Qomploya ku ji Serokatiya PKK’ê re tê sipandin, çavkaniya xwe ji tirsa nasnama azad ya gel digire. Hem di milê kesayet, hem ji milê saziya Serokatiyê de, li hember Serokatiya PKK’ê qomloyê ku tê sipandin di warê ramyarî û ewlekariyê zêdetir, di şêwazê roman de encex bê rave kirin.

Bê guman warên wê yên bîrdozî, ramyarî û saloxgerî (istihbarat) jî heyeLê bi vê ya ve encex em dikarin qerqodeya (iskelet) wê rave bikin. Bi awayekî şênber (somut) û zindî encex em dikarin bi nêzîkatiyên mîtolojî, felsefî, olî û zanistî dinav hevde bi nimûneyên dîrokî ve pênase bikin. Qomploya ku PKK jiyan kir, di çarçoveya kesayetê Abdullah Öcalan de wêdetir, çarçoveyeke berfireh di xwe de hildigre. Bi vê ve rewşa gelê Kurd, çi bi teolojî, çi jî bi pîvanên zanistên civakî ya hemdemî ve dehûrandina wê gengaz e.

Merhela min ya Îmraliyê, gor rihê parêznameya min wê berdewam bike. Helwesta min a vê derbarî de pir zelal e. Helwesta min, li gor, “wê sibê aştî, aramî û demokrasî pêşbikeve, herdem ji bo li hevkirinê amedeye û li gor wê sibê şerê tine kirinê destpê bike jî heta dawiyê bi bawerî, bi biryar û amedekariyekê xurt ve bersiv dide’’. Ji derveyê vê min çi jiyan naskir, çi jî min fêm kire. Her çiqas kêm û kûrtasiya wan jî hebe, kesên ku hêvî û girêdana xwe diyar dikin, pêwîst e ev rastî tê çi wateyê fêm bikin.

Di encam de li ser gelê me, ji Sûmeran heta niha xebatên desthilatdariya ku tê meşandin, parçeyekê wê ya herî mezin ev qomploye. Ev qomploya navnetewî, bi hemû hewl û kedên xwe negihişt armancên xwe. Ev qomploya tevahî hêzên nûker û hêzên xayîn di bingehê emperyalîzmê de kom kir. Li hember vê qomployê, bersiva herî xurt, aştiya gelên Mezopotamya û Anatoliyê ve bersiv dayîn, erkekî li pêş gelê me û li pêş hêzên pêşeng ên gel in. Li hember gel û yekîtiya Komara Demokratîk û tevahîbûna welat, helwesta herî rast vê erkê pêkanî ne. Ev helwest di heman demê de rêka aştî, biratî, azadî û wekheviyê vedike.

Diyalektîka dîrokî a gelê Kurd, xwe dispêrê rizgarbûna wê ya ji dorpêç kirinê. Ji şaristaniya Sumeran roja me heya digihe pergala navnetewî, têgeha Kurd hertimî di hundirê revekê deye û herkesê jî xwestiye wê radest bigirin û bi helînin. Li himberî vê statûyê ger hinekê jî derket, xwediyên pergalê yekser tezgaha xwe dide bikaranîn, piştî şkandin û lêdanan jî, yê ku di şunde ma wê bigirin û yên din jî wê bi birçîbûnê terbiye bikin. Piştî wê jî ew statukaya qala wê jî dikin, wê cardin gelê Kurd bi wê dorpêç bikin.

Bi taybetî jî dîroka van du sed salên dawiyê, bi rastî jî dîrokên herî bi rezîl yên qomplogerane. Qomplogerî bûye navê pisporê dîplomasî û ramyarî yê. Weke gelekê, bi rastî jî bi qasî ku mirov bibêje kesekê ku bi dostahî nêzîk bibe nîne, ewqasî kême. Yê ku îda dikin û dibêjin em nûneriya gel dikin, bi zerarê ku didin xwe û gel ji qomplogerên bi zanistî paşdetir û kêmtir nîne. Bi xwe spartina pergala xwe ya hundir û ya ji derve re qomplogeriyê anîne rewşeke şêwazê jiyanê. Weke nexweşiyeke pêketinê di rewşeke belavbûnê deye.

