PKK’ê şoreşê di nava şoreşê de hûnand û heta roja me anî. Vaye nêzî pêncî salin Rojhilata Navîn di agirekî İbrahîmî de dişewite û di van salan hemûyan de PKK bi hemû hêza xwe li ser linga ye. Lê yê vê hêzê avakiriye çiye, çawa di vê dojehê de PKK’ê dikarî ewqas hêz bixûliqîn e? Teqez tenê bersivekî vê pirsê heye. Ew jî Rêber Apo û mîlîtanên wê yên can bexşane ne.

Emê behsa yek ji wana bikin; ’Destan Botan’

Beriya her tiştî ev rastiyekî ku di şexsê Destan Botan de jî cardin hat diyar kirin. Mirov di jiyanê de çawa be, di şer de jî bi heman rengê ye. Taybetmendiya yekemîn ya ku di xisletê Destan de xwe dida der; sekna wê ya fedaiyane bû. Ev sekin di jiyanê de di karekî herî bîçûk de heta karekî herî mezin de dixûya. Ya din Destan her tim vê tiştê digot; ‘’ Em di nava partiyekî wisa de ne ku naşibe ti tiştekî din. Ev partî bi xwînê hatiye ava kirin. Ji bo wî divê em nirxê her tiştekî bizanibin. Divê em yek mermiyekî vê rexistinê jî vala xerç nekin, divê em libekî xwarina wî, dilopekî ava wî jî nerjîn in’’. Bi zanistekî pir mezin Destan nirxên partiyê diparast. Lewra wê xwe bi felsefeya Rêber Apo xemilandibû, xweşikbûna wê diteyisî her tiştî. Ji xwe wê perwerdehiya xwe ya parastina nirxan yekemîn ji dayik û bavê xwe, dûyemîn jî ji Rêbertî girtibû. Destan hên di biçûkaniya xwe de bi nirxê kedê hesiyabû. Dema di kolanên Cizîrê de diçû dibistana asîmîlasyonîst haya wê ji her tiştî hebû. Dizanibû van dibistanan dixwazin wê ji çanda wê dûr bixin. Lê ji ber malbata wê mesref lê dikirin, ked li ber didan ji bo wî jî di van dibistanan de binkeftinê ji xwe re qebûl nedikir. Hên di wê temenê xwe de ji xwe re kiribû pîvan. Dest biavêje çi wê serkeftî be û qîmeta kedê bizanibe.

Parazvana Nirxan Bû

Dema Destan hat nava partiyê van taybetmendiyên xwe yên xweşik hên xûrtir kir û kesayetiya xwe dewlemend kir. Di dahûrandinekî de Rêbertî behsa çeka despêkê dikir û wisa digot; ‘’ Me bi demançeyekî despê kir. Wê demançê jî me di nava hezar potan de diveşart da ku tiştekî lê neyê’’. Ev gotinên Rêbertî Destan pir bandor kiribû. Di roja îroj de bi hezaran çekên PKK’ê hebûn. Dîsa jiyana Heqî Karer wekî pîvanekî di jiyana Destan de hatibû rûniştandin. Ji ber Heval Heqî ji bo partiyê diçû di înşaatan de dixebitî û pereyên qezenç dikir bê ku li ser hesaban bike radestî partiyê dikir. Wê vê sozê dabû, hem ewê çeka xwe biparêz e, hem jî di nava van derfetên dewlemend de hewil bide ku ji partiyê re derfetan bide ava kirin.

