Rêber Apo

 

Silav ji gelên Rojhilata Navîn û ji yên Asyaya Navîn re, ku bi tifaqeke herî mezin vê roja berxwedanê û roja vejînê bi hev re pîroz dikin…!

Silav ji gelên bira re, ku bi coşeke mezin, bi ruhê demokrasiyê û di nav xweşbîniyeke mezin de, Newroza serdema roja nû, û bi ronahiya rojên nû, bi hev re pîroz dikin…!

Silav ji rêwiyên rêya pîroz re, yên ku rêya mafên demokrasiyê û rêya azadî û wekheviyê ji xwe re kirine armanca jiyanê…!

Gelê Kurd ê ku yek ji gelên herî kevnar ê ji quntarên Zagros û yên Torosê, heta geliyên rûbarên Dîcle û Firatê; ji xakên pîroz ên Mezopotamya û Anatolyayê, heta şaristaniya gund û bajarvaniyê dayiktî kiriyê, silav ji bo we…!

Ji bo gelê Kurd ê ev şaristaniya herî kevnar a hezar salan, bi nîjad, ol û mezheban re bi biratî û dostanî pêkve jiyane, pêkve ava kirine, rûbarê Dîcle û Firatê birayê Sakarya û Merîçê ne. Çiyayê Agirî û Cûdî dostê çiyayê Kaçkar û Erciyesê ye. Govend û delîlo, xizmê Horon û Zeybekê ye.

Ev medeniyeta mezin û civakên bira, bi zextên siyasî, bi mudaxeleyên derve, berjewendiyên komikan xwestine berdin hev, hatiye xwestin ku nîzamên ku huqûq, wekhevî û azadiyê esas nagirin werin avakirin.

Emperyalîzma Rojavayî, di vî dused salên dawî de bi şerên xwe yên fethî û bi mudaxeleyên xwe yên derve, xwestin di nav civakên Rojhilata Navîn de hişmendiya dewleta netewe pêş bixin. Ji bo vê jî, di nav civakan de tixûbên sûnî xêz kirin. Di hundirê van tixûban de bi avakirina îktîdarên çewsîner û redkar, xwestin destê civakên heremê yên Ereb, Fars, Tirk û Kurdan bikin qirika hev dû re.

‘Serdema ferasetên mijoker û redkar bi dawî bûye’

Serdema ferasetên, mijokdar, redkar û çewsîner bi dawî bû ye. Civakên Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn şiyar dibin. Li xwe û eslê xwe vedigerin. Ji şer û pevçûnên kor û yên bera hevdû didin re dibêjin, bes e.

Bi sed hezaran, bi milyonan kesên ku dilê wan bi agirê Newrozê geş dibe û qadan têr û tijî dikin edî biratiyê dixwazin, çareseriyê dixwazin.

Ev têkoşîn ku bi serhildana min a şexsî, di destpêkê de li hemberî bêçaretiyê, nezanî û koletiyê em di nav de hatin dunyayê dest pê kir, xwedî vê armancê bû ku li hemberî her cure ferzkirinan hişmendî, feraset û ruhekî ava bike. Ez îro dibînim ku ev qîrîna min gihiştiye astekê.

Şerê me, ne li hember tu etnîsîte, ol, mezheb an jî komekê pêk nehatiye, pêk nayê. Şerê me, li hember çewisandin, nezanî, neheqî, paşdehiştin û her cure zextan bû.

Em îro edî, bi Tirkiyeke nû, Rojhilata Navîneke nû û bi dahatûyeke ve şiyar dibin. Ciwanên ku bangawaziya min hembêz dikin, jinên pîroz ên peyama min di dilê xwe de bi cih dikin, dostên ku dibêjin gotinên te li ser, ser û çavan qebûl dike, mirovên min guhdarî dikin;

 

Gelê Tirkiyeyê yê Rêzdar;

 

Bila gelê Tirk ê îro di Anatolyaya qedîm de wek Tirkiyeyê dijî zanibe ku ev hezar sal e jiyana wan a hevpar a bi Kurdan di bin ala Îslamê de xwe dispêre huqûqa biratî û piştevaniyê. Di rastiyê de di vê huqûqa biratiyê de fetih, înkar, red, pişaftina bi darê zorê û tunekirin nîn e, divê nîn be.