Tevgera azadiya gelê Kurd dema ku yek pêngavekê biçûk jî bavêje, her welatekê bi makazagon, (anayasa) li gorî esasên polîtîkayê û heta li gorî quralên şer ketina nava êrîşekê zêdetir, bi planên ku di hundirê tarîtiyê de hatine pêşxistin şopandinekê tê destpê kirin. Bi rêbazên ku bi ti awayî xwe naspêrê quralan, tine kirin, perçiqandin, tirsandin, sor kirin, (tahrik etmek) dana revandin, radest girtin, êşkence kirin, girtin, iflasa aborî, bi nirxên moralê re leyîstin, jiyana sexte, lewaztiyên xwe bikaranîn, hemû rêyên nakokiyê bi dayîna ceribandin re, tevgera azadiyê ji holê rakirine. Ger bal were li ser, mantiqê şereke hêsanî jî ne pêwîste. Ji şerê taybet û qirêj girantire kiryarên qomplogeriyê. Ji ber ku di hundirê wê qomployê de yê mirov jêre dibêje dost heye, rêhevalên gafil hene. Dîroka tevgera azadiya gelê Kurd di vê wateyê de di heman demê de weke dîrokeke qomplowariyê girtina dest wê ne nêzîkatiyekê zêde kirinê be. Berovajiyê wê hîn bêhtir berbi rastiya de dibe. Ji ber dîroka ku em jiyan dikin, naşibe ti dîrokên din. Qomplogerî, di rastiyê de têgeheke ya civaka çînî ye. Li himberî dagirkerî û tepisînên dijwar, hêzên civakê hertimî di rewşeke li berxwe dayîn û serhildanên demokratîk dene. Bi rêbazên zirav û yên stûr hertimî dixwazin vê qomployê bê bandor bi hêlin.

Du rêbaz hertimî esasin. Xapandina bîrdozîk û pergala tepisîna di warê qebe de. Li gorî cihê wê ev yan jî yê din, hîn bêhtir her du rêbaz bi hevre tên bikaranîn. Ji bo ku rolê xwe yê pêdayîna bawerkirina bîrdoziya xwe a bi xapînok re pergala xwe bidin berdewam kirin, di destpêkê de evan rêbazan tên tercîh kirin. Dema ku ev jî bes neke, dibe muxalif û pergala baweriya xwe pozber (dayatmak) dike. Qonaxa tepisîna bi şidet weke rêbaza herî dawî dide bikaranîn û hemû amrazên xwe dixe tevgerê û bi vê jî hewl dide encam bigire.

Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li ser Atîna dema ku min xwest ez derbikevim Avrupayê û şunde, di cewherê xwe de nêrîna modernîteya kapîtalîst îflasa yê di kesayetê min de hatibû jiyan kirin bû. Yapiya zihniyeta bi guman bi ruxmê hewldanên min yên veguherandinê, hundirê welat tam negihandina hêzekê bi serkeftî a azad, astengiyên li pêşiya min, di wateyekê de min weke bizorê jî neçarî derketina Avrupaya ku hêza nûnera şaristaniyê ye kir. Ev ya jî bi awayekê vekirî li holê ye. Ev rastî di wateyekê de mikurhatina bêbaweriya li himberî hêza xwe ya cewherîne. Dîroka tê jiyan kirin, weke dem û mekan, nederketinekê kûr îfade dikir. Di rojhilata naverast de hewldanên min yên bi qasî bist salan, (1979, 1999) bi ruxmê rê li ber pêşketinên girîng jî vekir, weke civaka rojhilata naverast bi xwe jî ew girêka ku di hundirê wê de gindir dibe berbi çareseriyeke mayîn de bûnê de birin têre nekir. Di diyardeya rojhilata navîn û Kurd li şuna ewqasî xwîn were rijandin, pêdivî bi derketinên entellektuel yên bi kok heye. Tiştên ku nayê zanîn wê çibikin, dinavbera van her du eyilaman debû. Pîvanên xwîn û yên entellektuelê de min digot; ‘qey min berbi xeniqandinê de dibe’. Ger ez firsetekê herî biçûk jî bibînim, ti gumanên min yê ku ez derketineke polîtîk a entellektuel re giranî bidimê tine bû.

