ZOZAN ÇEWLÎK

Di serî de şerê taybet her wiha şerê psîkolojîk naskirin, pênasekirin û li hember wî tekoşîn kirin, dîsa zanebûna armancê şerê taybet di warê giştî de pêşxistin, him ji bo gelê Kurd û giştî civakan him jî bi taybet ji bo jin mijarên girîng in.

Şerê taybet; bi derketina şer re pêşketiye û heya roja me ya îro jî berdewam dike. Ji ber vê divê destpêkê em bizanibin şer ji ku derê û kengî ve derketiye holê. Esas heya demekê jî şerê taybet weke parçeyekî şerê çekdarî tê dest girtin. Lê bi pêşketina hêzên netew-dewlet û kapîtalîst re, her wiha li gorî pêşketinên sedsala 21’emîn hewce dike ku mirov şerê taybet û pisîkolojîk ji nû ve bigre dest. Lewra di roja me ya îro de ev şer di destê van hêzan de bûye rêbazekî sereke ku li hember civakan tê bikar anîn.

Dema em li dîrokê dinêrin; em dibînin ku şer, bi avabûna dewletê Sûmeran û  bi derketina çînan re, ji aliyê hêzên serdest ve weke rêbazekî hatiye bikaranîn. Bi şer ve pergala çînên serdest û bindest didin rûniştandin. Beriya wê jî di nava qebîleyan de şer di astekê de dihatin jiyîn, lê bi esasî weke têgeh şer û artêşbûn; bi derketina şaristaniyê re, bi avabûna dewlet û çînayetiyê re bi sazî dibin.

Heya roja îro her wiha hatiya nîşandan ku şer nebe nabe, ev bê gûman ti têkiliya xwe bi rastiyê re tûne ye. Hêzên desthilatdar ji bo pêşxistina pergalên xwe û berjewendiyê xwe her şer dane meşandin. Civakan jî her li hember vê rewşê parastina xwe kirin e.

Weke jin pêwîste em jî şer ji nû ve pênase bikin. Ji ber di pêşketina mirovatiyê de jin xwedî roleke sereke û diyarker e. Bi taybet di civaka xwezayî de jin li ser civakê bi bandore, civakê bi rêve dibe û dide meşandin. Jin; gelek vedîtinên bi nirx ji bo civak û mirovahiyê avakirin e.

Em weke tevgera jin ‘Jineolojî’ weke zanista jin pênase dikin, pê re jî gelek vegotinên hêzên desthilatdar, bi çav û aqilê jin ji nû ve pênase dikin. Ji ber hêzên desthilatdar gelek tişt ji naveroka wan valakirine, guhertine, heta hinek têgîn berovajî kirin e. Lewra hem weke jineolojî, hem weke tevgera azadiya jin emê ev şerê ku ji destpêka dîrokê ve di şexsê jinê de li ser civakan tê meşandin, ji nû ve bigirin dest û di çarçoveya paradîgmaya xwe de pêwîste em pênase bikin. Em di vê aliyî de binêrin wê were fêm kirin ku şerê yekem li ser zayenda jin hatiye meşandin. Rêber Apo wiha pênase dike; ‘Zayendê yekem, netewa yekem her wiha çîna yekem ya ku tê bindest kirin jin e.’

Di civaka xwezayî de jî pirsgirêkên mirovatiyê hebûne. Li hember şert û mercên xwezayê, zehmetiyên ku warê xwe parastinê, xwe têrkirinê û gelek pirsgirêkên girêdayî pêşketina civakî hatine jiyîn. Lê di civaka xwezayî de serdestî û bindestî tine ye, ne serdestiya jin, ne jî ya mêr heye, deshilatdarî û koletî tine ye. Di şexsê deshilatiya mêr de û bi pêşengtiya dewletê re, hêza desthilatiya mêr xwe dide der. Şerê yekem di şexsê jinê de li hember civakê hatiye pêkanîn. Heya roja îro ev şer di şexsê jin de li ser civakê dewam dike û zindiyê herî zêde bê parastin maye îro dîsa jin e.

Eger em xwe bispêrên van tespîtan wê ne şaş be ku em bêjin yekem leyîstok û planê şerê taybet û şerê derûnî jî destpêkê li ser jin hatine meşandin. Rê û rêbaz  bi demê re gûhertiye lê ti car armancê xwe ne gûhertiye. Di dîroka şerê cîhanê de, sedsala 20’an, sedsala ku herî zêde têde şer hatine jiyan kirin e û di vî qirnê de şerê parkirina cîhanê tê li darxistin. Bi heman awayî şerê cîhanê yê dûyem jî şerê herî mezine ku di wî serdemê de hatine jiyîn. Piştî şerê cîhanê yê dûyem gelek hêz dest bi avakirinên nû dikin. Ji xwe heya wê çaxê ew şerê dihatin jiyîn navê şerê gerim li wan dihate kirin, lê ji şerên cîhanî û şûnde bi navê şerê sar şerekî nû destpê dibe.