Çûndina Wê Ya Akademiya Leşkerî

Ji bo di asta herî bilind de çeka xwe bişûxîlîn e, berê xwe da akademiya leşkerî ya Şehîd Mahîr. Li wir wekî sekvanekî xûrt derket û ji ber pir serkeftî bû vesaziya wî wekî perwerdekar ji akademiya Şehîd Mahir re çêbû. Ev serkeftin Destan pir kêfxweş kir. Ji ber hên di temenekî pir ciwande bû lê barê partiyê radikir. Hîs dikir ku ew êdî dikare ji partî û gel re hên karên mezintir jî bike. Di vê akademiyê de gelek şervanan perwerde kir. Ne tenê wekî sekvan di heman demî de ji bo bibin mîlîtanên xeta Apoyî gelek ked li ber wan da. Lewra çiqas ked da ewqas jî hat hes kirin. Di demekî pir kurt de xelekekî evîndaran li dora wê kom bibûn. Hem hevalên jin, hem jî hevalên xort pir nirx didanê. Ew bi sekna xwe rêzdarî dabû ava kirin, bi keda xwe jî bibû çavkaniya evînê.

Mirov Ji Çi Vexwe Dibe Ew

Ji ber keça Cizîra Botan di hemû kêliyên xwe de bi Rêbertî re, bi şehîdan re bû, her roj wekî avê zelal dibû, her roj wekî bayê bi lez dibû û her ku diçû wekî rojê şewq dida li dora xwe. Ne xwe mirov ji çi bixwe û vexwe ewê bibe ew. Destan jî ji kaniya Rêber Apo û şehîdan vedixwar her roj dişibiya wan. Ewqas xweşik bibû mirov dema lê dinêrî dizanî ku êdî ew ne aidê vê dinyayê. Mîna pîroziyekî li ser rûyê erdê bi şemal dimeşiya. Wekî nûwazekî dilê herkesî qezenç dikir. Dema dest bi gotinê dikir, lawirên ku dibên ji gotinê fêm nakin jî lê baldar dibûn. Dema bê deng dibû kevir dest bi axaftinê dikir ku tenê wê dengê keviran jî dibîst. Bi enerjiya gerdûnê re bibû yek. Xwe gihiştandibû leza atomê ku wê di demekî nêz de ev atom bigîştina armanca xwe.

Gotina Wan Yek e

Gelo çima wisa ye, çima hindek kes hên dema jiyana dikin ewqas pîrozî dixwe de kom dikin? Gelo çima ev kes heta îro tenê di nava PKK’ê de hatine peyda kirin? Rastî jî em niha nikarin bersiva van pirsan bidin. Lê em dibînin û dizanin, ji Zîlan heta Berîtan, ji Doğa heta Sara û Ruken, ji Mazlûm heta Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn, hemû jî nîşaneya vê tiştê ne. Ew cûda ne, naşibin ti kesekî din. Di dilê xwe de heskirinê kom kirine, nefsa xwe biçûk kirine û xwe razandine xeta fedaiyan. Bê ku kes ji wan re bibêje, ew di dilê xwe de vê rastiyê hîs kirine. Ji wan kîjan bê gohdar kirin heman tiştê dibêjin;’’ Pirsgirêka gelê Kurd tenê dikare bi xeta fedaî ya mîlîtantiya Rêber Apo bê çareser kirin’’. Wan hev nedîtine, bi hev re ne axifîne, lê çawa dikarin di heman gotinê de bigîjîn hev. Gelo ev nepenî di navbera fedaiyan de ye lewra ji bo wî tenê dilê wan pê dihese? Destan Botan jî heman tiştan digot, mîna Zîlan, mîna Berîtan, mîna Sara û Ruken. Wê jî digot; ‘’Roja me di nava çar dîwaran de ye. Gelê me, jin û dîrok ji me serkefetinekî bi rûmet dixwaze. Ew mafdarin. Ji ber me xwe ji bo vê berpirsiyar dît û em tevlî bûn. Wê gavê hêjayê berdêla canê me ye em serkeftinê diyariyê wan bikin’’.