Maceriya bi dehşet a ji Atîna, Moskova, Roma û dubare li ser Atîna yê Kenya Nairobi de, min li himberî dayîkbûneke nû de rû bi rû hiştin bi awayekê vekirî bû. Di vir de parastina xwe a cewherî, niyetê baş û hewldanên min yên mezin kirinê weke kesayet wê zêde wate îfade neke. Encamên ku derketine holê, ne tenê înfazeke, ketina çarmixekê ye. Weke ku di destpêkê min diyar kirî, tewanbarî hem avêtina li ser rêveberiya Tirkiyê û rolê ku pergalên cîhanê ji Tirkiyê re dayî ne ketina kurahiya wê, di firehiya hemû dîrokê de nedayîna nirxandin, ya yekser an jî binavgînî (dolaylı) weke hêzên qomploger fikirîn wê bibe wateya xwe veşartinê jî. Di parastina min a ji bo Dadgeha Mafê Mirovan A Ewrupayê de, (AHİM) ji ber vê sedemê roja me ya îro pergalakê cîhanê a bi çi rengî ye min xwest ez rave bikim. Ev parêznameya min, di hundirê şaristaniya civaka hiyerarşîk de hebûna gelê Kurd a ku hatî helandin, diyardeya wê di hundirê dîrokê de û bi hemû aliyên wê dayîna holê armanc dikir. Min bi zanistiya nîvê çareseriya pirsgirêkekê rast danîna holê de ked rijand. Li himberî taruzuna gilobal a pergala cîhana kapîtalîst lêgerînên demokrasiya gilobal a gelan bi hêz kirin û rêyên çareseriya pirsgirêka Kurd girtin dikete derfetan.

Bi taybetî di pêvajoya min a girtîgeha yek kesî a Îmraliyê de li himberî dîroka hatî rizandin, hem weke pratîk û hem felsefîk ji bo çareseriyekê zanistî ne tenê ji bo kesayetê xwe û ji bo gelê Kurd, ji bo hemû mirovatiyê dibû derketinek. Derketina min bi wateya xwe a giştî, derfetên bûna tevgereke azadiyê derxistina holê, vê tabloyê ji serî heya binî hejand. Ji hevkartî heya hemû xwediyên berjewendiyên stratejîk, heya dewletan hatina wan a gel hev re hewldan ku bergira xwe bigirin. Piştî salên 1990’an û şunde, ew taniqê van kedên pir in. Bi taybetî welatên rojhilata navîn, DYE, YE û Rusya pir pêre eleqeder bûn.

Zemînê ku qomployê xwe spartinê, pêşketinên siyasî û yên felsefî xwedî cewherekê bi vî rengî ye. Ger ku em qomploya di kesayetê min de li himberî gelê Kurd û dostên me de hatî leyîstîn venegerînîn pevçûneke mezin a rûmetê, dîroka bi lanet wê cardin hukmê xwe îcra bike. Lê hal ewe tenê ji bo vê bûyerê bi sedan can rêheval, kêçên ciwan û xortan xwe pêt bi pêt şewitandin, xwe xistin hedefa guleyan, hatin girtin. Tenê ji bo bîranîn wan pêwîstiyên nêzî bûyerê bûyîn bê nîqaşe. Hîn wêdetir ji bo ku rê li pêşiya dûbare bûna dîroka bi lanet bê girtin, wezîfeya destpêkê a şoreşa azadiyê ye. Bi dîrokî şkandin, ji koletiya bi lanet berê xwe zivirandina azadiyê, wê bibe wezîfeya vê serkeftinê.

