Her demên cûda yên dîrokî de hin bûyer, hin kesayet mohra xwe dîrokê xistiye. Ew kesên ku neqşî dîrokê bûne, demên xwe de deskeftiyên ku bibe malê mirovatiyê ava kirine. Di nava vê dîroka qedîm û kevnar de gelek jinên pêşeng jî hene ku ji bo welat, ji bo ax xwe xistine mertal bûne can-ı feda. Dem derbasbûn, sal derbasbûn lê belê keçên Kurd jinên Kurd qet û qet dest ji çanda berxwedanê dest ji çanda serhildêriyê bernedan. A niha wekî ku dîrok xwe dûbarê bike rihê Besê û Zarîfeyan, xwe di jineke serhildêr de zindî dikir.

Serpêhatiya Şehîd Zinarîn Welat

Cihê berxwedan û şoreşê, warê lehengan, xwediyê keçên serhildêre Rojava. Rama Şemdin sala 1997 bajarê Hesekê çavê xwe li dinyayê vedike. Eslê xwe ji bajarê Amudê ye. Rama di nava malbatek û hawîrdorek welatparêz de mezin dibe. Hîn di temenek biçûk de tevgera azadiyê nas dike. Ji ber ku malbata wê kar û xebatê rexistinê de cih digire, bi bîra gelê Kurd, rastiya civaka xwe de têşe digire. Ji bo çanda gelê xwe nas bike hîn zarokek biçûke diçe çand û hûnerê. Ji bo Rama wî karî de cîh girtin tenê ne fêrbûna dîlan û stranên Kurdî bû, ji bo wê ev xebat xebatekî dîroka xwe naskirinê, xwe naskirinê bû. Ji ber vê bi dil û can tevlî kar dibe. Ev kar wê demê pêş ji bo Rama bibûya sedema derketinên nû û dîrokî. Dema mirov jiyana xwe de dikeve ferqa rastiya hebûna xwe ne gengaze ku bikare cihê xwe de bisekine û tiştek neke. Carna mirov demên wiha jiyan dike, şahîdiya hindek bûyeran dike ku mirov dikeve nav liv û tevgerekî bikaribe derketinek nû bike. Destpêkirina şerê Rojava de hîn zêdetir xwe nava vê rastiyê de dibîne û tesîrek pir mezin li ser dide ava kirin. Ramaya delalî re ji bo destpekirina meşa heqîqetê çi sedem nemabû, ji ber sedema herî mezin ew bû li ser welatê wê, li ser xaka wê gelê wê êrîş dihat kirin. Gelo dema mirov şahîdiya van tiştan bike, mirov dikare wek temaşevanek lê binêre, kîjan dil kîjan wijdan dikare li ber xwe bide? Ev şer û berxwedan bû sedem ku Rama berê xwe bide qibleya evînê, bibe rêwiyê heqîqetê. Li ser vê bandorê sala 2014’an jiyana xwe de derketinek nû dike û tevlî nava refên azadiyê dibe.

Ew wek behrekê ber bi bêdawîbûnê vê diherike, wek çûkekê baskê xwe vedike û ber bi azadiyê ve bi bask dibe. Ew ji bo tolê, ew ji bo gelê xwe tevlîbû bû. Dema gava xwe avêt nava vê rastiyê jî soza vê dabû; heta ku ez saxbim heta hinaseya xwe ya dawî ez ticarî qêrîna wan zarokên pêxwas, rondikên dayîkên dil şewat ji bîr nakim, tevlîbûna min wê bibe tolgirtina herî mezin. Ramaya delalî dibe Zinarîna çiyayî dibe delala çiyayî. Zinarîn dema tevlî dibe şûnde 2 salan qada Rojava dimîne, gavê yekem yê şoreşgertiyê li wê derê diavêje. Bi kelecanek mezin xwe tevlî dike û bi hemû hêza xwe tevlî kar û xebatan dibe. Dema ku hindek salên wê tije dibe, dem derbas dibe û rexistinê hîn zêdetir nas dike. Ew rojana ji bo wê demên herî bi êşin bûn, ji ber di her zayinekê de êşên pir mezin tê jiyan kirin. Zinarîn re jî ew rojên pêşketinê ne, wextê êşa têgihiştinê ne. Dema ku hîs dike dikare êdî ser lingên xwe bisekine dikeve nava lêgerînên nû. Eşqa çûyîna warê azad, warê dayîkê dikeve dilê wê, dixwaze bibe keçek çiyayî ji bere ew evîndarek jiyana azade.

Girêdanbûna jinê, wê dike jinek tekoşer û rêhevalek rast. Di çiyayan da tekoşîn kirin û bi rengê jinê tevlîbûn bi keda Serokatî hatiye afirandin, ji ber vê xwe li hember keda Serokatî daye deyndar dibîne. Ji bo ku layiq bibe bi her awayî xwe dide rêya şoreşê.  Her dem, her derê de 24 saetan bi rihê Apogerî jiyan dike. Cihê ku lê dimîne bêhna Apogeriyê, bêhna milîtanbûnê jê tê. Vî rihî herdem dide jiyankirin. Armanca wê bûyîna rêhevala Serokatî ya rast e.

