Ji bo çapemeniyê û raya giştî

Di van rojên ku weke hêzên parastina jinê YJA Star em salvegera artêşbûna jinê pêşwazî dikin de, di pêşengiya hêzên jin de rizgarkirina bajarê Reqa’yê û binkeftina zihniyeta mêrê desthiladar a ku di şexsê çeteyên DAİŞ’ê de gihabû zîrvê, coş, kelecan û moraleke mezin dide me. Li ser vê bingehê di şexsê yekîneyên parastina jinê YPJ’ê û hemû hêzên jin, em azadkirina bajarê Reqayê li hemû hêzên QSD’ê, li gelê Reqa’yê yê berxwedêr û li hemû gelê Kurdistan û gelê cîhanê pîroz dikin. Di şexsê şehîd Rozerîn, şehîd Destan Temmûz û gelê Reqa’yê ku heya dawî li berxweda û giha şehîdbûnê, em hemû şehîdên hemleya şoreşgerî ya Reqa’yê bi minet û rêzdarî bibîrtînin û bejna xwe li hember lehengiya wan ditewînin. Û em bawerin ku wê ev berxwedan û lehengî azadiya tevahî Rojhilata Navîn û mirovahiyê pêk bîne.

Helbet hemû cîhan jî baş dizane ku heger îro çeteyên DAİŞ’ê di navenda xwe ya herî bi hêz de binkeft, ev di encama şikestin û binkeftina xwe ya ku di bajarê berxwedanê Kobanî de jiyayî de pêkaht. Ji ber bajarê Kobanî di pêşengiya berxwedana bi rûmet a jinê de çonga xwe ji çeteyan re netewand. Di şexsê Rêvan, Arîn, Hebûn, Gulan Batman û Zehra’yan de zihniyeta barbar a DAİŞ’ê binkeft û vîna xwe ya psîkolojîk û fîzîkî şikest. Berxwedana Kobanî ya ku gerdûnî bû, di cenga mezin a Xezeba Firatê de jî hemû hêzên şoreşgerî bi navê QSD’ê anî cem hev. Di encama vê pêkhateya xurt de jî vaye îro bajarê Reqa’yê ji çeteyan rizgar bû.

Di vê cenga mezin a Reqa’yê de yek ji mijarên ku mora xwe li hemlê da tevlêbûna jinên Êzîdî bû. Em hemî jî baş dizanin ku jinên Êzîdî herî zêde li vir rastê zilim, êşkence, êrîş û destdirêjiya DAİŞ’ê hatin. Di şexsê jinên Êzîdî de DAİŞ’ê hewl da ku destê xwe dirêjî hemî jinan bike. Lê van hêzên barbar ji bîrkirinbûn ku hêzeke jina Kurd a parastina cewherî ya ku xwe dispêre mîrasê çil salî heye. Ji ber wê ye ku ev hêzên çete di hemû êrîşên xwe de herî zêde ji hêza jin tirsiyan. Ji ber ew dizanibûn ku kîn û xezeba jinê pir mezine. Êdî jin tola xwe ya bi hezarê salan ji vê zihniyeta tecawîzkar digre. Di operasyona rizgarkirina Reqayê de jî di pêşengiya hêzên YPJ’ê de jinên Êzîdî, jinên Ereb, jinên Asûrî, jinên Sûryanî, jinên çepgir ên sosyalîst, hemû jinan li dijî van hêzên çete bi lehengiyeke mezin şerkirin. Ji ber wê jî di şexsê çeteyên DAİŞ’ê de hemû hêzên desthildar ên dijminê jinê baş famkirin ku wek berê êdî ti dest nikare bi hêsanî dirêjî jinê bibe.

Li ser vê bingehê wek hêzên YJA Star’ê em careke din coş, kelecan û serbilindiya serkeftina vê cenga mezin dijîn. Em serkeftina tekoşîna azadiya jinê ya li dijî zihniyeta mêrê desthiladar dijîn. Û em bawerin ku wê ev tekoşîna bi rûmet ya hemû jinan siberojên azad diyarî civak û mirovahiyê bike. Li ser vê bingehê wek hêzên parastina jinê li kuderê dibe bila bibe, çi hêz dibe bila bibe, ev hêzên DAİŞ’ê dibin an jî hêzeke din a dagirker û tecawîzkar dibin, kîj hêz hewl bide destdirêjiyê li ser jin û civakê bike wê me li beramberî xwe bibînin. Emê wekî herdem bê teredut bi erka xwe ya parastinê rabin. Emê herdem ala Bêrîtan, Arîn û Destan Temûz’an bilind rakin.

Silav û rêzên şoreşgerî

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR