Tekoşîna azadiyê ji avabûna xwe heta niha bi iddaya avakirina jiyanek azad û wekhev bê rawestin meşiya ye. Ji bo pekanîna vê rastiyê gelek delalên ber dilê dayikên xwe bê hesap berê xwe dane tevgera azadiyê. Ji bo gihiştina jiyanek azad bi şewazêk bê dawî xwe razandin vê dozê. Ji ber tevgera azadiyê PKK rastiyek civakî îfade dike. Ev rastiya xeta Apoyî a ku li hemberî xwe tu astengiya nas nake, li beramberî êrîşên nirxên gelê Kurdan, bi berxwedaniyek dîrokî û mezin ve navê xwe bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokî de dineqşîne. Bê guman dema ku ev berxwedaniya dîrokî tê nivîsandin, berdêlên giranbûha jî tê dayîn. Her şehîdek bi şahadetê xwe re dibe şahidê kêliyên azad û bi wate. Jiyana azad a ku di pêşengtiya paradîgmaya Rêber Apo de dimeşe bi ked û xwêdan, bi bîr û baweriya gerîlayên azadiyê hîn zêdetir nêzê serkeftinê dibe. Kesên ku van kêliyên de dijîn û dibin perçeyek ji vê heqîqetê şehîd bi xwe. Ji ber şehîd avahîsazên herî bijarte a şoreşê ne. Yek ji wan avahîsazên şoreşê jî rêhevala me Viyan Ozgur ango bi navê xwe yê malbatê Serkeftin Demir e.

   Gelê Botanê di dîroka tekoşîna azadiyê de herdem bûye xwedî ristêk diyarker. Bi berxwedan û serhildanên xwe tu caran li hember neyaran serê xwe netewandine. Mînakên herî şenber ên pevajoya xweseriya demokratik bîra her neferî de ye. Gelê Botanê di pêşengtiya PKK’ê de berxwedaniyên dîrokî a ku pêş dikevê de bê dudilî beşdar bûye û cihê xwe refên herî pêş de girtiye. Ji bo gihaştina azadiyê jî dem û cihê xwede bê dudilî berdelên pewîst dane ber çavan. Gelek fermandarên mîna Rojîn, Reşîd, Nûda, Adil, Çîçek û mîna wan derketine û tevgera azadiyê de pêşengtî kirine û tevgera azadiyê gihandine heta roja me ya îroyan. Yek ji wan malbatên welatparêz û xwedî nirxên xwe derketî jî malbata Demir e. Ew jî mîna gelek malbatên me yên Botanê girêdayî ax, çand, ziman û nasnameya xwe, girêdayî nirxê xwe ne. Hember her cûre erîş û zordariyan jî li hember dijmin bêdeng nemane, serê xwe netewandine. Salên 1990’an de dema dijmin dixwaze gelek malbatên gelê Kurd li beramberî gerîla bike xwedî çek, çawa ku gelek malbat qabûl nake, malbata Demir jî li hember gerîlayên azadiyê rakirina çek qabûl nakin û neçar dimînin ji axa xwe qut bibin. Ji ber êrîşên dijmin berê xwe dide wargeha penaberên Maxmûrê. Rêheval Viyan Ozgur di nava malbatek wiha girêdayî nirxên xwe de sala 1999’an de ji dayîk dibe. Navê wê dibe Serkeftin. Ji dayikbûna wê de ji bo gihaştina serkeftinê rêka wê hatiye xîz kirin. Ewê bigihîje serkeftinê. Ji ber malbatê û ji ber wargehê ji xwe zarokatiya xwe de tevgera azadiyê dinase û bi xeyala rojek bibe gerîla mezin dibe. Dema ku ew roj tê edî berê xwe dide serkeftinê. Li qadên gerîla navê Viyan li xwe dike. Her du navê wê jî girane. Ji bo gihaştina serkeftinê vînek ji pola pewîst bû, ew zanabûna vê yekê de bû. Ji ber wê bi awayek zana vê navê li xwe kiribû. Ji ber ew gelek bi biryar bû, wê bigihişta serkeftinê…