Piştî du salan tije ked dike derbasî çiya dibe û diçe qada Qendîl’ê. Li vir kar û xebatên cûda de cihê xwe digire. Di van karan de rexistinê nêzde nas dike. Fêr dibe ku di jiyana PKK’ê de jiyan kirin hûnermendiyekê dixwaze ji ber jiyana PKK’ê bi xwe hûnereke herî mezin û efsanewiye. Zinarîn ji bo bibe hosteyê jiyanê û biçe qadên piratîkê sala 2018 an derbasî aqademiya jina azad ya Ş. Bêritan dibe. Bi kelecanek pir mezin diçe, ji ber bi dehan rêhevalên xwe yên jin re di çiya de perwerde dîtin şansek pir mezin bû. Şansê xwe di wargehekî xweser de, di her milî de bi taybet jî mijara jinê de pêşxistinê ketibû deste wê. Zinarîn wê ev dem pir rast nirxandiba û ji bo demên herî zehmet xwe amade kiriba. Bi tevlîbûnek rast, ji dil perwerdeya xwe bi serkeftî bi cîh tîne û bi pêşniyarê xwe derbasî qada Zagrosê dibe.

Di Zagrosan De Navê Berxwedanê ‘Zinarîn’

Di baharek reng bi reng de ji bo wê dema rêwîtiyê hatibû. Keça remza berxwedanê, mirov dibêje qey wekî ku pêşeroja xwe dîtibû an ji hîs kiribû çantê xwe dide pişta xwe, çeka xwe dide ser milê xwe û bi seknek mîna fermandarek serkeftî, ji xwe bawer berê xwe dide Zagrosan û dikeve rê. Her ku gavek davêt ji xwere dihizirî, hîs dikir rojên pêş de wê şahîdiya kêliyên dîrokî bike, dema wan tiştan dihizîriya her diçû bê ku bi xwe bihese gavên wê lêz dibû, bi vê kelecanê çû qada Avaşînê.

Avaşîn di nava gerîla de bi hevaltiya xwe, bi zor û zehmetiyên xwe tê nas kirin. Qadek wiha xweşike ku mirov dibêje qey hemû xweşikbûn di nava ava wê ya keskeşîn de diherike. Ji ber vê mirovan dikişîne nava hembêza xwe, dema mirov xwe pêre dike yek wek wê dibe. Zinarîn di demek pir kin de fêrî Avaşînê dibe, pêre dibe yek. Di pratîka xwe ya Avaşînê de, pratîka pêşîn herêma Adilbeg dike, piştre wek fermandar derbasî Girê Sor dibe. Girê Sor bi keda dehan şehîdan hatibû çêkirin. Her tûneleke wê bi xwêdana dehan gerîlayan hatibû çêkirin. Diviya bû her hevalê ku li vir jiyan dikir seknek xwedî derketina vê kedê raber kiriba.  Rêhevala zor û zehmetiyan bû, Zinarîn ji ber vê di her kêliya xwe ya Girê Sor de ev sekin da raberkirin û bi rêhevalê xwe re jî ev rih da ava kirin.

Sal 2021 bû meh Nîsan bû ji bo tûne kirina gerîla operasyonek dagirkeriyê destpê kiribû. Carna hindek dem hene ku mirov dibêje ez li vê demê digeriyam, dema operasyon destpêkir Zinarîn jî dema ku lê digeriya ketibû destê wê. Ev dem qasî ku ji bo her gerîlayek demek dîrokî bû ji bo rêhevala zor û zehmetiyan jî demên, kêliyên pir dîrokî ne. Demhat keça evîndara welatê xwe, hersa xwe ya li hember zaliman komkiribû bi çeka xwe, bi sekna xwe li ser serê zaliman de biteqîne. Demên berxwedaniyê despêkiri bû. Bi hevrêyên xwe re li hember her cûre êrîşan sekinî. Fermandara dema rast Zinarîn ji bo bersivdayînek herî xort bi hemû hêza xwe tevlî jiyanê û şer dibe. Fermanadara demê, bi zanista şerê herî mezin li hember dijmin gule avetin tenê nîne, şerê herî mezin di jiyanê de bi sekna xwe bûyîna bersiv nêz dibe û dema dijminê xwînxwar ji bo bangawaziya teslimiyetê tê ser tûnelên şer, jina berxwedêr bi gotinên ‘’em fedaiyên Rêber Apo ne, şervanên Sara û Kemalanin. Ji ber vê hûn bedenê me bigirin jî hûn tucarî nikarin rihê me teslîm bigirin, emê hertim bi vê rihî şer bikin’’ bersiva herî mezin dide dagirkeran. Ji bo hevreyên wê wateya rihê Apogerî, heval, ked û fermandarî Zinarîn pênase kirine. Bi biryardarî û baweriya xwe re pêşveçûna şer da diyarkirin. Bi sekna jina pêşeng bar hilda ser milê xwe, bi erkê demê rabû û pey xeyalên xwe de baz da. Tenê armancek wê hebû, her gavek dijmin avêtiye xaka Kurdistanê ji wan re bike dojeh. Ew tenê tiştek bawer dikir çi dibe bila bibe teqez serkeftin yê bibe ya wan. Zinarîn bi şeş rêhevalê xwe re 1’ê Îlonê sala 2021’an di meha sêyemin ya berxwedaniyê de di encama bikaranîna çekên kîmyawî de gihîşt şehadetê.

Berxwedêrên Girê Sor bi berxwedaniya xwe rê nedan dagirkeran ku bigihîjin armanca xwe, bi rastî jî Zagros ji wan re xistin dojeh. Berdêla canê xwe xaka xwe parastin. Heta gihîştin şehadetê jî bi rihê Zîlanan, Kemalan şer kirin. Zinarîn bi pêşengtiya xwe bû yek ji fermandarên şerê rûmetê. Fermandara demê di Zagrosan de bû xwedî derketina mîrasa çanda berxwedaniyê. Zagrosa bi heybet ya xwedî kevneşopiya berxwedaniyê, cardin bi sekna  Zinarînan ev kevneşopî gihand lûtkeyê. Keça berxwedêr bi rêhevalên xwe re bi şer û berxwedaniya xwe dîrok nivîsandin.