Nîqaşên Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Bêrîtan ya ku li ser pirsa; ’’Bandora zayendperestî li ser jinê çiye?” ji aliyê şagirtên akademiyê ve wiha pêş ket. 

Heval Rojbîn: Zayendperestî nexweşiyekî wihaye ku yên dijberî xwe tine dihesîbîne û ti mafekî nadê. Wekî mînak dema em di civakê de bûn jî jin her tim sûcdar dihat dîtin. Ti caran suc di zilam de nedihat gerandin. Ger jinekî hatiba kûştin hincetekî rewa ji zilam re dihat peyda kirin. Digotin an jinê zilam tehrîk kiriye, ziman dirêjiyan kiriye, sînorên xwe derbas kiriye hwd. tiştekî dihat peyda kirin. Niha jî em binêrin her roj jin tên qetil kirin, sedemê wî her tim bi jinê tê îzah kirin. Mînakekî din jî ez bidim dema jinekî rastî tecawûzê tê dibên ku etekê wê kin bû, cilên wê vekirî bûn, heq kiribû ku bê tecawûz kirin ev rewş feraseta zayendperestî herî baş dide nîşandan ku ferasetekî çiqasî dijî jinê ye. Di civakê de taybetmendiyên baş ji jinê re layiq nayê dîtin. Ez vê mijarê de jî dixwazim mînakekî bidim. Dema jin jêhatî be jê re pênaseya ‘wekî cendirme’ tê pêşxistin her wiha dibên; ”wekî peyayekî ye”. Wateya vê ev e; jina serkeftî tineye heger serkeftî be teqez ev taybetmendiyê zilam girtiye an jî ji zilam re tê şibandin. Ev jî rûyekî din yê zayendperestî ye. Jin bi xisletê xwe binkeftî, nezan, kor tê hesibandin, heger serkeftinekî wê hebe, bi kêrî xwe jî were wê gavê ew jin mîna zilamekî ye, nabe mîna jinekî. Van taybetmendiyên baş, xweş, serkeftî aîdê jinê nayê dîtin, vana aîdê zilam in. Ji ber di feraseta zayendperestî de jin ‘porê wê dirêj aqlê wê kin e, jin cahil û xeşîm e’. Mînakekî din jî heye ku ji jinên xwediyê rihên azadiyê re tê gotin, dema jin li gorî zilam nebe her wiha di hindek mijaran de gotinên zilam û civaka zayendperest qebûl neke wekî ‘kovî’ tê pênase kirin. Heta ji jinên wiha re tê gotin ku ‘wekî ajalekî nehatiye kêdî kirin e’, jinên wiha bala zilam dikşînin da ku wan bidest bixin û egoyên xwe yên zilamtiyê bi bin xistina van jinan ve tetmîn bikin. Ji ber jinekî kovî be, pêwiste bê zevt kirin û bê kêdî kirin, ev jî pîşeyê zilam ên destpêkêye ku li ser bingeha neçirvaniyê têşe girtiye. Di kûrahiya zayendperestî de ev xisletê zilam yê neçirvaniyê veşartî ye. 

Heval Mesken: Ez dema tevlî refên gerîla bûm, min feraseta zayendperest hîn baştir naskir. Lewra kesên ku me li çiyayan ditînin digotin ku; ”Jin wekî gulekî ye, bayê lê bide ewê bişkê” an jî ”wekî jin çi karê we li serê van çiyayan heye, ma jin çi dikare şer bike, çi dikare li van çiyayên asê xwe biparêze”. Heta ez tevlî gerîla jî nebibûm min nezanî feraseta civakê ya zayendperest bi ewqasî tund e. Ji ber li gorî civaka zayendperest karê jin hene û karê zilam hene, li gorî zayendan dabeşkirina karan çêbûye. Ji vana şer karê zilam e, divê jin ti caran têkilê karê şer nebe, têkilê karê zilam nebe. Ya din jî qereza di navbera jin de, hev neqebûl kirina jin, hesûdiya di navbera jin de ye vana giştî jî koka xwe ji aqlê zayendperest digirin. Lewra jin ne ya xwe ye, dixwaze xwe bide ecibandin, dixwaze xwe îspat bike, lê vê bi kîjan nêzikatiyê, li ser kîjan ferasetê dike ev jî girîng e. Jin milkekî her kêlî li ber firotinê ye, an tê kirîn, an tê firotin, ji ber vê yekê jî her di qerezê de ye, her di nava pêşbirka xwe dayina ecibandinê de ye. Yê wî bi ecibine jî aqlê desthilat e, zilam e. Ne ji bo xwe ye, ji bo kesekî din e, bijartekên wê, ecibandinên wê giştî li gorî yekê din tên diyar kirin. Rastî ji jinekî re pirs bikî; ”Tu ji bo xwe çi dixwazî?” pirî caran nizane çi bersiv bide, hege bersiv jî bide naveroka xwestekên wê giştî ji kesekî din e. Mirov nikare vê bi fedakariya jinê re girê bide, ji ber jinekî pêwiste xwedî pîvanên red û pejirandinê be, her tiştekî ji bo kesekî din nayê wê watê ji bo jinê jî baş e. Divê jin xisletê xwe baş nasbike, kesayetiya xwe, taybetmendiyê xwe baş nasbike û li gorî rastiyên xwe nasnameya xwe ya azad biafîrîne. Xwe şibandina zilam, xwe şibandina desthilatan nayê wê wateya ku jin bi xwe jî azad e, nasname bi texlît kirina kesekî din nayê ava kirin, nasname li ser rastiyên cewherî yê kesayetiyê tê ava kirin. Nasname diyardeyekî xweser e û bi pîvanên azadiyê re yekser girêdayî ye. Ji bo wî jî dahûrandina zihniyeta zayendperest pir girîng e. 