Polîtîkayên sedsalên dawî yên zext, tunekirin û asîmîlasyonê yên xwe dispêrin modernîteya kapîtalîst; hewldanên elîteke desthilatdar a bijarker ya teng ku tevayî dîrok û huqûqa biratiyê înkar dike îfade dike. ji bo em ji vê cendereya zilmê ku di roja me de pir baş derketiye holê ku berejavî dîrok û huqûqa biratiyê ye derketina hevpar bikin wek du hêzên stratejik ên bingehîn ên Rojhilata Navîn ez bang dikim ku em li gorî çand û şaristaniyên xwe modernîteya xwe ya demokratik ava bikin.

Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn li modernîteyeke modern û nîzameke demokratîk a li gorî dîroka xwe. Lêgerîna modeleke nû ya ku wê herkes bi awayekî azad û bi biratî di nav hev de bijî bi qasî nan û avê bûye pêwîstiyek e nesnel. Ji vê modelê re careke din ku erdnîgariya Anatolya û Mezoptamyayê, dem û çanda wê pêşengiyê bike û ava bike tiştekî bivênevê ye.

Em mîna di dema nêz de di çarçoveya Mîsak-î Mîllî de di pêşengiya Tirk û Kurdan Şerê Rizgariya Mîllî pêk hat, hîn rojanetir, tevlihev û kûrbûyî pêvajoyekê dijîn. Li gel tevayî kêmasî û şaşiyên 90 salên dawî, careke din gelên bindest û yên hatine mexdûrkirin, bi felaketên mezin re rûbirû hatine hiştin, çîn û çandan jî digirin rex xwe û hewl didin ku modeleke nû ava bikin.

Bangawaziya min ew e ku, Kurd, Tirkmen, Asûrî û Ereb ên bi awayekî dijberî Misak-Mîllî hatin parçe kirin û di roja me de di Komara Ereb a Iraq û Sûriyeyê de di pirsgirêkên giran û şeran de mehkûmî jiyanê hatine kirin, li ser esasen “Konferansa Piştevaniya Mîllî û Aştiyê” de rastiyên xwe nîqaş bikin, bigihîjîn zanebûnê û biryardariyê.

Li hemberî kesên me parçe bikin û dixwazin me bi hev dû re bidin şerkirin em ê bibin yek. Li hemberî yên dixwazin me ji hev dû qut bikin em ê bibin yek. Ên ku nikarin ruhê demê bixwînin diçin sergoya dîrokê. Yên li hember herîkina avê li ber xwe didin, ber bi kendalê ve diçin.

Gelên herêmê şahidiyê ji berbangên nû re dikin. Gelên Rojhilata Navîn, ku ji şer, pevçûn, parçebûyînan westiyane, dixwazin edî li ser kok û rehên xwe, ji nû ve şîn bibin, û mil bi mil rabin ser piyan.

Ev Newroz ji bo me hemûyan mizgîniyek e. Heqîqetên di peyamên Hz. Musa, Hz. Îsa û Hz. Muhammed de, îro bi mizgîniyên nû derbasî jiyanê dibin. Mirovatî hewl dide ku tiştên wenda kirine ji nû ve bi dest bixe.

Em nirxên şaristaniya modern a Rojava bi temamî red nakin. Em nirxên wê yên rewşenger, wekhev, azad û demokratîk werdigirin, bi nirxên xwe re, bi formen xwe yên jiyana gerdûnî re sentez dikin û jiyanî dikin. Bingeha têkoşîna nû fikir, bîrdozî û siyaseta demokratik e, pêngaveke mezin a demokratîk dide destpêkirin.

Silav ji wan re, yên ku hêz didin vê pêvajoyê, yên ku piştgiriyê didin çareseriya demokratîk û aştiyê!

Silav ji wan re, yên ku ji bo biratiya gelan, wekhevî û azadiya wan demokratik berpirsiyartî girtine ser milên xwe.

Bijî Newroz, Bijî Biratiya Gelan

Zîndana Îmrali

21 ADAR 2013