Di navbera salên 1940–1950’î de şerê taybet bi awayekî fermî derbasî lîteratûra cîhanê dibe. Ji ber piştî şerê cîhanê yê dûyem di encamê şer de, dinya dibe dû beş, blokek jê di binyada navê NATO de, dibe yekîtiya hêzên leşkerî yê navnetewî. Şerê taybet bi pêşengtiya Emerîka (CIA) yê, di nava NATO de tê pêşxistin û birêxistin kirin herwiha rêbaz û rêxistina xwe avadike. Ji wê çaxê de dibe rêbazekî esasî yê şer ku di nava şer de şer didin meşandin. Ango şerê taybet di wê demê de û bi vî awayî hatiye fermî kirin. Lê beriya wê jî her çiqas bi rêbazên tengtir hatibe meşandin jî ev şer her hebûye.

Eger were pirsîn şerê taybet rêbazê kê/î ye, kîjan hêz bi rêve dibin? Şerê taybet; rêbazê hêzên zordar e, hêzên desthilatdar û metîger e. Ji bo van hêzan şerê derûnî amûrekî bingehîn e. Bi taybet rêbazê modernîteya kapîtalîst e, lewra di esas de bi kapîtalîzmê re şerê taybet xwe li cîhanê belav dike. Dema di sedsala 20’mîn de netew-dewlet tên avakirin, gelek ji van dewletan weke dewletê şerên taybet tên bi nav kirin. Bi avakirina hêzên GLADYO re weke hêzeke navdewletî ya şerê taybet, li nav gelek dewletan de tê belav kirin.

Di roja me ya îro de em nikarin ji şerê taybet re dîsa heman pênaseyê bikin û bêjin; meşandina şerekî di nav şer de ye, lewra ev pênase kêm û lawaz dimîne. Lewma li hember kiryar û leyîstokên ku şerê taybet dide meşandin gelek berfireh e. Di roja îro de dewlet, partî û rejîmên deshilatdar vî şerî bi awayekî xweser û yekser weke rêbazekî esasî digrin dest.  Armanc her tim raste rast civak hedef girtin e. Şerê taybet di navbera hêzên dewlet, hêzên deshiladar û civakan de ye. Îro, ji ber armanca bingehîn ya meşandina vî şerî ewe ku; civakan teslîm bigrin, bixin bin serdestî û zihniyeta xwe.

Di destpêkê de jî NATO ev şer li hember hêzên sosyalîst û tebeqaya proleter dane meşandin. Di roja me ya îro de jî ev şer di navbera hêzên faşîst, emperyalîst, mijokdar û civakê de ye. Ev hêz vî şerî ne tenê li ser hinek civakên ku dagir dikin dimeşînin, lewra li hember civakê xwe bi xwe jî heman şerî didin meşandin. Emerîka bi qasî şerê taybet li ser Rojhilata Navîn dide meşandin, ewqasî jî li ser gelê xwe dide meşandin. Tirkiyê bi qasî li ser gelê Kurd dide meşandin ewqasî li ser gelê xwe jî dimeşîn e.

Tê zanîn Kurdistan bi hevpeymaniya Lozanê dikeve bin dagirkeriya çar dewletan; Sûriye,Tirkiyê, Îran û Iraqê. Ev gel û welat bi zilma van dewletan hatiye dagirkirin, lewra di Kurdistanê de her tim şer hatiye gûr kirin. Di vê sedsalê de şerê parvekirina xakê Kurdistanê tê li dar xistin. Statûya civaka gelê Kurd hatiye înkar kirin. Ne tenê dagir dikin, wisa dikin ku nasnameya gelê Kurd ji kokê were rakirin û jibîr kirin. Ji bo vê bikin, şerê taybet di Kurdistanê de bi awayekî pergalî li ser jin, zilam û ciwanê Kurdistanê dimeşandin. Ji nava van dewleta yê herî zêde jî şerê taybet dide meşandin Tirkiye ye. Îran, Sûrî û Iraq jî didin meşandin. Îran bi xwe xwedî dîrokeke dewletparêzî ya pir kûr e, bi heman rengî Sûrî û Iraq jî. Lê Tirkiyê endamekî NATO yê ye, lewma ya herî giran dide meşandin Tirkiye ye. Ji sala 1924’an ve ango ji avabûna komara Tirkiyê ve siyaseta înkar û îmhayê zêdetir bûye. Di tevahiya Bakurê Kurdistanê de û li ser hemû beşên din yên Kurdistanê de jî bi şerê xwe bandorî dike. Tirkiyê xwe bi qasî Iraqê di Başûrê Kurdistanê de bi cih kiriye. Herwiha li Rojava jî. Ji avabûna komarê û şûnde siyaseta qirkirinê bi awayê herî giran dane meşandin, hem awayekî fizîkî ku navê qirkirina sor lê tê kirin, hem di nava şer bi xwe de jî şerê taybet didin meşandin.

