Heta cîhana jin neyê ronî kirin, xwezaya civakê jî nayê ronî kirin. Rastiya jin ger di tarî de bimîne, ewê rastiya civakê jî di tarî de bimîne. Tiştên li ser jinê hatî ferz kirin li ser civakê jî hatiye ferz kirin. Pêwîstî  heye ku mirov van girêdana giştiyan bibîne. Li kuderê koletî destpê kir, li kudere talan destpê kir, li kuderê ji eslê xwe derketin destpê kir, li wê derê ewê bê ditîn ku civak jî kole bû. Xweza hat talan kirin û mirov ji eslê xwe hat dûr xistin. Di bingeha vana giştiyan de jî desthilatdariya li ser jinê heye. Rêbertî di vê watê de dibê ku; ‘’ Jin bû cewherê sosyolojiya min. Jin hem bermahiyê civakê ye hem jî cewherê civakê ye’’. Ji bo jineolojî derkeve hem sedemên pozîtîv hene, hem jî sedemên negatîv hene.

Komîsyon: Wekî pirs heval mijara ‘’Jin hem cewherê civakê ye, hem jî bermahiya civakê ye’’ çawa digirin dest?

Heval Sîdar: Ez dixwazim hem di milê negatîv hem jî di milê pozîtîv de bigirim dest. Niha we jî di nava nirxandinê xwe de anî ziman. Jin çawa ku hem dayika pirsgirêkan ne, di heman demî de dayika çareseriya ne. Zihniyeta kole kirinê ya hatiye ava kirin ceribandina wê destpêkê li ser jinê çêbûye. Ev milê negatîv e. Fêrbûyina koletiyê wiha pêş ketiye. Lê di heman demî de hemû berhemên civakê yê destpêkê bi destê jinê ve hatine ava kirin. Ev jî milê pozîtîv e. Di vê watê de jin cewherê civakê ye.

Heval Seher: Dema Rêber Apo jinê pênase dike ne tenê milê wî yê erenî dibîne. Rastiyekî jin yê hatiye înşaa kirin jî heye. Zihniyetekî ne xweşik û ne heqîqî ye. Ji aliyê zilam ve hatiye ava kirin û heta roja me ya îro wekî qalibekî hatiye. Ya din jî jin wekî dayika jiyanê, wekî afirînera jiyanê ye. Gelo wê gavê divê em bi kîjan alî ve bigirin dest? Ev pirsekî girîng e. Ji ber du aliyê vê mijarê heye. Yek jinekî xwedî berhem e, ya din bermahî ye. Heger jin wekî qralîçeya metayan bê dest girtin wê gavê rastiya wê ya di serdema neolotîkê de winda dibe. Lê ger em tenê wekî xwedavenda jiyanê bigirin dest rastiya metaya qralîçeyan nayê fêm kirin. Her wiha wekî encam divê di her milî de li gorî heqîqeta wê bê dest girtin ku rastiya jinê derbikeve holê.

Heval Berçem: Rêber Apo gotinekî wiha jî dibêje; ‘’Bê jin jiyan nabe lê bi jina heyî re jî nayê jiyîn’’.  Dema mirov li wateya vê gotinê hayil dibe fêm dike ku mijara jinê ne mijarekî yek alî ye. Niha em dema jinê pênase dikin, em dibên jin komî ser hev dike. Bi rihm û wijdan tevdigere. Ti caran ferq û cudahî naxe nava tiştan. Hêza cewherî ya aşîtî û aramiyê ye. Lê em mêze bikin di aliyê din de jina ku bi aqlê zilam têşe girtiye hindek caran ji zilam xirabtir hilweşîner e. Mînak jinên di rêveberiya NATO de cihê xwe digirin ango hevseroka Gladioya Tirkiyê ya bi navê Tansu Çîler. Dîsa gelek mînak hene ku mirov bide yekî ji wan jî Meral Akşener mînakekî herî berbiçave ku çawa ji pergala dewletê re bi rih û can kar dike. Bê ku em van mînakan bidin berçav şîrovekî pêş xistin ewê bibe şîroveyekî yek alî û ji rastiyê dûr.

