SALA 2018AN DÊ BI RUHÊ NEWROZÊ MEZIN SERBIKEVE

JI BO GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ Û RAYA GIŞTÎ!

PKK,partiya newrozê ye,nirxê gelê Rojhilata Navîn yê ku li hember pergala koletî şer kiriye û bi berxwedanî nirxê azadiyê girtiye dest,gihandiye wateyek mezin. Em cejna Newrozê serî de li Rêber APO yê ku PKK’ya bûye tov û li ser her axê şîn dibe, bûye stran û li her derî tê gotin diyarî me kiriye, gelê me yê ku ruhê Newrozê kir ruhê serhildanê, tevahî mirovên ku ji bo azadî û demokrasî têdikoşîn pîroz dikin. Têkoşîna azadiyê ya Mazlum Doxan, Zekiye Alkan, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan û Semayan yê ku heqîqeta şer bi berxwedaniyek bêhempa penase kirine bi rêzdarî û minet bibîrtînin. 

Newroz bi hûnandina hemû ziraviyan afirandina jiyanek azad, komûnal û dadmende. Mizgîniya bihar û nûbûnê ye, Roj rûyê xwe dizîvirîne mirovahiyê. Çawa ku Kawayê hesinkar li hember Dehakan têkoşînek mezin da meşandin û ji bo gelan hêviya azadiyê afirand, bi partiya me PKK re li hember zilmê, Newroz ji vejînê derbasî rizgariyê bû û agirê azadiyê hîn geştir bû. 

Îro li Kurdistan û Rojhilata Navîn rojên bi Newroz tên jiyan kirin. Di dîrokê de gel li hember Dehakan ji bo nasnameya azad, parastina vîna xwe û ji bo ku serî netewîne her tim bi êrîşan re rû bi rû maye, lê belê Kawayên ku di bin zilma Dehakan de nepelçiqî û koletî qebûl nekir di vê axê de jiyan kiriye. Îro jin, ciwan û gelê enternasyonel yê ku hêviyên jiyana azad di şoreşa Kurdistanê de dibînin berê xwe didin kela berxwedanê Efrînê. Dehakê serdemê Erdoxan yê ku xwe bi faşîzmê têr dike li hember gelê Efrînê tawanek ji derveyî mirovahiyê dişuxulîne. Berhemên mirateya 20 salan yê ku Rêber Apo li Rojava daye, îro li Efrînê xwe dide der. Gelê Efrînê bi têkoşîna xwe bû nîşaneya xwedî derketina nirx û axa xwe û ji bo tevahî mirovahî seknek mînak raber kiriye. Li hember hemû zordarî, mêtingehî, êrîşên hawayî û bejahî gelê me û têkoşerên azadiyê bi xwedî derketina nasnameya netewî, bi Newrozbûna xwe daxwazên Erdoxan û çeteyên wî vala derxist. Şopdarê kevneşopiya berxwedana Mazlum Doxan yê ku bû ye Kawayê Hemdem ji Delal, Azê, Berçem û Gûlnazan heya Avêsta Xabur, Barîn Kobanê, Îlan û Polatan agirê newrozê netefiyaye, bi geşbûna xwe dom kiriye û bi hezaran kes bandor kiriye. 

Weke YJA Star li ser xeta berxwedanê bersiva herî bi wate a ku em bidin newrozê,serkeftinê mîsoger kirin û pêşxistina pergala parastinê ye. Her milîtanê YJA Starê xwe bi pêçandina coş û zanista Newrozê dê pêngava biharê bi serkeftinê bilind bike. Her rojên sala 2018an dê bi ruhê newrozê pêşwazî bike û erkên xwe pêk bîne. Li ser vê bingehê di çarçova parastina cevherî de li hember Dehakan ji bo rêxistinbûn û têkoşînkirinê em serî de bangî hemû jin, ciwan, gel û mirovên ku girêdayî rûmeta xwe ne dikin. Sala 2018an dê bi ruhê Newrozê mezin serbikeve. 

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ A YJA STAR

20.3.2018