Her ku min lêhûrbûneke kûr jiyan kir, min dît ku dîrok carekî din zindî dibe û pêl bi pêl tê li ser min. Pêdiviyên bi vê mijarê eleqeder bû, careke din hemû zindî dibûn. Di vir de pir wate derdiketin holê ku ez li derve hezar sal jî bijîm, ezê nikaribim lêhûrbûnekê wisa kûr û bi wate jiyan bikim. Ne tenê ziman û mantiqê civakê, êdî min zimanê xwezayê jî fêm dikir. Pir bi eşkere rave dibûn ku, efsaneya dîrokî dibû rastî û rastiya rojane jî dibû bîrekî kûr. Bi vê ve min meşa mirov ya yekem, dilopên wateyê yên ku mirov destpekê têdigihişte û avakirina peyvekî rojane tê çi wateyê fêm kire. Xiroştiya yekem ya ji bo çandina axê, baweriya rêhevaltiya heywanan û pênaskirina xwedayî ya destpekê, min hemû bi bergehekî cûda ve dît û carekê din jiyan kir e. Min bilindiya xwedawend û berhemên çanda xwedawendiya jinê bi awayekê rast fêm kire. Bi vê lêhûrbûnê ve min rastiya sedsala bîstan jî bi awayekî zelal dît. Bi vê wate û têgîhiştîna dîrokî ve ez êdî ji êş û azara sedsala bîstan xilas dibûm. Min êdî nirx û wateya wê demê, hîn bêhtir fêm dikir. Ez hîn deh salî bûm. Di wê demê de bê ku ez pişt xwe bimeyzînim, min ji dayîka xwe re got; “ez meşa di tenêbûnê de bi biryar im”. Li himberî vê lêhûrbûnê min vê bîranîn û helwesta xwe carekê din bi bîr dianî. Demê ku min xwe bi vê wateyê ve fêm dikir, ji milê din ve jî rastî û trajediya xaka xwe jî di dehûrand. Çawa ku rahîbên Sûmer êrîş li dijî çanda xwedawendiyê pêkdianî, ez jî li beramberê qomployê xwedî heman wate û şêwazê bûm. Weke Gilgamêş, ez jî bûbûm rêwiyê jiyana bê mirinî. Lewre ji wê pêvajoyê hê dijwartir beranberê hêzekê mirinî bûm. Ev êrîş û dorpeçkirin hîn di destpekê de hatibûn amadekirin û ji bo li her alî êrîş pêşbikeve, herkes li benda wê bû. Ji ber ku ev hêzên qomploger jiyana xwe jî li gor vê êrîş û qomployê amade kiribûn.

Navê min Abdullah. Yanê tê wateya “kûlê xweda.” Lê belê kûlbûnê milekî de, hêzên xwedayî her çiqas bi dijwar êrîş li ser min bikin, ji bo min parastina mirovê azad rûmet û baweriya herî mezin e. Min carekê din bi awayekê hêz, zayîna dûyemîn pêkdianî. Li hember zayîna dayîka min ya ku min ti car ne eciband û zayîna nujentiyê ya ku ti carî min jê bawer nedikir, cara sêyemîn jî min zayîna xwe pir cîdî digirt dest û ez pê pir şad dibûm.

