Ji Gelê Kurd yê Welatparêz û Raya Gî‏tî ya Demokratîk re

Bi boneya 34. mîn salvegera avakirina partiya me PKK ya ku bûye partiya mirovahî, wekhevî , edalet, azadî û heqîqetê, di despêkêde em vê rojê li mîmarê partiya me rêber APO û li tevahî gelê me yê welatparêz pîroz dikin. Dîsa em tevahî şehîdên xwe yên ku bi baweriya îdeolojî û felsefeya jiyanê ya PKK’ê di rêya tekoşîna azadiyê de şehîd ketine carek din bibîrtînin, em soz didin ku emê bi bilind kirina tekoşîna azadiyê bighêjin serkeftinê.

Partiya me PKK ev bû 34 salin bi îddia, biryarbûyîn û bi baweriyek mezin bê navber tekoşîna azadiyê dide meşandin. Dîsa PKK ya ku di van salên tekoşînê de serkeftinên mezin bi dest xistin, bi derbasbûyîna her rojekê, gelê me û tevahî jinên cîhanê zêdetir nêzî azadiyê dike.

Partiya me PKK ya ku tevgereke guhertin, veguhertin û ji nû da avakirinê ye bi avahiya xwe ya îdeolojîk û felsefîk re karibûye bibe tevgerek mirovahiyê. Bûye partiyeke ku zanibe çawa heqîqetê, wekheviyê û edaletiyê li hemberî bê mafî, bê edaletî û newekheviyê biparêze, û bûye partiyeke ku bi milyonan mirov jê bawer bike û xwe têde bibîne. PKK wek tevgera ku bûye çavkanî û cewhera li xwe vegerê li hember dûrbûyîna ji nirx û çavkaniyên cewherî, Bûye tevgereke ku bi milyonan mirovên bindest û mitênger berve wêve biherikin. Bê ku tu cudahiyê bixe navbera ziman, ol, netew, mezhep ûu zayenda, bûye bersivek ji pirsgirêkên azadiyê yê ku mirovahiyê jiyankiriye.

Rastiya şênber ya ku dide nîşandan ka partiya me PKK tevgerek çawa ye, rastiya gelê Kurde. Dîtina rastiya gelekî ku heweldane ku wî ji rûpelên dîrokê tune bikin, dîsa derxistina rastiya vî gelî, ruxmî tevahî hewldanên tunekirinê û îspatkirina hebûna wî, bi qasî ku tekoşînek mezin dixwaze, berdêlên pir mezin jî dixwaze. Bi ruxmî ku gelê Kurd yek ji gelên herî kevin yê dîrokê ye, di encama êrîş û fetisandinên ku pergalên destladar li dijî wî dane meşandin, ew gihandiye asta tunekirinê heya ku êdî gelê Kurd bi xwe rastiya xwe înkar bike. Tevgera me PKK bi sekin û derketina xwe re wêrekbuyînek pir mezin, dîsa zanistî, îrade û azadî bi gelê Kurd da qezenç kirin. Berxwedaniya PKK’ê û bi vê berxwedaniyê re serkeftin bidest xistin, hiştiye ku ev gavên wî yê berbi azadiyê ve bi rastiya gelê Kurd re bibe yek. Di pêvajoyeke ku têde dihat gotin “ êdî ferhenga ku jê re têgotin Kurd nemaye…” PKK bûye hêviya jiyana nû ji bo gelê Kurd. PKK îro li hemberî pergala kapîtalîst ya ku di bin navê jiyanê de mirinê li ser mirovahiyê ferz dike, bûye partiya ku alternatîfa jiyanê pêşkêş dike. Ji ber ku tevgera me tevgereke ku li hemberî armancên dij mirovahiyê yên pergala kapîtalîst disekine hewl didin ku wê terorîze bikin, ji ber wê ev pergal tevahî derfet û hewldanên tunekirinê li hember tevgera me pêş dixe.