Heval Edessa: Di civaka xwezayî de azadî, desthilatdarî, xwebûn ji ber pêwistî pê nebû wekî têgeh tinebû. Lê şaristaniya kapîtalîst yek bi yek van têgehan mîna pêwistiyekî derxist holê. Zilamê serwer bi demê re bi pîvanên civaka azad lîst û wê ji azadî, xwebûn û aramiya jiyanê qut kir. Ji ber vê yekê di roja me de têgehên mîna ‘azadî’, ‘wekhevî’, ‘adalet’, ‘demokrasî’ û ‘xwebûn’ li ser zimanê herkesî ye, herkes li jiyanekî azad, wekhev û aram digere. Ji bo jinê jî ev herî zêde di wateya ‘xwebûnê’ de formûle dibe. Xwebûyina jinê çareseriya  civaka zayendperestî ye. Lê çiye ‘xwebûn’? Xwebûn peyda kirina nirxên jiyanê ye, peyda kirina hebûna xwe ye, peyda kirina nasnameya xwe ye. Heqîqet lêgerîna wateyê ye, wê gavê heqîqeta xwebûnê jî gihiştandina wateya hebûna xwe ye. Em dibên, jin ji xwebûna xwe dur ketiye, heger jin ne xwe ye wê gavê kî ye? Jin hindek bavê xwe, hindek birayê xwe, hindek pergala têde dijî ye, her wiha jin ya herkesî ye, herkes e, lê ne bi xwe ye. Ev diyalektîkekî pir bi êş e, tiştekî dervayê xwe bişibe her tiştekî, di dawiyê de ji xwe nabe ti tiştekî, ev diyarde herî zêde ji bo jinê derbasdar e. Em bûne pir tişt lê em nebûne xwe, em bûne pir kes lê em nebûne kesayatiya xwe, ji ber vê jî li hemberî xwe, li hemberî nasnameya xwe em xerîbbûyinekî dijîn. Xwebûn di heman demî de pirsgirêka hebûnê ye. Ev rastî bi qasî ji bo nasnameya jin derbasdar e, bi ewqasî ji bo nasnameya Kurt jî derbasdar e. Dema em tevlîbûn jî me dixwest em nasnameyekî netewî qezenç bikin, ji ber ev rastiyên hebûnê ji bo nasnameya Kurd derketibûn holê. Lê piştî em tevlî partiyê bûn me ferq kir ku pêwiste beriya nasnameya netewî, beriya nasnameyên din em wekî jin nasnameya xwe ya zayendî nas bikin, peyda bikin. Ji bo me nasnameya jin nasnameya kesayatiya me, nasnameya cewherê me ye heta ev neyê ava kirin ne gengaze ku nasnameyekî xurt ya netewî jî ava bibe. Avakirina nasnameyekî azad jî bi dahurandina kesayet re dibe, lewra divê kesayet merheleyên kesayetiya wê têre derbas bûye baş tehlîl bike. Li kur hebûna wê derb xwar, li kur tinebûnê jiya, li kur ji xwe, ji rastiyên xwe dur ket, divê vana baş derxe zanebûnê ku bingehên nasnameya xwe baş deyne û li ser vê bigîje asta xwebûnê.  