‘’Divê Jin Çeka Xwe Bernede’’

Ji bo vê armancê pêk bîne şev û roj di nava kedekî pir mezin de bû. Wê li Şengalê êşên jinên bindest di dilê xwe de hîs kiribû. Bi taybetî dema jinên ji destê DAİŞ’ê dihatin rizgar kirin didît bi wan re diaxifî. Dixwest fêm bike. Çima pirsgirêka jina ewqas kûr e, ev xelekên koletiyê kengî li ser beden û rihê jinê hatine ferz kirin? Li pey bersiva vê gihiştibû hindek rastiyan. Ketibû wê zanistê ku jinê dema şûrê destê xwe berda ango şûrê destê wê şikiya wê gavê jin ket rewşa koletiyê. Ji bo wî pêwiste jin ti caran xwe bê çek nehêle. Çeka li pişta jina gerîla rûmeta xilas kirina jinê ji koletiyê ye. Wê bi vê zanistê qlêşa xwe bi heskirin diavêt pişta xwe. Dema keziyên xwe li ser çeka xwe badida ji heybeta wê erş û asîman radibû ser piyan û silav didan vê keça azad. Jina hatî parastin jina herî xweşik bû, jina ku xwe ji koletiyê rizgar kiribû bi hezaran caran xweşiktir dibû. Gelek caran Destan  vê tiştê digot; ‘’Baş e PKK heye û baş e me PKK’ê naskiriye. Gelo ger PKK nebana wekî jin me yê çi xweliyê li ser xwe kiribana’’. Ev gotina wê ye û bi dehan caran ev gotin ji devê wê dihat bîstin.

Çûndina Bakur

Di zanista azadiyê de, bi felsefeya Rêber Apo dervayê jiyanekî azad li xwe heram kiribû. Çûndina wê ya her erkekî bi vê zanistê pêk dihat. Dema çû Bakur jî pir kêfxweş bû. Kelacana wê di hinarokên rûyê wê de dilerizîn. Bi salan bû xwe ji bo vê erkê amade dikir. Fîzîkî be jî hindek din xwe nêzî Rêbertî kirin, ji bo şikandina tecrîdê ketina nava şerekî bê eman dabû ber çavên xwe. Dizanibû ev çûndina wê, wê berdêlên pir giran jê bixwaze. Lê ji bo azadiya vî gelî, ji bo azad kirina Rêber Apo di roja roj de xwe amade kiribû ku wê berdêlê bide. Bê dûdûlî, bi biryardariyekî mezin çû qadên Bakur.

Dostan Ji Sekna Wê Şanazî Jiya

Dema hat bîstin ku Destan li Nisêbînê ketiye dorpêçê û heta gûleya xwe ya dawî şer kiriye, yên wê nas dikirin, gotin; ‘’Ji xwe sekna jê dihat hêvî kirin ev bû. Destan kesayetiyekî wisa bû ku ti caran wê rêyekî din hilnebijartina’’. Ji ber Destan wekî cihê wêrekî û baweriyê dihat naskirin sekna jê dihat hêvî kirin bi şemal pêk anî. Wê çawa di girên herî bilind de, di kaşê herî hewraz de barê xwe nedanî, di dorpêça herî dijwar de jî wê barê xwe nedaniya. Dizanî ew barê ku radike barê Kurdistana azad, Rêbertî û gelê azad e. Nabe ew bar di zehmetiyan de li neverasta dijmin bê danîn. Ger wisa be wê dost ji kerba biêşên, wê dijmin ji kêfa coş bikin. Lê wê dosta nekiriband, kêfa dijmin li xwe û hevalên xwe neanî.  Dost ji sekna wê kêfxweş bûn. Dijmin ji sekna wê qehir bûn. Jinekî din yê Apoyî ala fedaîtiyê li ba kir bû mîna Berfîna ku di şerê bajaran de li Amedê bombeya xwe di mêjiyê dijmin de teqand, bû mîna Ekîna ku li naverasta Vartoyê hat qetil kirin serî da lê sir neda, wê jî ev sekna jina azad ye fedaiyane kir para xwe. Dîsa derket holê ku ev kevneşopî ti caran namire, wê di sekna Berfîn, Ekîn û Destanan de her carî bi koktir zindî bibe. Ew jinên fedaî rûmeta me ya azadiyê ne. Emê jî her bibin şopdarên wan.

Hevalên Wê Yên Tekoşînê