Rêxistinên ku temenê xwe yê dîrokî heye, ger ev rêxistin bi koka xwe re pir bi bawer û serwext be, wê dîroka wê civakê carekê din zindî bibe û hem nakokî hem peywendiyê pêvajoya nû ve, di bin mercên nû de carekê din jiyanî bibe. Di vê wateyê de her rêxistin, mûdaxelekî civakî ye. Divê ku ev mûdaxele xwe ji asta bîrdozî heta asta leşkerî bigîhîjinê. Ji ber sedemê ku ev pêvajoya hebûn û tinebûnê ye, bi taybetî jî di pêvajoya derketinê de têkoşîn pir bi xwîn û bi êş derbas dibe. Piştî şerê vê pêvajoya dijwar, kîjan hêz qabîliyeta xwe ya jiyanê heye an jî qabîliyeta xwe ya jiyanê nîne, bi awayekê zelal derdikeve holê. Bi giştî van pêvajoyan re dibêjin, “demê şoreşê.” Di van demên şoreşgerî de heger têkoşînekî têr û kûr hatibe dayîn, di vir de bi giştî milên ku pêwîst e bê xirakirin, ew mil tê derbas kirin. Ev pêvajoyekî pir krîtike û pêwîst e pir rişt (ciddi) û hesas nêzî vê pêvajoyê bibin. Şaşitî û binketinên dîrokî her dem di van pêvajoyan de hatiye jiyan kirin. Li gor makazagonên vê pêvajoyê ji meş û mercên nû re bersiv dayîn, yanê tê wateya ku xetê dûr ketin û bûna tarîqatên paşverû. Rêxistinên şoreşgerî di vê rewşê de nikarin bersivekî erênî bidin. Tevahî van pêvajoyan, weke ku di dîrokê de civak jiyaye, demên ku lehengî û ketîbûn, rastî û rê derxistinên qomloyî, careke din hemû di nav hevdû de tê jiyan kirin. Me di derheqê mudexelyên civakî de pênase kirinekê giştî kir. Li gor xweseriya civaka Rojhilata Navîn em dikarin vegotinên hîn bi kûr vê pênasê temam bikin.

Di bûyera PKK’ê de jî, pir li hişyar nebe jî, li koşekî wê de her dem ev îdîaya mirovatiyê heye. PKK encex vê îdîaya xwe re dikare di rastiya Kurdan de gûhertin û vegûhertinê ve bersiv bide. Di damezrandina PKK’ê de, gelê ku dergûştiya zayîna mirovatiyê kiriye û xwe ji bingehê dîrokî qut nekiriye, bûyer, nakokî û peywendiyê ku jiyan kiriye, yanê bi tevahî dixwestin di kesayeta xwe de bigihîne qonaxekî herî bilind. Di bûyera PKK’ê de qomploya yekemîn di mijarê îdîa, cîdîbûn û mezinbûnê de rolekî dîrokî lihîst. Heger ev qomplo pêknehatana, wê ev kom çawa şêwazekî bigirtana, ev jî mijarekê din a niqaşê ye. Li hember vê qomployê jî êdî di pêngava tevgera azadiya gel de gav ji paşve nedihat avêtin. Di rastiya Kurdan de qomplogerî bi giştî, yê ku qomployê dike li gel wê, an jî wî dimîne. Ev jî hê bêhtir merhela tolhildanê ya ji xwîn re rê vedike. Dixwazin bi qomployê ve bandor li ser gel çê bikin û hêza civakê di vir de bişkînin. 1978’an de qomloya Halîl Çavgûn ya Sîverekê bi heman armancê ve hate pêşxistin. Bi vê qomployê ve dixwestin koma ku di Hîlwanê de pir pêşketin ava dikirin, hêza wê komê bişikîne. Ez dikarim bêjim ku li pişt her dû qomployê de jî dijmin nînbûn, lê belê ev ti car encamê naguherîne. Hê di destpêka PKK’ê de paşverûtiya heremî û helwestên wan ê qomplogeriyê pir derketin pêş. Heger PKK hem pêwîst e zindan, îşkence û mikurhatinên xwe, hem jî pêwîst e ji bandorên qomplogerî, çetewariyê xwe xilas neke, nikare hûrmet bigire destê xwe. Di paşerojê de jî heman helwestên ji xetê dûr, derketin pêş. Hem şêwazên çeteyê hûndirîn hem jî çeteyên bi dewletê ve girêdayî pêşketin. Di encamê vê de pir çalekiyên şaş an jî kûştina leşker û gelên sîvîl jî hatin jiyîn. Divê ku berpirsyarên van çalekiyên çete kîn e an jî ji kîjan milî ve hatiye kirin bê derxistin. Li gor hûkûka navnetewî û li gor hûkûka rêxistinê dadgeh bê kirin. Di van milan de rexnedayîn pêşxistin pir girîng e. Li hember van erkên pêvajoyê bi cîdî û berpirsyariyekê mezin pêwîst dike ku nêzîkatî were pêşxistin.