Komîsyon: Hevalan jî anîn ziman wekî jin nasnameya me perçe perçe bûye, em ji xwebûyina xwe derketine. Ji ber vê yekê em xala ‘xwebûnê’ girîng dibînin. Wateya xwebûnê bûyina ya xwe ye, bi fikrekî azad, bi îradeyekî azad, bi çand û xweyekî azad xwe îfade kirin, pênase kirin e û jiyan kirin e. Mirov dikare bibîje ku xwebûn zivirandina rastiya xwe ye, naskirina xwezaya xwe ye, xwe bi xwe meşandin, li ser lingên xwe sekinandin e. An jî xwe dîtin û xwe diyarde kirin jî xwebûn e. Ez jî heme, ez jî însan im, hebûna min ev e, nasnameya min ev e, ez jin im, jiyan im, pênaseya azadiyê me, li ser van esasan xwe diyarde kirin xwebûn e. Ez ya xwe me, ne ya kesî me û ne mecbûr im ya kesî jî bim. Çanda zilam li ser jinê ferz dike jinkoktî ye, bûyina ya wî ye, dema ev pêk neyê jî zext e, tundî, tecawûz û kuştin e. Encamên vê jî koletiya kur a jin e. Ji ber bi hezaran salin jin bi vê pergalê re rû be rû, lewra di wê astê de jî koletiya wê kûr bûye. Piştî ketina jinê vê carê heman rêbaz li ser civakê hatiye meşandin. Hindek civak hene ku Rêber Apo jî dibêje; ‘Mina jinkokekî lê hatiye. Di asta jinekî kole de dijî’. Ev tespît girîng e, ji ber rêbazên desthilatdariyê berbiçav dike. Koletiya jin ne bedenî ye, ne di asta fîzîkî de ye, di milê rih de ye, di milê mêjî de ye ji ber vê yekî hilweşandina wî pir zehmet e. Asta koletiya jin naşibe ti tiştekî din, kole kirina rih pir kûr e, kole kirina rih pir cûda ye. Ev tê wateya ku rih êdî vê rewşê hîs nake, red nake, li hemberî wî di hindûrîn de be jî kîn û hêstên tolê ava nake. Ev reşwa jinê ya niha ye. Di navbera rihê azad û rihê koledar de pir ferq heye. Di vir de yê mirov bal bikşîne ser di milê rihî de şikestina jinê ye. Heger di milê rihî de şikestin pêk nehatiba jin dikarî ewqas kiryarên li ser xwe qebûl bike an jî dikarî barê koletiya li ser xwe hilgire. Ji bo wî girîng e; mirov ferqa di navbera rihê azad û rihê kole de bizanibe. Jin du caran şikestiye, du caran li ser hebûna wî mûdaxale pêk hatiye, du caran ji rastiya xwe bêpar maye, ji xwe biyanî bûye. Di milê birdozî de lêkolîn kirina şikestina jinê divê bê dest girtin, bê fem kirin, ev rastî bê deşîfre kirin. Di vê mijarê de Rêber Apo mînaka pisîka kêdî kirî dide. Lewra pisîk bi xwe ajalekî dirînde ye, lê di destê însan de hatiye malî kirin, ji taybetmendiyên xwe yên dirînde heta astakî hatiye dûr xistin. Gelek cûre pisîk jî hene ku bi giştî dirîndebûyina wan bi destê însan de hatiye tine kirin. Her wiha Rêber Apo dide diyar kirin ku jin jî bi eslê xwe ji xwedavendan tê, xwedavend jina xwedî serkeftine, lê şikestina jin wê ji eslê wê dûr xistiye û ketiye halekî binkeftî. Di rastî de jin şoreş ava kiriye, bûye dergûşa mirovahiyê, genim û nan diyariyê mirovahiyê kiriye. Gelek berhemên bingeha jiyanê de bi destê jinê hatine ava kirin. Lê ketina halê pisîkekî malî tê wateya ji serkeftina xwe, ji berhemên ku ava kiriye dûr ketin, bûyina aîdê hin kesan, ji cewher û hebûna xwe dûr ketin. Di navbera xwedavend û qralîçeya metayan de, di navbera xwedavend û jina çavgirî de, di navbera xwedavend û jina bê çare û stûxwar de, di navbera xwedavend û jina îtaatkar, xizmetkar, bê fikir, îrade û rih kar dike ferqekî pir mezin heye. Şikestina ku di jinê de hatiye ava kirin, her perçekî wî bi aliyekî de hatiye belav kirin, lewra ev valatiyên di navbera xwedavend û jina kole de vê rastiyê li ber çavê me radixe. Jin di rastî de ji koka xwedavendan tê, lê di roja me de halê ku jin ketiyê jî rastiya şikestina jinê îfade dike. Di vê xalê de mijara ku herî zêde mirov li ser raweste jî xwe parastina jinê ye. Divê jin raste rast bi xwebûna xwe ve bihese, bizanibe ku ew ji kokên xwedavendan tê, xwedî behreya hilberandin, ava kirin, saz kirin, rêvebirinê ye. Enerjiya wê ya jiyanê mezin e, dikare ji kolebûna xwe re hêz bîne, serî rake û xwe ji xevika dîrokî ya zilam jê re amade kiriya xilas bike. Zanebûn, di asta birdozî şikestina li ser jinê dahûrandin, xwe rêxistin kirin û bi hêza xwe ya rêxistin kirî tekoşîn kirin ji bo parastina jinê destpêkekî ye. Hindek gotin ji bo jinê tê gotin pir bi wate ne, mirov wan jî bîne ziman, yek ji wan dibê; ”Jin, ji yên zane re nefes e, ji yên nezan re nefs e”. Hebûn, xwebûn û zanebûn bûyina nefesa jiyanê ye, lê  berovajî wî bi taybetmendiyên jina kole tevgerandin jinê dike amûrê nefsê. Lewra em di wê zanabûnê de ne ku her jinekî dikare xwe bike ‘nefes’, li kokê xwe bizivire û rêya vê jî ji hebûna heyî re gotina; ‘NA!’ ye. 

Ji Dersa Arjîn Dersîm Jineolojiyê Ya Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Bêrîtan hatiye berhev kirin.