Komîsyon: Hevalan li ser hêmanên rast hindek şîroveyan pêş xistin. Rastî de jin bi xwe cewherê jiyanê ye, lê wiha lê hatiye ku bûye amûrê jiyanê. Ev nakokiyekî mezin dide ava kirin. Di alîyekî de ya herî bi hêz tû ye, lê di aliyê din de ya herî ketî jî tû ye. Ev çi dide nîşandan asta şerê li ser jinê hatiye meşandin dide nîşandan, ya herî bi hêz encax bi şerekî pir mezin ve dikare bê hêz bikeve. Lewra bala xwe bidin hilberînên neolotîkê ku di roja me ya îro de jî bingehê giştî berheman e ji destê jinê çêbûne. Lê em dikarin bêjin ku di roja me de jin li ser vana xwedî axaftin e. Ango vîna wê heye ku vana bi rêve bibe. Bersiv ji xwe we dabû, hêza wî hatiye şikestin, nikare. Jin xwedavend e, ev tiştekî pozîtîf e û cewherê jinê îfade dike, lê niha em binêrin ji asta xwedavendî daketiye asta qralîçeya metayan. Rêbertî jî li ser vê mijarê disekine û wekî cewhera sosyolojiya xwe digire dest. Ji ber vê jin dibe modele hemû tiştan. Jin xistina naveng û bi vê awayê dahûrandina şaristaniyê rast e. Dahûrandina civakê rast e. Dahûrandina çinayetî rast e. Her wiha ev jî dibe sedemên derketina jineolojiyê. 

Şaristanî li hemberî şoreşa neolotîkê şoreşekî dij şoreşî ye. Di heman demî de sedemê wendabûna jinê ye. Li vir jinê nasnameye xwe, xwebûna xwe, fikrê xwe, dilînîyên xwe, birdoziya xwe ya jiyanê wenda kir û ji nirxê xwe ket. Li cihekî ku nirxê mirovan bikeve, gotina mirovan li wir derbas nabe. Lewra jin mafê ku di der heqê xwe de bi axife wenda dike û herkes li ser jinê dibe xwedî mafê axaftinê. Nêrîna herkesekî ji bo jinê heye, lê jin ji bo xwe ne xwedî  nêrînekî heqîqî ye. Herî pênaseyên ne xweşik, yên kirêt ji bo jinê ji vê demê şûn ve bi hêsanî tên gotin. Wekî mînak dibên ku; ‘’Porê dirêj aqlê kêm, aqlê serê jinêkî di serê heft mîraşkan de ye, bi destê xwe yê hevîr nekeve nav karê zilam, heger ti keça xwe terbîye nekî ewê bigîhije defvan û zirnevanan’’. Ev feraset bi demê re di mejiyê jinê de jî hatiye rûnişkandin. Lewra jin bi xwe bêbawer ketiye, hêza xwe ya heyî ya dawîn jî bi vê awayî wenda kiriye. Bi demê re ev ferasetên jinê biçûk dixin sîstematîze bûne û wekî zanist û ilm hatine sepandin. Lewra dema jineolojî pêş dikeve sereke tekoşîna wê bi zanistên heyî re pêş dikeve. Jinelojî rastiya van zanistan radixe ber çavan.

