatiye wenda kirin. Lê di rastî de herî zêde li ser felsefê zêde kiriye jin e. Di pêşxistina felsefeyê de xebatên jinê çi bûn, jineolojî vana derdixe holê. Di vê xalê de yê heyî dikeve ber lêpirsînê, kombûyina danehevên bi aqil û nêrînên jinê ve dubare ber çav tê derbas kirin. Her wiha felsefe di vê mijarê de alîkarekî herî baş e û jê sûd tê wergirtin.

Zimanê jinelojiyê xwerû, herikbar û helbestwarî ye. Hem nîvîskî ye, hem jî girîngiya pêwist dide gotinê; çîrok, dengbêjî her wekî din vana jî rêbazên ku jineolojî jê sûd werdigire ye. Ziman resen e, objektîf e, zimanê heqîqetê ye ji ber vê yekê jî xweşik e. Xwedî ûslûbekî kêşer e, ji ber vê yekê bala herkesî dikşîne. Herkes dikare di jineolojiyê de cihê xwe bigre, berhemên xwe lê zêde bike. Herkes dikare bi çîrok, meselok, metelok, stran, dengbêjî, hebûn û xwebûna xwe ve tevlî qada jineolojiyê bibe. Mekanên jineolojiyê ne ûnîversîte ne, ne dêr in, ne jî mizgeft in. Jineolojî di mekanên fermî  de xwe heps nake. Jiyan li kuderê be, jineolojî jî li wir e, mekanên lê jiyan diherike teqez jineolojî li ew der e. Mal, tax, park, akademî hemû qad cihên jineolojiyê ne. Ew nêzikatiya ku zanist tenê li qadên akademîk tê peyda kir ji aliyê jineolojiyê ve serûbin hatiye kirin. Ji ber jineolojî ne yê akademîsyena yê giştî civakê ye. Jin, kal, pîr, şivan, xwendekar, mamoste, karker û akademîsyen giştî beşên civakê dikarin di nava jineolojiyê de cihê xwe peyda bikin. Kesekî bixwaze di qada jineolojiyê de kar bike, pêwist nake ku teqez xwende be, ya girîng tecrûbeya jiyanê ye. Lewra beşên civakê yê herî zêde jî dayik dikarin di nava jineolojiyê de cihê xwe bigirin. Di vê mijarê de mînaka Nagîhan Akarsel pir bi wate ye. Nagîhan Akarsel ji bo jineolojiyê xwedîyê kedekî mezin bû, berhemên pir girîng li jineolojiyê zêde kir, lê ya girîng da nîşandan ku ew jinên nayên dîtin, bê nasname di nava malên xwe de hatina rûniştandin, çavkaniya herî mezin ya jineolojiyê ne. Destana bi navê ‘Çil Mêran’ heye, ev destan aîdê civaka Êzidiya ne. Heval Nagîhan ji bo rastiya vê çîrokê fêr bibe, berê xwe da Şengalê û bi gelek dayîkan re li ser vê mijarê gotûbêj kir, bû şahidê êş û azarên wan ku di 73 fermanan de jiyan kirine. Dîsa çûndina wê ya Efrînê heye. Tenê ji bo di çîrokekî de rastiya civakê derxe zanebûnê ewqas ked da, kete nava hewildanên pir bi wate. Ji ber jineolojî zanistekî wihaye ku jinê çavkaniya civakê dibîne û pê bawere ku di çavkaniyê de gelek rastî veşartî ne. Jin ji ber neketiye nava qirêjiya şaristaniyê di aliyê parastina bîra civakê de paqij maye. Her wekî din mirov dikare bêje ku ji ber vê taybetmendiya wê ji bo jineolojiyê çavkaniyekî xûrt e. Rêbaza herî girîng ya jineolojiyê şîrove ye. Nêrîna jin ya hevpar li dora xwe ava dike. Hunera şîroveyê ji bo jineolojiyê pir girîng e û rêbazekî esasî yê  gihîştandina heqîqetê ye.

 

Ji Dersa Arjîn Dersîm Jineolojiyê Ya Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Bêrîtan hatiyê berhev kirin.