Beriya PKK’ê her rabûnek ango serhildanek bi perçiqandinê hatine tepisandin. Hem bi çek, hem di warê îdeolojîk, civakî, siyasî, leşkerî de şer dane meşandin, bi van rêbazan hemûyan li ser gelê Kurd de êrîşên dijwar meşandine. Li ser Kurdan hatiye ferz kirin ku; ‘Tu ne Kurdî, tu Tirkî’. Wateya vê înkarekî nasnameyî ye û êrîşekî îdeolojîk e. Sazî kirina şerê taybet li Tirkiyê li ser esasê gûhertin û berovajî kirina çand, adet, nirx, exlaqa gelê Kurd û çanda wan hatiya avakirin. Ev şer di Tirkiyê de jî li hember civakê tê meşandin, lê bi awayî herî kûr û berfireh herwiha bi rengê xwe yê herî sistematîk li hember gelê Kurd tê meşandin. Bi damezrandina PKK’ê re ew bi van êrîşan xwe re raste rast PKK’ê ji xwe re hedef girtin û xwestin rûreşbikin( teşhir).

Şerê taybet xwe li ser hinek lingan dide avakirin. Li Tirkiyê de hêzên çekdarî yên veşarti yên derveyê artêşê hene, herwiha hêzên bi navê dewleta kûr (derin dewlet) an jî rêxistinên binerd (yer altı örgütleri) vî şerî bi rêve dibin. Navenda van lingan jî, daîreya şerê taybet e. Rêbazên wan yên veşartî û berçav hene, heman awayî kiryarê wan jî wisa ye. Li Kurdistanê hêzên wan yên çekdarî yên wek; JÎTEM (saziyeke çekdariye), hêzên çete, hêzên Ergenekon, Kontr gerîla, cerdewan, JÖH, PÖH û hwd. ev hemû saziyên ku li dijî PKK’ê hatine rêxistin kirin. Di roja îro de yên herî zêde ji van saziyan re û ji şerê taybet re pêşengtiyê dike MÎT’e, lewma aweke navendeke esasî ya şerê taybet tê dest girtin. Ev sazî hemû veşartîne û  bê nîzam û qûralin. Hemû jî di Kurdistanê aktîv rol dileyizin. Herî zêde şerê taybet di warê îdeolojîk de bi kar tînin, di zihnê mirovan de li gor berjewendiyê xwe têgînan avadikin.

Herwiha çapemenî di Tirkiyê de bûye navendekî ji şerê taybet re. Lewra şerê taybet; çand, îdeolojî, exlaq û polîtîkayê hedef digre. Ji bo berovajî kirina van rastiyan, navendan ava dikin. Em dikarin vê bibêjin ku îro yên Tirkiyê bi rêve dibin, qadroyê şerê taybet in.

Bi bombardimana têgînên li gor xwe bi ser aqilê mirovan de wan teslîm digrin û mirov ji çanda xwe xerîb dikin. Niha di Kurdistanê de dewleta Tirk vê bi awayekî pergalî dike. Te înkar dike û çanda te jî bi rêka modernîteya kapîtalîst ve raste rast dike hedef. Di navenda êrîşê wê de her tim hêzên herî dînamîk yên civakê hene, wan di bişaftin û qirkirinê re derbas dike.

Medya yê jî ji bo xwe weke çekekî bi kartînin, an jî mirov dikare bêje ‘Propagandaya reş’ dikin. Herî zêde bi rêya medya operasyonên têgînan (algı operasyonu) li dardixin. Mînak di rastiyê de PKK’ê ji bo azadiya Kurdistanê şer dike, lê ew di medyayê xwe de vî terorîze dikin. Vêna jî bi rêya argûmanên weke şovenîzmê, netewparestiyê, olperestiyê pêk tînin. Di esas de mirov dikare bêje rejîma AKP-MHP rejîmekî şerê taybet e.

Piştî salên 2000’î û şûnve Tirkiyê bi şerekî nû derbasî qonexeke nû bû, ji xwe tespîtê Rêber Apo ji bo vê xalê hene û dibêje; ‘AKP, Receb Tayib Erdoxan û Fetullah projeyekî şerê taybetin, ji aliyê Amerîkayê ve hatine saz kirin.’

Berê hêzên sosyalîst mijareke xeteriyê bûn li ser berjewendî û pergala hêzên kapîtalîzmê, lewma ew bê bandor kirin. Niha jî ji bo wan mijara xeteriyê di Rojhilata Navîn de mijara ol e, lewra radîkal Îslam ji zihniyeta modernîteya kapîtalîst û siyaseta wê re xeteriye. Lewra xwestin bi riya AKP’ê di Rojhilata Navîn de Îslama nerim, lîberal, îslameke ku di berjwendiyên xwe de mîna amûrekî bikarbînin xwestin avabikin. AKP projeya pêkanîna vê armancê ye. Ji xwe AKP bi her aliyê xwe ve partiyekî şerê taybet e. Di vê dawiyê de ev hîn zelaltir derketiye holê, hemû navend ji darazgeriyê bigre, heta rêvebirina dewletê, hiquq û gelek sazî û argûmanê ayidî civakê ne, ketine bin xizmeta rejîma Erdoxan, bin xizmeta şerê taybet. Ev jî ji bo civakê mijarên ciddî ne.

Wê bidome…