Şaristanê hem bi jinê daye wenda kirin hem jî jîn tê de wenda bûye. Her wiha ev rêveçûn jî ne teyisiye dîrokê. Wekî ku jin her wiha ye hatiye nîşan dan.  Lewra dema van mijaran bên dest girtin pêwistî heye ku di asta feraseta desthilatdariyê de bê dest girtin. Jiber ku rêbaza herî rast ev e. Heger wiha nêyê kirin ewê encam jî bişibe yên heyî. Ango zanistên heyî dîrokê çawa girtine dest, jinê çawa pênase kirine heman xeterî ji bo me jî çêdibe. Rêbertî ji ber vê sedemê dibê, “heta dîroka wendabûna jinê an jî heqîeqeta jinê dernekeve holê, ti tiştekî rast nayê pênase kirin.” Lewra heta ferasete mirovahiyê neyê ronî kirin, paradîgmayên heyî jî nayên fêm kirin. Ji ber yên paradîgma diyar dike, ne kes, ne dem, ne jî cih e. Ya paradîgma diyar dike feraseta heyî ye. Di vê watê de jineolojî di heman demî de feraset ango zêhna paradîgmaya nû ye. Jineolojî, bi aqlê, reng û mêzandina jin ve jiyanê girtina dest e. Yê heyî di guhertinekî re derbas dike. Mînak heta niha zanistan heyî bi aqil û nêrînên zilam têşe girtine ji ber vê yekê jî parçebûna fikir, parçebûna civakê pêşxistine. Di vê watê de pozîtîvîzm ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve pêş ket. Di sedsala 16. 17. de li ser fikir bandor kir. Dîsa di sedsala 19. 20. de sosyalîzma zanistî derket holê. Pêk ve girêdayî sosyalîzma reel wekî pergalekî hat jiyîn. Lê di roja me ya îro de ango di sedsala 21. de ya bandor dike fikir, aqil û nêrandina jinê ye. Hatiye dest nîşan kirin ku sedsala 21. de sedsala jinê ye, nakokiyên herî dijwar di navbera her du zayendan de ye. Rêber Apo jî vê wekî nakokiyên herî bingehîn pênase dike û paradîgmaya jiyana azad jî li ser vê nakokiyê dide rûnişkandin. Di sedsala 21.de ku sedsala jinê ye de jineolojî bersivekî herî di cih de ji van pirsgirêkan re ye. Jineolojî di qirnê 21. de bi rengî jinê afirandina şoreşa jinê ye. Jineolojî dike armanc ku di sedsala 21. de paradîgmaya modernîteya demokratîk jiyanî bike. Her wiha çawa ku pozîtîvizm ji aliyê modernîteya kapîtalîst de hat ava kirin, zimanê zanista wî bû, dîsa sosyalîzma zanistî bi sosyalîzma pêkhatî(reel) ve têşe girt, wê gavê; jineolojî jî dibe zanista paradîgmaya modernîteya demokratîk. Bala xwe bidinê nakokiyên sedsala 19. û 20. yên çînî ne. Çîna karkeran û yên bûrjûva di nava şerekî dijwar de ne. Ev wekî nakokiya proleterya û bûrjûvazî jî tê bi nav kirin. Xisletên sedsalê yên din tekoşînên rizgariyên netewî ne. Li ser esasê ku; ‘’Netew dikarin çarenûsa xwe diyar bikin’’ de tekoşînên dijwar hatine kirin. Şoreşên netewan pêk hatin. Sosyalîzma pêkhatî wiha da diyar kirin ku nakokiya bingehîn di navbera proletarya û çîna bûrjuvazî de ye. Fikir, nêrîn, paradîgmaya xwe li ser vê nakokiyê bi cih anî. Lewra mirov xisletê(karakter) vê qirna 21. dema mêze dike, dibîne ku nakokiya herî li pêş di navbeyna jin û zilam de ye. Di vê qirnê de nakokiya di navbera jin û zilam de pir dijwar tê jiyîn. Nakokî ne tenê di navbera jin û zilam de ye, heman demî de di navbera civak û xweza, di hundirê civakê bi xwe de jî nakokî hene. Lê bingeha giştî van nakokiyên ya esasî nakokiya di navbera jin û zilam de ye. Rêbertî dibê van nakokiyan encex; ‘’Bi pêşengtiya jin, bi birdoziya jin, bi reng û aqlê jin dikare bên çareser kirin’’. Her wiha encama vê sedsalê an azadî, an hovîtî ye. Ev nêrîn ji aliyê Rêber Apo de hat diyar kirin. Nakokî di wê astê de ye ku bi encamên sivik ewê bi dawî nebe. Lewra jineolojî ji bo encamekî wekî azadiyê bê bidest xistin tekoşîn dike. Ew bi xwe zanista paradîgmaya modernîteya demokratîk e.

Ji Dersa Arjîn Dersîm Jineolojiyê Ya Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Bêrîtan hatiye berhev kirin.