Tevgera me ya ku tu carî li hember van êrîşan tawîz ji çanda xwe ya berxwedaniyê ne daye û her li ber xwe dide, di roja me ya îro de jî bi heman biryarbûyînê bi awayek xurtir pêş dikeve. PKK bi derbaskirina taybetmendiya tevgereke neteweyî, veguheriye tevgereke gerdûnî, di heman demê de bûye partiya jinê. Jin jî, ya ku cewherê jiyanê avakiriye, rastiya wê wek rastiya gelê Kurde. Jin bi tunekirina tevahî nirxên ku wê avakirine ji nedîtîve hatiye hatiye hesbandin. Ji ber wê jinên ku derfetê jiyana nû di PKK’ê de dîtin ber bi refên PKK’ê ve herikîn. Ev jinên ku dildarê azadiyê ne, îro di tevgera azadiyê de rola pêşeng dileyîzin. Me wek jin xwe di PKK’ê de dît, naskir û ji nuda xwe avakir. Rêxistinbûyîna jinê ya ku di qadên siyasî, îdeolojîk û leşkerî de avabuyne îro bûne qadên tekoşînê ji bo tevahî jinan. Em jî wek YJA Star hêza parastina rewa ya van rêxistina ne. Ji despêka avakirina PKK û heya niha jina ku di tevahî qadên PKK’ê yê rêxistinê de rolek aktîf û pêşeng leyîstiye, di tevahî qadên parastinê de jî, bi awayek serkeftî rolê xwe leyîstiye û artêşbûyîna xwe daye avakirin. Dîsa bi asta ku me wek YJA Star bi dest xistiye, em deyndarê PKK’e ya ku Rêber APO avakiriye û şehîdên wê yê bi nirxin. Bi vê zanebûyînê li hember tavahî hewldanên tunekirinê em di nav berxwedaniyek mezin dene. Wek ku emê tucarî di helwesta xwe ya berxwedaniyê de tawîz nedin, emê bi mezinkirina artêşa me ya jinê, bibin artêşa parastina tevahî jinên cîhanê yên ku her roj bi destê zilamê desthiladar û paşverû tê kuştin. Bersiva herî mezin û ya herî xurt a ku emê li hemberî komkujiya jinan bidin, wê mezinkirin û pêşxistina arteşa me be. Rastiya jina Kurd ya ku di PKK’ê de bû xwedî nasnameyeke nû, da diyarkirin ka jin çiqas dildarê azadiyê ne û ji bo azadiyê çi dikarin bikin. Rastiya me ya jina milîtan seknek fedaî raber dike û misyona xwe ya pêşengtiyê bi cih tîne.

Di vê pêvajoya ku hemleya me ya şerê gel ê şoreşgerî bilind bûye, bi kevneşopiya fedaî ya Bêrîtanan û Zîlanan em misyona xwe ya pêşengtiyê bi cih tînin. Helwesta berxwedêr ya Rojînan, Rêvanan û Jînan nîşaneya wê ya herî zelale. Bi boneya salvegera 34. Avabûyîna partiya me, em dixwazin viya carek din bidin nîşandan;

Divê were zanîn ku heya em azadiya rêberê xwe û gelê xwe bi dest nexin, emê tu carî di tekoşîna xwe ya berxwedaniyê de tawîzan nedin. Di serî de gelê Kurd, emê tekoşîna azadiya tevahî gelên bindest, wek tekoşîna xwe bigrin dest û emê di helwesta xwe ya azadiyê de gav paşde navêjin. Dîsa emê bibin tevgera tolhildanê ji bo tevahî jinên ku di cîhanê û heremê de bi destê zilamê destladar û paşverûve tê kuştin. Bi bûyîna hêvî û çavkaniya jiyanê, emê tekoşîna xwe berdewam bikin.

Bijî PKK

Bijî RêberAPO

Bijî rastiya me ya şehîdan

Bijî tekoşîna me ya azadiyê

26 Mijdar’e 2012

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star