Di darizandina min a Îmralî de, mercên demê, di warê qomplo dîlgirtina min de bi awayekî lezgîn pêşlêgirtina şidetê, ne dayina fersenda hêviyên qomplovanan û piştgirên wan, şopandina rêya herî rast, her çiqas ku gelekî bisînor be jî, ji bo alîkariya aştiyeke birûmet pêdiviya hewldaneke mezin nîşan didan. Di vî babetî de nêzîkbûna herî pratîk, parêznameyên pêşxistî ku çareseriya aştî û yekîtiya demokratîk bingeh digirtin bûn. Di van mercan de, qet nayê ji bîrkirin ku hewa lînçeke siyasî li hawir serdest kiribûn. Li gor baweriya min, derdorên aqlî selîm û karbidestên Tirkiyê jî, di bin wan şertan de ji têgihîştina mantiqê qomployê dûr bûn yan jî ne amadeyî qewimînên bi vî rengî bûn. Di her astê de, dorhêla biryareke saxlem tinebû yan jî gelekî bisînor bû. Esasê wê, vê qomployê ji hewayê pakêtek pêşkêşî şovenîzma ku gihayî asteke hîsterîk kir û di sedsala 20. de li arenayê ji bo ku bi şêran bide xwarin, lîstikekî Roma amade kiribû. Şideteke wisa anîbûn holê ku mirov nikaribe ji nav derkeve û di ser hemû armancên PKKê re be, heta li dij armancê wê be. Mixabin bi wan hemû yên ku li dijî hev bûn, wisa dabûn fêhm kirin û wisa baweriya wan anîbûn ku li hember hev bikaranîna êrîşên xwekujî û berxwedanî, mafê wan yê herî meşrû ne. Ya herî ne baş ew bû ku her du alî jî, ji têgihîştina vê lîstikê gelekî bi dûr xistibûn. Îxaneteke sedsalê ya herî mezin ev bû ku xwe hêjî mîna dost û alîgirê azadiyê nîşan didan, lê yên mezlûm ku babetên lehengiyê, bi awayekî sitemkarane tine dikirin û didan ji bîr kirin. Meydan mabû ji wan xayîn û hevkarên ku di kemînê de, li benda rewşeke wiha bûn. Eslê wê, her tişt li gor mirina min hatibû sererast kirin. Bi giranî hedefa wan ev bû ku min fizîkî, ew ne be jî, di warê wateyî de tine bikin. Di gel gelek fikirînên min jî, ez texmîn nakim ku hedefên din dabin ber xwe. Qomplo ewqas kûr û bi tiştên nayên zanîn tije bû, çirandin û derketina ji nava wê, bi awayekî mûcîzewî mirovatiyeke pêşketî û mezin dixwest. Her tişt wisa bi awayekî sitemkarane hatibû duristkirin ku tevayê cîhanê kiribûn dijber, heta bi dostên nêzîk û rêhevalên ku xwedî baweriyên serdest, li gor nirxên mirûz (moral), ji “mirineke bi şeref” pêde ne li benda tiştekî din bûn. Mantiqê sedsalê ev bû. Mantiqê dostan jî û yên dijminan jî ev bû. Xala ku dilîn û bawerî tê de cemidî bûn, evder bû. Her tişt mehkûmî tenêbûneke xofane kiribûn. Ligor qaydeyên şer, ez na bêjim”ber gule dan” cezayekî gelekî dûr e, her çiqas ku ev mîna mafekî tê nîşandan jî, ev maf nedane min. Şaristaniyê dixwest ku bi awayekî din heyfê li min hilîne.