Viyan Ozgur qadên mîna Qendîl, Garê û Zapê tevlî pratîkên germ dibe. Ji xwe pevajoya ku tevlî refên gerîla dibe, li çiyayên Kurdistanê şerekî germ diqewime. Ew jî dibe perçeyek ji vê şerê heqîqetê. Perwerdeyên bingehîn piştî ku Qendîlê dibîne li ser esasê peşniyar û israra xwe derbasî qada Zapê dibe.

Di dîroka tekoşîna azadiyê de qada Zapê xwedî cihêk girîng e. Ji ber gelek caran êrîşên dijmin re rû bi rû hatiye û van êrîşan de tu caran pişta xwe nedaye gerîlayên xwe. Raste gerîla Zapê hez dikir, lê dîrok dehan caran nîşan dabû ku Zap jî ji gerîla hez dikir. Lewra tu êrîşan de gerîlayên xwe tenê ne hiştibû. Viyan jî bibû yek ji wan gerîlayan. Viyan ji ber zindîbûna xwe di nava hewreyên xwe de pir zû bal dikişand. Zindîbûna wê, coş û kelecana wê ya li hember jiyanê taybetmendiyên sereke bûn ku bala mirovan dikişand. Hember jiyanê gelek bi hişyar, ji bo fêrbûnê jî gelek vekirî bû. Her xebatê ku pêk dianî bi baldariyêk mezin, bi hassas dest digirt û bi serkeftî encam digirt. Rûken bû, tu caran kenên li ser levên xwe kêm nedikir. Têkîliyên xwe yên rehevaltiyê de her dem samîmî û girêdayî tevdigeriya.

‘Serkeftin’ Ya Te Ye

Welatê Kurdan di bin êrîşên dagirkeriyê de şerê serkeftinê dida.  Şervanên leheng ên Apoyî ji bo şikandina dijmin bê tirs berê xwe didan qadên şer. Viyan jî mîna milîtanek Rêber Apo dixwest di nava vî şerî de cihê xwe bigre. Xwe berpirsiyar didît û encama biryarên xwe de nava şerê germ de cih girt. Hevalên xwe re bû cihê hêz û baweriyê. Nava şerê dijwar de hevalên xwe re bû çavkaniya jiyanê. Cihê ku Viyan lê bû li wê derê moral, cihê ku Viyan lê bû li wê derê ken kêm nedibû. Kenên azad li ser çiyayên bedew belav dibû. Çem, dar, ba û bablîsokan hesûd dibûn ji dengê kenê wan. Her zehmetî cihê xwe kenên bedew re dihişt. Ev jî ronahiyek mezin dida tarîtiya şevên dirêj. Ew ronahiyên kenên gerîla şewq dida hemû zindiyên ezmanan…

Viyan rojekî wiha de ronahiya xwe belavî ser rûyê erdê kirîbû. Dema ku dîrok 21’ê Nîsanê sala 2023’an nîşan dida dagirker berê xwe dabûn çiyayên welat û bê navber erîş dibirin li ser çeperên gerîla. Van êrîşên bê pîvan de qehremanek vê serdemê Viyan Ozgur berê xwe dida asîmanan. Viyan mîna gelek ciwanên Kurd, mîna hezaran hevreyên xwe wek parazvanê vê xaka pîroz erka xwe pêk anîbû. Qada ku lê bû rê nedabû neyaran. Singa xwe kiribû mertal, xeyalê dijminê xwe di qirka wan de hiştibû. Dijmin cih nedidît ku bireve, lewra ew ser neketibûn, tu tiştêk bi dest nexistibûn. Serkeftin ya ‘‘Serkeftin’’ bû…

Rêhevalên Wê Yên Tekoşînê